Ev meseleyeke mezin e, encax dikare bi wêjeyeke pir baş bê ravekirin. Tu çi zilambî zilamekî wisa be û tu çi jin bî jineke wisa be. Di ezmûnên min de heye. Îro jî gelek hewl didin wê teqlîd bikin û gelek dixwazin wê bi kar bînin û ya li hemberî min jî vê têkîliyê hewilnak bi kar tîne. Rakêşa derûnî ya ku ew dide afirandin besî kuştina kesan e.
Ez hinek jî wisa me. Heke ez bi karekî ve mijul bibim ezê hetanî dawiyê pê re mijûl bibim, nabêjim çi heye çi nîne û dest jê bernadim. Ez di jinê de çi heye çi tune ye ji bo ku hetanî dawiyê fêm bikim pê re mijul bûm. Çi ye? Dibe azîneyeke girîng a fêrbûyînê. Tiştekî nîv hiştin nîne. Ta ku ez bi giştî fêm bikim dikevim pêy. Dema ku ez vê yekê dikim, bêguman weke hinekên din bi rû û çavan dernaxînim. Bi hêsanî evîndar jî nabim. Dilê min heye, lê mejiyê min hîna zêdetir li pey famkirina pêvajoyê ye. Dîsa ez ezezîtiyê jî nakim. Li gora min ev şerekî mezin e. Û ez hetanî dawiyê dirûst im, ji bo her têkîliyê re jî vekirî me. Lê qasî aliyê dijber bibînim jî li ser viyanê serwerim. Li vir li cihê me zilamekî dîtir bifikirin. Yan dê tam bikeve bin fermana jinê yan dê jinê berde, yan jî bikuje. Weke din tu reyên navbeynî nînin.
We qet atmosfera siyasî, civakî, çandî û giyanî li ber çavan negirtiye. Hûn dibêjin qey “Zayendîtî xweş e, zewqê tîne” û di wê derê de viyana we şikestiye. Yan jî bûyera nedîtin û ne jiyîna zayendîtiyê di gelekan de bi bandor e. Ez bawerim ev yek jî bi kêmanî qasî ya din dibe xeternakiyan. Bi zayendîtî azwerî, bi zayendîtî hest divê ev yek jî di me de li ser çerçoveyeke dîrokî were rûniştandin. Ji bo sosyalîstekî têkîlî gelekî girîng in. Heke ketûber were bi dest girtin yê di serî de têkçûyîn çêbibe.
Vaye di bingehê dîrokî de min vê jinê eşkere danî holê. Di zayenditiyê de rastiyeke rûxîn û qedîneke mezin dijî. Bi azadiyê re tu têkîliya wê nîne. Zilam jixwe ewqas qurbanê xapandinên xwe ye. Di vê derê de sosyalîzm namîne; berxwedan, azadiya viyanî û viyana berxwedêr namîne. Misoger e ku desthilatdara ev sedhezar salane têkîlî wisa bi kar anîne; ji çemka namûsê bigre hetanî çemka zewqê ev têkîlî xistiye nava şaşûmaşiyekê. Ez vê yekê dibînim. Lê divê tedbîr çawa bibe? Vaye yên ku min li ser xwe pêkanîne hene. Mesela min dikarî bi hêsanî jinek bidîta. Hîna di temenê biçuk de bi kevneşopên gundiyatiyê ve dikarîbûn bizewicîbama. Ji xwe min anî ser ziman ku di malbatê de lêgerîneke wisa jî hebû. Wêrekiya gotina ji min re jî raber nekirin. Evîna min ya wê demê muhafazekariya min bû.
Bêguman divê hest hebin. Di vê xalê de divê ez rastiyekê bi bîr bînim ku divê hezkirina mezin û hesta mezin têde hebe. Vaye ez her wisa me. Hîna di dema zarokatiya min de, li gora min keçên gundê me yên ku divê bi hêsanî nedana tu kesî hebûn, ew diviya her bi min re bûna. Heta bejna çend kesan hîna di bîra min de ye. Te digot qey ew keçên min bûn û bi darê zorê ji min girtine.
Min weke heqaret dinirxand.
Hun dikarin bibêjin ku; “Ji te re çi ye, keça mala filankesî di filan dîrokê de dayîne mêr an jî hatiye dayîn. Her tişt di dîrokê de bûye û çûye. Tu çima hîna wisa difikirî?” Bêguman ezê bifikirim. Heta xwîşkekî min jî hebû, min vegot. Zilamekî ku qet nasnedikir hat, bi teşeyeke stûr çend telîs genim û çend bizin dan bavê min, keçik girtin û birin. Ev yek hîna di bîra min de ye. Ev çi têkîliye? Bêguman ev hemû pirsgirêk in. Vaye, keça filankesî çûye filan mêrî, ez baş dizanim ku ew ketiyekî zayendîtiyê bû. Esas keça dikarîbû pêş biketana. Navên wan jî hîna di bîra min de ne, hemû jî bûn qurbanê şaştî, yan jî paşverûtiya gund. Jixwe piştre bi dest girtina min ya keçan misoger bi pêkanînên min yên gund re têkîldar e. Piştre di dibistana navîn û zanîngehê de jî evyêk hebû.
Ez bawerim niha dikarim hevokeke di cihê xwe de bibêjim. Xweşikiyên şoreşê, di bin pergalekî wisa de ev keç, ev xweşikî yan jî pênaseyên van xweşikiyan divê wisa neçûbana. Heke bal were kişandin niha ez xwedî şensê jiyîna bi van xweşikiyan re nînim. Lê ev pirsgirêk e û divê li oxira wê de şoreşek were çêkirin.
Erê, li hember zûqetîneke ji min, tevgera ku min piştre sererast kiriye, ji civakê hilgirtina toleke mezin e. Zilamê tekoşînvanê duh qadirî çi ye? Ez her wisa me. Dibe ku wê demê min tu tiştek nekiribe, lê min kîna xwe, hesta xwe, hêrsa xwe li hev komkir, komkir û vegerande teqînê. Niha bi hezaran, heke em hîna derî vekin gelek keç tên û yê bên jî. Ev yek tê çi wateyê? Ev yek tolgirtina min a mezin nîşan dike. Ez bûm xwediyê wîjdan. Di vê mijarê de ez naşibim tu kesê dîtir. Bi hezaran jin, keçên ciwan bi teşeyeke xeternak digrin û tên birin û dê wîjdana min, hestên min ji vê yekê bandor nebin! Vekirî li holêyê divê were hizirîn.
Têkîliyeke ji Mêrdînê tê bîra min. Qaşo hevalê min yê şoreşger bû. Lê rasthatî ez rojekê çûm mala wî. Keç hîna di bîra min de ye. Gotin, “ev keç jina wî ye.” Min li zilam temaşe kir, şêstî saliya xwe derbas dike. Min li keçikê temaşe kir, hêja 12-13 salî ye. Qaşo ez di maleke şoreşger de me û xwarinê dixwim. Bêguman min yek ji sondên xwe yên tolwergirtina mezin jî li wê malê da. Min got, “emê wê têkîliyê bi erdê re bikin yek.” Tu kesî ew keç nedizanî, nedibihîst, lê min bihîst. Wisa gelek bihîstinên min hebûn. Hindek kesên dîtir bûna dê gotibana, “rêzên mezin, mezinê me ye.” Ji ber ku di wan de dil tuneye. Dibe ku ev ji we re weke gotinên dînan bên, lê belê hevkomiya taybetmendiyên min in. Zêdetir ez bi vê mijarê re mijul dibim, yanî kûrahî-serdestî pêş dikeve.
Kontrolkirina jinê weke kontrolkirina dirav e. Jin, diravek e, ji dirav ziravtir e. Di heman demê de divê di civaka çînayetiyê de yan jî di civaka meta de li ser bê hizirîn. Civaka metayê jinê weke metayê herî nirxdar amade dike û li gor wê pêşkeş dike. Rêgezeke sosyalîzmê jî, li dewsa sîstema nirxa metayî anîna sîstemeke cuda ye. Ev yek pêwîstiyeke cewaz ya ji jinê re jî diyar dike. Em dê çawa jinê ji metabûyînê derbixin? Ev bûyereke mezin e, nêzîkatî û hewildanekî mezin dixwaze.
Him jî diraveke çawa? Hindek diravên ku ji serdema Roma yê mane, hindek dirav ji tenekeyan in, hindek jî diravên zêrîn in… Çawa jin ketiye rewşa diraviyê. Bêguman em nikarin bibêjin; “Vaye ji te re ewqas dirav, vaye ji te re ewqas jin.” Ez di vê mijarê de rêgeza azadiyê bingeh digrim. Di vê rêgezê de bûyera dirav kar nake. Hewlên min yên pêvçûnê yek jê jî eve. Derbaskirina vê rewşa diraviyê, sererastiya jiyanê ya li gor rêgeza azadiyê bûyereke mezin e. Ev, ji tekoşîna dijberî desthilatdaran jî bi zehmetire.
Esas ez gelekî hestiyar im. Hîna ji heft saliya xwe ve ez raber dikim ku, ez çawa bi keçan re têkîldarim. Yanî wisa nebêjin, nezane, fam nake. Ez, kesekî erjeng im ku li dûv xweşikiya jinê ya erjeng digerim. Ji dibistana navîn ve be, ji lîseyê yan jî zanîngehê ve be hîna hemû keç li pêş çavên min in, lê bêguman ev yek pêşveçûyîna di hundirê min de ye. Lê di aliyê dîtir de jî ez wateya dirav dizanim. Ji ber deh qirûşan her roj bi keviran didan dûv min. Lê niha min ew her du xeterî li gel xwe dîl girtine. Di wê wateyê de dîl: yanî min ew xirabiyên wan û li gor pîvanên kapîtalîzmê tevgerbûna wan asteng kiriye.
Bi teşeyeke erjeng divê ez pêşiya xeteriya dirav bigrim û ya girîng jî divê ez bigîhinim rast bi kar anînê. Dema min bertêla yekem girt jî, pirsgirêkeke wisa derkete pêşberî min. Ezê bi girtina bertêlê re çi bikim? Hetanî sibehê ez aram nebûbûm, di nava gumanan de mabûm. Min got; “Gelo ma ez xirab dibim?” Min got; “Ev bi yek şertê dikare were qebûlkirin.” Ev, bûyereke pêkhatî ya di nava Kurdistanê de ye. Dibe ku ev dirav xerabiyê tîne serê Kurdistane. Min got, ezê vê diravê ji bo başiya wê bidim bikaranîn û min qebûl kir.
Herkes bi dirav xirab dibe, lê niha ez wê didim kontrolkirin. Ez bawerim niha têkîliyeke baş ya dirav heye. Hindekî baştir dibe. Jin jî wisa ye. Em jinê didin lêhûnbûnkirin û dikin xwedî hêz. Bêguman dema ku ez jinê didim girêdan di wateya koletiyê de ne, berovajiyê vê yekê ji bo rizgarkirina wê ya ji koledariyê ye. Weke din dibe kirêtiyeke mezin, weke din jin dikeve kambaxiyeke mezin. Di reva min ya dîtir jî ji paşverûtiya jinê heye. Hîna tê bîra min û gelekî jî li ser hizirîm, min digot; “Bila xwedê tu kesî weke jinê neke.” Yanî ji ber ne ecibandina min, berovajiyê vê min weke çavkaniya jiyanê ya bihêz nirxand. Lê statuya ku hebû ji bo min tirsnak bû. Û jin çawa dikare vê statuyê bijî? Ez hîna vê pirsê ji xwe dikim. Yanî xwe bixin dewsa keçeke ciwan, bi ew pîvanên klasîk ve xistina pîrek, ez dibêjim karê herî xeternak û kirêt yê cîhanê ye.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike