Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe bi serkeftineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye. Heke em ketina mezin a dîrokî bi hilweşandina Med’an re bidin destpêkirin, -ev şaristaniyeke Mezopotamya bû- piştî ketina 2500 salan, ev bîstûpênc salên belkî jî tam bersiva wê ye û her saleke wê sedsalekê peyda dike, bi rastî jî vejînek e û pir nêzîkê rizgariyê bûye.
Ger em fêm bikin, em ji ku hatine û di rewşeke çawa dene em karibin bihizirin, divê em bibêjin çawa û bibiryar lêbikolin ku, ka em dikarin çi bikin, emê bibînin ku ya jê re tê gotin jiyan ji mirinê xirabtir e. Ger em bigihêjin mirovayetiya xwe û nasnameya xwe ya azad ku bi axê re têkil bûye; nefes danûsitandineke vê ya sînordar ka çiqas hêja ye, em neçarin ku teqdîr jî bikin. Ji vê jî wêdetir bi minetariyeke mezin di serî de pakrewan, her kesê ku di van salan de berxwedêriyeke watedar nîşan daye; pakrewaniyên me yên mezin ên Newrozê weke Mezlûm Doxan, Zekiye, Rahşan, Ronahî-Berîvan û raderbirîna dawî ya serhildanên me yên pîroz ên hema her sala di salên 90’î de li Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex, Lîce, Wan û li hemû Kurdistanê tevahî pakrewanên li bajêr û gundan ger em têxin puxteya vê Newrozê, emê bibînin ku divê jiyan bi awayekî dîtir were famkirin û şer jî bi awayekî dîtir were meşandin.
PKK bûyera Newrozê ye
Ger hebe îdîaya me ya mirovayetiyê ji bo ku em hêzê nîşanî jiyanê bidin li ser axên dayîk, divê em van salan weke salên xwe ji nû ve pêkanîn û afirandinê binirxînin. Dîsa em ji ramaneke pir puxtedar bigrin heya henase danûsitandineke azad, ev sal ew salên peydakirina her tiştên wenda bûne û hatine wendakirinin. Divê hun fêm bikin ku şer jî di bingeh de hewldana vê ya herî dawî ye.
PKK bûyereke vejînê, bûyera roja nû û bûyera Newrozê ye. Me vala bi vê rojê re dest bi PKK’ê nekir. Di heman demê de navlêkirineke dirûst a dawî ya mirovên me yên lewaz e ku li ber sêlûna qedîn û tariya tirsnak in. Sozdayîna “Ezê dirûst bim” e. Di wê serdema ku ti nîşanên hêviyê tune bûn de jî -çendî ku bawerî û şensê wê tunebe jî- karîna gotina “ezê bi vê nasnameyê, ji bo vî sozî bijîm û heke pêwîst bike ezê şer bikim” e.
Newroz kulîlka ku dertê tava rojê ye
Her roj mînak dertên, di dilqên curbecûr de. Di jinê de, di zilam de, di nûyê de, di kevin de. Van gihandina zelaliyê baştir e. Êdî li virê divê mirov veşartî nemîne. Dijmin jî, dost jî, rêheval jî, xayîn jî çendî ku derkevin zelaliyê ewqas baş e.
Newroz çî ye? Kulîlka ku dertê tava rojê ye. Sekna jiyanê ye, vebûna bedewiya xwezayê ye û dayîna xwînê ye ji hemû rayên jiyanê re. Va, PKK jî wisa ye. Bi rastî jî PKK partiyeke Newrozê ye. Partiya xwînê ku dimeşe jiyanê ye. Ger di xwezaya vejînê de tiştek hebe hilkeftina wê, şînbûyîn û vebûna kulîlkbûnê ye. Lê yek jî di van rojên Newrozê de bagerên sext hene. Carna kulîlkan jî diperçiqînin, tovên terîkeyan ku li ber tamgirtinê ne dişewitînin. Ev jî di nava me de dibin. Ma em hindik dibine zemînê perçiqandina tovên vejînê? PKK ku PKK’ya Newrozê ye çendî di cî de ye, çendî jiyanî ye û çendî ravekar e. Lê dîrok û rojanehiya wê jî perçiqandin ewqas rasteqînî ye. Rastiyan weke ku tê jiyîn pejirandin rastir e.
Me tenê bi vê bawerî anî: “Ti zagon nikarin raserî zagonên jiyana azad bibine xwedî hêzekê. Hêza herî mezin, zagona jiyana azad e.” Di wî halî de “bendên destûra bingehîn ya Komara Tirk, zagonên destûra bingehîniyê û herî zêde jî yekîtî û tevdehiya komarê nikare bê gotûbêjkirin.” Van hemûyan ji bo me dibêjin; “Hunê nekaribin bijîn”, yanî “ji zagona jiyana azad re ku zagona herî mezin e cî tune ye.”
Me got, ji niha şûn de hemu roj Newroz in
Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mezlûm’an gelek şervanên azadiyê yên qehreman hene. Em ji Xelacê Mensûr bigirin heya Pîr Siltan’an, heya Nesîmî’yê ku li Sîwasê hate şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê bi rastî jî di kesaniya Komara Tirkiyê de serdestên ku herî dawî xwe tînin ziman xwedî zagonên sîtemkar in. Ew di nava şerekî mezin de ne. Me di vî şerî de ciyê xwe baş girtiye. Carekî dîtir bi mirovayetiyê ve li vê derê jiyana azad û dîroka azad dest pê kiriye, ji vê dergûşê re şahidî kirin û dilsoz mayîn e. Ji bo me pir balrakêş bû û îro em anîne virê. Ez bextewer im, em di nava pîrozkirineke rastîn de ne.
Dema ku me dest pê kir, me axaftineke wiha kiribû: Me got, ji niha şûn de hemû roj Newroz in. Me got, bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me neperçiqand. Lê ya ku zaliman diçespandin êş, îşkence û perçiqandin jî hebûn. Gelek mirovan bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Va, emê çawa li bîranîna yên ku hatine şewitandin xwedî derkevin? Hêza tolwergirtina PKK’ê Zekiye, Zîlan, Ronahî weke ku dibûn pakrewanên mezin ên van rojan, di bingeh de, di vê qasê de, ji bo gihîştina pirsa jiyana azad çawa ye, em kiryara wan ji gotin û qewîtiyên wan dizanin.
Li Mezopotamya û li quntara Zagrosan berbiçavbûna jiyanê, welatê bihûştê ku hemû pirtûkên pîroz xwestine vê vebêjin, piştî tufana Nuh qada jiyana nû ye. Li ser van axan mirov bi azweriya azadiyê jiyan kirine.
Dibe ku naşibe ti welatekî, dibe ku naşibe ti pirtûkên ku hatine nivîsîn jî, dibe ku di ti pirtûkê de nehatiye nivîsandin jî. Lê şerekî azadiyê heye. Pirtûka wê ku nehatibe nivîsandin, lewma negihîştiye azadiyê. Heger pirtûkên hatibine nivîsandin nîvco ne, ji ber ku tam rîzgarî çênebûye.
Divê zimanê jiyanê û newrozê li hev bigirnîje
Ger ji nû ve dîroka vejînê çêbibe, dê çawa be? Va, jêderka peroşmendiyê ev der e. Gencî li ku derê hatibe wendakirin, li wirê lê tê gerîn. Mirovayetî li ciyê ku lê zaye, li ser qurmê wê tê vekolîn û heke bê peydakirin, mirov dikare li wirê peyda bike. Li Amerîkayê, Rûsyayê, Sibîryayê peyda nabe, -navend ev der e. Evqas salin PKK li mirovahî digere. Li mirovê xwe, ev mirovê yekem bû, belkî jî dê bibe yê dawî. Ger silav jiyanê re bê dayîn, weke Newrozê her tişt bi jiyanê re bigirnîje, divê zimanê wê bê wergirtin. Ji bo wê jî jiyan ne hêsan e.
Me her tiştî da sekinandin. Beyî ku em bikevine pêşdaraziyekê, qalibekî û xwe bigihînin darezîneke misoger, tim famkirin û kûrtir famkirin çêbu. Çi çî ye, çi divê bibe çî, çi ne çî ye, çi divê çawa be? Va, ew bûyera ku tê gotin ponijandin ev e. Xwe bi hêsanî pênase nekirin, îcar ev mirovê azad ku digihîje hezar salan, pênaseya ku ew aniye halê nenasînê di xwe de tespîd ne kirin, nasnekirin, nedana jiyandin e. Hemû navên ku hatine danîn weke navê xwe negirtin, ji hemû viyanên ku hatine çesipandin guman kirin û hê jî biryara jiyanê tam nedayîn, nehiştina bê dayîn e. Ya herî rast, herî xweşik divê guncavê dîroka qurmê vir û dergûşa wê be.
Va ewqas salin di PKK’ê de, hemû Newroz dibine salên lêgerîn û hinek jî peydakirinê. Em qesda van dikin. Min ev pir balrakêş dîtin û hê jî di kesaniya we tevekan de dixwînim.
Ev Newroz, qasî ponijandina herî bişîdet ku dikare li hember her cure şerî re bersiv bide û bi ser bixîne tûjbûn e. Dinêre fêm dike, dimeşe çêdike, di pey re serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan dana afirandin xebateke pir xweşik e. Van hemûyan bi ew hinek peyvên ku hun tim dubare dikin na, ji gotinê jî wêdetir, ez dadikevim puxteya wan. Rojekî rizgarkirin na, qasî ku destpêk û dawiya mirov biyek dike, ji karê viyan û mirov dana afirandinê re dixeriqim. Felsefeya vê çawa ava bûye? Ê ku dixwaze dikare ji vê felsefa wê binivîsîne û derxîne. Ê ku dixwaze siyaseta wê, yê ku dixwaze zanistiya leşkertiyê, yê ku dixwaze hunera wê, yê ku dixwaze estetîka wê dikare derxîne, -her tişt heye. Em hemûyan biyek dikin.
Egîd pakrewanê heyva Adarê ye
Dema ku em diketine Newroz’an min tim vê hizir dikir: Min got ev zarok, ev ciwan, ev milîtan dê bikevin çiyayekî, pişt re jî karê dijmin biqedînin. Li sehaya Rojhilata Navîn derbasî wî aliyê avê bibin, êdî qediya. Min nexwest ku ti teorî, rêzname û rêvebernameyekî jî amade bikim. Ji ber ku min got zimanê çiyê bi her kesî axaftin û şerkirinê dide.
Va, di Newroza 85’an de bi rastî rêhevalê ku ez jê hez dikim û kesayetiyeke ku hevalbendiya wî tim li xweşê min diçe Egîd (Mahsûm Korkmaz) tiştek digot: Em bi hev re bûn, me wê Newrozê gotûbêj dikir. Me hewl dida ku em Newroza 85’an qezenc bikin. Pişt re li welêt, wî dizekê ketî, xasûkê gundî, dilreş û neyarê hevaltiyê ku îro jî berstûka me bernade û dîsa kadroyê ku xwe perwerde nake dipeyitîne. Hun dizanin, Egîd pakrewanê heyva Adarê ye. Egîd dibêje: “Beriya her tiştî emê vî xasûkê gundî di nava partiyê de nedin jiyandin; a diduyan, divê ev kadro bi erjengî bêne perwerdekirin. Di halê berevajî de ev dê pêngava 15’ê Tebaxê bibin têkçûnê.” Gotinên wî peyv bi peyv rast in û belkî jî xiyanet ew qetil kir. Zilamên di yekîneya wî de qet jê fêm nekirin û pişt re jî şer xira bû.
Soza PKK a Newrozê divê bi mîsogerî were fam kirin
Soza PKK a Newroza bîstûpêncemîn, soza artêşê divê bi misogerî rast were famkirin. Divê fersend neyê dayîn ku kes sozê biperçiqîne. Bi van pakrewanên mezin ve xwe girêdan û gelê me bi rastî girtina riştiyê mezintir, ma mirov dikare peywirekî dîtir bihizire? Hêrsa me heye li hember dijmin, xayîn, hevkarmend û kesên ku nava me têkilhev dikin. Va, ev girêdana rastîn, partîbûna rastîn bersiva tekûz e ku ji artêşbûnê re bê dayîn.
(Ji nirxandinên Rêber Apo yên 21 Adar 1998’an hatiye amade kirin.)
PERSPEKTIFÊN RÊBER APO