Ji bo hemû civakan zarok nirxekî gelek giranbiha ye. Zarok pêşeroja civakan, xarantiya domandina hebun û nasnama xwe tê dîtin. Ji bo me Kurdan jî bêgûman buyîna xwedî zarok mijarekî girîng e. Lê em çiqasî dikarin wan biparêzin, wan baş û zane mezin bikin, em çiqas dikarin jiyanek azad, aram, pêşerojek ronak û rewşenbîrî diyarî wan bikin pirsekî bingehîn e? Yanî tinê bûyîna xwedî zarok me ji qirkirin, êrîşan naparêze. Wî demî divê em çi bikin mijarekî girîng e bê gûman.
Sedema nivîsandina vê mijarê 23’yî Nîsana ku wek Roja Cejna Zarokan hatiye qebûl kirin e. Li Tirkiyê û Kurdistana Bakur bi wê boneyê şovekî pir werimandî û cewher vala tê kirin. wê rojê behsa zarokan, pêşeroja zarokan dikin, behsa perwerda wan, mafê xwendin û tenduristiya wan tê kirin. Wê rojê derewa ku zarok taca serê wa ye tê kirin. Lê ya rastî derewên pir mezin têne kirin. Îro ne li çar aliyê Kurdistan’ê, ne li Tirkiyê, Iraq, Îran û re li Suriyê ji bo zarokan jiyanek ewle, parastî nîne. Zarok di bin êrîşan, di bin zilm û zorekî pir mezin de ne, zarokên hemû gelan di bin pergala netew-dewlet de dinalin. Ji ber ku di bingeha pergala netew-dewlet de kolekirina jin pir bi koke, bi wêre civak hemû dixin nava kewa destê xwe û maxdurên herî biçuk jî di nav wan de zarokin.
Li Tirkiyê şova wan ya 23’yî Nîsanê berdewam e lê kî dikare bêje ku zarokên wî welatî azad dijîn? Kî dikare bêje ew şerê tê meşandin, ew kuştin, qetilkirina jinan, destdirêjî, birçîbûn, belengazî û talana siyasî wan zarokan qet bandor nake û tinê di bin vî barî de zarokên Kurd dimînin? Kî derewek wiha bixwaze bike jî yê nekare ti kesî bixapîne. Ji ber kû hemû gel ji pergala desthilatdar ya faşîzane para xwe digrin, ji kîjan miletî bin bila bibin hemû têne xapandin û şelandin, herçiqas ne di ferq û zanebûna tişta tê serê wan de jî bin. Her tişt li ber çavan e. Çiqas sembolîk zarokan bibin kursiyên meclîsê û bidin runiştin, çiqas xelat li ser xwendevanan belav bikin û merasîmên dirû lidarbixin jî nikarin rastiyê veşêrin. Rastî jî eve; Zarok di bin qirkirinekî gelek giran de ne û ti pêşerojek ji wan re nehiştine. Li her derî goristanên tijî zarokên qetilkirî berhemên wana ye.
Rakirina tola zarokên Kurd yên qetilkirin
Li gel vê rastiyê, di roja 23’yî Nîsana wan de zarokên Kurd yên bedenê wan bi guleyên polîsan, di bin tankên leşkeran de paramparçe buyî jî em ji bîr nakin. Ji ber ku qirkirina herî berbiçav ya bi awayek ne veşartî, eşkere tê kirin li Kurdistanê, li dijî civaka Kurd tê kirin. Hikumeta Erdoxan-Bahçelî van salên dawî jî bi dehan zarok, bi sedan mirov qetilkirin.
Bi siyaseta înkar û îmhaya xwe re qetilkirina zarokên Kurd li herderî ji xwe re mûbah dibîne, ji ber ew jî dizanin ku zarok pêşeroja gelê Kurd e. Zarok mezin dibin, ji dayîk û bavên xwe çand, ziman û nasnameya xwe hîn dibin û xwedî lê derdikevin, ji ber wê yêkê dibin hedefa pergalê. Li gora diruşma wan ya ku digotin; “Kurdê herî baş yê mirî ye, cenazê wî li erdê ye” di şexsê zarokên Kurd de jî vê yekê pratîk dikin. Qetilkirina Ugur Kaymazê 12 salî, Ceylan Onkola 12 salî, Berkin Elvan’ê 14 salî, pitika 3 mehî Miray, Cemile Çagırga ya 10 salî, Erdem Aşkan ya 5 salî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li Şengalê Salîh Xidir Naso yê 12 salî, 2 zarokên li Bamernî jî têde hêjmara zarokên hatine kuştin bê hed û hesab e. Bi sedan, hezaran zarokên Kurd bi destê wan hate qetil kirin û îro jî vê qirkirinê didomînin. Bêyî ku hesab bikin ku yê hînek heyfa van hemû zarokan, heyfa hemû jin, dayîkan, heyfa miletên bindest ji wan bigre.
Tekoşîna azadiyê hêza herî heyfgir, herî tûj ku îro şer, berxwedanî di asta herî jor de didomîne ye û hesap ji van hovîtî û dijmirovahiyê dipirse. Bê gûman mîmarê vê Tekoşîna azadiyê Rêber Apo ye kû bingeha wê li ser pêşerojek azad ji bo hemû zarokan da pêşiya me hemûyan. Di gelek dahurandinên xwe de pirsgirêkên pergala zilamsalar, rastiya malbat û rastiya tê jiyîn ji mere vekir, rê û rêbaz nîşan da.
Armanca wan zarokên bê desthilatdarî nikarin bijîn afirandin e
Di paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de Rêbertî wiha gotiye; “Yek ji armancên herî girîng yên şeran ew e, weke malê herî bi qîmet zarokan, keçikan û xortan di nava xwe de dihelînin, ji bo vê jî malên devşîrmekirinê çêdikin. Hem bingehê burokrasiya destpêkê bi vî rengî hatiye danîn hem jî dîroka şaristaniyê jî ji aliyêkî ve bi vê rêbazê hem qelskirina civakê ye, hem jî çalakiya pêkanîna hêza amûrên burokratîk e: ango li dijî civakê pêkanîna civakê ye; li dijî civaka xwezayî pêkanîna civaka desthilatdarî û dewletê ye. Di vê pêkanînê de zarok û ciwanên ji civakê bi xwe hatine şuştin bi ziman, çand û dîrokeke din têne perwerdekirin. Armanca bingehîn ew e, ciwan û zarok bi rastiya xwe ya civakî re xerîb bikevin. Dikin ku nikaribin bê desthilatdarî bijîn. Hem maddî hem jî îdeolojîk wan dikin xwediyê nasnameya herî zêde dewletdar. Dewlet û desthilatdariyê ji bo wan dikin rêya bi tenê ya hebûnê. Ev beşên têne devşîrmekirin hem xwe dewlet û desthilatdarî dihesibînin, hem jî bi vî rengî bi civaka xwezayî re dibin dijber.”
Em dibînin kû ciwanên me Kurdin jî di bin xeteriyên mezin de ne. Her ku çu heger ciwanek din yê Kurd zimanê xwe hew diaxive, bi tirkî difikire, jiyan dike û diaxive ew hew dibe yê xwe û civaka xwe. Ji ber wê jî tekoşînek mayîn û nemanê di warê bîrdozî de tê dayîn. Tekoşîna azadiyê û perspektîfên Rêbertî nîşan dide ku xeterî çiqas mezine û divê civak, jin, dayîk çawa nêzî meselê bigrin da ku bikarin pêşî li qirkirinan bigrin, pêşî li jidestdayîna nirx, ziman, çand û baweriyên xwe bigrin.
Bê guman mijarek weke deryayan kûr û berfireh e ji ber ku gelek milên wê hene. Lê bêguman berpirsiyartiya herî mezin dibe yê dayîk û bavan. Baş xwedî nekirin, li gora nirxên civakî, li ser pîvanê welatparêzî mezin kirin û zanekirina nekirina armanc, li şona wê zarokan berdana kolanan sedemek bingehîn yê gelek pirsgirêkan dibe. Lê ji bo wê jî bê gûman dayîk û bav divê xwe perwerde bikin, rastiyên heye derxin zanebûnê da kû rêk û rêbazê rast di perwerde kirin û mezin kirina zarokên neslê tên de rolê bingehîn bileyîzin.
Rewşa zarokên Kurd têde ne Rêbertî di dahurandina xwe ya bi navê “Li Kurdistanê Jin û Malbat” de bi van çend gotinan jî xweş vekiriye; “Niha li zarokan binêrin, hemû bêçare ne. Dibe ku hûn jî ji zarokan hez dikin an jî dilê we bi wan bişewite, lê ez yeqîn nakim ku hûn di vê mijarê de pir bi rêgez û cidî ne. Dayîk û bav jî di navê de kesên ku di vê mijarê de jidilin, ji bo rizgarkirina cîhana zarokan dê hinekê durist bin. Binêrin, ti tişt û pêşeroja zarokan nîne. Zarokên Kurd in. Pir xirab ji zarokan hez dikin. Min hêj wê demê de ji vê nêzîkbûnê nefret kir. Min digot; tevî ku tiştek van zarokan nîne û ti plansazî û çareyek di derbarê pêşeroja wan de nîne, çima van zarokan hembêz dikin? Ji ber vê hembêzkirina wan jî ji min re weke rondikên tîmsahan dihat. Lewma min nefret kir û hezkirin nexwest. Weke min gotî, şûna ku mirov zarokek wisa be, bila qet nebe baştire. Baldar bin, ez girêdayî rêgezekê dijîm. Îro zarok pir ji min hez dikin. Biçim ku derê li wir artêşek zarokan heye. Cîhana zarokan jî min fêm kirine. Dibînin ku qet nebe ji bo wan cîhanek hêviyê hatiye avakirin.”
Ew cîhana hêvî ku Rêbertî afirandiye xistina jiyanê dibe erk û berpirsiyartiya her hevalek di tekoşîna azadiyê de cih digre, dibe erk û berpirsiyartiya her dayîk, bav, xwuş û birayê Kurd û Kurdistanî yê ku ji bo pêşeroja xwe û civaka xwe têdikoşe, dua dike, nivîs dinivîse, mamostetî dike uhwd. herkes, her ferd ji bo pêşeroja zarokan xwedî berpirsiyartiyekî mezin e, yan anîna zarokan ya cîhanê, wana avêtina nav sofra gûran û ji wana re rê û rêbazê tekoşîn û berxwedaniya bê hempa li dijî pergala ji gûran ava bûyî nîşan nedan, ne kirina xwedî çek, xwedî zanyarî, rêk û rêbazên tekoşînê yê bibe bêvîcdanî û bêberpirsiyartiyekî gelekî giran. Ji bû ku di bin perdeya cejna zarokan ya 23’yî Nîsana wan de gorîstanên tijî zarokên qetilkirî zêde nebe divê çi bê kirin jî pir eşkere di holê ye.
Şîlan Botan