Piştî Komplo Tevahî Gelê Kurd Rabu Ser Piya

0Shares

Komplo bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin
Bi derketina tevgera azadiyê re jinên Kurd ji milê netew da û ji milê wek nasnema jinan naskirinek da çêkirin. Ne tenê civakî ji milên dîrokî û zanistî jî hizrandina jinên Kurd guherand. Ew dînamîka guhartinê bi saya piştgirî û baweriya Rêber Apo pêşket. Ji ber ku vîn û fikra jinan di nav civaka Kurd de jî ne dihat pejrandin, Rêber Apo herî zêde xwest di wan milan de jinan xurt bike. Tenê ne jinan, mêr û zarokan jî ango bi giştî civaka Kurd bike xwedî nasname û xwedî îrade. Dîsa Rêber Apo wiha pirsî, “ji bo çi jin şer nake û ji bo çi siyaset nake” û ev rewşa ku dihat jiyan kirin qabûl nedikir. Ji ber ku Rêber Apo digot: “jin û zilam wek hevin” ev mafên ku mêr wek yê xwe dibînin ji bo jina jî derbasdar e. Rêber Apo ev cudabûna ku di nav jin û mêran de hatiye avakirin, tu carî ne pêjirand. Hertim piştgirî da jinan. Ji Enkîdo heta roja me îro tu mêr wek Rêber Apo rêhevaltiyek bê hesap û fedakarî ji bo jina nekir.

Serkişiya Komployê Hêzên Navneteweyî Kirin, Lê Gardiyantiya Wî Jî Tirkiye Kir
Jinan jî ev ferq û cûdabûna Rêber Apo dîtin û bê tirs û bê guman şopdariya wî bûn. Jinan dîtin ku ger şopdarê Rêber Apo bibin, dê ber bi azadiyê ve werin. Di vê riyê de çi derkeve pêşiya wan jê netirsiyan û li ser de çûn. Ev yek jî bû sedem ku di jinbûna heyî de guhartinên pir mezin çêbibe. Gelek nimune hene. Jinên ku ji mala xwe û ji gundê xwe derneketine û ji sinorên malbata xwe derneketine li dijî dijmin qehremantî nivîsandin. Komploya 9`ê cotmehê ya li hember Rêber Apo pêk hat, bi destên hêzên navneteweyî bun. Serkişiya wî komployê hêzên navneteweyî kirin, lê gardiyantiya wî jî tirkiye kir. Wexta ku mirov dibêje komplo çi tê bîra mirov, qirkirna gelan tê bîra mirov. Ew komploye ne tenê li hember Rêber Apo pêk hat, li hember tewahî gelên ku azadiya xwe dixazin pêk hat.

Gelê Kurd Û Rêber Apo Bi Têkoşîna Xwe Ev Komplo Vala Derxistin
Di heman demê de bi vê komployê xwestin tewahî gelê me di qirkirinê de derbasbikin. Piştî qirkirina Kurdan vê gelên din yên ku azadiya xwe dixazin di qirkirin de derbaskiriban. Lê gelê Kurd û Rêber Apo bi tekoşîna xwe ev komplo vala derxistin. Rêber Apo dema pirskirîka Kurd anî ser ziman,hêzên deshilatdar li hember Rêber Apo komplo pêk anîn. Ew komplo 9` ê cotmehê destpêkir, heya şibata 1999 an. Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin Rêbertî bi fîzîkê tûne bikin. Lê bi tekoşîna gelê Kurd ev komplo vala hat derxistin.  Ji ber gelê me dizane komplo serbikeve wî civaka me tûne bibe.  Lewma gelê me bi hemu hêza xwe li hember komplo tekoşîn kir. Gelê me baweriya xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo tîne. Xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo rêxistin dike. Ramanê Rêber Apo buye gerdunî. Lewma dijmin tehemul nekir û komployek wisa pêk anîn.

Bi Vê Komployê Xwestin Gelê Kurd Ji Holê Rakin
Bi vê komployê xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Çima ewqas israr dikirin ku Rêbertê ji Sûriyê derkeve, ji ber ku pilan dikirin ku Rêbertî ji Rojava derbikeve wê doza Kurd xilasbe. Piştî komplo tevahî gelê Kurd rabu ser piya, xwedî Rêberê xwe derketin. Li welat û derwayê welat xwedî derketinek Rêber Apo çêbu. Wan kesan difikiriyan ku çend kes hene girîdayê Rêbertî ne. Ew xilas bibin wî doza Kurd xilas bibe. Ew komploye bi hêza dewletan pêk hat. Hêza dewleta tirk nînbu ku komployek wisa mezin pêk bîne. Ji ber ku dijmin digot em komplo pêk bênin emê encam bigrin. Lê gelê Kurd bi qehremanên xwe ev komplo vala derxist û puc kirin.

Dîlgirtina Rêber Apo, Dîlgirtina Civaka Kurd Û Jinên Kurd Bû
Şehîd Zîlan, şehîd Rewşen û bi hezaran şehîdên şoreşa Kurdistanê heye ku mirov wan bi bîr bîne. Ger fikir û piştgiriya Rêber Apo tûnebûya û her wiha jinên Kurd jî hêviya azadiya xwe di Rêber Apo de nedîtiban vê qehremantiyek wisa jî vê derneketiba holê. Ji bo wê dema komploya navnetewî pêkhat herî zêde jin derketin pêş. Herî zêde ev gotin, “bê Rêbertî jiyan nabe û divê roja me tarî nebe.” Bi rast jî bivî awayî bû. Dîlgirtina Rêber Apo, dîlgirtina civaka Kurd û jinên Kurd bû. Armanca komployên navdewletî hebû. Ji ber ku pergala sermayader Rêber Apo ji bo xwe wek gefek dîditin, xwestin ev gef ji holê rakin. Ji bo vê yekê jî bi dehan dewletan ji bo berjewendiyên xwe komplo pêkanîn. Bi xwedî derketina civaka û jina Kurd her wiha pêşbîniya Rêber Apo ev komplo hat pûçkirin. Ger dema komplo despêkir di pêşengiya jinên Kurd de xelekek bi agir li derdora Rêber Apo nehatiba pêxistin, dê planên hezên hegemonîk Rêber Apo tûnê kiriban. Her wiha ger Rêber APO ew plana nedîtiba û bi projeya jiyanek bi hevre bersiv nedaba, dê ev komplo biserkeftî bûya.

Erka Herî Mezin Li Ser Milê Jinan e
Ev 25 salê Rêber Apo dibin tecrîtek fîzîkî ya giran de li beramberî hezên hegomonîk têdikoş e. Dibe ku Rêber Apo wek fîzîkî ne azade, lê wek fikir û raman ji hemû kesî azadtir e. Lê azadiya Rêber Apo gelekî giring e. Divê herî zedê em wek jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêşengtî bikin. Ji ber ku me bi fikrê Rêber Apo hebûn û xwebûna xwe naskir û me ji bo vê yekê têkoşînek mezin da. Erka herî mezin li ser milê jinan e. Ji ber ronahiya Rêber Apo daye avakirin, herî zêde ji bo me pêwîst e.

Rojda Zilan

Attachment