Me Biryara Xwe Dabu Ku Emê PKK’ê Teqez Îlan Bikin

0Shares

Belê, me got em navê xwe bikin PKK. Wî demî kabîneya Ecevît hatibû damezrandin. Ecevît bi gotinan di nava nêzîkatiyeke wisa de xwe raber dikir; “Ez li dijî kontr-gerîla me, li ser min jî ezmûneya sûîkastê kirin.” Em dikarin bibêjin hindek şêlûbûna hiş û nakokî hebû. Me xwest em hindekî ji wê sûd werbigrin. Piştre Ecevît bû dijminê me yê herî dijwar. Ji ber ku, me 1978 di vê wateyê de, di serdema hikumeta wî de baş nirxandîbû. Bi gotinê be jî, kontr-gerîlaya MHP (partiya tevgera nîjadperest) yê hatibû paşvexistin. Dîsa di civîna 1’ê Çileyê de nirxandina çawanî têperîna 1978’an dikir. Vaye weke ku tê zanîn, di vê çerçoveyê de me dest bi pêşveçûyîneke girîng kir. Me 1978 weke sala damezrîn û îlankirina partiyê hizir kir. Dema ku me dixwest em di aliyekî de berxwedana çekdarî ya Hîlwanê bidin domandin, me got di vê bingehê de em herin îlana partiyê jî. Ji aliyê me ve pêwîst bû ku, bibe saleke hizrînêr û biryarkar. Em dipirsin; “Gelo, ma emê weke partî îlan bikin yan nekin?” Ya herî girîng jî zilamê amade tune bûn. Tu kes di wê rewşê de nebû ku xwe tevlî rastiya rizgariya netewî û rastiya partiyê bike. Ciwanên xwendevan bi mafdarî, bêberpirsiyarî, bêpêşbinî û zêde xwedî hêvî nebûn. Rûxmê vê yekê weke ku tê zanîn, fermî civîna me ya damezrandina partiyê, di dawiya meha mijdarê de destpêkir. Me digot; “Emê tenê navê wê îlan bikin, qet nebe dê ji dîrokê re navekî wisa bimîne. Dê ev yek jî bibe bingehek.” Dewsa ku salek vala derbas bibe yan jî erzan were wendakirin, me got herî kêm em navekî wisa di vê sala de bi cîh bikin û di encamê de me navê xwe wisa avête ortê. Cara yekem bi navê PKK’ê, li Amedê bi lêhûrîna vê berpirsiyariya mezin û amadekirina belavoka encamê ve me girt. Tê zanîn, min manîfesto di deh rojên destpêka meha Tîrmeha sala 1978’an de amade kirîbû. Belavoka damezrînê jî me nêzî zivistanê amade kir.
Tevkujiya 1978 ya Mereşê (23 Kanûna 1978 de pêkhat) ji raste rast êrîşeke li ser gelê Kurdistanê ye. Me partî damezrand, wan jî mehekê piştre tevkujî kir. Ev tê vê wateyê: “Heke hun gavên pêşdetir biavêjin, emê we hemûyan qetil bikin.” Esasê xwe de ev êrîş û hişyariyeke mezin e. Weke encam ev tevkujî li dûv hev li Meletî, Semsûr û her diçû li tevahî Kurdistanê belav dibû.
Hîna di salên destpêkê yên damezrîna partiyê de, di serdema Ecevîtê ku ji aliyê Înonû ve hatiye mezinkirin de, tevkujiya Mereşê pêk hat. Ev tevkujî her çiqas kiribin malê herikînên faşîstên Tirkan jî, ji binî ve dewletê piştgiriya vê yekê dikir. Armanca bingehîn ya vê tevkujiyê, bersivdayîna ji rêka rizgariya netewî ya gelê me re bû. Desthilatdaran ev yek digotin: “Ma hun şiyarbûn û rizgarbûna nû dixwazin? Vaye ji we re tevkujiyek!” Cih, dem ji aliyê wan ve pir guncaw e. Ji binîve faşîst dikin, ji jor ve demokratên civakê û Ecevît jê re roniya kesk pê dixe. Lê hemû jî weke hevin, yek in. Ew li pişta eniyê li hev dikin û vî karî bi cih tînin. Lê ji gel re hebûna nakokiyên xwe raber dikin. Bi teşeyekî din em bêjin ku gelê Tirk û Kurd dixapînin.
Ma Celal Bayar û Înonû di tevkujiya Dêrsimê de wisa nekirin? Qaşo yek li dijî yê din bû. Lê dîrok vê yekê dibêje; her yek ji yê din zalimtir e. Ev ji bo ku wê demê gelê me bixapînin, qaşo yek li gelbûyîna gelê me xwe raber dike û dibêje; “Divê hesabê vê tevkujiya Mereşê were pirsîn!” Nexêr, ev heman xapîn di mînaka Înonû û Bayar de jî hebû. Ev yek di mînaka Ecevît-Turkeş de dubare kirin. Bi vê yekê ji gelê me re digotin; “Dev ji van evînan, rizgariya netewî û serokatiya PKK‘ê berdin!”
Rojane tê bîra min, dema meşa rêkê de, di bosê de, di cejna komarê de, di 23 Nîsanê de, di 19 Gulanê de her ev êrîş dihatin kirin. Dihate gotin; “Bila li rabirduya xwe temaşe bikin, di dahatuyê de dê çi bi serê wan bila fêr bibin.” Bi vê yekê re dixwestin çi bibêjin? Ma me hîna çi kiribû ku wan van gotinan dikir? Erê ev xayîn pir baş xwe nas dikin. Ji ber ku yên gelê xwe bikujin, xwe ji me baştir nas dikin. Bêguman gelek kesên ku van gotinan guhdar dikin, bi taybet yên ku xwe zana dihesibînin û bi wan re di nava hevkariyê de ne, ditirsin, xwe dikemişînin û dibêjin; “Ne emin, em nînin.” Ev yek bi teşeyê; “Min tiştek nekir, min nedît, nebihîst, neaxivîm rengê xwe dide îfadeyên wan. Helwesta hevkarên me yên şûnger, hema bi hişyariyeke biçuk ve ji her tiştî dev berdan e. Di dîrokê de hem waneya xulamtiyê baş dayîne wan û hem jî bi çewisandinê ew radest girtine.
Her ku diçû dixwestin înkar û îmhayê li tevahî Kurdistanê belav bikin. Ji radyoyan, çapemenî-weşanan êrîş zêde dibûn. Pir zêde digotin; “Emê we îmha bikin, li kalikên xwe binêrin dê çi bi serê we de were hûn bibînin.” Bi rastî, ne şêwazeke serpêhatiyane diviya ku mirov bi berpirsyariya dîrokî bimeşiya û ji bo vê yekê jî wêrekî pêwîst bû. Rûxmê vê yekê me di sala 1978’an de bi belavoka damezrîna PKK‘ê re xebatên xwe zêde kirin û em hiziriyan ku bi taybet rêxistina piştî Hîlwanê û tekoşîna çekdarî ya Siwerekê ji tekoşînê re were vekirin û pêşvexistina gerîla hate armanc kirin.
Ez di mehên biharê de, di 7 Nîsanê de bi Ferhat Kurtay re çûm Qosera (Kiziltepe) Mêrdînê. Piştre dema rejîmê ev yek bihîst ew girtin îşkenceyên hovane. Vî hevalî piştre di çalakiyekê de xwe şewitand û di nava dîroka hevalên xwe de cihekî birûmet girt. Em mehekê bi vî hevalî re man. Bi Mehmet Karasungur re em çûn Rihayê. Di şertên pir zehmet de çar neçar em mehekê li Rihayê man û têkîliyeke ku me qebûl bike jî tune bû.

Desthilatdaran êdî hêdî hêdî rêveberiya şidandî jî belav dikir, qaşo ji ber tevkujiya Mereşê bû. Riha jî girtiye nava xwe û her ku diçe Mêrdînê jî digre nava xwe. Jixwe dîsa huriyetê(rojnameyeke Tirkiyê ye) manşêt diavêt: “Apoyî rojhilat diqewirînin.” Diyare ku bi ser me ve tên û her dem rewşa me ya tasfiyeyê mijara gotinê ye. Binçavkirina Elezîzê dest pê kiriye, Şahîn Donmez bûye îtîrafkar û heta ji Valî re gotiye; “Em herin Apo bigrin. Weke ku min bi destên xwe veşartiye ez herim raberî we bikim, tenê tu ferman bide.” Biryar nîne, heke biryar hebe misoger dê bi ser min ve were. Lê, navenda Enqereyê hîna planên cudatir dike. Belkî jî li ser demeke pêş dihizirin.  Û vaye êdî ji bo vê yekê me gaveke baş avêt. Lê hizra bi dawî anînê wêrekiyê dixwaze. Me gazî hevalê Mehmet Karasungur û hindek hevalên dîtir kir. Min got; “Em li Sîwerekê jî berxwedanê bi pêş bixin.” Heta li ser “yekîneyeke gerîla çawa tê avakirin” min tiştekî weke rêvebernamê amade kiribû. Çareserî ew bû. Her ku diçû rêveberiya şidyayî tengtir dibû. Me got; “Em çareseriyê bi pêş bixînin, derçûnekê biafirînin.”
Desthilatdar êrîşan dikin, tevkujiyan pêktînin. Em jî tekoşînê pêşvetir dibin û bi ser ve diçin. PKK’gerî tam wisa ye. Li Mereşê bi sedan mirov hatibûn serjêkirin û sala 1978’an wisa hatibû temamkirin. Çawaniya wê zivistanê baş tê bîra min. Belavoka damezrîna PKK’ê dihate wateya vebûna zêde û bi lez ber bi biharê ve çûyîn. Me karê rêxistin kirina PKK’ê zêdetir şidand û me giyana berxwedanê esas girt. Me civînên Nîsana 1979’an pêk anîbûn û li ser vê yekê piştî tevkujiyê bêyî ku çend meh derbas bibin, tekoşîna me li Kurdistanê pêtir digobiliya (esme).
Di dîroka 1979’an de rejîm hîna zêdetir û bi plantir çembera derûdora me teng dikir. Bi binçavkirinên Elezîzê, laderên (donek) xeternak yên destpêkê û piştî wê jî êdî bi rojên me yên qedînê ve serdemeke krîtîk hatibû destpêkirin.
Em temaşe dikin, her ku diçe enî teng dibe. Em li Rihayê ne û çend cihên me yên ku em bikaribin tê de birazin nînin. Hindek hevalan digotin; “Ma em li Dîlokê yan jî Wanê mal bigrin?” Me jixwe dev ji Amedê berdabû. Li Rihayê jî encax em dikarin çend rojan bimînin an jî nikarin bimînin. Di nava hefteya dawiyê de min ji vî hevalî (Mehmet Karasungur) re got; “Dibe ku em bi derve ve biçin, lê misoger nîne.” Dîsa me hevalek ji bo keşfa sînor (li tenişta sînor mirovên wî hebûn) şandibû. Dê carekê temaşe bikira ka çi heye çi nîne.

Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike

Attachment