Di sala 1993’yan de atmosfer hinek cuda ye. Ya rastî Rêbertî di Kongreya PKK’ê ya 4. de dibêje di şêwaz de, di rêxistinê de di asta stratejîk de û piştî hilweşandina Sosyalîzma pêkhatî hinek guhertin pêwîst in û her vana dixe rojevê. Piştî hilweşîna Sosyalîzma pêkhatî hêdî hêdî dahûrandinên bîrdozî jinûve dike. Lê hîn tam teoriya bîrdozî çênekiriye, wekî xeteke bîrdozî birêxistin nekiriye. Pratîk wisa heta sala ‘93’yan berdewam dike. Bi taybetî mezinbûna Tevgerê jî bi dijmin re qenaeteke wisa çêdike ku êdî PKK nayê tunekirin. Ango ev Hereket konseptên der heqê wê de hatin pêşxistin ji bo tesfiyekirina wê ye, gel di qetlîaman re derbas kirine û bi vî awayî xwestin Tevgera Azadiya Kurd tune bikin. Lê sala ‘93’yan di hemûyan de nebe jî, hinek hêzên navdewletî, bi taybetî yên bi me re şer kirine, di wana de meyleke bi vî awayî pêş dikeve ku PKK bi hêsanî nayê tunekirin. Wê wextê mirov li rêya çareseriyê bigere. Elbet armanc ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dibînin ku PKK êdî hêzek e û her diçe girseyî dibe. Dinêrin ku bêy wê nikare tiştekê bikin. Dijmin xwest Tevgera me tune bike, lê nedikarî, ji bo vê bi pêşengiya Turgut Ozal, bi navbeynkariya Celal Talabanî peyama dewletê ji Rêbertî re tê. Dewlet dixwaze agirbestê pêş bixe, yanî pêşiya çareseriya demokratîk veke, lê belê hêza dewletê têrê nekir. Dibe ku dibêjin em ê bi riya çareseriyê Tevgerê tesfiye bikin û li vê derê rêbazê tesfiyê cuda pêş dikeve. Rêbertî dibêje di dewletê de wek du meylên cuda çêbûne. Rêbertî êdî vê derfetê wekî firsend dinirxîne, ji ber ku dixwaze guhertin çêbibe.
Derfetên şoreşê çêbûne, şer gihîştiye astekê, çalakiyên gel girseyî bûne, lê em wana nikarin bizivirînin şoreşê. Li ser van esasan guhertineke stratejîk pêwîst e. Me wê demê ev wekî gaveke guhertinê, stratejîk nenirxand. Jixwe Rêbertî xwest dewletê biceribîne. Di encamê de Rêbertî di Newroza 1993’yan de bangewaziya agirbestê kir. Elbet çareserî ji gelê Tirk qut e? Na, lê bi yekbûna Kurd û Tirkan re wê ev pirsgirêk çareser bibe. Rexmê vana jî, agirbest sabote bû, yanî dewletê di nav xwe de sabote kir. Ji ber ku di nav wan de şer hebû. Heya îro jî kurê Turgut Ozal dibêje, “Bavê min hatiye kuştin.” Tenê ew nebû, Eşref Bîtlîs hebû, hin generalên artêşê yên ku ev meyl diparastin dewletê ew di nav xwe de tune kirin. Heman meylê di nav me de jî bandor kiriye. Çi meylên tesfiye di nav me de hebin divê mirov ji êrîşên dijmin qut negire dest. Dibe ku hinek kesayet hîn nehatibûn perwerdekirin, hîn nebibûn milîtan û ev ji wana re dibe zemîn, dewlet ne yekser be jî, wana beralî dike. Mesela, Şemo (Şemdîn Sakik) hîn gelek tiştên wî zelal nebûne. Rêbertî, di sala 1997’an de der heqê wî de dahûrandinên berfireh kir. Di pêvajoya 1992-93’yan de di nav artêşê de hin kes hebûn ku, yekser bi Şemo re di têkiliyê de bûn, wekî di asta JÎTEM’ê de pê re di pêwendiyan de bûn. Şemo wê demê fermandarê eyaleta Amedê bû. Li wir hevalek şehîd dikeve rexmê ku pêvajoya agirbestê ye. Li cihekê bi yekîneyên dijmin re rû bi rû tên û hevalên ku di nav şer de ne yek ji wan şehîd dikeve. Paşê di bin navê em ê bersiv bidin de li Çewlikê çalakiyek mezin tê lidarxistin û 33 leşker tên kuştin. Yekî ku ne yekser be jî çalakiya wan dikeve bin xizmeta dijmin, lê Şemo bi zanebûn ew beralî kir. Ji ber ku ev 33 leşker bêçek çûbûn, di tatîlê de bi çalakiyê tên kuştin. Hevalên ku çalakiyê pêk tînin nedizanîn bi vî rengî ye. Li ser van esasan agirbest xira bû, sabote bû. Ev ji bo me bû pêvajoya ceribandinê, ji ber ku em nizanin wê dijmin bi rastî ji bo çareseriyê rêbazên cuda bikaribe pêş bixe, meyl heye, nîn e, divê zelal bibe. Rêbertî dixwaze vê fêm bike. Lê di her pêvajoyeke agirbestê de şerê pir dijwar jî hatiye jiyîn û em ji pêvajoyek tijî derketin. Ji sala ‘90’an heta ‘93’yan şerekî pir dijwar tê jiyîn. Gerîla her çiqas şer sekinandîbe jî, xwe ji bo her pêvajoyeke nû amade dike. Ev taktîka Rêbertî pêş xistî û li gorî wê perspektîf dayî me, ji bo di her kêliyê de em amade bin. Eger ev agirbest bê sabotekirin jî, derfetên heyî ew ê bizivirîne hêza çareseriya siyasî, lê eger derfet nebe, wê gerîla amadekariya xwe bike. Ji ber ku tam fêmkirin di wan mijaran de çênebibû amadekariyên xurt jî çênebûn. Mînak; di wan salan de em zêde ketin rihetiyê. Li biryargeha Amedê em pir rihet bûn, êdî gel dihat, cihê me dizanîbû û gerîla xwe pratîk nekir.
Wê demê ango meha Tebaxê ya sala 1993’yê li çiyayê Engîzekê grûba hevalê Şexo Dîrlîk ku ji 18 hevalan pêk dihat, tev bi hev re bi kîmyasalê şehîd dikevin. Li cihekê 13 heval bi hev re tên girtin û demek dirêj rastî êşkenceyeke giran tên. Nimûne; dijmin wê demê kimyasal bi kar anî, hinek heval bi kîmyasalê şehîd ketin. Dîsa li Islahiyê grûbeke hevalan dikevin dorpêçê, dijmin agir berdide daristanê û li wir 9 heval ji ber dûxanê şehîd dikevin. Dîsa roja 3’yê Nîsana 1993’yê li Pazarcikê 11 heval bi kîmyasalê şehîd dikevin. Wisa grûb grûb şehadetên komî çêdibin. Adeta komkujiyên wisa giştî çêdibin.
Li eyaleta Tolhildanê divê em li ser rewşa hinek hevalên jin bisekinin;
Hevala Fîdan (Zeynep Kalan); ji herêma Tolhildanê ye û li wir di nav civakê de xebat meşandiye. Heta dijmin jî ew nas kiriye, ji ber wê jê re dibêjin Kara Fatma. Di meha Cotmehê ya sala 1992’yê de li gundê Armutlu ya girêdayî Pazarcikê bi 5 hevalan re şehîd dikeve. Balkêş e, di wê bûyerê de tenê Terzî Cemal xilas dibe, hevalên din tev şehîd dibin. Dijmin cenazê van hevalan bi panzêrê ve girê dide û di nav gund de digerîne, paşê dibe navçeyê, li wir jî kiryarên xwe yên derveyî mirovahiyê raber dike. Li hemberî vê kiryara dijmin a derveyî exlaqên mirovahiyê berevajî bandor dibe, ji bo bersiva vê nêzîkatiya dijmin, ji nav gel 22 ciwan xwe birêxistin dikin û tevlî Partiyê dibin, wisa kîna xwe raber dikin.
Heman demê sala 1993’yan pratîka Mêrdînê heye. Tevlîbûn gelek çêdibin û qada serhildanê ye. Li Mêrdînê di xebatên eniyê, nav gel de ye. Nimûne; behsa hevala Rojîn dikirin ku, hevaleke pir xurt e. Digotin, hinek zilam hene bi dijmin re dixebitin, an li hemberî gel an jî li hemberî gerîla şaşîtiyek kiriye; ew derdixist hemberî civakê û teşhîr dikir.
Di Şerê Başûr de Ferhat diçe peymanekê çêdike û riya Zelê jê re vedikin. Paşê hêz çû, li wir kom bû. Nêzîkî 600 jin li wir kom dibin, wekî 7 tabûran xwe birêxistin dikin. Hevala Azîme wê demê li ser tabûrekê disekine, ji ber ku hevaleke ji xwe bawer e, tabûra xwe heya astekê diparêze. Heman ferasetê li Amedê Şemo û li Zelê Ferhat li ser Hereketê ferz dikin. Ya rastî wê demê Ferhat şerê xwe yê li dijî xeta Rêbertî destpê dike. Hin pîvanên çîna burjûvayên biçûk ji bo jinê derdixîne.
Li Lolanê tiştê ku tê mehkûmkirin esas Ferhat heman tiştê dike. Bi YNK û PDK’ê re peyman daniye, teslîm bûye. Wê xanî ji xwe re ava bike û tê de bimîne, ango xwe dispêre hêzek din. Yek jî, bi vî awayî jiyaneke dejenere bûyî ferz dike.
Hevala Azîme ji ber van nêzîkatî û ferasetên wî pir zehmetiyê dikişîne. Çima? Eger neyê xetê, wê derveyî xwe dibînin û bi rengekî serde diçin, ji bo vê li wir Hevala Azîme teşhîr dikin, qaşo pratîka wê rexne dikin. Yanî yên ku wekî wî neke li derve dihêle. Hevala Azîme jî ne keseke ku her tiştî qebûl bike. Rexne dike, red dike, ji bo wê Ferhat hevala Azîme ji xwe re hedef digire.
Tabî Rêbertî dixwaze danehevên ku li Zelê kom bûne binirxîne, ji ber ku gelek jin ji şer hatine û tecrûbe girtine, ast zêde ye, hejmar zêde ye. Bi vî awayî dixwaze kongreyekê bide çêkirin. Heya wê demê YJWK rêxistina jin e, lê belê li Ewrûpa ye û bi taybetî xebatên civakî dimeşîne. Hevalên ku di nav artêşê û gerîla de cih digirin YJWK’ê weke rêxistina xwe ya esasî dibînin. Mixabin rola YJWK’ê wisa nîn e ku hemû welat û xebatan koordîne bike. Lê zanebûna xwe heye, rêxistina me ya xweser YJWK ye. Heya sala 1991’an pêvajoya Kongreya PKK’ê ya 3. xwe birêxistin dike.
Rêbertî dixwaze ew tecrûbeyên jinê yên hene, êdî jin bi xwe bingeha artêşbûnê pêş bixe, hem jî rêxistineke xwe hebe ku bikaribe hemû jinan îdare bike û tenê bi hinek xebatên civakî re sînordar nemîne. Li ser vî esasî Rêbertî dixwaze Zelê binirxîne. Perspektîf dide û ev wê bibe Yekemîn Kongreya Jin a Kurdistanê. Eşkere ye Ferhat dixwaze şekil bide kongreyê û dike jî. Pêwîste ev kongre pratîkên herêman ên hene, li ser jinê texrîbatên çêbûne, tesfiyekarên xwestine jinê bi kar bînin û ferasetên ku di nav pratîkê de derketine holê bigire dest, her wiha jinê ji vê rewşê xilas bike. Li ser van esasan ji bo di kongreyê de were nîqaşkirin Rêbertî 49 pirsan amade dike û pêşkêş dike;
Akademiya Şehîd Zîlan