Sedema Bingeh A Fêrbûna Di Temenê Biçuk De

0Shares

Kevokên min hebûn. Dîsa kevokên min û yên cîranan pir xwezayî tên gel hev. Lê kevokeke min her diçe û bi kevokên cîranan re difire. Bêguman ez çavdêriyê dikim. Carekê firiya, du caran firiya dev ji koma xwe berda. Li gor min ev tişteke weke xiyanetê bû. Min girt ew kevok bi tevahî rûçikand, ripûrût kir û min berda ser banê xanî: min got “bifire”. Azîneyeke min a wisa ceza kirinê hebû. Pir balkêş e, lê min kir. Hetanî ku yek mûye kevokê nemîne min ew rûçikand. Piştre çi bû, ez nizanim. Lê tawana wî ew bû ku dev ji koma xwe berda bû û bi kevokên cîranan re firiya bû. Ev ji min re weke xiyanetê dihat.

Kuçik jî wisa bû. Kuçikekî min ê sipî hebû. Bêguman me pê dida xwarin, dida vexwarin. Balkêş e! Em li ber darên fistiqan bûn, piştî ku ez diketim xewê hema radibû diçû cem cîranan. Êdî ez nizanim, her hal wî baştir rêxistin kiribû. Weke kuçikekî xayin bû. Ya balkêş, ez jî dixapandim. Yanî hîna weke kesên ku me dixapînin, hema mîna wan bû. Wî kuçikî jî ez dixapandim. Min lê temaşe kir, hema bi roj, bi şev kengê mecal dibîne direve diçe ma cîranê me… ewqas dilxweş û baş li cîranan dimêyzand ku ez mat dimam. Dîsa çima wî kuçikî wisa kir ez nizanim. Dibe ku hindekî jî şensê me be.

Berê li gundê me ker hebûn. Min dixwast ku ez kerê me jî bînim pîvanan. Wî wisa serê xwe û quna xwe radikir asîmanan ku, me nedikarî em wî kontrol bikin. Di gund de kerê herî pêpîvan bû. Hîna di bîra min de ye, di gund de em kiribûn henekên her kesî. Tu kerekî wisa tûne bûn. Kerê super, bêguman navê kerê me dikarî bû bibe “kerê sûper”. Li gor vê kuçikê me jî dibû kuçikê sûper. Ji bo li nav baxçe, zewî û rez min biparêze, min bi destên xwe xwedî dikir. Piştî ku ez ketim xewê hema radibû direviya. Kuçikê sûper, kuçikê revok!

Ez zarokekî piçûk bûm. Min temaşe kir, me şer kiriye yekî serê min şikandiye. Bêguman bi ser de hatina dayîka min a erjeng heye. Got “na”, divê “tu neyê malê”. Waneya yekem dayîka min da min. Digot encax piştî tolhildanê ez dikarim te bigrim mal. Bi rewşa xwe ya dayiktî qet dilê xwe naşewite, misoger nafikire ku “kurê min e, nizanim çiyê min e”. Hêza min heye nîne li wê jî nanêre. Qet di xema wê de nîne ku “ev zarok, tirsonek e, destên wî zêde ranabin”. Ez nabêjim misoger, lê belkî li ser min bi bandor bûye.

Di zaroktiyê de tu kesekî ji min feqîrtir nîne. Yan jî her kesî digot: “bila xwedê zarokê tu kesî weke yê filakesî neke”. Demeke dirêj her wisa bû, her kesî bi qeşmerokî pêşwazî dikir. Navê bavê min Omer bû. Digotin “Omer şewitiye”, “şewitiye”… Dîsan weke kurê bavê biaqil hevalekî min hebû, pêş de ez dê wî bînim ser ziman. Kurê bavê biaqil û fiqareyekî weke min. Jixwe zilamê ku jê re Omer tê gotin bi rastî zilamêkî pir balkêş e. Ew jî zilamekî feqîr ê gund bû. Ma kî wî nas dike? Pir hêjar e. Lê ya balkêş! Xizanbû, lê hetanî dawiyê misilman û girêdayî ola xwe bû. Ez dikarim bibêjim ku xwedî rêgez bû jî. Divê mirov mafê zilam jî înkar neke. Ez dikarim bibêjim ku tevî hemû bêhêziya xwe ji bo hindek nirxan dijiya. Mirov bibêje ku ez qet jê bibandor nebûme, ew dibe nankorî. Bêguman misoger di hindek aliyan de ez bibandor kirime. Bi rêgez ve girêdayî ye, lê pir bêhêz e. Û bêhêziya xwe dizane.

Erê, ez di heft an jî di deh saliya xwe de bûm. Dayîka min çi ji min re digot? Hun dizanin di malê de dayik axa ye, ji bo zarokê heft salî digot: “tu wisa şer bike, wisa şer bike”. Min ne kir. Çima min nekir? Ez dadigerandim û digot “herê lê bide”. Yek-du caran wisa bi ser min de hat: “tu bênamus î, tu nikarî şer bikî”. Bêguman ez zarokekî xwedî hiş û aqil bûm, heke ez weke gotinên wê biçûbama, dê li min xistiba. Jixwe li min didan jî. Ez jî weke şervanên niha yên ji rêzê dihatim û digiriyam: “ev dera min şikest, ew dera min şikest”. Piştre min lê temaşe kir ku wisa nabe, min jî xwe amade kir.

Pîrika min jî digot: “hestên vî yên namusê xeter in”. Min vegot: malbata hevalê Hesen Bîndal dijminê me bû. Ji ber ez jî zarokekî cewazbûm, min xwast herî zêde ez bi Hesen re hevaltiya xwe pêş bixim. Carekê dayîka min dît got; “wey vî bênamusî bi zarokê dijminê me re têkîlî çêkiriye”. Têkîliyeke pir veşartî bû û me piştre ew dijminatî têperand. Min çima ew têkîliya veşartî bi dest girt? Ez ji bo têkîliya yekîtiyê tekoşînê didim meşandin. Ez dixwazim di heft saliya xwe de pîvaneke feodal xirab bikim. Heke wê demê ev helwesta min nebûya, min nedikarî niha ez evqas êşîr, qebîle û kesên cewaz bînim gel hev.

Deriyekî me hebû, hîna li pêş çavên min e. Ji ber şerê bi dayîka min re tu cihê wî derî nemabû ku nehatibû hûrkirin. Ka em dê vê çawa çareser bikin? Kê bihata û deriyê me binêrîba dikeniya. Digotin; “ev deriyê çi ye?”. Ji ber şerê bi dayîka min re, wê ez hildigirtim hundir. Ez dibirim gomê, azîneya “pêkanîna” wê jî wisa bû. Sê caran destên xwe dikir qirika min û ez radikirim jor. Digot; “bêje tobe”, him jî sê caran. Wisa hêsan nîne. Hetanî ku hilma min a dawiyê derdiket. Min neçar towbe dikir. Lê dema min kuneke biçuk jî bidîta, ez hema difiriyam min xwe li derî dixist û direviyam. Piştre wê ew derî digirt. Min li her du deriyan jî dixist, dixist. Min perîşan dikir û piştre derbas dibûm. Ez ji wî temenî bi vir ve wisa me. Jixwe her dem diya min digot: “tu kes bi vî re nikare here serî” yan jî “tu kes bi te re nikare here serî, tu kes bi te re mijul nabe”. Ev aliyên min jî hene. Ez vekirî bibêjim: hun çawa şîrove dikin bikin, lê baldar bin. Hun weke ku min dibînin hun nikarin min bi dest bigrin. Piştre navenda me jî wisa ez bi dest girtim, hiziriyan ku dikarin min bi kar bînin. Xwe xapandin e.

Tiştên ku dayikê ji min hêvî dikirin, nedîtin… tiştên ku min ji dayikê hêvî dikirin û nedîtin… bi hev re jiyaneke me ya zêde demdirêj nebe jî, pir dijwar bû. Li gor xwe wê ez nasnedikirim, li gor xwe min dixwast ez wate bidim wê.

Tê bîra min ku ji bo nanekî sêlê (şerekî nan, hîna di bîra min de ye) min çawa bi dayîka xwe re şer dida meşandin. Piştî nanê garis dema nanê genim derket, ev di min de bû lêgerînek û nanekî sêlê zêde bi dest xistin, ji bo min tam bibû armanc. Ji bo wê min şervantiyeke mezin dida meşandin. Hedef jî dayika min bû. Diviya ku min ji cihê tê de veşartî yan jî ji destên wê girtiba. Mafê min bû yan jî ne mafê min bû ew mijareke dîtir e. Lê dema min nanê dixwast bi dest nedixist, ez derdiketim çiyê. Li çiyê gihayên tên xwarinê hene, berhevkirina wan, dîsa ji keskahiyên hatine çandin û ji darên fêkiyan nirx dana hev jî ji bo min hedef bû. Me hindek didizîn. Ji bo bi dest xistina hindekan jî me hewlên pir giranbiha nîşan didan. Serdemek wisa derbas bû. Ez dikarim bibêjim ku, di vê mijarê de min şerekî rêbertiyê dida meşandin ku, min komên yekemîn ên zaroktiyê li ser bingehê jêkirinê rêxistin kir. “vaye, werin ez we bibim berhevkirina pîvokan. Li filan cihî zebeş hatine çandin, em dikarin çendekan bigrin. Tirî derketiye, fistiq derketine.”

Bavik ji bo zarokên xwe rêber in. Bavê min jî ji bo rêber bû. Lê nedikarî bi rê ve bibe. Ji zû ve dest avêtina min a hunera rêbertiyê hindekî jî ji ber nebesiya bavê min e. Ez wê demê vî tiştî dibêjim: “bavê min jî weke bavê kesên dîtir bila ji me re rêbertiyê bike ku, valatiyê dagre.” Başe ku bave min ê wisa hebûye. Heke wisa nebûya min nedikarî ez di temenekî biçuk de bikevim lêgerîna rêbertiyê. Min digot; “ev bav, nikare me bi rê ve bibe. Di rewşeke pir zor de ye, pir xizan e kêmaniyên mezin dijî.” Bi rastî jî di gund de bi qandî ez dizanim kesê ku di nava malbatê de yê herî zêde di lêgerîna rêbertiyê de bû ez bûm. Dibe ku di wateyê de li ser rêbertiyê min waneyên bingeh wergirtine.

Şerekî ku bavê min kiribû hebû. Lingên wî li banî dilêyîstin. Yekî ew xistibû bin xwe. Xwişkeke min a mezin hebû bi ser wê de diqêriya: “wê kêrê bîne…” di binî de ye, lingên wî banî ne, yek kêrê bîne jî nikare bigre, ji ber ku destên wî hatine girtin. Rewşa giyana têkçûyî, kesayeta felç bûye, bi ser de jî kêrê ji min dixwaze. Çekê ji min dixwaze. Dibêje, “bîne Evdileh”. Erê dibe ku navê min jî gotibe. Min ji vê yekê şerm kir û min got “ez tu carî wisa şer nakim”. Serkeftinên min ên mezin tunebin jî, ez neketim nava karekî ku ez nikarim ji binî derbikevim. Tiştê ku hêza min lê nabe, ma çima ez bi mirinî xwe bikim nav de?

Hîna tê bîra min. Dema ez bervî Berêçûk (Birecik) dimeşiyam min bi kirasê bavê xwe re girtibû û min wisa li her tiştî temaşe dikir. Min tirsnak didît. Min dipirsî “ev çi ye? Ev çi ye? Ji her tiştekî ez tiştekî dîtir digrim. Dema yekem car ez li ber kirasê bavê xwe ketim bajêr şerê min dest pê kir. Belkî bajar çiyayekî mezin e û bi ser min de dirûxe. Gav avêtina min a li kolanên Berêçûk weke meşeke di qada dijmin de bû. Bavê min ji bo min hêzeke mezin bû: ji ber ez di wan kolanan de didam meşandin.

Bavê min kesekî zêde xirab nebû. Ew jî, her dem min hêvîdar bû û ji min bawer dikir. Dîsa yê ku herî zêde dilê bihêvî kiribû ez bûm. Lê rêxmî vê yekê min gelekî li dijî wî serî hildida. Yanî min mînakeke zarokekî malê yê ne baş raber dikir. Wisa yekî bêfêm, her xwedî kirdeyên xirab, serî hildide ne, berovajiyê vê, bavê min ji min gelek hêvî dikirin. Ez vê jî hîna bi bîr tînim. Di bin darekê de, êdî çi wî bandor dike, ez nizanim, ez nîşan dam ên kêleka xwe û wisa got: “dest nedin wî, li ser eniya wî fetih hatiye nivisîn.” Ez bawerim dîsa vê yekê li gor hedefên min ên xebata jiyanê û berhemê dibêje. Min zêde xwe nedida ber kar, lê dema ez diketim nava karekî min ew kar pir paqij bi kar dianî. Belkî jî aliyê min ê ku herî zêde ew bi bandor kiriye ev bû. “tu herî ku derê here, tê fetih bikî. Li ser eniya te nîşana fetihê heye.” Ev gotin hîna tê bîra min û ji bo çi ev yek got hîna nayê bîra min. Ez lê nedihatim, ez di nava pêvajoyeke dijber de bûm. Karê min ê paqij misoger bû, lê ez gelekî jî du dil bûm, bi hêsanî lê nedihatim. Hawirdor jî wisa bû. Min zêde kar nedikir. Kêm û cewherî min dikir. Bûyera ku jê re fetih tê gotin, şêwaza fetihkirinê ye.

Ez hîna di deh saliya xwe de hebûm an jî tune bûm. Hişyariya min hebû. Ez zarokekî xwedî hiş bûm jî. Ez hîna bi bîr tînim, baş di bîra xwe de digrim: ez fêrî baldarbûna li ser mirovan dibûm… bavê min, li gor alimiyê pîvan dadianîn holê, digot: “peleke cigarê bixe bin balifa xwe. Heke tu hindekî ji bilindbûyîna wê balîfê fêm bikî, tuyê bigihê asta alimekî baş.” Û min qet ji bîra nekir. “pela cigarê çiqas e? Dema bikeve bin balîfê, dê tu bibêjî ‘balîf bilind bûye’ yanî dê tu ferx bikî.” Lê îro ji bo hindekan ne pela cigarê, mirov daran jî bixe bin balîfa wan ferx nakin.

Berê hêza min jî zêde nebû. Bavê min wê demê jî digot, “tu kesî ku li te guhdar bike nîne”. Di vê watê yê de heman tişt didome. Erê, di wateyekê de ev yek îro jî rast e. Ez bi tenê me. Lê ez ji bavê xwe jî bihêztir im. Zilamê ku ev yek digot bi xwe ne tu tişt bû. Li gel ku ez jî wisa me dîsa jî min ji ya xwe bostek jî bi paş ve neavêt. Dîsa li gor hemûyan ê herî xort ez im. Li gor kalik û bavê ez im.

Digotin, “bila kurê tu bavî weke yê wî nebe”, bavê min jî ne di we rewşê de bû ku aqil bide min. Jixwe min ew zilam qedandibû, baviktiya wî jî bi temamî min qedandibû. Hîna di bîra min de ye, Îsmaîlekî pir tembel hebû. Îsmaîlê qurbanê bû yan jî Îsmaîlê bêhiş bû? Yekemîn pêşniyaza bavê wî jê re wisa bû, “derbasî pêşiyê nebe, li dawiyê nemîne, tam di nîvî de bisekine”. Tam felsefeya gund. Vî, demeke dirêj kurê xwe rê nekir dibistanê. Dît ku em zarokên xwe rê dikin dibistanê, dikin xwedî dahatû, wî jî rê kir. Piştre kete nav zar û zêçan, nehate pêşentiyê.

Jiyana hemû gundiyan bi şer derbas dibe. Lê di ev şêwaza şer de serkeftin nîne. Rewşeke dijî şerê gelerî ye. Û ji ber vê yekê ji nakokiyên hundirû xwe qedandine. Rûyêkî vê yê dîtirê jî, pasîfîzma ji xwedê razî ye. Encamê vî şerî, pasîfîzma gunditiyê û serî tewandina ji qederê re ye.

Di her şerî de bavê min digot: “here, here! Li ser gund wisa şer bike, here wisa xeberan bide”. Min weke şêwazê wî nekir. Heke min weke wî kiriba, ez niha ji zû de miribûm. Ez nedigihiştim panzdeh saliya xwe jî. Bav jî axayek e, dixwaze şerê berê bide meşandin.

Wisa tê fêmkirin ku, dayîka min ji min re dibistana herî baş bû ye. Di gund de ev jin, kesa herî zêde diqêre, ji şer re vekirî û serhildêr e. Hîna di bîra min de ye û ez dikevim bin erdê. Min digot xweziya, bila dayikeke min a wisa serhildêr nebûya. Di gund de li hember xelkê ew wisa çawa şerm nake? Çawa wisa her kesî dixe nava welweleyê, çawa wisa serî hildide? Ez bi rewşa xwe ya zaroktiyê ve diketim bin erdê. Ez bawerim sedema çawaniya taktîkgeriya min jî dikare bi wir ve were girêdan. Ew serhildêriya wî, di heman demê de di nava xwe de lewaziyek hildigirt, min ev yek dîdit. Ji ber ku, ewqas bang dike, diqêre, lê encameke serkeftî nagre. Ez dixwazim ji dayika xwe bawer bikim, lê ji destên dayîka min tu tiştek nayê. Bavê min jî wisa bû. Çalakiya wî ya herî mezin, derdiket ser ban û xeber dikirin… Çawa xeber didan ew jî ne diyar bû. Vir vir vir. .. xeberên herî giran dikirin, piştre dihat li cihê xwe rûdinişt. Li dij dijminên xwe bingehê şêwaza çalakiyên wî wisa bû. Tê wê wateyê ku herduyan jî ez gelekî bandor kirime. Min ev bingehên mezin ên rêbertiya taktîkî ji pêkanîna berovajiya wan bi dest xistiye. Yanî hîna di temenê xwe yê biçuk de min ev tişt weke tiştên vala û pûç didîtin. Min didît ku ew xwe gelekî bêwate dikin, pir şerên bêyî encam dikin û min berovajiya vê yekê pêk dianî. Wisa tê fêmkirin ku, sedema bingeh a fêrbûna di temenê biçuk de, bi rastiya vê malbatê û rastiya dayik û bavê ve girêdayî ye. Min waneyên xwe yên herî bingeh jî ji wan girtine. Hal-î harabê bavê min hişt ku ez di van karan de bibim rêber. Êşên ku me di zaroktiya xwe de jiyan kirin, em birin berbi wê encamê ku em ji van karan re rêbertiyeke baş bikin.

Bêguman li hember ketina mezin, li hember girîna mezin, li hember layiqiya biçuk a ji xwe re helwesteke min heye. Jixwe bavê min digot, “dema ez bimrim dê tu rondikekê jî nebarînî”. Wî dizanibû ez li dijî çi me. Li hember biçukbûnan û erzanbûnan ez rondikan nabarînim. Lê di aliyê dîtirê de jî cîhan hemû dizane ku ez çiqas hestyar im. Aliyê min ê evînê û yê hestê ji aliyê min ê zanebûnê bihêztir e. Lê zanebûn jî heye, ez wê jî piştçav nakim. Meşa min a nêzî zanistiyê tu kes nikare piştçav bike!

Ez şerekî balkêş ê hestan im. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwastek, bi qandî dijbertiya kîrêtiyan, bi bingeh girtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.

Min xwast ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Li gel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.

Rêber APO

Dahûrandina “Ziman û Çalakiya Rastiye”

Attachment