Li Hemberê Aqlê Zilamsalar; Xwe Parastin

0Shares

Parastin yek ji diyardeyên bingehîne ku ji bo hebûnek bikari be xwe domdar bike. Hawirdorê xwe têr kirin û zêde kirin her wiha parastin xisletekî girînge. Kengî hewcehiya parastinê hat dîtin? Formê parastinê despêkê li beranber şert û mercên dijwar yê hewayî û xwezayê pêk hat. Bi xwe sipartina stargehan û qadên ewlehî rêbazekî wekî Parastina cewherî ket meriyetê. Her wiha hemberê gefan û xeteriyên li ser ewlehiya mirov rêbazê wekî tarzê tevgerînê bi klan bû formekî ji formên xwe parastinê. Di heman demê de di serdema Neolîtîkê de pêşxistina sihir, tabû, totem û baweriyan û hwd. yek ji formên parastinê yê despêkê tên zanîn. Ji bo nirxên civakî werin parastin pewîstî bi rêbazên bi vê rengî hatine dîtin. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku Metafîzîk û Bawerî formên despêkê yê parastinê ne. Dema ku bi zivirandina dîrokê û ava kirina hişmêndiyê bi aqlê zilamsalarî statuya heyî ya jinê hat xistin. Êdî jin, ji xwe parastinê bêpar ma di aliyê birdozî û civakî de jî li gor aqlê zilam têşe girt. Jin wekê hebûnekî ku pêwîste were parastin tê dest girtin. Li hember vî jî ji aliyê jinan ve metodên xwe parastinê hertim hatine pêşxistin. Jin ji bo pêşiya van êrîşîn aqlê zilamsalar bigire, xwe rêxistin kirinê ji bo xwe wek hewcehiyekî bingehîn digire dest û pêş dixe. Xwe rêxistin kirin jî ji xwe xalekî sereke yê xwe parastinê ye. Mirovekî rêxistin kirî be, ne pêkane ku ji aliyê cinawarê Modernîta kapîtalîst ve were daqûrtandin.

Her wiha faaliyetên xwe zana kirinê hember polîtîqayê êrîşkar yê zilamsalar rê nade ku pergal bi rê ya argûmanên xwe yên birdozî bandor bibe. Bi vê ve girêdayî jî êdî jin dewletê wek kûjerê xwe Pênase dikin. Di vê çarçovê de jî serî li her cûre rêbazên xwe parastinê didin. Li ser vê esasê jî girînge ku jin ji aliyê fikrî, hişmendî, rûhî û fîzîkî Parastina xwe pêşbixe. Di hemû qadên jiyanê de hewildanê pêşxistina alternatîfekî tê kirin. Di deşîfre kirina şîfreyên pergala zilamsalar de jîneolojî rolekî girîng dileyîze. Zanista ku di çarçova jinê de koka hebûna jin, dîrok û sosyolojiya jinan lêkolîn dike ye. Ji nû ve dest digire û şîrove dike. jîneolojî rola hevgirtina jina dileyîze. Her wiha nirxên dayîksalar yê ku ji aliyê aqlê zilam ve hatiye veşartin û dizîn li xwediyê wê, li jinan vedigerîne. Da ku dîroka qirdike, kole dike, zilm û zor dike dîsa dûbare nebe û wek avekî zelal rê ya xwe bibîne.

Jiyan Sason

Attachment