Çîroka tevlîbunek nava refên tekoşîna azadiyê-Beşa 1
Ez di vê baweriyê deme ku her gerîlayek ango her şoreşgerek ku gava yekem davêje nav meşa azadiyê ferqa wêde ye ku kelecanek û macerayên çiqasî mezin re rast tê û wateya wê jî dizane. Her weha di wê gavê de ewqas rastî hene ku çendî mirov bilêv bike jî yê kêm bimîne. Beriya her tiştî di wê gavê de, cara yekem li hember pergala zayendparêz û desthilatdar serîhildan heye. Cara yekem ji kesayetiya xwe bawer kirin heye, xwe mirovek ji dil û can bi doza xwe re dilsoz dîtin heye. Cara yekem ji serkeftinê bawer kirin heye. Her wiha cara yekem adalet, wekhevî, hevaltî, azadî û gelek heqîqetên ku wate lê barkirîne di wê gavê de veşartîne. Heqîqetên tijî tama azadiyê, di wê gavê de tov diçîne. Piştre ew tov roj bi roj berhem dide. Lewma bi derbasbuna her kêliyê re gavên azadiyê mezin û xurtir dibin. Ji ber vê jî wê kêliya ku min gava yekem avêtiye nav refên azadiyê û heya vê kêliyê, her dem min gotiye xweziya carekê derfeteke min çêbibe, da ku bikarim ji gava yekem ku min despêkiriye û heya kêliya îro em dijîn binivîsim û belge bikim. Heya niha, ji ber kar û barên şoreşgerî ew derfeta min zêde çênebûye, lê belê niha bo we ezê bîranîna xwe ya gavên yekem ji bo we binivîsim. Hêvîdarim ku bi qasî min bi wate derbaskiriye hûn jî ewqas bi kêfxweşî bixwînin.
Bêguman ji bo gava yekem bavêjim biryareke xurt lazim dikir. Daxwaz û xwesteka min ya beşdariya nav refên azadiyê ji zarokatiyê ve destpêkir. Lê belê ev xwestek û daxwaz gelek hêstiyar bû û têra bi awayek wêrek biryara beşdar bibim nedikir. Bi qasî ji zarokatiya xwe ve di nava hest û zanebûnek welatparêzî de mezin bûbûm jî ewqasî nakokiyên ji ber feodalizma eşîrtî û civakî min jiyan dikir. Her ku ez mezin dibûm ev nakokî jî bi min re mezin dibû. Gelek caran min jî li hemberî van rastiyên dîrokî yên xirab re tekoşîn dikir. Lê dema tekoşîna mirov li ser bingehê bîrdozî nebe û tenê li ser hest û daxwazan (xweziyan) bibe ewê tu encamekê bi xwere neyîne. Ez ketibûm ferqa vê yekê lê min nedizanî ku ezê çawa xwe bi mertalên îdeolojîk bipêça.
Di encamê de dema mirov bikeve ferqa şaşîtiyan teqez li reya sererast kirina wan şaştiyan digere. Dema ez di nava lêgerînên xwe ji wan qalibên dogmatîzma feodalîzmê rizgar bikim de bum, tinê min vê yekê dizanî ku xwe gihandina heqîqetê encax bi fikir û ramanên Rêber APO re mûmkune. Min jî dest bi xwendina pirtûkên Rêber APO kirîbu, ji ber ku baweriya min ya herî mezin Rêber APO bi xwe bu. Di pirtûka “Evîna Kurd” de min di şexsê Zîlan de cesareta jina Kurd girt. Di pirtûka “Ziman û Çalakiya Şoreşê” de min xeyalên rizgar kirina Kurd û Kurdistanê ji destê dijminan xeyal kir. Dema mirov, bi taybetî jî weke jinek Kurd tevlî xeyalên Kurd û Kurdistan’a rizgarkirî dibe wî demî ne bendên malbat û eşîr, ne jî yên dewlet û pergalê dikare asteng bike, pêşî bigre. Cardin, dema ev evîna Kurd û Kurdistanê bi eşqa azadiyê ya Rêber APO re dike yek, mirov hew dikare di nava civak û pergalê de jî ji rêzê jiyan bike. Di encamê de, dema mirov xwe digihîne vê rastiyê ku êdî cihê te di nava civak û pergalê de nemaye wî demî îradeya mezin ya bi biryara tekoşîn û sonda azadiyê derdikeve holê.
Ev heval emanetî te ye, pêlavan ji bîr neke…
Di dîroka de ewê qederê jiyanekî nû li ser esasê lêgerîna azadiyê ji bo min jî xwe hûnandiba. Di wê dîrokê de nû 10 roj bibû ez derbasî 18 saliya xwe bibûm. Dayîka min karek dikir û ji min alîkarî dixwest. Min bi qasî 5 deqeyan alîkariya dayîka xwe kirîbu, min ji xwe re hincetek derxist da ku ez bikarim xwe ji nav wî karî derbixînim. Min got; “Dayê, ezê niha werim alîkariya te.”
Ez ji malê derketim, di wê kêliyê de jî min sonda xwe ya ji bo doza azadiyê kir. Ez pir baş di vê ferqê de bûm ku ez derdiketim ser reyekî bê dawî, reyek ku çuyîn hebu lê jê veger nînbu. Ez tam di dema xwe de li wî cihê ji min re hatibû gotin amade bibûm. Lê heval bi qasî 20 deqeyan dereng mabûn. Ji bo ku kes min nebîne û meselê fam neke jî min xwe da ber dîwarekî reş, tarî û li ber xwe veşart. Dema heval hatin cihê randevuyê jî heya min baş zelal nekir ku bo min hatine ez ji tarîtiyê jî derneketim. Dema min dît hevalin, ez derketim ber ronahiyê û min got; “Heval em zû ji vir herin”. Bi qasi 20 deqîqeyan em di nava bajêr de ji mala me dûr ketin. Ew hevalê ku alikariya tevlîbûna min kir, kurê cîranê me bû. Ew jî qederek li gel me mabû. Ew heval xatirê xwe ji min xwest û min emanetî hevalên milîs kir. Dema min emanet jî kir got: “Ev heval jî emanetî te ye, çi dibe bila bibe tu dîsa pêlavan ji bîr neke ha!” Ew hevalê milîs jî got; “Na, na. Tu qet xeman nexwe”. Min fam kirîbu ku rewşek heye, lê baş tênegihiştîbûm.
Çawa ku ew heval xatir xwest û ji gel me çu hevalê milîs min bir malekê. Li wê malê hevalek jin ya din jî hebû. Me silav da hevdû. Ew heval bi zimanên hevalan diaxivî, lewma min got qey ew hevaleke kevin de di nav tekoşînê de ye. Lê pîştî me hevdu naskir, min nu famkir ku ew jî weke min hevalekî nû ye, şervanekî nûye. Em gelekî zû bi hevre germ bûn. Em her dû jî baş di wê zanebûnêde bûn ku em bi hevre gava yekem ya azadiyê davêjin. Em her dû jî, ji qedera xwe ya nivîsandîbun nerazîbûn û me dixwest em bi deste xwe qedera xwe binivîsînin. Wê şevê em li wê malê man. Dayika bi temen ya wê malê, min naskir ku ez keça kême, heman demî yekser fam kir ku emê biçin çiya. Hema li me dinêrî û digiriya û her serê deqeyekê digot; “Dilê dayika xwe neşewitînin lawo”. Bi rastî ez pir ditirsiyam ku dayîk yê agahî bide malbata min ku ez li mala wanim. Ew hevalê milîs jî çûbû û encax sibehê yê hatiba gel me. Ez û ew hevala bi min re weke tedbir, heta sibehê em hişyar man.
Me dizanî ku dayê jî ne razaye
Heta sibê wê dayîkê sê cara telefon rakir û hewilda li dayika min bigere. Şansê min bu ku wan deman weke niha pir zêde înternet û telefonên bêrîka nebûn. Hebin jî hêjmarê wan telefonên bêrîka kêmbun û ya heyî jî li gel sermiyanê malê dima. Wê dayikê bi telefona malê û nezanîna teknîkê çendî hewil dabe jî nekarî xwe bigihîne dayîka min û ne karî tiştekî bike. Hema çawa serkê telefonê radikir, yekser dengek bi telefonê diket û ev gotin dubare dikir. “Ev 2 mehe we pereyên telefona xwe nedaye, ji kerema xwe pereyên xwe bidin da ku telefona we bikeve xizmetê!”. Lê ew dayik ji ber zimanê Tirkî nedizanî jê famnedikir û her carê digot; “Subhanellah, tu dibê qey cin ketine vê telefonê.” Dayîkê dema dît ku tiştek jê famnekiriye banî bûka xwe kir û rewşa telefonê pirs kir. Bûka wê got; ”Jinmam ji ber me pere nedaye telefon qut kirine!” Lê dîsa jî dayîk qane ne dibû. Buka wê got; “Çima tu ewqasî ji bo telefonê pirs dikî?” Wî demî dayê neçar ma mesela me ya ku jê fam kiriye ji bûka xwere jî bêje. Bûka dayê jinek gelek xurt ya welatparêz derket. Bi kêfxweşiyek mezin me himbêz kir û biryara me ya beşdariya nava refên gerîla pîroz kir, ji mere serkeftin xwest. Ji bo ku em nobeta daye bigirin da ku agahî negihîne malbata min, em bibûn sê kes. Heta sibehê em ne nivîstin. Me dizanî ku dayê jî ne razaye û serê xwe li ser agahî gihandina malbata min pir diêşîne.
Min bi dayika temen mezin re hinek sohbet kir û min xwest fam bikim ku çima ew bi israr dixwaze li pêşiya tevlîbuna me nav gerîla bibe asteng. Min di encamê wê sohbetê de dît ku dayîkek kezeba wê şewitiye, wî demî min wate da hestiyar nêzbuna wê ji bo me jî. Ji ber ku keça dayê di sala 1992’an de beşdarî nava refên gerîla bibû û heta wê gavê jî, 10 sal bêtir derbas bibûn lê wê ti agahî jê negirtîbû. Dayê ne dizanî keça wê maye yan nemaye jî. Difikirî ku heger şehîd bûbe ka tirba wê li kuderê ye? Pirsên dayê pirbun lê bersiv peyda nedikir. Tinê ev gotinên wê dayîkê besbun ji min re da ku wate bidim kezeb şewitandina hemû dayîkên gerîlayan; “Keça min, kureke min di encama qezayekê de şewitî û jiyana xwe ji dest da. Ev 7 sale ez her êvara înê diçim ser gora wî. Hema dizanim hestiyên wî di wir deye. Lê ew reya ku hûn diçin, reyekî wiha ye ku dema hûn jiyana xwe ji dest didin cihê cenazeyên we jî nîne. Dema wiha dibe kezeba me dayikan 10 qatî zêdetir dişewite.”
Sohbeta bi dayê re qasî min gelekî hêstiyar kirîbû jî ewqas biryara beşdarbuna min bihêztir kir û hêstên min yên tolhildanê geştir kir. Min ji xwere got ku; “Dayê ezê jî herim û li ser vê çuyîna min yê barek din yê kezep şewitandina dayîkekê li ser zêdetir bibe. Bila ev êş kişandina te jî sebebek din ya ji bo sond xwarina min bibe wesîle, ezê tola te û gelê xwe ji dijmina mezin rabikim”. Di vê navbera ku ez van tiştan difikirim û sond dixwim hevala min ya din bi dayê re şer dikir. Armanç û hewildanên heval ew bû ku dayê ji çuyîna me dil rehet be. Di dawî de heval, ew dayik îkna kir û bi rastî jî dile dayikê rehet bibû. Ew heval ji dayê re wiha digot; “Dayê niha li gora te, ez bêm girtin û 25 sala di zindana dewleta Tirk de razim baştire, yan biçim çiyayên Kurdistanê û bi awayek azad jiyan bikim başe?” Dayê li ser van peyvan hinek sekinî û qane bibû. Lê mixabin dîsa jî wê şevê ne dayîkê nivîst û ne jî hişt em binivin.
Asmîn Zelal
Dê Berdewam Bike