Wateya peyva komplo; bêbextî, hîle, lîstok, durûtî, kirêtî, bê exlaqî, dek û dolab, derew, dizî, heramî, guneh, bê şerefî, bê rûmetî û wekî din çi rastiyên xerabiyê bê bîra mirov ewin. Em weke gelê Kurd wateya peyva komplo weha pênase dikin. Ji ber vê dema em di nava civaka Kurd de peyva komplo bikartînin yekser tişta tê bîra mirov, lîstoka hêzên emperyal û hegenomîke ku bi şeklekî bêbext û ne merdane Rêber APO girtin û birin greva Îmrali’yê. Ne pêwîste mirov pirs bike çima? Ji ber van hêzên emperyal çi xerabiya wan a bi hezarên sala komî hev kiribûn hebû kirin yek û bi hemû wan kirêtiyên xwe ve komploya nav-dewletî a li dîjî Rêber APO pêşxistin. Armanç û hedefa van hêzên emperyal ew bû ku Rêber APO ji holê rakin û li ser tunebûna Kurd, hebûna xwe ava bikin. Komplo pêşxîstin lê nekarîn pêk bînin û ewê tu car nikaribin pêkbînin jî.
Ev komploya di şexsê Rêber APO de li himberî gelê Kurd pêşxistin, ne komploya yekê ye ku bi armanca înkar û îmha ya Kurd dikin. Lewma Rêber APO bi deha caran komploya 15’ê Sibat’a 1999’an weke “qirkirina gelê Kurd” pênase kir. Di vê pênase kirine de heqîqetek dîrokî heye. Berê ev heqîqet ji me zarokên Kurd’an dihate veşartin. Lê îro, bi saya fikir, raman, cesaret û hijmendiya tekoşîna azadiyê ku Rêber APO di me zarokên Kurd de da avakirin, em pir baş di ferqa vê komploya “qirkirina gelê Kurd” dene. Em di ferqê dene ku dijmin dixwaze Kurdistan’ê dagir bike û em weke gelê Kurd û şervanên azadiya Kurdistan li himber vê şerê rûmetê dimeşînin. Em di ferqê dene ku bi tu awayî û tu carî ewê hêzên hegenomîk-emperyal, dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê yên xiyanetkar (KDP-Mala Berzanî) nikaribin bi berxwedaniya ku di pêşengtiya Rêber APO tê meşandin. Di fikra van hêzên komploger de, ewê bi vê komploya 15’ê Sibat’ê “qirkirina gelê Kurd” bikarîbana pêkbînin.
Ji bo vê ji 9’ê Cotmeh’a 1998’an heta 15’ê Sibat’a 1999’an li dijî Rêber APO operasyoneke ku mîna wê di dîrokê de nîne hate meşandin. Di bingeh de ev ne operasyoneke ji rêzê, lê operasyoneke Gladyo bû. Esas hedef û armanca wan hêzên gladyo ew bû ku çi bibe bila bibe, bikaribin di vê operasyonê de Rêber APO ji holê rabikin. Rêber APO wê pêvajoyê weha vedike; “Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e. Eger em ji hev cudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê.
Niha têra xwe eşkere bûye ku di wê demê de ango heta bi girtina min, Îsraîl û DYE ji sedî sed alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane nebûne. Di asteke nizim de be jî dewamkirina şer û bê çareserî hiştina pirsgirêka Kurd bi israr xwestine. Ji bo Rojhilata Navîn, nexasim ji bo Iraqê kontrol bikin û wê bişikînin, bi dijwarî pêdiviya wan bi vê hebû. Ji ber ku bi tenê bi vê riyê karîbûn Tirkiyê pasîfîze bikin û pîlanên xwe pêk bînin. Her diçû Kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Wan nikarîbû rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan qebûl bikin. Nexasim ji bo planên xwe yên der barê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya Kurd berdim.”
Serxistina netewa demokratik, têkbirina komploya nav-dewletiye…
25 sale, Rêber APO bi tena serê xwe, li greva Îmralî li himber hemû van rastiyên komplo li berxwe dide û ruxmê hemû tecrît û îşkenceyên der mirovî jî tu tavîz nade. Rêber APO pêvajoya vê berxwedaniya ku li Îmralî dike jî di parazname ya xweyî bi navê “KURD’ÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINÊ DE” weha radighîne; “Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûl kirin, hal-hereketên min şopandibûn û ez hêjî ji bîr nakim gotinek weha gotibû; “lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîva heye?” Çawa ku tê zanîn cîva elementeke ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî keseke wusa bi hereket bûm û di cihê xwe de ne disekinîm. Eger xwedayên mitolojik jî bifikirîbana bi herhalî wê nehatiba bîra wan kum in bi zinarên Îmralî’yê ve girêbidin û bi cezayekî giran ê weha ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreke yek kesî de 12 salên xwe (niha dibe 25 sal) temam kirin. Greva Îmralî’yê di dîrokê de bi nav û denge. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind yên dewletê hatine ceza kirin. Av-hewaya li vir hem gelekî nedawî (nem-rutubet) ye hem jî gelekî hişke. Ev xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliye fîzîkî ve têk dibe. Dema li vê rewşê odeya girtî ya tecrît kirine jî lê bê zêde kirin, hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne behtir dibe. Her weha di dema despêkirina kalbuyînê de ez anîm grevê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Teybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek qenalî derfetên min ên tekîliyê bi dervere tine ne. Bê guman mehê carekê hevdîtinên nîv seetî yên bi xwuşk û bira û bi hinceta hewayê ya nexweş ve gelek caran hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re ku asteng dibû, cihana min a tekîlî danînê pêk di anîn. Bê gûman ez van hêmanên tekîliyê biçûk nabînim, lê ji bo ku mirov xwe li ser piyan bigire têrê nake. Wê zehn û îrade ya min, li ser piyan mayîna û ne rizîbûna min, diyar kiribana.”
Di encamê vê berxwedaniya 25 sala ya ku Rêber APO li Îmralî bi îradeyeke mezin meşand de îro komploya nav-dewletî têk çuye. Hemû hêzên komploger û îxanetkar beriya 25 sala weha hesap kiribûn ku ya di operasyona gladîo de Rêber APO bi şeklekî îmha bikin, yan eger nikaribin îmha bikin jî radestî Tirkî bikin. Li gor wan ji xwe ewê Tirkî Rêber APO bi darve kiriba. Lê hem bi azweriyek pir mezin ya ku Rêber Apo da raberkirin û hem jî bi ruhê rêvalên ku gotin; “kesnikare roja me tarî bike” û bê teredut canê xwe dan ber agir, hemû planên komlogeran ser û bin bû. Her weha di 25 salan de li kêleka ku wan nekarî Rêber APO û tevgera azadî tasfiye bikin, fikra Rêber APO ya “projeya netewa demokratîk” îro li her aliye cîhanê ji bo gelên azadî xwaz dibe çavkaniya jiyanê.
Di van bingehan de, dema mirov li dîroka Kurd û Kurdistan’ê mêze dike, mîrov li gelek komplo, reşkujî, komkujî, dek û dolap û lîstokan rast tê. Lê belê her çendî me weke gelê Kurd ji van heqîqetên komploger derbên mezin xwaribin jî, komplo tu carî û bi tu awayî nekariye bighêje encama ku komloger dixwazin. Di rastiya komploya 15’ê Sibat’ê de jî weha ye. Ruxmê 25 sal derbas jî bû komplo nekarî bighêje armanca xwe. Ji ber di şuna ew doza Kurd tune bikin, “netewa demokratîk” li himber hemû hêzên wanî komploger bû çeka herî mezin a parastina nirxên mirovahiyê. Lewma em dibêjin; serxistina “NETEWA DEMOKRATÎK”, binxistina komploya nav-dewletiye. Yanî çendî em netewa demokratîk bi jiyanî bikin, ewqas komplo têk diçe û em hîn bêhtir nêzî azadiya fizîkî ya Rêber APO dibin.
Asmîn Zelal