Sala 1995’an Rêbertî erkeke stratejîk wekî sala guhertinê girt dest û bi vî awayî rol dabu. Bi taybetî piştî sala ‘90’î bi pêşketinên cîhanê ve girêdayî bi mudaxeleya Rojhilata Navîn re eleqedar jinûve guhertina paradîgmayê pêwîst dîtibû. Li ser van esasan Sosyalîzma Pêkhatî hilweşiya ye, êdî cîhan ne du qutûb e, divê hemû têkoşîn spartekên xwe diyar bikin, hedefên têkoşînê diyar bikin. Ev jî stratejiya têkoşînê diyar dike. Ya rastî Rêbertî li ser vî esasî dixwaze guhertinê pêş bixe. Bi vî awayî Kongreya PKK’ê ya 5. li Heftanînê tê lidarxistin. Di Kongreyê de pirtûka Rêbertî ya bi navê Di Sosyalîzmê de israrkirin, di Însan de Israrkirin e tê xwendin. Ev rapora polîtîk ya wê kongreyê ye. Rêbertî li ser sosyalîzma zanistî ya hatiye jiyîn tehlîlekê pêş dixe. Cara yekê di wir de li ser Sosyalîzma Real rexneyan pêş dixe. Dîsa ji ber ku Kongreya PKK’ê ya 4. herî dawî sala 1991’an hatibû lidarxistin, diviya pratîkên 4 salan bihata nirxandin. Pratîkên giran hatibûn jiyîn, wekî pratîka Zelê, pratîka Şemo li Amedê, pratîka Egîdê Qaso li Mêrdînê, pratîka Gûneybati ya Terzî Cemal hebû. Cardin bi taybetî di Şerê Başûr de du xet pêş ketin; xeta teslîmiyetê û xeta berxwedanê. Pêwîst bû vana tev di wê kongreyê de bihatana nirxandin, ev rol jî ji vê kongreyê re tê dayîn.
Mijara din jî nêzîkatiyên ji bo jinê tên nîqaşkirin bû. Bi taybetî hin pratîkên şer hene ku zilam dixwaze bi jinê îzah bike, hinek texrîbat derketin û hwd. Rêbertî dixwaze ev di wê Kongreyê de bêne nirxandin, ji ber ku di hemû pratîkên sûc de jin jî hatiye bikaranîn.
Di wê kongreyê de biryara herî stratejîk derket eve; jin pêwîste kongreya xwe li dar bixe, hemû welat jî bigre hundirê xwe. Berê ezmûnên rêxistina YJWK û TAJK’ê hene, bi artêşê gaveke din xebatên jin pêşve çûne, lê belê ne di asteke ku welat hemû bigire hundirê xwe de bû. Ya rastî di Kongreya 5. de guhertinên bingehîn tên jiyîn. Ji bo baş bê famkirin wê Rêbertî di Kongreya Pêncemîn de wekî perspektîf dide. Eger tehlîlên di wê kongreyê de ji bo herêmê, ji bo cîhanê ku hatine kirin rast bihatan famkirin, heger PKK’ê xwe li gorî wan guhertinan bigirta dest, diviyabû wekî pêvajoya 1998-99’an bûya.
Dîsa agirbest çêbibû, lê belê ji aliyê Şemo ve hatibû sabotekirin û pêwîst bû ew bihata dadgehkirin, ji ber ku kiryarên Şemo yên wê demê sûceke mezin bû. Di warê leşkerî de hinek biryar têne girtin, Rêbertî ji bo taktîkek nû pêş bikeve digot, “Şerê Bi tevger”. Lê li wir biryara ku em Tûgayê birêxistin bikin hate girtin, ku ev biryar ne li gora tevger û artêşên gerîla bû, biryarek ne di cîh de bû.
Êdî ji ber pratîkên artêşa jin pêş ketine, di çarçoveya xebatên ku hatine meşandin de raporek ji 17 rûpelî amade dikin. Beriya wê jî eyalet eyalet nêrîn tên girtin û raporê de cîh tê dayîn. 350 xort, 45 delegeyên jin tevlî Kongreya PKK’ê ya 5. dibin. Cara yekê hejmarek jin ewqas zêde tevlî kongreyekê dibe. Li vê derê raporek xweser ji du rûpelan ji xebatên jin pêktê tê pêşkêşkirin. Heman demê 2 navend û 1 yêdek bi giştî 3 hevalên jin dikevin Navenda Partiyê. 2 hevalên jin weke endamên navenda PKK’ê û hevalek jî wekî yêdek têne hilbijartin.
Piştî Kongreya PKK’ê ya 5. ji ber ku biryar hat girtin jin kongreya xwe pêk bîne, yekser dema heval belav dibin komîteya amadekar ya kongreya jinê tê hilbijartin û hevala Sozdar Avesta berpirsiyariyê digire ser milê xwe. Paşê di navbera xwe de parvekirina kar dikin; hevala Sara wê bi amadekirina belgeyan re eleqedar bibe, hevala Şîlan Kobanê wê amadekariyên pratîk bike. Wekî Kongreya YAJK’ê ya 1. tê destgirtin, ji ber ku cara yekê ewqas bi giştî rêxistinê digire nava xwe.
Kongreya YAJK’ê di navbera 8-18’ê Adara 1995’an de li Metîna tê lidarxistin. 350 delegeyên jin tevlî dibin û hema hema ji her eyalet û qadekê hevalên jin beşdar dibin. Di nav şikefteke Gulka de li Metîna tê çêkirin. Di wê demê de hevalan ji wir re digotin, “Perestgeha Jinê” wek sembolîk e, ji ber cara yekê gaveke wisa di aliyê jin de tê avêtin.
Çima rêxistinek bi vî awayî hat avakirin? Ji bo çi artêşa jin hate avakirin? Raste, artêş hatiye avakirin, lê hîn nebibû rêxistin û hîn nav lê nehatibû kirin. Her wiha xebatên jin tenê bi xebatên gerîla re sînordar nîne, di zîndanê de, di nav gel de û hwd. hemû xebatan diviyabû bigire nava xwe. Lê şanseke mezin jî heye; gelek rêxistin destpêkê partiyê ava dikin, paşê baskên xwe yên mîna artêş, enî, civakî û hwd. birêxistin dikin û pêş dixin. Lê di nav rêxistina me de ne wisa ye, pratîk heye. Ya rastî li ser esasê pratîkê pijandin çêdibe.
Di gerîla de artêşa jin heye, di qada civakî rêxistinên jin hene, pêşengiya ji serhildanan re heye, berxwedana li zîndanan heye û her wiha bingehek çêbûye. Li ser bingeha wê pijandina rêxistinî çêdibe û ev şansek mezin e. Encamên derketine holê tê de ked heye, xeta fedaîtiyê zelal bûye, pêwîste ev ji bo têkoşîna azadiya jinê xwe bizivirîne pêngavekê. Ew jî bi avakirina rêxistina xwe ya xurt pêk tê. Heman demê ev dibe xebateke stratejîk. Dîsa armanc ew e, çawa Rêbertî Sosyalîzma Real tehlîl dike ku di kongreya pêncemîn de rastiyek heye, di tecrûbeyên şoreşên din de şoreşa netewî çêdibe û jin jî tê de cih digirin, fedakariyê dikin, ked didin, lê piştî şoreş bi ser dikeve careke din jin dizivire pozîsyona xwe ya berê. Di gelek şoreşên cîhanê de ev rastî derketiyê holê. Jixwe piştgiriya xwe ji Sosyalîzma Real digirtin.
Rêbertî destpêkê şerê rizgariya netewî li pêş dibîne, ji bo vê di nav şoreşa netewî de şoreşa jinê stratejîk dibîne. Li vê derê garantiya çareseriya pirsgirêka Kurd dide. Eger çareser bibe û rizgariya netewî pêk were, wê jin jî bikaribe xwedî li keda xwe derbikeve û dîsa jin nezivire pozîsyona xwe ya berî şoreşê. Jixwe wê ev bandora xwe li ser şoreşê giştî bike. Karakterê me cuda ye, ji bo vê ferqa me ewe. Tu şoreşekê bi hakimiyeta zilam pêş bixî ferqa te ji şoreşên din namîne. Rêbertî bi nêzîkatiya jinê re dixwaze bigihe vê rastiyê û esas şoreşa jinê hedef dike. Zemînê tasfiyeyan, têkiliyên kevneperest ên jin û zilam hilweşandinên ku bi xwe re tîne û hwd. ev pratîk dihêle rêxistina jin saxlem bibe, li hemberî van nêzîkatiyan bikaribe xwe biparêze.
Di vê Kongreya YAJK’ê de ferasetên kevneperest tên tehlîlkirin. Yek jî, kongre di aliyê xeta azadiya jinê de wateyeke xwe ya wisa heye; êdî biryargeha navendî ya jinê tê avakirin. Êdî wê xebatên jin bi tevahî ji aliyê yek navendê ve bêne birêxistinkirin. Bi wê ve girêdayî wê di eyaletan de jî xwe birêxistin bikin. Perwerdeyên xweser wê bi xwe bibînin. Ya herî girîng, der barê jinê de çi biryar pêwîste bê girtin, ew ê jin bi xwe bigre. Muhatab wê jin be, ango wê rêxistina wê be. Zilam êdî nikare der barê jinê de biryar bigire. Tabî yek ji armanca artêşbûna jinê, pêşî li hewildan û texrîbatên tesfiyekaran girtin bû. Ji ber ku gava jin birêxistinkiribî be hîn zêde dikare rêgeha (doğrultu) xeta şer diyar bike. Yan na, bi awayek nerêxistinî ked bide, fedakarî bike jî, gava bi îradeya xwe nebe xwedî biryar û hêz pir zêde nikare bandora xwe li ser derdor çêbike. Ji bo wê artêşbûna jinê roleke bi vî awayî dilîze.
Jixwe Kongreya YAJK’ê ya 1. heman demê bi statûya ku yekemîn kongreya jin a neteweyî ye tê lidarxistin. Di wê kongreye de wekî perspektif nirxandinên Rêbertî ji bo YAJK’ê wiha ne: “Weke milîtanên Tevgera Azadiya Jinê yên bijare, divê hûn pêwîstiyên vê jiyana şerker hem di aliyê fikrî de, hem jî di aliyê pratîkê de bi îdîayek mezin bimeşînin. Bi qasî wê, divê hûn xebata vê di asteke pêşeng de bi xurtahî bimeşînin û yek kêliyê jî dev jê bernedin. Tevlîbûna we ya nav şoreşa me yan jî cih girtina jinê ya di nav şoreşê de ger ji rêzê were destgirtin, nirx jê re neyê dayîn, ev dibe helwesta herî neyînî. Berî her tiştî pêwîste hûn ji xwe re rêz nîşan bidin, bi xwe bawer bin, îdîaya we hebe. Kesê ji xwe re rêz nîşan nede, bi xwe bawer nebe, nezanibe çi dixwaze bike û ji pirsgirêkên cinsê xwe re nebe hêza çareseriyê, ev tê wateya ku wê kesê di rêjeyek girîng de dev ji îdîaya jiyanê berdaye, ji wê hatiye qutkirin. Em îro di Kongreya Jin a Neteweyî ya 1. de civîneke asta xwe ya azadiyê pêşketî lidar dixin. Jin lazime hemû hêza xwe, destpêkê bi qasî fikrê afirîner-şoreşger, pratîkên xwe jî raxin holê. Di her astekê de birêxistinbûn û bisazîbûna artêşa jinê ji bo wekheviyê, ji bo azadiyê rastiyekî dev jê nayê berdane. Eger hûn dixwazin xwe jinûve qezenç bikin, bawerî bi bilindbûna cinsê jinê tînin û dizanin ku hûn ji zilam zêdetir muhtacê birêxistinbûnê ne, divê hûn bizanin birêxistinkirina di bin bandora xwe de, xwe birêxistinkirinê, xwe bi artêş kirine bi xwestekek mezin, bi dildarî û feraseta berpirsiyariyê bi ser bixin. Li ser vê bingehê ez 1. Kongreya we ya Jin a Neteweyî silav dikim, ji we re serkeftinê dixwazim.
Bijî Artêşbûna Jin a di Riya Kurdistana Azad de!”
Ji vê dirûşmeyê jî tê fêmkirin ku, artêşbûna jinê tenê ne ji bo jinê çareseriyê tîne, yek jî ber bi Kurdistaneke azad ve diçe. Esas ev ji bo rêxistina jin a YAJK’ê wekî hedef e.
Akademiya Şehîd Zîlan