Li gor nêzîkatiyên normal ên kesayetê divê ez ev şêwazê têkîliyê bikujim. Lê ez li berxwe didim. Wisa li ber xwe dayineke durû nîne, ez pêwîstiya girêdaniyê û ya sosyalîstiyê dibînim, ez pêwîstiya pir rêxistinkirinê dibînim. Lê rexmî vê yekê weke demî zikreşî ye. Niha divê ez zikreşiyê baş fêm bikim. Ev dewletek e. Wê demê ev pirs li ber hişên min ketibû, “mirovek çawa dikare wisa bike?” û ez diteqiyam. “kurê tolazan niha li dijberî te dewlet heye!” Û niha ez vê tekîliyê li gelek cihan dijîm, ez dibim şahidê wê jî. Di nêrîn de ez kesek im. Bêguman niha ez ne weke berê me, dilpak nînim. Hema fêm dikim. Bêguman wê demê jinek e, him jî jineke bi hestan ve barkirî ye. Û ez bawerim dewlet bi xwe bû. Hest-mest nayên hizirîn an jî encax weke amrazekî taktîkî tê bikaranîn. Pêwîstiya ketina nava wê jî nabîne. Berovajiyê wê, xwedî armanceke siyasî ya misoger e. Armanca siyasî ya misoger çi ye? Ji Enqereyê yan jî ji rastiya dewleta Tirkan dê zindî dernexîne. Neyekserî malbat jî dibe, bi spartina malbatê jî dibe. Peywir hildaye ser milên xwe. Kurdê dîtir jî wisa ye. Ev weke ajanên tên zanîn nînin. Him îdeolojîk, him leşkerî, him siyasî çar divegerin. Kesayetên bêkemanî ne… Ez jî dixwazim bi zorê silumên jiyanê hilperim.
Erê niha berpirsyarî çi ye? Lêhurîn çi ye?
Em ji jinê re destpêkê dikin. Em dixwazim li dijî malbatê, girêdana dewletê, yanî civakî-siyasî yan jî li dijî dewleta fermî, derveyî û şêwaza şer gavavêtinekê pêş bixin. Jiyan weke ku hun dihizirin nîne. Divê di pirsgirêka dewletê de, divê di pirsgirêka têkîliyên civakî de, jiyana gelekan weke ku ga li trenê temaşe dike derbas dibe. Li hember vê jinê ez ne xwedî pêşdarezîn bûm. Li gor min heke biba welatparezekî Kurd an jî sosyalîsteke baş, ji yên min jî pêşvetir xwedî şarezayî bû û bi kar anîna van re dikarîbû seroktiyê jî bike. Lê ev tenê nêrîn e. Di cewhera xwe de, amadekariyeke dewletê ye, çepgireke dewletê û Kurdperesteke dewletê ye. Weke Mistefa Kemal bavê xwe bi kar aniye, wê jî dixwast me kar bîne. Yan jî kemalîzmê piştî Mistafa Suphî bi gelek kesan çepgiriya sexte da kirin an jî komunîstiya sexte da kirin; ev jî wisa ye. Him çepkiriya sexte, him jî Kurdperestiya sexte dide kirin û dixwaze di kesayeta min de Kurdistana serdema şoreşê bike bin kontrolê. Hesab wisa bû.
Heke gavavêtina me nebûya, ne sosyalîzm ne jî Kurdewarî dima. Lê niha em di rojeva cîhanê de ne. Divê mirov van ji eniyê lê temaşe neke û biçuk nebîne. Şêwazeke bi dest girtina mirov: zilam min weke çivîka di qefesê de dihesibîne, lê min xwe bi wî neda fetisandin. Berovajiyê vê yekê min ew erjeng bi kar anî û ez bawerim ê ku fetisiya ew bû. Jin jî wisa. Me deh salan îdare kir, lê rojekê wê jî ji bo qetla wê xwedî sedemên têr e. Yan ewê qetil bike, yan tûyê qetil bikî, di vê wateyê de derbas dibe. Lê rexmî vê yekê, taktîka mezin têdikoşe. Jixwe di encam de hat gihişt, “mirovê wisa nabe.” Lê min sebir kir.
Çima ez wisa nêzîk bûm, çima min wisa kir?
Di tekoşîna siyasî de di şexsê kesayet de têkbirina dewletê gelekî balkêş e. Jineke him dewletê temsîl dike, him feodalîzmê, him jî hevkariyê. Vê hêzê gelekî baş temsîl dike. Ez sosyalîstekî kedkar û xwedî bawerî me û ez gelekî jî şoreşgerî nêzî rastiya Kurd dibim û şoreşê disepînim. Hêza min sifir e, ez bi tena serê xwe me. Ew jî dewlet e. Di nava ev bêhevsengiya hêza mezin de, bi asayî, zilam yanî zilamê Kurd çi dike? Esas ewqas hebûn û nebûna wî ya ajantiyê jî ewqas girîng nîne. Vaye têkîliyeke asayî ye.
Hemû çepgir çawa wenda dikin?
Li gor min kesayet divê li gor armanca misoger bilêyîzin. Ez niha jî pir xwedî îhtiyat im. Vaye di vê derê de pîvan dikevin dewrê. Zilam her roj ez vedixwendim dûeloyê, her roj mirin heye, plana çalakiyê disepîne.
Ez di heman demê de zilamekî gelekî hestyar im.
Weke ku min daye diyarkirin, ez wê demê di wê rewşê de nebûm ku van hemûyan fêm bikim. Lê dîsa jî min dest jê berneda. Wê demê bi ser de çûyîna min çi bû, ez nizanim. Piştre têkîliyeke balkêş, pêtir nirx dayîna bi wê mijara gotinê ye. Ji bo jinekê nirx dayîn, ji bo serbazekî Kurdan wate dayîn, weke encam heke ji rast ve bi pergalê ve têkîldar in, dîsa jî vala ne berdan. Ev yek tê çi wateyê? Vala hiştin tê wateya serbest berdana dijberê xwe. Bi kurtasî şêwaza min a ketina nav, hema hemûyan hildigre nava xwe. Heke baş derbikeve baş e, heke xirab be li dij derbikeve. Heke tu xwedî namusî tuyê tişta pêwîst bikî. Ev nêzîkatiyeke wergiriye û wisa weke ku tê hizirîn ji ber xwe ve me bi dest negirt. Min got, weke ku ez li ber fetisînê bim.
Di min de dest avêtina têkîliyekê çawa dibe? Ez dixwazim him çepgiriyê, him Kurdewariyê û him jî jiyaneke civakî ya baş sererast bikim. Him jî ez dibêjim, bila ev xwedî bikin, bi hêz bikin. Têkîliyeke ku pergal bandor dike dikare te rehet bike? Encama herî girîng a ku min derxistiye, dixwaze yekser, dixwaze neyekser têkîliyeke ku pergalê gihandiye bi hêsanî nabe malê gel.
Jina amade weke mal e. Ev ne jineke amade jî, jineke ku dewletê ew ji 7 saliya wê de bi perwerdeya taybet perwerde kiriye, him jî di asteke jor de û di hawirdoreke hevkar de. Niha yekî weke min gundî derdikeve (jixwe wisa digotin), dikeve nava têkîliyeke wisa. Ji hindek hevalên min re wisa digot, “ên weke we gundî li pêşiya mala me weke kuçikan in, me hestî diavêtin pêşiyê.” Bêguman, bi rastî jî ew li cem gel di rewşa esefkirinê de ne.
Di vê derê de bûyerek heye: destpêkê ez ji gel im û wesfên serokatiyê hêdî hêdî di min de pêş dikevin. Bi navê gel ez dikevim nava têkîliyeke hevkar, cewaziya civakî-çandî heye. Çand û hawirdora civakî ya ku ez ji serî hetanî binî tê de mezin bûme ji gel e. Aliyê kedkarî pir tê jiyîn; aliyê din gelekî di ser gel re ye, heta li dijî gel e. Di pêvajoya serhildanê de li gel dewletê bi kemalîzmê re lêyîstiye. Weke çand cuda ye, aliyê mezheb cuda ye, aliyê pêşveçûna civakî cuda ye, ola wê cuda ye, yanî bi hemû aliyan ve ev yek wisa ye. Lê yek jî sererastkirineke nû ya netewî û civakî tê pêşvexistin. Di nava ev sererastiya cewaz de, tê xwastin ku pirsgirêk were çareserkirin. Ew jî jêrbinkeya kar û bi dest girtina ji eniyeke cewaz ve ye. Lewma, ji bo pevçûneke mezin hatin vexwendin. Du rêk tên nîşankirin, an tuyê radestî milîtan bibî, yan jî ji deriyê din ve, tûyê radestî jiyana li Enqereyê bibî. Neketina herduyan jî pir girîng e. Ev zilam jî, weke ku hun dihizirin nîne. Yê ji te re ewqas mesref bike, ma qet pêşiya te berdide? Dewlet min dizane ji pêvajoya perwerdeyê min nas dike. Weke gundiyekî qels mayî, li Enqerê di siyasalê de ewqasî hewl nîşan dikim. Dikevim nava wilfeke şoreşger a ewqas xeter û yek jî xwe dispêrim zilamen dewletê bi xwe û koma xwe ava dikim. Ma dê min zindî berdin?
Niha şaştiya dîrokî ya dewletê li vir çi ye? Ez bawer dikim şaştiyeke taktîkî wisa dike, “temam em dikarin wî bikin hevkarekî baş.”
Ji bo vê yekê gelekî xebat kirin, lê çima niha Ecevît bi taktîkeke berovajî vê yekê pêk tîne. Her wiha, ev yek tê fêmkirin. Turkeş niha dikare bi Kurdan re li hev bike. Lê Ecevît hîna dûr e û nîjadperestiya wî ji ya Turkeş bi pêşdetir e. Niha her kes şaş dimîne, lê ez wî baş dizanim. Çima wisa ye? Ji ber helwesta wî ya destpêkê li hember min, heke ku lihevbikin emê perwerde bikin, bixwe jî zilam di rewşeke radestiyê de ye. Bi tevahî jî bi malbatê ve hatiye girêdan. Digot. diravên wî jî em didin, xaniyê wî jî em didin, mehaneyên wî jî em didin. RAporên ku diçûn, digotin, “kewê di çente de ye.” Û jinê jî digot, “sedî sed ji aliyê malî, hestyarî, siyasî û îdeolojîk ve bi min ve hatiye girêdan û dibin kontrola min de ye.” Ma dewletê ji derveyî bibêje temam îdare bikin cuda ma dê çi bibêje?
Di dawiya sala 1978’an de wilfa min a azadiyê ku tê zanîn heye. Ez wilfa xwe ya azadiyê tu caran bi dûv zincîrên wilfên tu kesî naxim, ez hîna jî wisa me. Niha mirovên min perwerde kirine, encamên wilfa min a azadiyê neyekser in. Di nava azadiyeke misoger de xwedî dibin. Yan jî ewqasî derfetên min ên azadbûnê tune ye. Lê ewqasî ku dixwazin dikarin bigihijin û qasî ku dixwazin dikarin bigihijin çiyayên azadiyê. Ez ji wan re ewletiyeke wiha didim ku, ez nikarim ji xwe re bidim. Ew berê jî wisa bû.
Dema ku min bi sedan heval ji Enqereyê derxistin, ez rewşa girêdana çaraliyan ve bûm.
Mezinahî di vir de ye. Him jî min erjeng derdixist. Bihizirin, dema ku THKO, THKP-C pel bi pel diweşiyan, min hevalên xwe gelekî xwedî kiribûn û hetanî sala 1978’an jî, min bi pir erjeng ew mezin kirin. Di encamê de, her weke ku tu kes nema. Min derketin dispartin vê têkîliyê didan pêkanîn. Min xwe girêdaye. Derketinan bi rêxistinê didim çêkirin. Jiyana min wisa ye. Bêguman ev xwedî hêvî bûn. Min xwe wisa li ser wan sepandiye. Min xwe wisa daye pejirandin ku dibêjin, ev serok e, kontrol dike, ger em vî bigrin emê bikaribin Kurdistanê jî bigrin” ku rast bû jî. Bi rêka wan girtina min, girtina Kurdistanê bû.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike