Mîrasa Çandî Ya Ji Jinê Hatiye Dizîn

0Shares

Avakerê civaka Neolîtîkê jin e. Serdemekî ku çand cûr bi cûr û dewlemend dibe, berhem mezin dibe pênase dike. Bi dewlemendiya çand û hûnera ku bi destê jinê hatiye avakirin, jiyan hîn bi wate dibe, weke çemên Dîcle û Firatê bi coş dibe û diherike. Rîstê zilam pişt siha jinê ye. Çalakbûn, afirînerî, avakerî û yekbûna jinê cihekî girîng digre. Bi sekan xwe ya xwezayî û afirîneriyê derdikeve pêş. Jin vê hêza xwe ji bo bûyîna erk ango cûdahiya ji xwe re binase naşixulîne. Berovajî di kêdikirina ajelan de, avakirina malan de, dexl, çandinî de, çinînê de, zarok anîn û mezinkirinê de, jiyana komunal hilgirtina dînamîkên civakê de, bi watedayîna jiyanê li hemberî xwezayê birêzbûnê de, xweza û civakê di nav hevsengiyê de girtinê de dişxulîne. Di warê giştî de rîsta jinê ya civakî girîng e. Ger jin van afirandinan pêk neanîba, dibe ku civakên însan weke homo habîlîs, homo erectus, neandartel û hwd tûne bûya. Lê mirovahiyê bi xwezayê re kiriye yek û bi vê awayê ji dewlemendiyên xwezayê sûd wergirtinê û bêmiriniyê biser xistiye. Bingeha rast a lêgerînên bê miriniyê ev e. Gelek cûre û nebatên ku di xwezayê de jiyan dikir, bi demê re tûne bûn. Însan ji vê rastiyê derketin rê û lêgerînên bêmiriniyê bi wan re destpê kir. Zayîna ku jin pêk tîne, xwedîkirina zarokên ku tîne dinê û bi avakirina qadên jiyanê, pêkanîna berdewamiyê ya rastî encam girtina lêgerînên bêmiriniyê ye. Yek ji sedemên bingehîn ê zarok anînê jî lêgerînê bêmiriniyê û ew hêsta cûreyê xwe birina pêşerojê ye. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê yek ji sedemên bingehîn ê zarok anînê, bi hezaran salan di bin dagirkeriyê de jiyankirin e. Ger bala xwe bidinê li cih3en ku derûniya şer lê kêm e, hejmara zarok anînê jî kêm e. Însan bi saya jinê bêmiriniyê di rastiya civakî de pêkanîne. Lê di pêşketina şaristaniyê û serdemê ku zilam hewil dide bibe desthilatdar de, Gilgameş bêmiriya takekesî geriyaye, lê binkeftî bûye. Zarok anîn û mezinkirin bêmiriniya rastiya civakê ye. Kesên ku bêmiriniyê takekesiyî kirine û lê geriyane, wenda kirine. Lêgerînên ku ji rastiya civakê qût bi awayekî ez ezîtî hatine meşandin, hêdî hêdî mirovhaiyê jî ber bi tûnebûnê ve rû bi rû tînin. Yê ku li pêy bêmiriniya takekesî dibeze, zilamê xwedî feraseta desthilatdar e. Mirovahiya ku bi pêşengtiya jinê jiyanê û dewlemendiya çandî girtiye, ji ber lêgerînên takekesî yê zilam bi tûnebûnê re rû bi rû tê. Ji ber ku pergal xwedî ferasetek desthilatdar e, berdewamiya neslê xwe di neslê takekesî de û bûyîna xwedî zarokê xort de digere. Her zilam ji bo pêkanîna berdewamiya xwe dixwaze bibe xwedî zarokê xort, çiqas zarokê xort hebe ev tê wateya hîn bêhtir berdewamî û teqezkirina neslê xwe.

Divê bandorên ku merheleya şaristaniyê li ser ferasetan ava kiriye were dîtin û bidestgirtin. Tenê bi hejmarekê zêde zarok anînê re nikare were pênasekirin. Çima derbasbûna şaristaniyê pêk hat, çima bajar hatin avakirin û jin wenda kir? Ger em vana bi tendurist tehlîl nekin, em nikarin pêşeroja xwe jî bi tendurist ava bikin û wê demê emê dûbarebûnê jiyan bikin.

Dema em mîtolojiyê rast dixwînin sedemên wendakirina jinê jî derdikeve holê. Em nikarin mîtolojiyê weke çîrokên fîşal bigrin dest. Mîtolojî, bi rêya xweda û xwedawendan, bi îlahkirinê rêbazê vegotina rastiya ku civak dijî ye. Ger em bi awayekî sosyolojîk li mîtolojiyê mêyze bikin û bi rastiya civakê re li hev bînin, rastiya civakê ya ku di wê demê de hatiye jiyîn jî wê derbikeve holê. Di destana Gilgameş de, di şexsê Enkîdû de hewildana niqandina çandekî û bi rêya îxanetê hewildana tûnekirina qebîleyên çiyayî ‘qebîleya Kurd’ em dibînin. Rûxmê ku Enkîdu ji qebîleya çiyayî ye, bi destê jina ketî îxanetê li qebîlaye xwe dike. Ev di dîrokê de îxaneta yekemîn a tê zanîn e. Enkîdu bi destê jinê ve tê xistin û yekemîn kesa ku Enkîdu wê qetil dike jî dibe Lîlîth, a ku xwedî li çanda xwe derdikeve, xwe li kûnê darê vedişêre û destûr nade kesên ku ji bo qetilkirina xwezayê werin. Em dikarin weke pêvajoya ku berxwedanî û îxanet di nav hev de dimeşe pênase bike. Kurd li daristanan û çiyayan ji şaristaniyê dûr di rewşekî ku ji bo astengkirina meylên şaristaniyê yê li hemberî xwezayê de ne, şaristanî sûd ji zeîfatiyên Enkîdû digre û berê wê dide hevkariyê û piştre jî îxaneta li hemberî çanda xwe.

Êrişên ku ji derve pêk tên û mezinbûna nifûsê avabûna bajaran jî bi xwe re tîne. Li hîn cihan ji bo parastina xwe û çanda xwe xwe dikşînin çiyayan, li hîn cihan jî însan bi hatina gel hev xwestine xwe biparêzin. Di vê wateyê de avakirina bajarên destpêkê li ser esasê parastinê ye, di serî de rîsta pêşengtiyê jin pêk tîne lê piştre rîsta pêşengtiyê jê tê girtin û yê ku pê re dikeve pevçûnê bûye zilam. Belê, çima jin wenda kir? Dibe ku gelek sedemên vê hebe. Ev mijar, mijarekî ku lêkolîn û tehlîlekî kûr dixwaze ye. Di serî de em dixwazin vêya bi girîngî bêjin ku pêvajoya Neolîtîkê li Mezopotamya jorîn hatiye jiyîn, şaristanî û bajar bi halê xwe yê tê zanîn destpêkê li Mezopotamya jêrîn hatiye jiyîn. Li cihê ku Neolîtîk lê jîn bûye, bajarbûn pêşneketiye. Li cihê ku çandekî lê jîn dibe, çandekê cûda nikare şîn bibe. Li cihekî ku çand lê dewlemend e çanda lawaz pêşnakeve. Şaristanî li gor Neolîtîkê ne hîn pêşketîtir e, berovajî rastiyekî ku berhemên jinê didize û bi li hev anîna pergala xwe û guhartina naveroka wê pêşkeş dike, jiyan dike. Avabûna bajaran ne bi niyetekî xirab, berovajî ji ber pêdîviyekî çavkaniya xwe digre. Zêdebûna êrişan û pêwistiya bazirganiyê avabûna bajar pêk tîne, ji aliyê zilamên ku li hemberî van êrişan dest bi parastinê kirinê ve xwe kirina desthilatdar jî di çanda jiyanê de guhartinê bi xwe re aniye. Ceribandina êrişê yê ku zilam ji nêçîrvaniyê fêr bûye, li hemberî êrişan wî bihêz kiriye û vê hêza xwe kiriye amûrekê xwe li ser civakê dîtinê. Yek ji xalên esasî yê jin lê kêm maye jî di warê hêza parastinê de tebatî mayîna wê ye. Ji ber vê ye ku di roja me de aliyê ku herî zêde em bal dikşînin ser, parastina xwe bi xwe pêkanîn û teqez parastina giştî ji zilam re nehiştina jinê ye. Di her derfetê ku em hêza xwe ya parastinê ava nekin de emê bi wendakirinê re rû bi rû bimînin. Ceribandinê şer ê bi zilam re pêşketiye, wî biriye xwe serwerkirinê, qûrnazbûnê, qomplo avakirinê. Bê guman dikaribû vêya neke. Dikaribû ceribandinên xwe yê şer ji bo xwe serwer kirinê, hêzbûnê û îxanetkirina kokên xwe bikar nêyne, lê nebû çima? Çima li jina ku wî ava kiriye û daye jiyîn îxanetê kir? Bi zilamê ku xwe ji rîsta rahîpbûnê re amade kir de, têr nebûn pêş ket. Çavbirçîbûn a bûyîna xwediyê her tiştê… Aliyê ku jin lê kêm ma nedîtina vê û li hemberî vê tedbîr negirtin e. Ji hêla jinê ve baweriya zêde ya li hemberî xwe û afirînên xwe, li hemberî pêşketinan wê bê parastin hiştiye. Nexwe rewşên ku pêşdiketin rêbazên nû û hewildanan pêwist dikir. Dema Enkî Me’yên ku berhemên jinê ne jê didize, Înanna van Me’yan dîsa jê digire, lê li hemberî dûbare dizîna vana tû tedbîrekî nagire. Li hemberî hîn rewşan Enkî bi ceza dike, lê efû dike. Efûkirin dilpakiyekê girîng e, lê ger ya li pêşber ji kêmahiyên xwe bawer bike. Enkî yê weke qûrnaz û rovî tê pênasekirin dîsa bi avakirina qomployan êriş dike.

Bê guman divê pevçûna di navbera Enkî û Înanna were şîrovekirin. Ên hatine dizîn afirandinên jinê ne. Jin van afirandinan dîsa jê digre lê mekanîzmaya parastina van afirandinan pêş naxe. Ev pêvajo şerê di navbera jin û zilam de pênase dike. Tû tiştekî ku zilam avakiriye nîne, tenê dixwaze afirandinên jinê bidize, bike malê xwe û naveroka wê biguhere. Zilam baxça jinê ya fêkî lê şîn dibin talan dike, lê jin wî efû dike û ji bo saxkirina nexweşiyên wê Nîntî ava dike. Lê Enkî wisa îdia dike ku, xwedê Nîntî ji bo ku jê re zarokan bîne dinê ava kiriye û navê Nîntî dike Havva. Zilam ji bo xwe bike hêz û afirandinên jinê bike malê xwe her tim qomployan li hemberî jinê pêş dike û bi jinê re dikeve nav pevçûnê. Ji ber, jin qebûl nake ku afirandinên xwe bide zilam, her tim pê re di nav pevçûnê de ye. Ev pevçûn bi giştî dû hezar sal berdewam dike. Heyanî mîtolojiya Enuba Elîş berdewam dike. Di mîtolojiya Enuba Elîş de, em dikarin çîroka Tîamat û Mardûkê weke çîroka wendakirina jinê bigrin dest. Ev çîrok ji me re behsa çi dike?

Bi komkirina hêza xwe, ji aliyê zilam ve êrişkirina dayîka xwe bilev dike ev çîrok. Mardûk sê tîran li dayîka xwe ya Tîamatê dide. Tîrê yekemîn li serê wê ango li afirandinên jinê, ya dûyemîn li dilê wê ango li hestên jinê, ya sêyemîn li rehma jinê ango li berhema jinê dide. Piştre zilam bi parçekirina laşê jinê, şaristaniya ku dixwaze ava dike. Êdî Mardûk dibe xwedayê ku tenê ew biryaran digre. Ji xwe xwedayên din jê re dibêjin ‘tû Tîamatê tûne bike, emê te weke yek xwedayê mezin qebûl bikin û hemu hêza xwe bidin te’. Ji bo xwedayên din tenê wendakirina jinê girîng e. Ev rewş sazîbûna dewletê û guhartina çandî pênase dike. Belê bi wendakirina jinê, civak wenda dike, çand tê guhartin û feraseta yekane jîn dibe. Ji ber vê Rêbertî vê pêvajoyê weke şikestina cinsî ya yekemîn pênase kir. Ji aliyê Mardûk a kûrê Tîamatê ve kûştina Tîamat, di şexsê jinê de wendakirina civakê tîne. Destpêkê jin tê kolekirin, piştre hemu beşên civakê. Ji ber vê em dibêjin, heya ku azadiya jinê neyê bidestgirtin azadiya civakê nayê bidestxistin.

Di warê çandî de guhartin piştî vê pêvajoyê destpê kir. Pêvajoyên ku pevçûnên di navbera jin û zilam de tê jiyîn heman demê pêvajoyên ku pevçûnên çandî tê jiyîn e. Piştî ku zzilam vê pevçûnê biser xist feraseta dewletparêzî hat jiyankirin û heya roja me ya îro ev feraset tê jiyankirin. Bi berovajîkirina nirxên ku civakê ava dike, her tişt ji bo dewletê hat kirin. Li şûna hevsengiya bi xwezayê re, cihê xwe ji serweriya li ser xwezayê re hişt, bi çêkirina amûran jiyana komunal û kolektîf cihê xwe ji koletiya dewletê re hişt. Çanda civakî hêdî hêdî dest bi helandinê kir. Ger hûn bêjin ‘jin çima ji derveyî vê pergalê ma’ dê bersiva vê ew be ku xwezaya jinê û şêweyê fikrên wê ji vê rastiyê re xerîb e. Şêweyê jiyana jinê û şêwegirtina wê ya çandî berovajiyê vê pergalê ye. Di vê wateyê de tirsek li hemberî jinê heye. Ji bo ji carekê din xwe bigehîne hêza xwe ya berê her tim ji derveyî pergalê hat hiştin û di hemu argumanan de jin hat biçûkxistin. Di hêla derûnî de ger hûn ji însanekî re her tim bêjin kêm e, dê xwe kêm hîs bike. Jin her tim bi awayekî kêm pênasekirinê ve, ji jinê re rîsta ji zilam re xîzmetkirin û zarok anîna dinê hat dayîn. Ger xizmet neke û zarokan nêyne dinê, li hemberî wê her tişt mubah hat hesibandin.
Belê, pêşketin û bi dewletbûna şaristaniyê bi jinê da wendakirin. Her çiqas jin li ber xwe dabe jî, li hemberî qomployên bi vê rengê li ser lingan mayînê bidest nexist. Lê jin pergala heyî jî qebûl nekir ango nepejirand. Heya ji destê wê hat li berxwe da, yên ku xwe kişandin çiyayan û ji derveyî pergalê mayînê pejirandin jî çêbû ango bi bêdengmayînê li benda roja serî rakirinê ma. Îro roja ‘Serî Rakirinê’ ye. Nêwiyên gelê ku civaka xwezayî ava kiriye, li ser heman axê ‘dema serhiladanê’ destpê dikin. Berxwedaniya ku PKK’ê û PAJK daye destpêkirin, li hemberî pergala desthilatdariya zilam û ferasetên ku civakê ji civakbûnê derdixe serhildanek e. Agirê serhildanê ya ku jin û zarokên agir pêxistiye, hêdî hêdî belav dibe û mezin dibe. Di manîfesto û bernameya PKK’ê û PAJK’ê de ev rastî heye. Dema serhildanê, dema mezinkirina serhildanê ye. Dema ji şaristaniyê tol girtin û hilweşandina dewletan e. Dibe ku sibê pir dereng be, bêyî ku ji sibê re were hiştin dem dema li hemberî ferasetên dewletparêzî şerkirinê ye. Her kes dibêje dostê Kurdan nîne. Dema ev tê gotin, di warê dewletê de tê gotin. Bê guman tu dewlet nikare bibe dostê me, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Dostên me û rêhevalên me, kes û gelên ku yekîtiya gelan difikrin û pergalên heyî red dikin in. Ger gel bibin yek, dê dewletên nîjadperest yek bi yek hilweşe. Ji bo hilneweşin, her roj êrişî cihekî dikin. Lê dema ku dîtin rûxmê vê jî ser nakevin, vê carê din bin navê Koronayê de nexweşiyek belav kirin. Di bin navê vê nexweşiyê de hewil dan xebat û têkîliyên civakî bisekinînin. Lê çi dibe bila bibe, dê nikaribin agirê berxwedaniya ku hatiye pêxistin û belav bûye bitefînin, dê serkeftin bibe ya gelan. Demê feraseta dewletparêzî tijî bûye û gehiştiye astekî ku nikaribe bijî. Feraseta dewletparêzî him bedewiyên xwezayê him jî bedewiyên nedamên civakê zuha kiriye. Xweza hêdî hêdî tol digre, jin û ciwanên agir û rojê dê him tola xwezayên him jî tola mirovahiyê hilîne. Dibe ku şansekî me yê cûda nebe. Ger em di rêya ku Rêbertî ronî dike de bimeşin, wê serkeftin mîsoger be. Em vê nivîsa xwe jî li vê derê bidawî dikin, di nivîsa xwe ya din de emê hewil bidin ku bandora olan a li ser çanda jinê bidest bigrin. Weke ku rêheval Şehîd Çiyager dibêje ‘çi dibe bila bibe wê dawî biîhtîşam be’.

Akademiya Şehîd Mizgîn a Kevana Zêrîn

Attachment