Ya Me Tevgera Mezin ya Lêdanê Bû

0Shares

Min derketina ji Enqerê pêk anî, lê bi têkîliyeke taybet re. Em wisa daketin Amedê hem jî bi firokeyê.

Em bi firokeyê ji dilê desthilatan Enqereyê, daketin hatin dilê Kurdistan Amedê. Em ji keleha kemalîstan hatin navenda Kurdistan Amedê. Li vir di heman salê de, di 27 mijdara 1978’an de em dixebitin ku PKK’ê fermî damezrînin.

Min têkîliya taybet hilperandiye. Li gor hemû pîvanên xwe ez jî kesekî ji wê malbatê me. Him jî di dîtinê de malbata CHP’yî ye. Malbateke wisa ma çima dewlet bikuje? Tu bi bandor dibî. Tu hatî dorpêçkirin. Jixwe ji polîsan ditirsî. Ji sala 1976’an û şûn ve bi tevahî di bin dorpêçeke bêeman de hatiye girtin. Pîlot kontr-gerîlayekî girêdayî daîreya şerê taybet bû. Her roj min weke civîkekî di qefesê de pirtikandî diqelîne, xwê dike weke ku min bi pariyekî bixwe dibîne. Lê ez bi taktîkeke mezin li wir digrim û ev ji hizirînê derbas nabe. Ez wî di wir de digrim, lê dîsa jî ez civîka di qefesê de me. Ez dibêjim civîkê baş xwedî bike, ji aliyê wê ve ez hetanî dawiyê ji malbatê me. Rêka ji vê malbatê derdikeve jî dibe daîreya şerê taybet. CHP ji wir diçe dewletê. Jixwe di raporên diçin de daxuyaniyeke me ya wisa heye. Di van salan de dibêje ji sedîsed di hembêza me de bû, di wêneraniya me de bû. Min jî di dîtinê de sedîsed dihişt ku wisa xwuya bike. Niha dibin kî? Û çi navî li vê têkîliyê dikin?

Tam ez ketime nava kelha hêzeke dijber. Him jî ez hindekî şipandêr im. Ez çepgir im, Kurdewar im. Lê di nava wan de hetanî dawiyê zemînê helandinê yê madî jî mijara gotinê ye. Çil sal in, pîşeya malbatê Kurdgerî ye, pir baş nasdikin. Wê çi bikin? Min çawa bînin rê baş dizanin. Çi ji aliyê siyasî ve, çi ji aliyê hestiyarî ve kûrkirina min ya vê têkîliyê hatibû xwestin. Her weke yek ji min re bibêje, divê tu di vê mijarê de pêş bikevî, vê yekê bike yan jî tuyê nikaribî bijî.

Pêwîste ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê hestên min yên heyî ez pêş bixim, evîna min ya heyî ez pêş bixim. Di dîtinê de divê bi mîsogerî bidim bawerkirin. Ji ber ku ya li dijberî min weke gura ye, weke tu wisa were daqurtîn nîne. Pêwîste ez wiha bidim bawerkirin ku ez pê ve hatime girêdan da ku bikarim gav biavêjim. Bêzêdayî dibêjim min rol nesepand û lîstok neleyîst. Lê min zanebûna xwe jî, girêdana xwe jî bi armanca siyasî ve bêyî ku wenda bikim parast û ev yek bi serkeftî biencam kir. Çi malbata li dijberî min, çi jî jinê baweriya “Ev zilam ji aliyê giyanî ve hat girêdan, ji aliyê madî ve hate girêdan, jixwe tiştekî bike jî tûneye” bi dest xistibûn. Vaye, têkîliya dîrokê ya herî krîtîk, şerê di hundirê kelhê de me hindekî wisa da.

Li Amedê jî jinê û Pîlot hema weke mala xwe pergala malekê pêş xistin. Mal nediecibandin. Jin malê sererast dike. Lê ne cihê milîtan bikaribe bi kar bîne bû. Wek cihê karbidesteke dewletê yê payebilind bi kar bîne sererast dikir. Ez zêde dengê xwe dernaxim, lê di hundirê xwe de pê re nabim yek. Jiyan her ku diçe tengezartir dike. Ez bawerim, ya li dijber jî pariyekî wisa bi hêsanî were xwarin û daqurtandin nîne. Qaşo li gor kevneşopiyeke Kurd an jî pergaleke Kurd zewacek pêk hatiye. Lê, şer hilperiya.

Li gor wan pêwîst bû ez bi temamî di bin kontrolê de bûma. Dewlet êdî rojane min dişopîne, ez bawerim peywira jinê jî ew bû. Wê çawa min bi vê pergalê ve girê bida? Weke zilamekî ketûber yê Kurd ê ku beşdarî vê pêvajoyê bûye, pîvanên asayî yên ku nîşan bide hene. Her ku biçe dê bibe malbatî, her ku biçe dê giyana xwe bi tevahî bifiroşe û bigihêje zarok û zêçan. Biryara bi vê malbatê re têkîlî, lê di min de yekî ji van jî pêşnaxîne. Aliyan li beramberî hev çeper girtine. Di aliyê hev binxistinê de. Ew dema dixwaze min bi bin bixe, bi ihtimaleke mezin wê li ser bingehê dewletê bihelîne û bibe. Ez jî bi kar anîna wê didomînim. Him jî weke ku me sala 1977 têperand (derbaskir) ne bes be, ezê sala 1978’an jî têperînim ku derbaskirina vê tê wateya têperîna du salên serkeftî yên PKK‘ê. Yan jî tê wateya serkeftî bersiv dayîna pêvajoya damezirandinê ya pir krîtîk. Ji bo aliyan demjimêr jî girîng dibin.

Heta ev ji rê derketin û xapandina dîrokî em pêk tînin, malbat ew çil sale hevkare. Serokên Kurd yên nû ketin nava malbatê. Çima? Ew jî hevkareke çil salî yê dewleta Tirk bû. Him jî di kesayeta kevneşopiya TKP’ê (Partiya Komûnîst ya Tirkiyê) de hevkarekî şêst salî yê TPK’ê ye. Çepgirên Tirkan jî wisa ne. Hevkarên ku hatine wê xalê ye. Bi dizî ketina nav heye. Ez jî ji dil dîtime, min stûyê xwe dirêj kiriye û ji dewletê re dibêjin malê tu lê digeriyayî û te nedidît me dîtiye. Bi rastî jî wisa bû. Zilam hem serok, hem şahreza û hem jî tam li nava xefikê ye. Jixwe Pîlot li ser hev digot; “Tu ketiye xefikê”, lê gelek bi rêgeza dizîbûnê ve jî girêdayî ye. Kî dizane di hundirê wî de cuda çi hebû? Gelo alîgiriya min di hişên xwe re derbas dike? Ji ber ku piştre gotin, “firoka wî ket û mir.” Ez nizanim kontr-gerila ye, belkî jî dijî. Belkî jî hatibe kuştin, ji ber ku dibe min ew di aliyê giyanî de bi dest xistibe. Pir bi bandor bûbû. Tê bîra min digot; “Tu civîka di qefese de yî,” dixwest mezinahiya xeterê bîne bîra min. Min bi paş guhên xwe ve diavêt. Di dîtinê de pir asayî bû, weke ku têkîliyeke pir alî ye, her weke ku dê pir hêz bide min xwe dida nîşandan. Esas tiştekî wisa nîne jî. Esas şêwazeke min ji sala 1976 û 1977 hîna zêdetir dê rizgar bike yan jî ev yek armanc dikir.

Cemil Bayik, M. Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr ji jiyana min ya li Amedê re rojeke dibin şahid. Dibêjin; “Wê gavê em daketin jêr, me biryar da ku em wê jinê bikujin.” Min nedizanî çawa li hevalan heqaret dike, ji çil qatî zêdetir bi wan re baştir dijiya. Lê heqarata wê ya li hember hevalan û şopîna ku êdî ji rewşeke ku tê wateya nebûna evqasî jî gelekî dide hizirîn.

Lê ez vê pir bi hêsanî bi pêş ve dibim. Û her wiha, tam jî di wê navberê de em manîfestoyê jî dinivisînin. Li Amedê cihê ku em lê diman, me manîfesto nivisî û bihizirin hêza di manîstoyê de eşkere ye. Lê pir lezgîn û dijwar tehrîk heye. Rûxmê vê yekê min karî ez weke bersiv manîfestoyê bihizirim.

Tam di vê pêvajoyê de min reva duyemîn ji malê (vê jî 15 rojan domand) pêk anî. Piştî wê ez vegeriyam. Ev xwe paş ve kişandinek bû. Heke yekî dîtir bûya yan dê di cihê de bimirîba yan jî dê wê bikuştîba. Weke ku heval dihizirîn, heke ez karê kuştinê bikim, dê kom serûbin bibe, ya herî xirab jî ez bi xwe xwedî guman im. Dewlet dê têkîliyê xelas bike. Lê diviya bu ku min têkîlî bida jiyîn. Min jî kêm zêde dewletê mijul kir…

Di van salan de jin, demjimêrên xwe jî wisa dihesibîne û wisa tê ku yan tuyê eşkere bibî, yan tuyê werî qedandin, yan tûyê dahûrîn, yan jî jiyîn tune ye. Ez direvim nabe. Weke hevalan lê bidim nabe. Ezê çawa bibim yekî ku bi temamî weke ew dixwaze. Ez wisa başim ku, ev jî feyde nake. Dema ku ez tam di rewşeke wisa de bûm me sala 1979’an wê rêkir malbava wê li Enqerê.

Bi ihtîmalekî mezin li Enqerê nirxandineke pir berfireh kirin. Pêvajoyeke sê mehî bû. Dibe destpêka sala 1979‘an. Divê em pir bi hişyarî tevbigerin. Ji sedî sed, ez dibim kontrola zilaman de me. Dema ku fêmbikin ez ji bin kontrola wan derketime dikarin di cih de min bikujin. Divê gav bi gav hetanî dawiyê ez ji wan re dûbare bikim ku ez çiqasî girêdayî wa me.

Di sala 1973’an de dema me dest bi xebata xwe ya bingehîn kir tenê çekeke me ya bi çend gotinan hebû. Û ez 5-6 salan tenê şervanê van çend rastiyan bûm. Ez şervanekî îdeolojîk bûm. Weke din tu tiştî nedihizirîm. Ew salên min, qasî ku ez tiştekî cewaz nebînim zelal û misoger rastiyên bêeman dubare kirin û kombûyînê re derbas bû. Cuda weke din tu tişt nedihat hişên min û ne dikarî bala min bikişîne jî. Heke bikşîne jî her tim bi şeweyeke ji wê re xizmet bike bi cih didayê. Dewlet be û zarokekî axayan be jî ev yek wisa bû. Komên civakî-şoven hebûn, komên çepgir hebûn. Her nifşê mirovan hebû. Me hemû kêm zêde girêdayî armanca bingehîn bi teşeyekê pêş xist. Di encamê de koma me hindekî pêş ket. Rêgezên min ên îdeolojîk hindekî bû girêdayî komê. Vaye cihê ku me weke Kurdistan bi nav dikir, (ku, navê wê heye ew bi xwe nîne, yan jî ew bi xwe heye navê wê nîne) me got “hayde em herin.” Kom dema ku çar neçar dakete Kurdistanê, qasî ku zimanê wan vegere hindek tişt gotin û ev jî bû pêşveçûyînek.

Me got em navê xwe bikin PKK.

Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
 Berdewambike

Attachment