Polîs li me hesiya, me jî rê guhart
Em bi sebrekî mezin li benda hatina milîs bûn, beyî xeteriya girtinek bê jiyîn çawa ku wê sibehê hevalê milîs hat gel me, me jî jêre mesele vekir û me ji wê malê bir cihekî din. Lê belê, li gora hevalê milîs ji mere ragihand ku em dibin xeteriya girtinê debûn. Polîs bi derketina me hesiyabû û her wiha dizanîn ku em hîn ji bajar derneketine. Ji ber vê yekê reya ku ji bo me hatibû amadekirin jî meyê nekarîba bikarbînin. Lewma hem ji bo çuyîna me diviyabû reyek din bihata amadekirin. Cardin diviyabu me xwe bi tu awayî eşkere nekirîbûya. Yanî her ku diçû kelecan û metirsî jî zêdetir dibû.
Li gor hevalê milîs ji mere ragihandibû, emê wê şevê ji bajêr derketibana, lê belê li gora ku polîs bi me hesiyabûn ne guncav bu em di reya hatîbu amadekirin de birêkevin. Em li ser reya berê de aliyê rojhilatê bajêr hatîbu fikirandin neçun, reyekî din li aliyê rojavayê bajêr hate hilbijartin. Ji bo hevalê milis vê reyê amadebike dîsa me li malekî nêzî termînalê hişt û me tembîh kir; “Binêrin, zimanê we her duyan ne wekheve. Heta ji we tê zêde ne peyivin. Lê dema pêwîst kir ku yek ji we bipeyive jî bila yek ji we nexweş be û yek ji we bipeyive. Dema pirs kirin hûn kîne û hûnê herin kuderê jî bila bersiva we ev be. ‘dayika me li Enqerê di nexweşxaneyê de razandiye û rewşa wê gelek ne başe, ji bo em xwe bigihînin wê birayê me çû termînalê da ku ji bo me trambêlek ayar bike. Bêjin emê biçin ba dayika xwe û derveyî vê tu tiştek din nebêjin û heya hûn bikaribin nepeyivin.”
Piştî van hişyariyan ew hevalê milîs derket çû. Ew demek dirêj bû ku min karê palehiya pembû dikir. Lewma min gelekî westiyayî û nexweş xwuya dikir. Ji ber vê ez bûm ya nexweş û hevala din jî bû muxatabê axaftinan. Ji xwe pirsgirêka wê ya bersiva nebû, ji ber wê gelek xebat meşandîbû û gelek ezmunên xwe hebûn.
Wê malbata em lê mabun gelek pirs dikir, hevala min jî bi rastî jî bi tecrubeyek xurt bersiva wan dida. Dîsa jî têr nedikir û wê malbatê jî famkirîbu ku berê me li çiyayên azade. Lê belê vê carê şensê me baştir meşiya, neferên wê malbatê hemû jî gelek welatparêzên xurt derketin. Qasî dû demjimêrên ku em li wê malbatê mabun ji mere biqasî dû salan xatir girtinek pir mezin nîşanî me dan. Dema hevalê milîs hat me bi xwere bir û em ji wê malê derketin. Wê malbatê dema me xatir ji wan xwest ji mere serkeftinên pir mezin xwest û li dû me av rijandin. Dema ew dayika wê malê av rijand jî wiha got; “ Oxira we ya xêrê be lawo û bi înşalah hun bi Kurdistanek azad û serbilind vegerin”.
Bi wan gotinên dayîkê re em ketin rê. Ji bo em neyên keşifkirin, me çend mal û cîh jî guhert. Bi tarî ketina şêvê re em hêdî hêdî ketin tevgerê da ku em ji bajêr derbikevin. Ew hevalê milîs trambêlek wek texsî û ajokarekî bi temen ji bo me amade kirîbû. Hevalê milîs, jimara telefona xwe û jimara telefona ew hevalên ku ewê me bigrin di telefona wî ajokarî de qeyd kir. Dawiyê me emanetî wî ajokarî kir û xatirê xwe ji me xwest. Em hêdî hêdî bi rêketin.
Min li ser destê xwe nivîsand; Bi xatirê te Qiziltepe
Dema em ji bajêr derketin, min pênûsa xwe ji çentê xwe derxist û li ser deste xwe wiha nivîsand; “Bi xatirê te Qiziltepe”. Lê dilê min di mejiyê min de gelek tişt dinivîsand. Dibe ku ew nivîsa di destê min de di demeke gelek kurt de wenda bibe, lê belê ya ku dilê min di mejiyê min de dinivîsand yê heya kêliya dawî ya temenê min maba û yê bi min re jiyan bikira. Ew rastiyên ku dilê min jêre bibû pênûs û mejiyê min jî lênûsa wê pênûsê bû vana digot; “Ev erdnîgeriya ku mirov lê tê dinê, li ser mezin dibe, ji bo mirov cihê herî xweşik û jiyanê di cîhanê de ye. Ez niha ji vir diçim, lê reya ku ez têde diçim reya serfiraziyê ye. Ji bo vê Qiziltepe ya min bila dilê te ji min nemîne. Ji ber ku ez weke Kiziltepe ji te diçim, lê ezê rojekê te bikim ew Qoser’a berê. Ezê vegerim Qosera ku piştre kirin Kiziltepe. Dema erdnîgeriya me, çand, ziman, dîrok û hebûna me azad bû ezê jî vegerim. Ew dem mîna zarokekî emê bikenin, mîna dayikekê emê bilîlînin û weke gelên azad emê bi serbestî dûrişmeyan qîrkin û bêjin; BÊ SEROK JIYAN NABE! BIJI SEROK APO! BIJI KURD Û KURDISTAN! ŞEHID NAMIRIN! Li ser vê ez sond dixwim û bi vê sondê xatirê xwe ji te dixwazim.”
Belê min bi ruh û biryardariyek wiha ji serê tiliyê lingên xwe heya bi muyên porê serê xwe û bi hemû hebûna xweve qolincên (sancı) azadiyê dikşand. Rêwitiya me 9 demjimêran kişand û em ji gelek bajar û navçeyan derbas bibûn. Êdî ne tenê ji bajarê ku memleketê me ye, em ji Kurdistan’ê jî derketibûn.
Di rêde ew hevalên ku yê me bigrin gelek caran bi ajokarê seyara me dibe re bi telefonê axivîn. Carna jî di kêliyên em ji kontrolên polîsan de derbas dibûn, heyecan û tirsekî girtinê ya pir mezin, diket nava dilê me. Her kêlî ji bo me bi wateyek cûda hatibû bar kirin. Her tişt mîna xewn û xeyalan bû. Min gelek xewnên ku em dikevin dest dîtibûn ku min tirsandîbu ku pêkwere. Min ewqas wan kêliyan xeyal kirîbû ku her çiqas xeyal jî be ditirsiyam. Cardin ditirsiyam xeyalê min jî pêkneyê wek xeyal bimîne. Ji ber vê hema serê çend deqan carek min ji hevala xwe pirs dikir; “Niha her tişt temame ne wusa? Êdî emê îşev bigihêjin hevalan ne wusa?” Min ewqas pirskir ku min hevala xwe jî aciz kirîbu, hat wê astê ku vêcar bêje; “Dê bese heval, wile emê îşêv bigihêjin hevala.”
Şêvekî payîzî û gelek tarî bû. Dawiyê em gihêştin wî cihê hevalan ji mere gotîbûn. Ji nişka ve 2 hevalên xort ji wê tarîtiya şêvên demsala payîzê derketin û ber bi me ve hatin. Paşê em hînbun ku ew herdu heval rêzanin (kurye).
Ajoker bo me saxlem teslîmî wan bike pir israr kir
Em gelekî bi kelecan bûn û ajokarê me jî bi qasî kelecan bû ewqas jî bi guman nêz dibu. Herdu heval dawiyê de gihêştin gel me. Me silav da hevdu. Herdu hevalan ji ajoker re gotin; “Mala te ava. Em gelek spas dikin, edî tu dikarî biçî.” Lê ew hevalê ajokar, gelek camêrbû û dixwest me saxlem teslîm bike. Dilê wî ne aram bu. Ji herdu hevalan re got; “Li qûsûra min ne nêrin, lê heta ez telefona we kontrol nekim û emîn nebim ku yên bi wan re dipeyivîm hûnin nikarim van herdu keçka radestî we bikim. Divê hûn min qane bikin ku hûn hevalin, ezê encax wî demî wana radestî we bikim.”
Li hember vê nêzîkatiyê herdû heval jî gelek aciz bibûn. Lê belê ruxmê xwe aciz kirina hevalan jî ew hevalê ajokar, me kişand pişt xwe û got; “Heta ez telefona we kontrol nekim ez van keçan radestî we nakim”.
Dema me dît ku her dû alî di ya xwede bi israrin me got; “Ka hûn her dû alî jî telefonê xwe bidin me, emê kontrol bikin.” Başbû ku her dû aliyan jî dengê xwe dernexistin û telefonên xwe dirêjî hevala min kir. Me bi hevre herdu telefon kontrol kir. Lêgerînên herî dawî yên herdû telefonan jî şimarê hevdû bûn. Bi vî awayî hem dilê me û hem jî dilê ajokarê me aram bibû. Êdî bi şiklekî lezgîn me ji bo hemû alîkariya wî spasiya xwe ji bo hevalê ajokar re ragihand û xatirê xwe jê xwest. Hevalê ajokar dema xatir xwest ji kurahiya dile xwe ve me hembêz kir, giriya û wiha got; “Min bi sedan keç û xortên mîna we ciwan rêkirine. Lê ew ne vegeriyan. Ji Ezdayê dilovan hêvî dikim ku hûnê bi serfiraziyên gelek mezin vegerin.” Piştî ajokar suwarî seyareya xwe bu û hinek ji me dûr ket vêcar rêwitiya me ya di tariya şêvê de destpêkir.
Her ku dem û mekan dihat guhertin kelecana me jî hîn mezintir dibû. Kelecana me ewqas zêde bibû ku em ji kelecanê dileriziyan. Hem kelecana me di lûtkeyê de bû, hem şêv gelek tarî bû û erdnîgeriya em têde dimeşiyan jî gelek zehmet bû.
Em bi etek û sandeletan rê ketîbun
Em herdû heval jî bi etek bun, şimikên di lingên me de jî ne li gora rewşa em têde bun. Min tedbîrek girtîbu û di bin etek de eşortmaneke mîna pantolonek sportîf li xwe kirîbû. Ji ber vê piştî em demekê meşiyan, dema min dît etek nahêle rihet bimeşim min etek derxist. Ji bo li dû me şop nemîne ew hevalên rêzan (kurye) etekê min xist çantê xwe. Başe wiha kir ji ber ku piştre meyê feyda wî etekî jî dîtiba. Hevreya min jî ji ber mîna min tedbir ne girtibû, nekarî etek jî deyne. Bi vî halî bi qasî saetek em meşiyan. Lê meşa me gelek giran bû. Ji ber ku me nedikarî zû bimeşin di nav baxekî tirî de me dan sekinandin û nirxandina rewşê kirin. Hevala ji me herduyan jî pirsîn ku em çima nikarin xweş bimeşin. Yekser min xwe aciz kir û got; “Ma hûn bi pêlavan dimeşin û em bi şimikan dimeşin. Emê çawa karibin weke we bimeşin?” Dema min wiha bersiv da wan ji wî milîsî aciz bubun. Rêhevala min ket navberê û got; “Ma çi sûçê milîs heye ku hun xwe aciz dikin?” Yek ser hevalê bi navê Cûdî got; “Ma heval, tu nizanî ku ev milîs çend şervanên nû bê pêlav ji mere dişîne. Ma hûn jî nabînin, niha di vê şeva tarî, di nav van çol û çiyayan de ezê pêlavê ji bo we çawa peyda bikim? Li gora te di vê rewşê de ez ne mafdarim ku jêre her tiştî bibêjim?” Bêguman di rewşek wiha de xwe çiqasî aciz bikî jî bê wate û feyde bû. Lewma diviyabû me çareseriyek peyda kirîba. Çareseriya min ew bû ku em bêhna xwe fireh bigrin û hêdî hêdî bimeşin. Lê herdû hevalên rêzan jî bi israr digotin; “Nabe, divê em bi hemû hêza xwe ve bimeşin ku em bikaribin îşev sînor derbas bikin. Bi tu awayî em nikarin îşev di rê de bimînin ji ber ne ava me û ne jî xwarina me heye. Eger em îşev sînor derbas nekin, sibe tî û birçî ewê karê me gelek zehmetir bibe.”
Ew di nav xwe de nîqaş dikirin lê di dilê min de agireke geş pêketîbû. Lewma min hew dikarî li wan guhdar bikim. Weke ku ez çûbûm dinyayek din. Tenê di mejiyê min de ew peyva sînor diçû û dihat. Ew çi sînore? Ma kesî ji min re behsa derbas kirina sînor ne kiriye. Eger ez wî sînorî derbas bikim, gelo ewê careke din derfeta min ya vegera welatê xwe çêbibe yan na? Û weke vê bi hezaran pirs di serê min de li hev dizivirîn. Hîna di nava wê tarîtiya şevê de ez van pirsan ji xwe dikim, hema min bihîst ku heval Cûdî got; “Emê şimik û pêlavan bi hev biguherînin”. Ez şaş mam, ewê çawa pêlavên xwe bidin me û şimikên me bixin lingên xwe? Li hemberî vê çareseriya ji neçarî rêhevala min jî denge xwe nekir. Ji ber rewşa wê ji ya min pir zehmetir bû. Kerî kêm ez ji etek rizgar bibûm. Lê ew hem bi etek û hem bi şimik bû. Her çendî ji ber vê rewşê wê denge xwe nekirîbe jî, ez li hember vê pêşniyarê derketim. Ji ber ku şimika min sandaletekî bilind (topuklu sandalet) û 37 jimarî bû. Lewma ewê ji lingên hevalên xort qet nebuya.
Her çendî min nerazîbûn nişan da jî min nekarî bi hevalan û wan ya xwe kir. Heval Cûdî sandaleta min ya bilind xist lingê xwe û hevalê din jî şimika normal ya nav malê ya rêhevala min xist girt lingê xwe. Her weha min pêlava heval Cûdî û rêhevala min jî pêlava hevalê din xist lingê xwe.
Bi vî şeklî me meşa xwe berdewam kir. Bi rastî jî li gor tempoya me ya berê kêmekî be jî em leztir dimeşiyan. Lê min ji dil û can hîs dikir ku ji bo heval Cûdî meş gelekî zehmet bibû. Ji ber heval Cûdî di emrê xwe de sandaleteke wiha ne xistibû lingên xwe. Her çend gavan carekê lingên heval Cûdî dilikumî û gelek zahmetiyan dikşand. Lê ruxmê wan zehmetiyan jî her kêliya ku firsenda me ya axaftinê çêdibû, vê rewşê dikir mijara henekan û me hemûyan nedikarî ji kena bimeşin. Her cihê ku em lê disekinîn, ew hevalê din ji heval Cûdî re digot; “Em etek û pantolonan jî biguherînin?”, dema weha digot em hemû gelek dikeniyan. Heger dijmin nêzî me ba bê gûman dibu ku ew ken û henekên me bibuya sedemê jiyana me. Lê baş bû ku ruxmê hemû nexêriyên ku derdiket pêşiya me jî bi şiklekî dihat çareser kirin.
Asmîn Zelal
Dê Berdewam Bike