Di nav mehên salê de bi taybet meha Nîsanê xwedî taybetiya wê hewa ya rojê ku bi şewqa xwe gerdûnê ronî dike ye. Meha Nîsanê hilma xwe berdide axê û tevahî zindî pêre şiyar dibin. Xweza xwe bi rengên xwe yên rûken rojê silav dikin û dibêjin “Hûn bi xêr hatine dinê”. Bêguman ev roja pîroz 4’ê Nîsanê ye. Ev roj rojbûna tevahî gelan e. Dema behsa gerdûnê tê kirin beriya her tiştî pêwîste xwe ayîdê vê dîtin hebe. Beriya hezaran salan hatiye tespît kirin ku lêgerîna heqîqetê rastiya heyî pênase dike û hebûnê diyar dike. Ev heqîqet jî bi saya Rêbertî her diçe zêdetir ronî dibe. Bi welidandina vejînek nû re bi pêhesînek gerdûnî re, dîroka xweza û mirovahî di wateya wê rojê de hate destpêkirin. Bi dîtina pêşeroj û paşerojê re jiyan di hemû deman de bi hîs û fêm kirinê re wateya rojê dide nasîn. Rastiya mirovahiyê bi zayîna rojê tê pênase kirin. Bi rastiya ku mirov bi hesretekî mezin di lêgerina jiyana rast de ye ev yek xwe nîşan dide.
Eşqa jiyana rast, li pey şopên heqîqetê buna gelan li pey ronahiyê, bi çiruskên di çavên diberiqi de xwe nîşan didin. Di vê ronahiyê de bi enerjiyek mezin tekoşîna lêgerîna azadiyê diherike, her diçe mezin û geştir dibe, bi hilhatina tirêjên rojê li tevahiyê cîhanê bû ziman û rêbazê hêvî û baweriya herî mezin. Ev hêvî û baweriya bo ronahiyê, bo jiyana rast di rastiya tekoşîna azadiyê ya ji aliyê civakên Kurd û Kurdistanê ve berdewam dike de xwe nîşan dide. Ev ruhê jiyana azad, li ser şopên heqîqetê heya dawî zindî û bi biryare, her çiqas zordarî û bindestî re rû bi rû bê gel heya dawî dij disekine, red dike û têdikoşe. Ev ruhê tekoşînê heya roja îro jî hatiye.
Li ser bingeha xwe parastinê di dîrokê de li hemberî zilm, zordarî, dagirkerî ruhê qehremanwarî û berxwedêr xwe herdaîm nîşan daye. Lê belê ev ruhê berxwedêr û egîdwarî di dema serhildanan de her tim bi êrîşên giran re rû bi rû hatiye û hewildana tefandina wî ruhî ji milê dijminên Kurd û Kurdistanê ve hatiye dayîn. Li Kurd û Kurdistaniyan di encama siyaseta înkar û îmhayê de gelek qirkirinan re rû bi rû anîne. Xwestine hebun, navê Kurd jî ji holê rakin. Bo wê armanca tişta nekirine, rêbazê serîlênedane nehiştine. Lê belê bi saya berxwedana Rêbertî dayî, bi peyvên ‘Kurdistan mêtîngehe’ çirûskên tekoşîna azadiyê di dilê tevahî gelan de pêket û her çûye ew agir û ronahî geştir buye.
Hemû gelên bindest yên Rêber Apo bihîstin, yên li doza wî xwedî derdikevîn vê rojê gelek watedartir dikin. Em dikarin bêjin ku îro mirovahî rojbûna Rêbertî, 4’ê Nîsanê wek ya xwe pênase dike. Roja ku Dayîka Ûveyş Rêbertî anî dinê de ne tinê êşa welidandinê dikşand, heman demî şervanê dawî li êş û azara dîroka sermayedaran dibe sedem bîne jî diwelidand. Hêvî û baweriya jiyana azad zindî kirîbu. Em dikarin bêjin ku dema ev zayîn pêkhat bi demê re xwe vegerand tekoşîna di bin banê tevgera azadiyê de destpêbike û her biçe mezin bibe. Bi Agîd re, bi Zîlan re pênaseya xwe dît wê tekoşîna azadiyê.
Piştî zayîna xwe Rêbertî bi meşa xwe gelek hebûnan kir xwedî wate. Bi awayek manevî bû zayîna tevahî gelan. Her wiha veguherand tekoşina bihêz û xwedî îrade ya hemû gelan. Her wiha berxwedêriya Kurdan jî mîrateya çanda esîl ji wê rastiyê girtiye. Rastiya li Imralî jî vê yekê destnîşan dike. Li cihê ku bi ti awayî hêvî nînbu Rêbertî vegerand mekanên hêviyên mezin dihewand, kir zemînê mekanên dibistanên ilma dîrokê, felsefî û sosyolojiya civakî. Vê vîna derketî hemû qeyd û bendên rêya azadiyê tarî dikir hilweşand, şikand û destpê ronîkirinek bêhempa kir ku heya roja me ya îro her diçe zêdetir dibe û belavî tevahî cîhanê dibe.
Rûken Rêzan