Li Kato Berxwedaniyek Bi Serkeftin-10
Edî kom avabûn e. Em ê bi meşin, lê rê nexweşbû, birîndarê me jî hebû û her tîşt di nava hev de dihat jiyan kirin. Atmosferek pir giran hebû. Beriya ku em bikevin rê heval Xişman hebû û birîndarbû. Me dixwest biçin heval Xişman bînin, lê cihê wî dengekî bombê hat.
Em hemû diçemidin û piştre me xwest fêmbikin ka çibû ye? Me wê demê fêmkir ku ew deng ji aliyê heval Xişman ve hatibû û silavek dabû me. Heval Xişman giran birîndarbibû û ne dixwest bikeve destê dijmin. Di heman demê de digot ez teslîm nabim û bombe di xwe de teqand û silava serkeftînê ji me re rêkir. Dixwest bêje xilasbûna min pêwîste wiha be û dê heval bi min re bikevin zehmetiyê, ji ber vê jî bombeya xwe wekî gihîşt serkeftinê teqand. Ev yek bangawaziya heval Xişman ya serkeftine bû.
Ji xwe heval dizanin stranek li ser Kato heye, ev hevalan vê stranê ji bo vê bûyerê derxistibûn. Ev stran hevalên yên li yekîtiya me derxistibûn. Ew stran “Kato tu çavan weke” niha hevalên awazên çiya dibêje. Di stranê de jî dibêje “silava Xişman bi serkeftin bû” ew dengê bombe dengê serkeftinê bû. Digot ez teslîmê dijmin nabim. Peyam da me û digot ez li vir im, giran birîndarim û heta dawî em ê li ber xwe bidin û cenaze me jî dê sax nekeve destê dijmin. Çi dibe bila bibe em giran birindar jî bibin divê me sax nekevin destê dijmin. Ji ber vê yekê şahadeta heval Xişman hêzek dabû me. Heval Xişman ev yek da diyarkirin ku dijmin li hember vê berxwedanê bin ketiye.
Dijmin digot em ê biçin wan teslîm bigrin, lê heval Xişman bi bombeya xwe bersiv dabû dijmin ku wê tu carî nikarin me dîl bigrin.
Dijmin li ser Kato-Marînosê şerekî taybet dida meşandin. Ew qehremantî û fedaîtiya ku heval Xişman derxist holê bersivek bû. Vê operasyonê heval Xişman bi encamkir û got çi dibe bila bibe encam berxwedaniye. Çalakiya heval Xişman hem ji bo me û hem ji bo dijmin peyamek bû.
Pişt re me meşa xwe berdewamkir. Me dizaniya bû ku termal li hemberî me heye û vê me bibîne. Heval Cemal ji me re got û heval Cemal bi xwînsarî tevdigeriya. Ji ber ku heval Nujîn şehîd ketibû, Heval Cemal me dixist tevgerê. Heval Hebûn Ocalan hebû, ji Rihayê bû û di sahaya Rêbertî de mabû. Fermandara yekîneyek me ya din bû. Heval Zinarîn jî hebu û ew heval jî alîkariya heval Hebûn dikir. Heval Hebûn di heman pevçûnê de birîndar bibû û di meşê de astengî jiyan dikir. Heval Zinarîn başbû, ne birîndarbû û li gel heval Hebûn dima. Heval Rewşen jî yekîtiya me de bû û fermandarê manga me bû. Heval Rewşen jî gel heval Hebun mabû. Ji hevalan re digotin hûn biçin em ê hêdî hêdî werin, ji ber heval Hebûn nikaribû bimeşe. Ji xwe rêya ku em dihatin ne patîqabû û hemû zinarbûn. Heval di vê rêye de alîkarî didan hev. Destê hev du digirtin. Rastî pir zehmetbû. Heval jî ji xwe hişyarî dikirin û digotin dema me got xwe bavejên erdê xwe bavêjin, ji ber dijmin obîs û havan davêtin. Heval kengî havan û obîs dihat avêtin, li gorî vê me hişyardikirin û me jî xwe wisa avêt erdê.
Heta cihekî heval Hebûn, heval Zinarîn û heval Rewşen dihatin. Lê pîşt re hevalan êdî nik arbûn bimeşin. Cihekî dîtibûn û xwe spartibûn li wir û gotibûn heta ku rewş guncav be emê wisa derkevin. Ji ber heval Heb^yn pir xwîn windakiribû û her du heval jî gel mabûn. Bi rastî jî rê pir ne dirêjbû, lê ji ber ku hemû teht û şikêftbûn zehmet dihat. Hindek ciha rê tunebû û em neçar diman ku xwe li ser şikêftan bavêjin. Pêwîstbû ku hevalên pêşiya xwe û pişt xwe winda nekin. Ji ber ku ger ev heval qutbibin tu yê rê nizanibî û rê winda biki. Ji ber ku rêya ku heval derbas dibûn, hemû kes nizanîbû. Hevalekî li destpêkê hebû û ew heval çibûya kudere, pêwist bû em jî biçin. Hinek cih heval li pêşiya me bûn û me meyzekir di carekî de ev hevalên me xuya nekirin. Li ser tehtekî bilind te lê meyzedikir, heval di carekî de xwe berda. Pêwîste tu jî biçî û teht jî pir bilindbû. Pêwîste biçî, ger tu neçî jî tuyê bibî hedefê dijmin. Tu biçî jî pêwîste di vê tehtê de xwe bavêjî, lê çibibe jî nediyare. Îhtîmala ku dest û lingê te bişkê jî heye. Tê bîramin hevalên ku xwe avetibûn destê wan û lingê wan êşiyabû.
Dema ku me xwe berdida dengê heval Cemal hat, got heval xwe bavêjin erdê. Serê xwe jî biparêzin. Her cara ku hawan dihat li ciheh diket, ev hawan navbera me ket û li wir heval birîndarbûn. Ger ez ne şaşbim heval Cemal jî di çengê xwe de birîndarbû. Parçeyek biçûk li koma me ya hevalan ketibû û em jî birîndar bibûn. Ji ber parçeyên biçûk bûn û em dikaribûn bimeşin. Ji me re nedibû pirsgirêk. Tenê em bimeşiyan, bes bû.
Hemû yekîneyên me birindarbûbûn, yên ku birîndar nebûbûn ne mabûn. Yên ji dest, ser û lingên xwe parçe xwaribûn, yên gule xwaribûn û yên ku di zinaran de ketibûn hebûn… Rûxmê wan birîndarên me jî hebûn, moral û vîna hevalan pir başbû. Di rewşên asayî de dema hevalek birîndar bibe wê bêhez bikeve. Le wiha îradeyek xurt hebû ku heval rûxmê her tiştî li ser lingên xwe diseknîn. Ew jî pir girîng bû û ev yek hişt ku heta dawî berxwedan bidome.
Niştîman Sorxwîn