Newroz ji bo gelê me rojekî pir pîroz e, destpêka biharê ye. Roja ku împaratoriya Med di nav agirê berxwedana Kawayê Hesinkar de ye şewq vedaye. Her kes çîroka Newrozê cûda dinase, lê hemû jî agir ve girêdayîne. Ew agirê Kawayê Hesinkar pêxistiye û di sala 1982’an vê carê agirê berxwedanê di zindana Amedê de bi îradeyek xurt Şehîd Mazlum Doxan geş û gûr kiriye. Çalakiya Heval Mazlum bandorek gelek mezin dike û tekoşîn vê ya bê hempa li her derî dibe mînak.
Heval Mazlum dibistanê berdide û tevlî tekoşîn azadiyê dibe. Di nav têkoşînê de faaliyetên cûr be cûr de cîh digre. Di sala 1979’an de dema dixwaze ji Riha derbasî Qoserê bibe, li Wêranşarê tê girtin û dijmin Heval Mazlum dibe zindana li Amedê. Heval Mazlum bi ruhê şerê Alîşer û Zarîfeyan û bi yekbûyina ruhê berxwedêr yê Şeyîd Riza’yan li hemberî dewleta faşist û qirker bi berxwedaniyek bêhempa û xurt sekinî, ti demî teslîmiyetê qebûl nake.
Kesayeta Heval Mazlûm kesayetekî çalakvan bû, ji hemû hevalên xwe re zanîstî belav dikir, ji ber ku xwedî kesayetek lêkolîner bû. Bi terz û sekna xwe derdora xwe birêxistin dikir û pêşengtî dikir. Sekna Heval Mazlum li beramberî zihniyeta dewletê pîvanek berxwedaniyê diyar dikir, ruxmê ku di nav zindanê de bi her awayî zext û êşkence re rû bi rû dimîne jî, her hevalên xwe perwerde dike û tu carî ji zextên Esat Oktay Yildiran natirse. Bêdeng bûyinê ti carî qebûl nake, bi felsefeya “Ji bo wî tarîtiyê ronahiyek pêwîste” tevdigere û tevlî jiyanê dibe. Her roj xwe xurtir dike, bi xwesteka destpêkirina greva birçîbûnê dike û li hemberî dewleta qirker disekine. Lê belê heman demî roj bi roj sebra Heval Mazlûm jî li hemberî wê pergala faşîst û qirker kêmtir dibe.
Heval Mazlum, di sala 1982’an de di koğuşa 35‘an de, di qada 4’emîn de, di hûcreya 9’emîn de dimîne. Di hûcreya 7’emîn de jî Heval Xeyrî Durmuş dimîne, di navbera wan de hucreyek vala heye. Heval Xeyrî dibêje; “Heval sibe Newroz e, ji bo Newrozê agirek pêwîste.”
Heval Mazlum ji bo hemû hevalan di zindanê de pêşeng bû, her bi fikrên xwe tiştên nû diafirand. Heval Mazlum dixwest di nav mirîne de jiyanek biafrinê û ava bike. Dixwest di nav gel û nav tekoşîn me de di nav tarîtî de bibe meşayelek û me hemûyan bi îradeya xwe ronî bike. Li ser vê esasî çalakiyek di şêva Newrozê de wê salê pêk anî. Îro çalakiya vî reng daye hemû Kurdistanê.
Heval Mazlum di şêva Newrozê de bi sê kibrîtan agir pêdixe û çalakiya xwe pêk tîne. Bi bandora çalakiya Heval Mazlum bi sedan heval tevlî têkoşînê dibin. Heval Ronahî û Heval Bêrîvan jî şopdarên Heval Mazlum in. Bi berxwedan û îradeyek xurt re çalakiya xwe pêk anîbûn. Ew heval bûne sembola agirê Newrozê. Roja çalakiyên wan hevalan ji bo gelê me pir bi wate ye.
Emê jî bi bilindkirina agirê Newrozê reya Heval Mazlum, Heval Ronahî û Bêrîvan’an bişopînin.
Tavîn Karakoçan