Li Dijî Şerê Cîhanê Yê 3’yan Divê Tekoşîna Xweparastinê Hevpar Bibe
Deklarasyona hevpar a Koordînasyona PAJK û Koordînasyona KJK’ê;
Çariyeke pêşî ya sedsala 21’ê ji bo tekoşîna me ya azadiya cîhanê, ekolojî, mirovahî û jinê ber bi dawiyê ve diçe. Sedsala 21’ê bi jinan azadiya xwe li tax, kolan, çiya, bajar, gund, dibistan û kargehan bi dengekî xurt bilind kirin û ev deng hê jî bilind dibe. Tekoşîna azadiya jinê û şoreşa jinê li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên hegemon wekî rojekê hiltê û cesaretê dide paşeroja mirovahiyê.
Rêber Apo ji bo sedsala 21’ê dibêje sedsala şoreşa jinê. Yanî tekoşînek li dijî bêwateya demê ye û demê watedar dike. Şaristaniya ku 5 hezar salin desthilatdare û mejiyê 500 salî yê modernîteya kapîtalîst wekî mejiyê mêr pêvajoyek xerab pêş xistiye. Dem ew deme ku tekoşîna jinê ya bi wate li dijî berhemên bêwate yê mêran pêş dikeve. Ji ber vê yekê ev dem dema azadiya jinê û şoreşa jinê ye. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ wekî şoreşa jinê deng vedide. Ji ber vê yekê wekî KJK û PAJK me jî pêngava xwe bi navê ‘Bi Jin Jiyan Azadî re Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ pênase kir.
Şerê seyemîn yê cîhanê nehatiye ragihandin, lê li dijî jin û civakê tê meşandin. Em jî bi vê pêngavê re li dijî rastiya şerê seyemîn yê cîhanê tekoşîna xwe bilind dikin. Di vê rewşa aloz û krîzê de tekoşînek çiqas rêxistinkirî û bi bandor were meşandin, wê ewqasî serkeftinê pêk bîne. Pêvajoya şerê seyemîn yê cîhanê bi teoriyên krîzê û rêbazên wê, ji şerê nukleerî heta pêkanînên şerê taybet li her qadê xwe bi cih dike. Ji ekolojiyê heta jinê, ji aboriyê heta hiqûqê, ji demokrasiyê heta perwerdeyê û li her qada jiyanê şerê seyemîn yê cîhanê berfireh bûye û bûye krîzeke giştî. Civakek û jina ku heqîqeta xwe wenda nekirîbe, nikare bi pergalekî wiha re bijî. Pergala hegemon jî jin û civakê bi krîzên wiha re rûbirû dihêle û bi vî rengî hewl dide wan têxe bin kontrolê û bê îrade bike. Krîz jî di heman demê de pêşiya şoreşan vedike ango civakê serûbin dike. Ji ber vê yekê xwediyên modernîteya kapîtalîst krîzên giştî çêdikin û bi vî rengî krîzan normalîze dikin. Lewma jî civakê dikin parçeyek krîzê û hewl didin potansiyela şoreş û tekoşînê qels bikin.
Desthilatên faşîst jî bi gotina ‘rêveberiya krîzê’ xwe pênase dikin û wekî ku gotinek bêzerar be di serê civakê de xwe rewa dikin. Bi vî rengî hewl didin pêşî li şoreşên civakî bigrin. Derdê wan ne ewe ku krîzê çareser bikin. Derdê wan rêvebirina krîzê ye. Bi krîzên giştî re civakê ji civakbûnê derdixin û di rewşa ku îradeya jinê jî tinebe, wê demê veşartî û eşkere rêveberiyên dîkta çêdibin. Ev rêveberiyên krîzê jî her carê krîzê mezintir dikin. Îradeya jin û civakê desteser dikin. Pergaleke ku krîzan rêve bibe derdikeve holê. Ev pergal jî krîzan mezin dike. Ji ber vê yekê çi tişta li qada jiyanê hebe; jin, zarok, ekolojî, aborî, tendurustî, perwerde, dîn û hiqûq dibin qada pêkanîna krîzan.
Li ser vî esasî şerê seyemîn yê cîhanê di sala 2023’an de hê bêtir giran bû. Şerê li Kurdistanê û Rojava bi salan dewam dike, şerê li Sûrî, şerê Rûsya-Ûkranya, şerê Ermenistan û Azerbeycanê û herî dawî di Cotmehê de şerê Îsraîl û Hamasê nîşan dide ku bi şerê seyemîn cîhanê çawa xuya dike.
Li Afganistanê Talîbana ku dijminê jinê ye anîn ser desthilatdariyê. Li parzemîna Afrîqayê darbeyên leşkerî, li welatên Abya Yala û gelek welatên din partiyên rastgir anîn ser desthilatdariyê. Li Lûbnan, Iraq, Yemen û Sûdanê jî şerekî ku nav lê nehatiye kirin heye û encamên wê jî giranin. Di vî şerî de milletgerî, dîndarî, cinsîparêz û zanîn li herêmê û qada navnetewî dest dane hev û êrişî jin û gelan dikin. Bingeha sereke ya vî şerî dijminatiya li jin, civak û xwezayê ye. Pergala mêr ya hegemon bi netew dewlet û sermayeyê her cûre rêbazên şerê qirêj li dijî jin, civak û xwezayê pêş dixe. Lê şerê herêmî tenê derdixin pêş û bi vî rengî şerê ku li dijî jin, civak û xwezayê tê meşandin veşartî dihêlin. Ji ber vê yekê têgihiştina mirovan berevajî dikin û şerekî giran yê derûnî dimeşînin. Di rewşa vî şerî de berpirsiyariya me ewe ku em di armancên hevpar de xwe bikin yek û tekoşîna xweparastinê pêş bixin. Ev yek jî ji bo xelasiya mirovahî, jin û xwezayê ye. Mêrê hegemon û pergala kapîtalîst li her qada jiyanê rewşeke aloz afirandiye û jin jî li dijî vê rewşa aloz bûye pêşenga tekoşîna azadiyê. Heta ku xweparastin tinebe, ne gengaze ku azadî û edalet pêş bikeve. Pergalên hegemon, netew-dewlet, mêrê hegemon ewqasî êrişkar bûne û nabe ku jin bê parastin bimîne û xweparastin tinebe nikare tekoşînê pêş bixe.
Xweparastin jiyan e, jiyan jî bi wê azad dibe. Eger jin parastina xwe bispêre dewletê, mêr û saziyan, wê demê tê wateya mirinê. Em jin bêtir dizanin ku li cîhanê dema jin xwe neparêze bi komkujiyan re rûbirû dimîne. Sedsala 21’ê di heman demê de sedsala ku jin xwe biparêzin. Jin xwe, civakê, jiyanê, xwezayê û jiyana azad diparêzin. Niha dema wê ye ku jin li dijî qetilkirinan, destdirêjiyan, kedxwariyê, bêperwedeyê, xizanî û fihûşê xwe biparêzin. Wekî din li dijî êrişên dîjîtal, sineta jinê, zewaca di zaroktiyê de, şîdeta li nava malê xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin, wê mêrê hegemon û pergala kapîtalîst ango rastiya krîzê ya kaosê qezenc bike.
Şoreşa jinê di heman demê de ew şoreşe ku jin xwe bi xwe bi rêve dibin û pergala xwe pêşxistinê ye. Jina ku xwe bi rêve nebe nikare xwe biparêze. Jina ku nasnameya xwe bi rêxistinî, bi zanebûn û wekî îradeyeke xweparastî nîşan nede nikare xwe biparêze. Ji ber vê yekê jî wê her dem muxtacî desthilatdariya mêr be. Xweparastin pênaseya hebûnê ye û beyî wê jî nabe. Di vê demê de jin nikare qedera xwe teslîmî desthilatdariya mêran bike û lewma jî divê em pergala xweparastinê pêş bixin. Divê em nekevin xefka pergala desthilatdar û nebin biyaniyê nasnameya jinê. Em bi nasnameya xwe ya heqîqî re li her dera jiyanê xwe rêxistin bikin û biparêzin. Her ku li seranserê cîhanê zanebûna jinê, rêxistinbûn û tekoşîna wê pêş dikeve, pergalên desthilatdar jî hewl didin jinan bikşînin saziyên xwe. Di salên dawî de jî netew-dewlet û saziyên navnetewî, jinan dikşînin nav artêşê. Jinan dixin nav şerê desthilatdariyê. Jinan daxilî hukûmet, partiyên rastgir, saziya emperyalîst ya NATO dikin û bi vî rengî tekoşîna jinê bêbandor dikin û dixin kontrola xwe. Hewl didin jinê bêbandor bikin û di pergala hegemon de li gorî xwe bi kar bînin û ev jî stratejiyek sereke ye. Ev yek ji bo jinê ne xweparastin e. Bi jina ku bûye desthilatdar re hewl didin jinê, civak û xwezayê qetil bikin. Lêgerîna jinê ya nasname, hebûn û azadiyê dixin kontrola desthilatdariyê û tekoşîna wan berevajî dikin.
Xweparastina jinê divê ji netew-dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qut be û eger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze. Ji ber vê yekê xweparastina me divê li dijî zihniyeta pergala mêr be û xweparastin encax dikare bi pêşxistina pergala konfederalîzma demokratîk pêk were. Jin çiqasî xwe bi rêve bibin û pergala demokratîk ya rêveberiyê pêş bixin, wê karibin ewqasî xwe û jiyanê biparêzin. Lewma jî divê li her qada jiyanê hebin. Ji aboriyê heta perwerdeyê, ji siyasetê heta hunerê, ji çapemeniyê heta jiyana kar, ji malbatê heta qada civakî hebe. Bi vî rengî hebûna xwe ya rêxistinbûyî nîşan bide û xwe biparêze. Li dijî pergala mêran û tundiya wan bi awayek rêxistinbûyî di nava xweparastinê de be.
Em li dijî şerê mêtîngeran, tundiya desthilatdariyê û çekên wan disekinin. Lê mirovahî û jin nikarin di pergaleke wiha de bê sîleh bimînin. Hêza heyî hevsengiya wê tineye û her tişt li dijî jin û bindestan e. Pêdiviya sereke jî ewe ku jin û bindest bi her awayî xweparastinê pêş bixin. Pergala desthilatdar şerê seyemîn yê cîhanê pêş dixe û li dijî wê jî xweparastineke domdar û rêxistinbûyî lazim e. Wekî tevgerên jin û mirov divê li tax, kolan, kargeh, dibistan, mal, gund, bajar, çiya û li her dera jiyanê mafê xweparastinê bi kar bînin û ev mafekî xwezayî û jiyanî ye.
Her ku em xwe zane bikin û rêxistinbûyî bin, em dikarin xwe biparêzin. Ji aliyê bîrdozî, polîtîk û heta ji aliyê eskerî, civakî, aborî, perwerde, çandî, hunerî, bawerî, fizîkî û derûnî ve em xwe biparêzin. Divê jinek jî kêm nebe û ji bo vê yekê jî rêxistinbûn û xweparastin lazim e. Her jin divê li dijî tundiya mêran ji aliyê fizîkî û ruhî ve hêza xwe pêş bixe. Gelekî girîng e ku mirov xwe biparêze û ji aliyê fizîkî ve bibe bersiv û xwe pêş bixe. Divê hêza xwe ya rêxistinbûyî û fizîkî bike yek. Îro di hedefa desthilatdaran de jina ciwan heye û jina ciwan jî bi vê zanebûnê xwe pêş bixe.
Xweparastin di heman demê de xweparastina hevrêtiya jinê ye jî. Ji kîjan nasname, bawerî û mezhebê dibe bila bibe, jina ku êriş li ser hebe ew jin wijdana me ye. Ev yek sedema tekoşîn û hevgirtinê ye. Divê jin jî van sînorên desthilatdaran derbas bikin û hevrêtiya jinê pêş bixin. Xweparastin ne tenê ji bo xwe ye, di heman demê de parastina hevdû ye. Divê jin van sînoran derbas bikin hevrêtiya jinê xurt bikin. Ji bo vê yekê divê li dijî milletgeriyê netewa demokratîk, li dijî dîndariyê baweriya demokratîk, li dijî zanistê jîneolojî pêş bikeve. Reya sereke ewe ku em pergala konfederal ya demokratîk ya jinê ava bikin û li her qadê berxwedana jinê pêş bixin. Avakirina vê pergalê jî wê ronahiyê bîne. Ji Rojhilata Navîn heta Afrîqayê, heta Asya, Ewrûpa û welatên Abya Yala divê pergala demokratîk ya jinê pêş bikeve. Ev yek jî divê li ser esasê xweparastin û rêxistinbûyînê be. Divê xweparastin jî li gorî vê stratejiyê be û ev yek wê reya me bêtir ronî bike. Em bi vî rengî dikarin jiyanek bi rûmet peşkêşî paşeroj, jinên ciwan û tevahiya mirovahiyê bikin.
Di nava tevgera PKK’ê de wekî tevgereke jinê em pêş ketin û sedema esasî û çavkaniya wê jî Rêber Apo ye. Rêber Apo dibêje; “Jin azad nebe, civak jî azad nabe.” Bi vî rengî jî Rêber Apo tekoşîna jinê ji aliyê stratejîk ve destnîşan kiriye. Rêber Apo li Kurdistanê zanebûn daye jinê. Bi vî rengî cesaretek daye ku jin xwe zane bike, rêxistin bike û li dijî pergala mêran şer bike. Pêşî girîngî daye ku jin xwe biparêze. Yek ji sedema bingehîn ya tecrîdê jî ewe ku Rêbertî li dijî pergala kurewî ya desthilatdariya mêran xweparastina jinê pêş xistiye û ji vê paradîgmayê re pêşengtî kiriye. Di zindana Îmraliyê de jî tevî ewqas êşkenceyê jî tekoşîna jinê û hevrêtiya bi jinê re bi rêve biriye. Xweparastina jinê li gorî netewa demokratîk û perspektîfa konfederalîzma demokratîk pêş xistiye.
Wekî KJK û PAJK em xwedî wê tecrubeya tekoşîna jinê ne. Zêdetirî 50 salin ku bi pêşengiya şehîd Sakîne Cansiz li Kurdistanê dîroka tekoşîna jinê heye. Zêdeyî 30 salin jî em xwedî tekoşîna gerîlatiya jinê ne. Bi hezaran hevalên jin li dijî dewleta Tirk û mêtîngeran şer kirine, şehîd bûne û gazî mane. Hê jî bi hezaran hevalên jin di vê tekoşînê de berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
Wekî artêşa gerîla ya jinê YJA/STAR, partiya jinê PAJK, rêxistinbûyîna jinên ciwan KJC û pergala konfederal ya demokratîk KJK em li seranserê Kurdistanê tekoşîna şoreşê ya jinê birêve dibin. Îro jî li çiya û bajaran li dijî dewleta Tirk ya faşîst, pergalên desthilatdar û çeteyên wekî DAÎŞ’ê tekoşînek bi rêve diçe. Li çiyayan gerîlayên YJA-STAR’ê li dijî artêşa Tirk ya dagirker û nûnerên wan Erdogan pêşengiya tekoşînê dikin.
Di vî şerê qirkirinê de dijmin her cûre teknîka pêşketî, çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleerî, balafir û her cûre rêbazan bi kar tîne. Lê bîrdoziya jinê ango gerîlayên jin û tevgera jinê vê teknîkê û êrişên hovane têk dibin. Gihane wê astê ku xwe û welatê xwe pisporî biparêzin. Dema ku DAÎŞ’ê êriş bir ser Rojava, Mexmûr û Şengalê, gerîlayên jin şerekî bê eman meşandin û dawiya wan çeteyên barbar anîn. Sekna bi rûmet ya gerîlayên YJA-STAR’ê hişt ku jinên Kurd yên li Rojava û Şengalê cesaretê bigrin. Jinên li Rojava û Şengalê jî ev xweparastin ji xwere mînak girtin. Lewma jî bi navê YPJ û YJŞ xwe rêxistin kirin. Di nava civakê de jî pergala xwe ya konfederal ya rêveberiyê ava kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê HPJ, li bakurê Kurdistanê jî YPS-JIN li gorî gerîlatiya jinên Kurdistanê pêş ket. Li her devera Kurdistanê jin pergala xwe ya xweparastinê ava dike û ji tevgera xwe hêzê digre. Her roja derbas dibe pergala xwe ava dike. Li rojhilatê Kurdistanê îsyana Jîna Emînî û ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina wê bû sedema îsyanekê. Ev hêz û cesaret jî xwe dispêre pergala rêxistinbûyina xweparastinê ya jinên Kurd. Dirûşmeya ‘Jin jiyan Azadî’ cara pêşî li çiyayên Kurdistanê hat gotin û ev felsefe îro ji çiyayan derbasî bajaran û seranserê cîhanê bûye. Îro jî li Kurdistanê qirkirina jinê heye. Ji bo vê yekê jî jina Kurd divê li dijî vê pergala faşîst a qirker tekoşîna xweparastinê pêş bixe û ev karekî sereke ye. Ji şerê taybet heta her cûre êrişên li ser jinê hene û li dijî vê yekê jî xweparastina nasnameya jinê û welatê xwe girîng e.
Îro li Kurdistanê, rojhilata navîn û tevahiya cîhanê pêdiviya sereke di çarçoveya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de îsyana xwe, pergala demokratîk û xweparastinê pêş bixin. Li gelek welatan û nasnameyên din jî li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” em hatin cem hev û bûn dengek. Ev jî dengê xweparastinê û têkbirina mêrê hegemone. Divê em sedsala 21’ê veguherînin sedsala şoreşa jinê û ev jî dengê xweşikbûn, azadî û evîna rastî ye. Divê ev deng qet bêdeng nebe û heta azadiya jin, civak û xwezayê mezin bibe. Ji bo vê yekê ji Kurdistanê heta her çar aliyê cîhanê divê jin xweparastinê têxin rojeva xwe û li ser nîqaş bikin. Li gorî şert û mercên xwe rêxistinbûyîn û tekoşînê pêş bixin. Bi deng û awaza xwe, bi siyaset, rêxistinbûn, huner, edalet, perwerde, aborî û heta çeka xwe divê em karibin xwe biparêzin. Ji bo vê yekê divê em zanebûnekê biafirînin û qedera hebûna xwe bi xwe destnîşan bikin. Em karibin xwe bi rêve bibin û biryarbûyîna xwe pêş bixin û xwe biparêzin.
Dîroka 5 hezar salî bi berxwedana jinê derbas bû, lê beyî jinê hat nivîsandin. Jinan gelekî li ber xwe dan, lê rêxistinbûyînek domdar nekarîn nîşan bidin. Lewma jî bi serneketin. Dîrok jî ji aliyê serkeftinên sexte yê mêran ve hat nivîsandin. Di sedsala 21’ê de jî jinan encam ji dîrokê derxistin û dibêjin em yê xurtî li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Di vê sedsala şoreşa jinê de emê bi xweparastinê dîroka xwe binivîsin û qedera xwe bi xwe destnîşan bikin. Divê tekoşîna xweparastinê were xurtkirin. Rêxistinbûyînek hebe ku pergala mêrê hegemon û jiyana aloz têk bibe. Li ser vî esasî wekî PAJK û KJK banga me ewe ku jin tekoşîna xweparastinê pêş bixin û hevgirtinê esas bigrin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK)
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK)