Li Ser Şopa Rêheval Bîşeng Û Sara

0Shares

Em pêşengên hêja yên tevgera xwe ya ciwanan a Apoyî hevrê Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi minet bi bîr tînin. Şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bû milîtaneke pêşeng a bijartî. Li dijî asîmîlasyon, dagirkerî û mêtingeriyê bû îradeya azadiyê û soza serketinê ya ciwanên Kurdistanê. Bi vê baweriyê sînorên mêtingeriyê nas nekir, li her qada Kurdistanê li bajar, çiya, karên şoreşgerî bi kelecan û biryardariyeke mezin meşand. Felsefeya Rêber Apo gihand ciwanên Kurdistanê, têgihiştina azadiya jinê belav kir. Bi giştî ciwanên Kurdistanê, bi taybetî jî jin ên ciwan bi rêxistin kir, perwerde kir û rakir çalakiyê. Li dijî polîtîkayên netewe dewlet ên mêtinger û sîstema kapîtalîst ên ji bo dejenerekirina ciwanan, bêîrade û koçberkirina ciwanan bû ziman û çalakiya şoreşê. Li dijî êrîşên dijberiya şoreşê, rizgariya ciwanên Kurdistanê di nava şoreşê de dît, bû xwedî ked û têkoşîneke bênavber. Bû pêşenga jin, ciwan û gel. Hevrê Bîşeng a bi ruhê bilind, mirova kedê, tevî têkoşîna xwe ya li nava tevgera ciwanên şoreşger, li nava Tevgera Jinên Kurdistanê jî xwedî rol û mîsyonê bû. Di pêşvebirina têkoşîna jinê de bi berpirsyarî rabû û nirx afirand. Bi kûrbûna xwe ya li ser hişmendiya PAJK’ê, bi rêbaza xwe ya jinê ya PAJK bûyî pêşengî ji partiya me re kir. Di mezinkirin û bicihanîna tevgera şoreşger a jin ên ciwan de bi rola navendî rabû. Gelekî ji şoreşê û hevrêyên xwe hez kir. Lehiya coşê bû, sembola baweriyê bû, hêza çareseriyê bû. Ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêber Apo gelekî hewl da. Hevrêya me Bîşeng tevî temenê xwe yê ciwan yek ji wan kesayetan bû herî baş fêhm kir.

Hevrê Sara Hogir Riha ku bi cewhera welatparêziyê ya Rihayê mezin bû, li ser şopa Sakîne Cansizan tevlî nava têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî. Ruhê xwe yê ciwantiyê li her derê nîşan da, bi sedan hevrêyên xwe li ser xeta Rêber Apo perwerde kir, hevrêtî kir, bi dilnizmî, kedkariya xwe bû xwedî tevlîbûneke pêşeng. Hevrê Sara jî mîna hevrê Bîşeng her tim xwest ku weke gerîlayeke azadiyê tevlî şoreşê bibe. Armanca xwe ya herî mezin jî di serî de Bakur li hemû çiyayên Kurdistanê weke gerîlayekê şerê azadiyê bike. Mîna hevrê Bîşeng hesreta wê ya gerîla ji bo ciwanên Kurdistanê wasiyet e. Soza ciwanan a ji bo bicihanîna soza hevrêyên me yên şehîd ew e ku tevna sîxuriyê ya dijmin ji Kurdistanê bê avêtin, li dijî faşîzmê têkoşîn bê mezinkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê meşandin.

Eşkere ye ku bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku li ser bingeha hilanîna tola Bîşeng û Sarayan refên şoreşê xurt bikin, 8’ê Adarê, Newrozê pêşwazî bikin, pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re bilind bikin.

Silav ji hevalên ciwan ên Rêber APO re!

Silav ji hevalên ciwan ên ku li ser şopa rêheval Bîşeng û Sara çalakî li dar derdixin!

Silav ji bo ciwanên bi ruhê asî û leheng ên ku agirê şoreşê li dijî dijmin li her derê bilind dikin!

Koordînasyona PAJK

Attachment