Jina Bihêzbûyî Jiyan E

0Shares

Ez bi jina bihêzbûyî şanaz dibim. Jina bihêz bûyî, rûmeta me ye. Bi jina bihêzbûyî re jiyîn bi nirx e. Jina bihêz bûyî jiyane. Jina lewaz, jina pêvek ji bo nirxên me yên moral tahlukeye, lewaz dike. Mêrê ku vê ferz dike, hem di wateya çînî de hem jî di aliyê nirxên moral de tê wateya ferzkirina jiyaneke tahluke.

Ji lewma ger hûn bi prensîp bin, bi zanistiya ku jina bihêz di hemû qadan de temînata azadî û wekheviyê ye, ev hêjayî jiyankirinê dîtin, heta bi tekoşînê re kirina yek û wî wekî dewlemendiyek dayîna nîşandan jî, divê weke wezîfe were hizirandin. Heta niha tim ji dervede li hêzê nêrandin, dema hêzeke rêveberiyê tê dayîn li ser wê razan, bi vî hema hema xwe bazarkirin hatiye jiyankirin. Em vê weke bêrêziyeke mezin dinirxînin; em didin diyarkirin ku ev pir zêde mafê jiyankirinê dê nebîne, heta rewşekî berovajiyê mafê jiyaneke azad û xweser a tê xwastine.

Jineke zimanê xwe nebe, cahîl be ti nirxekê îfade nak e. Bi çekbûnekî çors ango kaba jî ne çareseri ye. Li gel ji viya re rêzdayînê, jineke milîtan ku nirxê ew şerê azadiyê ku dide nizane, bi jiyana xwe re û li dewsa kirêtiyên xwe bi xweşîkahiyan re pêwendiya wê çênake, tê wateyê ku ji şer ti tiştî fam nak e. Hûn vê şerî ji bo bersivek ji pirsgirêkên xwe yên azadiyê yên kokdar re bibînin didin. Ev hem mafê we ye, hem jî wezîfeya we ye. Hedefên wê, pîvanên wê yên red û pejirandinê, nirxandinên wê yên xweşîkbûn û kirêtbûnê, têgihiştinên wê yên azadî û wekheviyê, bi hêza xwe ya cewherî li ser lingê xwe mayîn pir girîng e û ji bo jiyanê esas e. Bila ti kes bi xwe spartina jina lewaz, jina kole jiyanek xeyal neke. Partiya me weke prensîp, weke pêkanîn li dijî vê ye. Rexnelixwegirtineke herî baş a were dayîn, jineke me ya şervan tenê jî, di wateya fizîka xwe, ruhê xwe û zanistiya xwe de nesexlem nemîne ye. Ger hûn vê çêbikin, dê were wateya rexnelixwegirtineke herî baş û ev şer te.

Ên ku azweriyên xwe yên azadiyê nebe, dê azweriya xwe ya rêxistinê û serketina wê jî, nebe. Di biharê de çawa ku her tişt ji nû de bi jiyanê re hevdîtin çêdike, em jî bi van amadekariyên xwe yên mezin re bi jiyana azad re, bi jina azad re û civaka azad re hevdîtin çêdikin. Ev, bi pere nayê girtin, ancax bi şerê azadiyê ya pîroz were girtin. Cehaleta kur a di vê mijarêde, nezanîn û ketîbûn bi mîsoger li we nayê. Eynî wek di kesayeta Zîlan de bûye, divê em van rastiyan bikin xwelî û di kesayeta xwede berbi kesayeta serketinê ve bi pîroz kirinê re divê em temsîl bikin.

Divê hûn xwe ji piyonbûna ji rêzê ya pergalên koletiyê rizgar bikin. Ji bîr nekin ku em weke gel ketine rewşeke gelekî xirab. Em li şûn hemû gelên dinyayê ne. Weke zayend hûn hîn li şûn wan in jî. Gelo kî îdîa dike ku dê jiyan bi hêsanî were qezenckirin? Yê ku vê îdîa dike derewîn e. Dibe ku di dema derbasbûyî de we gelekî xeletî kiribin. Jixwe di şertên giran a koletiyê de bêxeletî derketin nabe. Dibe ku şaşitiyên we yên girîng hebin. Lê belê niha wate nedayîna derfetên azadiyê xwe, endam nedîtina ji bo pêwîstiyên wê, nêzîkbûna ne efûkirinê ye. Ji ber ku hûn dest bi jiyanê dikin, ji jiyanê fêm dikin. Ger hûn zorê bidin xwe, dikarin bi ser bixin. Ez dixwazim çarçoveyeke ku meşa we bi hemû aliyan ve watedar bike, weke ku xeteke sor xîz bikim. Ger di van hemûyan de ferasetek were bidestxistin, li gor min nebûna meşa we bi şêwazeke balkêş, bi heyecan û her diçe serkeftinê diyar dike û pêk tîne nayê hizirîn. Ji bo vê ji zilaman zêdetir pêdîviya we pê heye. Wêrekî û fedakariya we jî zêdetir li ser vê bingehê ye. Ev ji cewher dûrxistin, di nefêmkirina vê de israr û helwestên ji rêzê pêkanîn, di rastiyê de dê we ji gavên azadiyê ya ku hêviya we ye dûr bixîne. Dibe ku hûn vê dereng ferq bikin, lê belê wê demê jî hûnê wenda bikin. Girêdaniya li xwe danê, di jiyanê de nerihetbûn, bi vê nêzîkbûnê ve gelekî girêdayî ye. Li şûna ku hûn heyf bikin, li xwe bidin û perîşan bibin, gaveke xwedî rêgez biavêjin, temenê xwe –ku teqez şerekî we yê ku hûn qezenc dikin heye- li gor wê plan bikin. Cewherê we jî ji bo vê guncaw e. Tiştê ku ji we tê xwestin rengê ku pêwîste bi vê were dayîne. Ji vê jî netirsin.

Divê hûn di nava partiyê de bibin xwedî hewldanekê herî bi îdîa û zilam jî bi hemû aliyan ve sererast bike. Di vê wateyê de ger hûn xwe bi rengê YAJK ê şênber bikin û rêxistin bikin, tê wateya ku hûn têne wateya çekeke ku zilam jî tîne rê. YAJK hetanî niha nêzîkbûneke li gor wekhevî û azadiyê bû, ji vê pêvajoyê pê ve dê wê jî derbas bike. Divê YAJK bibe çekeke ku zilam tîne rê. Ger YAJK xwe li ser vê bingehê watedar bike, misoger ew dikare zilamê Kurd jî bîne rê. Vaye di vê xalê de em dikarin behsa hêza evînê, ya ku zindî dike, bênamûsî û bêrûmetî bi erdê ve dike yek bikin. Ger wateyeke evînê hebe, divê bibe navê di vê xalê de yê tune dibe, xelas dibe, tîne ser hişên xwe. Ger jin vê fêm bike, li gor vê lêgerîna têkîliyan li ser serê me cihê xwe heye.

Ev di heman demê de serkeftina rûmeta wê ye jî. Him pêkanîna wekhevî û rizgariyê ye, him jî rizgariya zilam a ku gelekî xalan de tevlîhev û tune bûye ye. Yê ku di nava we de xwedî îdîa hebin, bi vî rengî nêzîkbûna zilam, li gor min rastir e. Gelek ji wan dibe ku wekhevî û azadiyê dixwaze bi dest bixe, lê belê divê hûn jî zilam tengav bikin. Hûn dikarin bi îdîa xwe, bi vîna xwe, bi partîgeriya xwe ya mînak ve, bi xwedîderketina nirxan ve zilamê ku ji gelek aliyan ve kêm, xeter û metirsîdar bînin ser hişên wî. Di vê wateyê de hûn nizanin xwe weke çekeke jinê bidin şerkirin. Hûn ne di ferqa jêhatî û zayenda xwe heta zayendîtiya xwe ne jî. Her dem weke malekî hatina pêşkeşkirinê, xwedî lê derketinê we weke felsefeyekê fêm kiriye. Ev yek tê wateya di rewşeke gelekî bêvîn, gelekî bêpêwendî û li benda stendinê de mayîn e. Ev di heman demê de sedemê hemû bêhiziriya we û hestyariya we ya erzan e.

Divê herkes bizanibe demabi ajoyên cînsî bi ser jinê de çûyîn derbas bûye. Were zanîn ku bûyera jinê bi jiyan û çalekiyê pêk tê. Her wiha bi qasî eşkere gotinê, xwe bi awayeke wekhev û azad derbasî asta azadiyê kirin jî girînge. Bijinê re derveyî van hevdîtin û guftûgo kirin ne gengaze. Heger rêzdarî, mezinbûn, pîvan hebin, zilamên me van pêwîstiyan bicih bînin, dikarin jinekê bibînin. Ji ber çi jin ewqasî bi me re girêdayîne? Zilamên me piranî hesûdin. Ewqas girêdanên mezin jî ji bo min qet ne pirsgirêkin. Di civakê de bi qelen, di nav me de jî bi rayeyê hûn nikarin hêza xwe nîşa bikin û jinê qezenc bikin.

Sedema bingehîn ya min li ser piya dihêle, hestên min yên welat, gel, heta hestên min yên ji bo jinê ne. Jiber girêdanên min pir bihêzin, ez rojane berxwedana xwe, rêxistina xwe, taktîkê xwe pêşdixim. Jiber girêdana min ya jiyanê bihêze. Heskiriyên min zêdene, yên bi min re girêdayîne zêdene, yên ji min hêza jiyanê dixwazin zêdene. Ez jî gelek liberxwe didim, xwe bi awayê bê eman birêxistin dikim û bi hêsanî bibin nakevim. Ji pirsa Çawa Jiyankirinê re bersivên wê jî wiha biwêrekî bin, hûnê bikaribin vî welatê xweşik derbasî pêvajoya herêmên hatine rizgarkirin, girêdana bi rêhevalan re, xwe rêxistinkirin û nirxên şerê bilind bikin. Ev hemû ji pirsa Çawa Jiyankirinê re dibin bersivên bingehîn.

Didim xuyakirin ku bi hêvî û baweriyê di welatê xwedawenda dayîk û xwedawendên evînê de bi hêza azadî û wekheviyê re ku bi hezar salane hatiye wendakirin, di xebatek û şereke navend jin de dê bedewî û zeka, ji nû ve were afirandin, a heyî jî dê bi qandî hevpeymana civakî jiyanî bike, bigihije hêza cewherî. Di rêhevaltiya jin a tijî bi hezkirin û rêzgirtinêye bi qandî îdîayê, ji bo hewldanên xwe mîna karekî evînê heta bêhna xwe ya dawiyê ez dê bidomînim, mîsoger e. Gûman nîne ku dê wate bidinê û bi qandî ku pêdivî bibînin, ez rêhevalê jinim û her timî jî, dê wisan bimînim.

Rêber APO

Attachment