Rewşa Jin Û Keda Rêbertî

0Shares

Wekî jinên Kurd em xwedî wê berpirsyartiyê ne ku bi taybet li kuderê dibe bila bibe mirov bikaribe wê heqîqetê rast îfade bike, rast pênasebike ku bikaribe rast jiyan bike û bide jiyankirin. Di vê mijarê de em wek jinên Kurd xwedî wê şansê ne ku em xedî Rêbertiyekî bi vî awayî ne, di kesdayeta me de xwestiye heqîqeta hemû mirovahiyê ronî bike. Ji rabûn û rûniştina jin bigire, ji meş û axaftina wê bigre hat digihe aliyê zanabûn û avabûna kesayetekî nû, ji nûve pêre eleqederbûye û kiriye xwedî kesayetekî. Çawa ku zarokek ji nû ve jidayîk dibe wisa pêre eleqeder bûye. Di vî alî de kete meşekî dîrokî ku mirov nikare bi çend gotina bîne ziman, encex ew demê ku hatiye jiyankirin û dîroka ku jêre şahidî kiriye, bi wê şahidiyê re encex bide jiyankirin. Di vir de erka ku dikeve li ser milê me dibe ku em baş nikaribin îfade bikin ku bi kedekî çawa, bi têkoşîn û şerekî çawan re, kesayetekî ku ji nûve dayî avakirin lê weke du gotin jî be pêwîst dike ku mirov bêje jiyanek ji nû ve li holê heye. Li vêderê Rêber Apo xwedî kedekî mezine. Jixwe ne tekoşîna Rêber Apo bûna, yekî din li cihê Rêber Apo bûna wê nekairibûna jina Kurd ji nû ve bidaba jiyankirin. Ji ber ku di nava pîvanên hişk yên feodal de hatibû nixûmandin û veşartin ku êdî nedihat xuyakirin. Ji ber wê şikandin, hilweşandin û guhertina wê ne tiştekî wisa hêsane, di vê mijarê de Rêbertî têkoşînekî bê hempa daye û di encama vê têkoşînê de ew qalib û pîvanên ku di civaka Kurd de jin weke namûsê digire dest wê ferasetê di civaka Kurd de da şikandin ku jin ne namûse, bi jinê re dikare bi şêwazekî rast were jiyankirin, Rêbertî ev bi têkoşîna xwe re da îspatkirin. Derxistina jin ya serê çiyan, jin kirina xwedî artêş, xwedî bîrdozî û xwedî rêxistin di vî alî de Rêbertî îspatkiriye ku jin hebûnekî xirab nîne, jin tenê cinsek nîne hebûnekî pir biwateye dikare bi awyekî rast û xweşik pêre were jiyan kirin. Heta jiyana herî hêja jî dikare bi jinek azad re bê jiyankirin. Jixwe Rêbertî bi têkoşîna xwe ev îspat kiriye û em îro şahidiya wê dikin ango em di nav de jiyan dikin.

Di kîjan astê de bûye xwedî zanebûnekî, ji aliyê siyasî, bîrdozî, rêxistinî, leşkerî û hemû qadên têkoşînê de, di çeperên herî pêş de tekoşînekê ne tenê ji bo azadî û rizgariya xwe, pêşengtiya azadiya mirovahiyê, pêşengtiya azadiya jinên cîhanê dike. Bê gûman evana tiştên mezinin û wisa bi hêsanî jî nehatiye, bi bedelên giranbiha re hatine kirin. Yanî gihiştina vê asta ku îro tê jiyankirin bi têkoşîna gelek hevalên jin ji Bese Anûş bigre heta roja îro ku beriya çend rojan salvegera heval Sara û Heval Rûken bû, ev jinên xwedawendin wisa bi gotinekê  xwedawendên azadiyê nayên pênasekirin. Xwedawendên azadiyê kesayetên wisanin ku di xwe de asta fikir, zikir û çalakî kirin yek di xeta Rêber Apo de. Ew di kesayeta Rêber Apo de bûn aşiqê heqîqetê û di oxira wê de wekî perperîkan xwe avêtin nava agir. Di vî alî de mînakin, eger mirov wek mînak bide jî, ne yek bi hezaran mînakên ku mirov dûr û dirêj bîne ser ziman hene lê bi vê mînakê re rastî û heqîqet heyî diyar dibe. Di kesayeta wan de mirov dikare bibîne ku Rêber Apo jin derxistiye astekî çawa, hem di aliyê fikir, zanebûn, rêxistin, çalakî û di her alî de. Di kesayeta wan hevalan de jî diyar dibe ku di roja em tê de jiyan dikin û dibin şahidê wê, mirov dikare viya wisa bi kurtasî bîne ser ziman. Di encamê de ev têkoşîna ku wek jin asta ku qezenc kiriye, bi fikir, raman û keda Rêber Apo ya ku îro îlhamekî mezin dide jinên cîhanê ye.

Rêber Apo çawa gelê Rojava rêxistin kir?

Bê gûman ev jî xwedî dîrokekê ye. Ji 20 salan zêdetir Rêber Apo li Rojava bû xwediyê têkoşînekê. Bi taybet cara despêkê derbazî Kobanê dibe, li gundê Alpelo dimîne. Ji Kobanê bigere hata Efrîn û Cizîrê gel asterast li civata Rêbertî rabûn û rûniştin û şahidî ji zanabûna Rêbertî û xizmeta wî ya ji mirovahiyê re dikirin. Jixwe Rêbertî bi awayek giştî heqîqeteke, gelê Rojava viya di kesayeta Rêbertî de bi awyek zindî dîtin, ji ber wê zû ji Rêber Apo bandor bûn û xwe li derdora Rêbertî bûn civat. Ji bo azadiya xwe, em bêjin bikaribe wan fêbûn û qalibên xwe yên hezaran salan bişkêne, ew bêhêvîbûna di nava civaka Kurd de ku digotin Kurd nabin tiştek, bi dîtina heqîqeta Rêber Apo re dîtin ku dikare bibe. Bûn xwediyê wê baweriyê ku jixwe bawer bike ku ji têkoşîn, şer û zanebûnê re jî çi pêwîst bike wê bide, wê bikaribe biserbixîne. Wê bikaribe carekî din wekî civak, wekî netew, wekî dîrok ji nû ve jiyan bike, gelê Rojava vêya bi awayek zindî di kesayeta Rêber Apo de dîtin, ji ber wê bandorekî mezin li ser civaka Rojava kir. Di vir de Serok Apo xwedî kedekî mezine, ji zarokan bigre heta kalê 70-80’ê salî Rêbertî yek bi yek kesên ku didît bi wan re eleqeder dibû û nîqaş dikir, ji wan salan dest bi rêxistinkirinê kir. Rêbertî karî di her qada jiyanê de ji bo ku civak bên bahevdû û bibin hêzek, kombûna wan li ser hev çêkirin. Vêya destpêkê bipêşxistina xebatên hunerî, xebatên  cewherî ya di nava gelê Rojava de ji nû ve hestên şoreşê, hestên xwedîderketina li xwe zindî kir. Di vî alî de bû xwedî kedekî mezin ji ber wê hem mayîna xwe ya li Heleb û Şamê hemû kir xizmeta ku bikaribe li Rojava carekî din ji nû ve bide jiyankirin û wisa bike ku bikaribe xwedî li xwe derbikevin. Di vî alî de rastiya Rojava ji parçeyên din yên Kurdistanê cûdatire. Em dikarin bêjin civaka Rojava civakekî wisa bû ku ne wek ya parçeyên din ku bi serhildan û îsyanan re bi awayek fîzîkî rû bi rû bûn, ji ber wê jî komkirin û zindîkirina wê civakê wisa hêsan nebû. Lê Rêber Apo di demek kurt de karî wê civakê komî ser hev bike û bibe sedem ku pêbikaribe gelê Kurdistanê tevahî ji bo bawerkirina şoreş serxistinê, ji bo pêşerojê amadebike. Ji jin bigre heta zarok û kalan hemû kirin xwedî rêxistinbûyînekê û yek bi yek bi wan re eleqeder bû. Ya rast keda Rêber Apo bû bingehê şoreşa Rojava û şoreş li ser wê pêşket. Niha pêwîst dike em vê xalê jî bînin ziman, eger ewqas êriş li ser şoreşa Rojava pêk tê, weke ku tolê ji Rêbertî digirin, kîn û nefretekî li beranberî tişta ku Rêber Apo li Rojava pêşxistî heye, mirov pêwîste wisa bigire dest û rastî jî wisaye. Êrişên ku îro li ser Rojava pêktên, êrişa li ser keda Rêber Apo ya 20 salan e, ji bo ew vala bêderxistin û bê wate bikin û ji hev belav bikin, bi dijwarî di her alî de li ser gelê Rojava êriş tên pêşxistin. Li beranberî viya eger ewqas berxwedanî li Rojava tê kirin û xwedî derketinek heye, eger sîstema jiyanekî nû tê avakirin, ev hemû bi keda Rêber Apo ye, mirov dikare viya pir bi zelalî bîne ser ziman.

Armanç Ronî

Dawî

Attachment