Her kes bûbû parçêyek ji wê berxwedanê. Hevalên birîndar bûbûn ji des jî xwe bernedidan û heta dawî berxwedaniyek bêhempa didan nişandan. Digotin çi dibe bila bibe dê berxwedaniya me berdewam bike. Pêşiya me hem şikêr hebûn, hem jî kemîn û qarakolên dijmin hebûn lê belê me wan hemûyan derbas kir. Derbaskirina wan riya ji bo hevalên birîdara gelekî zahmet bû ji ber ku birînê hemû hevalan jî gelekî giran bû. Dijmin bi hesanin ne dikarî bikeve hundirê Kato. Ji wan hevalên birîndar me hinek ji wan danin cihên bi ewleh. Ji xwe dijmin nedikarî bikevin Kato yê. Heger me dimen nedaba dijmin jî nedikarin me bibine. Dema ku em derbas dibûn dijmin di wan dema de havanek avete di navîna me de. Li wir ji heval birîndar bûn û şehîdê me çebûn.
Hevalên qorya gotin; nesekin û meşa xwe berdewam bikin. Wê demê me zanin hevlên birîndar hene Em wê demê li benda hevalên li pişt xwe mabûn lê belê hevalan ji me re gotin ne sekinin û meşa xwe berdewam bikin. Ji xwe li pêşiya min Heval Leyla Amed hebû. Ev jî mange komtanê me bû. Em gihiştî bûn cihê ku hewan lê ketibû. Hevalek li pêşî sekinî bû ji me re digot; lez lez xwe berdin. Heval Leyla derbas bûbû. Şevek pir tarî bû. Ez ê jî derbas bûbûma min dît dengê hevalek hate guhê min û gazî hevala Leyal dikir lê belê ev deng gelekî kur û nas dihat. Her çiqasî hevalan ji min re gotin derbas bibe lê belê min wî dengî mereq dikir. Ez ber bi wî dengî ve çûm û min dît hevala Şervîn Dêrîk derket pêşiya min ew birîndar bû û birîna wê gelekî giranbû rûxmê wî jî ew gazî hevala Leyla dikir. Tiştek ji destê min ne dihat ez alîkarî hevala Şervîn bikim, ev pir zora min diçû ji ber ku min ne dikarî ez alikariya wê bikim.
Wê demê hevala Şervîn fermandariya yekiniya me bû. Dema ku ez nû bûm ez wê demê li gel heval Şervîn dimam. Min jî heval Şevîn pir hez dikir. Dema ku min heval Şevîn wisa dît ez gelekî bi wê bandor bûm û min nedizanî bû ez çibikim. Ji ber ku tecrubeyê min wek hevalên din ne bû. Ez wisa di cihê xwe de çemîdim û li gel heval mam. Min destê heval girt lê belê birîna heval gelekî giran bû û nekdikarin bimeşe her wisa dinaliyan. Hinek hevalan jî çanteyê wê û çekê wê ne rakirin. Ji xwe hevala ji pişta xwe û nava xwe birîndar bibû û du Parçe mezin lêketî bû. Ji ber vê yekê wê gelek xwîn windakiribû. Xelaskirina heval Şervîn gelekî zehmet bû. Derfetên me yên mudahalekirinê ne bû di wê kêliyê de em bikaribin xwîna wê bidin sekinandin ew jî her dinaliya û digot: “heval, heval, heval…” dixwest di dema xwe ya dawî de dengê hevala bibihîse. Ji ber wê dengê heval Şervîn pir kur ve dinaliya û peyvên heval, heval… derdiket. Hevalan, heval Şervîn danîbûn ber tehtekê. Ji bo heval Şervîn xelasbikin tîştek ji destê me nedihat. Hevalên kurye min kişand got: heval li wir nesekine ew der xetere. Tiştek ku tû bikî nîne û tû nikarî heval xilas bikî. Ev nalîna heval di nava guhyê min de her ma bû. Heval Şervîn bi salan li gel Rêbertî mabû û bi salan Rêbertî ket dabû heval Şervîn. Di malê lêhorbûnê de ma bû. Di deham demê de li Akademiyê ma bû. Di asta jor de wê erk girtibû. Xwedî kedekî pir mezin bû. Ew kêliyên jiyana wê her dihatin ber çavê min…
Nîştiman Sorxwîn