Hebûna Çandî Bi Ziman Pêkan E

0Shares

Yên ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî, nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin. Hîn ez di heft–heşt saliya xwe de dema diçûm dibistana seretayî ya Cibînê, gundê cîranê me, min yek peyv jî bi Tirkî nedizanî. Di çûn û hatina dibistanê de min her dem ji xwe dipirsî; çima em bi Kurdî fêr nabin û çima dibistanên bi Kurdî nînin? Bêmafiya bi ser me de tê rêvebirin, di wan salan de min ferq kiribû. Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî, di hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Neteweyên Yekbûyî de jî ev maf heye.

Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, faktorekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandi ye… Ji nijadkujiya fizîkî tirsnaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Divê mijarê de, divê dayîk û zarokên Kurdan xwestekên xwe bi dengekî bilind bînin ziman, reaksiyonên  xwe yên demokratîk raber bikin; ev yek mafê wan yê herî xwezayî ye.”

Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di berbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima hetanî niha saziyeke zimanê Kurdî nîne. Ataturk jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihêjin saziyeke bi vî awayî. Ger hetanî niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmaniyek e û divê leztirîn ev kêmanî ji holê were rakirin.

Her wiha ev yek weke Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ewe ku demeke zutirîn di warê zimanê Kurdî xwe gihandina sazîbûnê ye. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihêjin sazîbûna Zimanê Kurdî.

Tevkujiya Çandî Ji Ya Fizîkî Xirabtir E

Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ne nîjadkujî be çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de têne hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fizîkî xirabtir e. Mînak, Cuhî bi ber tevkujiya fizîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe jî biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.

Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilamim. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.

Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma real û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê netewa demokratîk pêşniyar dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayine. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fam kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi bîrdoziya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyane. ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Wek mînak, îro tê xwestin ku li Îngilîstanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e.

Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe ûhw. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were famkirin.

Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ez hindekî reya navîn esas digrim. Li gorî min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çiqas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avadaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr yê di zimanê Kurdî de şareza, çiqas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendevanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihêjin, ger em bi soranî binivisînin, yên kurmanc tênagihêjin. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihêje asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihêjin. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.

 Divê Berhemên Bi Zimanê Kurdî Bêne Afirandin

Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestandin. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi İngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştandin, bikin zimanê rojane, emê bi sebir û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman ya demê bibe.

Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Wek mînak mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne. Divê xwe amade bikin û dîsa belgewar (belgefilm) werin kişandin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser yên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Min ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.

Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr ya dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan ya bi zimanê Kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.

 Tenê Nivîskariya bi Zimanê Kurdî Têr Nake

Ez dixwazim li vir bala we bikşînim ser xaleke girîng. Ev yek bi qandî ku girînge her wiha xwedî nirxeke mezin e jî. Rabûna kesekî ya bi xebata nivîsandina romanekê wêjeyî û berhemeke din ya bi zimanê Kurdî, tenê xebateke bidestgirtina karekî wêjeyî nîne. Ji ber ku kesayeta Kurd di nava zîhniyeta serdestiyê de heliyaye. Lewra zu bi zu nakeve ser çanda Kurdî. Divê mirov misoger li hember vê bûyerê şiyar û agahdar be. Ev yek dê rê li pêşiya bêgiyaniya wêjeyê vebike. Ji lewra wê demê her xebata nivîskî ya wêjeya Kurdî ji şikil wêdetir tu tiştekî îfade nake û di hundirê xwe de jî tu wateyekê naderbirîne.

Li hember vê rastiyê tenê nivîskariya bi zimanê Kurdî têr nake, gelek aliyên ku hewceyê dest girtinê peydane, ji deruniya civakê bigre hetanî bi rastiya rojana ya civakê hemû di hundirê vê rastiyê de peyda ne.

Rêber Apo

Dahurandin; Rastiya Ziman, Wêje Û Çanda Kurd

Attachment