Şehadetên jin ên di navbera salên 1980-1990’an de:
Di navbera salên 1980-90’an de dibe ku gelek şehîdên din hebin, lê navên ku di dîrokê de derbas dibin ev in:
Hevala Besê Anûş; ji Pazarcikê ye, keça malê ya yekane ye û zewicî ye. Bi hevjinê xwe re tevlî PKK’ê dibe û qada ku hevjinê wê lê dimîne, ango hevjînê wê li eyaleta Tolhildanê berpirsiyarê leşkerî ye. Piştî Komkujiya Mereşê bi hev re giraniyê didin ser perwerdeyên leşkerî. 17’ê Adara 1981’ê şehîd dikeve. Hevala Besê wiha digot, “Xeyala min a herî mezin ew e ku, jin xwe bi xwe birêxistin bike, perwerde bibîne”. Vê ji xwe re wekî hêvî û hedef datîne. Xuya ye heya astekê zanebûna jinê dijî, bi vîn û fedakarbûna xwe tê nasîn. Di pêvajoya darbeya 12’ê Îlonê de dixwazin derbasî saha Rojhilata Navîn bibin, lê belê xwe tavêjin qadên çolan. Di wê demê de 15 heval xwe paşve dikêşin û pênc pênc di stargehan (sığınak) de dimînin. Rojekê devê wê stargehê vedikin û şivanek wana dibîne, paşê ew şivan diçe cem dijmin, wana îxbar dike û bi vî awayî dijmin tê ser wan. Her çiqasî hewl dide bireve, ji ber çek li gel nîn e, nagihe û tê şehîdxistin. Piştî şehîd dikeve, gel li cenazeyê wê xwedî derdikeve. Ya girîng jî ev e ku, gel li Pazarcikê bi awayek girseyî xwedî li cenazeyê hevala Besê derdikeve.
Hevala Azîme Demîrtaş; ji Dêrsimê ye, di 26’ê Kanûna 1981’an de şehîd dikeve. Ew jî dixwaze derbasî saha Rojhilata Navîn ango saha Rêbertiyê bibe. Êvarê di cihekê re derbas dibin, li wir agir pê dixin, hin kes wana dibînin û îxbar dikin. Li ser van esasan dijmin tê ser wan û wana şehîd dixe. Hevala Azîme xwedî tecrûbeya çiya bû û di qadên çolê de çalakvan bû. Her xwe perwerde dikir û taybetmendiyên Dêrsimê yên serhildêr jiyan dikir.
Hevala Seadet (Rahîme Kahraman); ji Karakoçanê ye. Dîrok tam zelal nîn e, li gorî agahiyên heyî sala 1983’yan ji saha Rêbertî tê qada çiyê, demekê li Lolanê dimîne, paşê derbasî Botanê dibe û li Besta di kemîneke dijmin de şehîd dikeve. Dîroka wê tam zelal nîn e. Piştî ku şehîd dikevin, dijmin ji bo bandora ku gerîla li ser gel kir bişkîne, bi her şêwazan antî-propaganda dikin. Li ser vê hevalê jî dijmin dibîne bakîre ye û fermandarekî dijmin dibêje, “Niha ev li cem we bûya, wê di çi halî de bûya! Ewqas sal in di çiyê de ye, lê bakîre ye.” Ev yek di civakê de belav dibe; jin di çiyê de bi zilam re jiyan dike, lê xwe diparêze ango bi exlaq jiyan dike. Gel tirba wê hevalê ji xwe re dike ziyaret, heta li Cizîrê Kamîl Atak ê serbazê cerdevanan, diçe ji ser tirba hevala Seadet, axa wê ji xwe re radike. Ewqasî pîroz tê dîtin.
Hevala Turkan Derîn; sala 1985’ê bi nexweşiyê şehîd dikeve, lê der barê wê hevalê de pir agahiyên me tune ne.
Hevala Sultan Yavûz; ji Hîlwanê ye. Di navbera çend eşîran de xwîndarî hene û ji bo lihevhatinê keçên xwe didin hevdû. Hevala Sultan jî dixwazin bidin xwîndarên xwe, lê ew vê kevneperestiyê red dike. Jixwe kevneşopiyê red dike û di encamê de tevlî rêxistinê dibe. Di grûba yekemîn a akademiyê de cihê xwe digire, perwerdeya leşkerî jî dibîne û li wir birîndar dibe. Ew jî di 26’ê Gulana 1988’ê de li Bênavoka ser bi Şemzînanê di şer de şehîd dikeve. Li wir 8 heval bi hev re şehîd dikevin. Hevalan digotin dema şehîd dikeve, çek hingî xistibû hembêza xwe bi zorê çek ji destê wê derdixin.
Hevala Havva (Hanim Yaverkaya); ji Hîlwanê ye, keça Dayê Dûre ye. Dema dibîne dayîka wê tê girtin, wekî berteka li hemberî dijmin tevlî rêxistinê dibe. Ew jî di grûba yekemîn a derbasî Botanê dibe de ye, li Erûhê fermandara mangê ye. Ji bo artêşa me divê bê xuyakirin ku wekî fermandarekê bû. Taybetmendiyên xwe yên şerker, bi însiyatîf hene, cara yekê di nav hevalên jin de fermandarî kiriye. Li Erûhê di nava şer de şehîd dikeve. Agahî der barê şehadeta wê de tune ye.
Hevala Adîfe Sakik; ji Mûşê ye, heman demê xwişka Şemo ye. Sala 1985’an li Sasonê dema ku dixwaze derbasî saha Başûr bibe şehîd dikeve. Li Garzanê bandora xwe hiştiye û bûye sedem gelek kes ji wir tevlî rêxistinê bibin. Li Sasonê gelek malbat navê zarokên xwe dikin Adîfe.
Hevala Rûken (Çîçek Selcan); di dawiya sala 1981’ê de li Dêrsimê tevlî bûye. Taybetmendiyên xwe yên birêxistinkirinê hene, di warê teorî de zanebûna xwe pir e. Hevala Sara jî di pirtûka xwe de tîne ziman: “Ji me re manîfesto dixwend.” Bi piranî wê perwerde û semîner dida hevalan. Demekê di qadên çolê de dimîne, paşê derbasî saha Rêbertî dibe û dîsa derbasî welat dibe. Li Botanê gerîlatiyê dike û di bihara 1985’ê de li Besta di nav şer de şehîd dikeve. Ji bo artêşa me ew jî fermandarek e.
Hevala Zahîde; ji gundê Xirbika Besta ya ser bi Şirnexê ye, di sala 1988’an de li Xirbikê Besta şehîd dikeve. Li Botanê rola xwe lîstiye.
Hevala Cahîde; ji Batmanê ye. Di warê siyasî û teorîk de xurt e. Derbasî Botanê dibe, piştre dîsa tê Lolanê, li wir kovara bi navê Pêşmerge derdikeve û di derxistina wê de cih digire. Ji destê Fatma zehmetî dikişîne, lê dîsa jê bandor nabe û terzê Fatma rexne dike. Li Botanê sala 1991’an şehîd dikeve. Tam zelal nîn e, lê heval dibêjin bi aşûtê şehîd dikeve.
Hevala Zozan (Saniye Ürün); ji Baykanê ye. Di 1988’an de tevlî bûye û di 29’ê Mijdarê 1989’an de şehîd dikeve.
Hevala Dîcle Kobanê; ji Rojava ye. Ew jî ji bo bikaribe tevlî Partiyê bibe bi pismamê xwe (pismamê wê piştre îxanet dike) re dizewice û roja destpêkê ya zewacê tevlî dibe. Jixwe zewaca wana li ser esasê tevlîbûnê pêk tê. Hevala Dîcle sala 1986’ê tevlî xebatan dibe, sala 1987’ê li akademiyê perwerde dibîne. Sala 1988’ê dema derbasî welat bibe, li ser Ava Hêzil dikevin kemînekê û şehîd dikeve.
Hevala Rûken Efrîn; jî yek ji hevalên jin ên destpêkê tevlî rêxistinê bûye. Bi qasî hatina wê ya nav têkoşînê, jiyan û şehadeta wê jî bi lehengî çêbûye. Hevala Rûken ji bo tevlî Partiyê bibe çend caran ji malê direve û malbat cardin tê, wê paşde dibe. Malbat dixwaze wê bi zorê bizewicîne, lê ew şeva dawetê direve û tevlî Partiyê dibe. Tevlîbûna wê sala 1987’ê çêdibe û sala 1988’ê tevî hevala Dîcle Kobanê li ser Ava Hêzil şehîd dikeve.
Hevala Leyla Efrîn; di sala 1986’an de têkoşîna me ya azadiyê nas dike, sala 1987’ê ji Rojava tevlî rêxistinê dibe. Ew jî li saha Rêbertîatî perwerde dibîne û di 1987’an de dema derbasî welat bibe, di deşta Sîlopya (Bakur) de şehîd dikeve.
Hevala Perwîn û Peyman; ji malbatên welatparêz ên Kobanê ne. Her çendî dîroka şehadeta wana tam zelal nebe jî, li gorî agahiyên hene hevala Perwîn sala 1987’ê dema derbasî welat bibe şehîd dikeve. Taybet hevala Peyman, li Cizîrê Botan di asta berpirsiyara herêmê de xebatan dimeşîne. Dema ji wir dixwaze derbasî Gabarê bibe, tên îxbarkirin û di rê de dikeve kemînê dijmin, wisa şehîd dibe.
Hevala Sozdar; yek ji hevalên destpêkê ye ku ji Qamişlo tevlî rêxistinê dibe. Der barê şehadeta wê de zêde agahî tune ye.
Ji şehadetên jin ên di navbera salên 1980-1990’î de çêbûne hevalên weke nav tên naskirin, ev heval in û heman demê ev heval berpirsiyariya serdemekê digirin ser xwe.
Akademiya Şehîd Zîlan