Qirkirina Çand Ya Herî Xetere Ye
Hûn dizanin hûn dixwazin jiyaneke çawa bijîn? Hûn dizanin ji bo hûn ji vê jiyana genî ya heyî xilas bibin divê hûn çi bikin? Hûn dizanin ku qirkirina çandî di dîrokê de tê çi maneyê? Ma hûn dizanin qirkirina çandî ji qirkirina fizîkî xeteretir e? Hûn dizanin mirov wê bi qirkirina çandî re çawa têbikoşe? Dostê we kî ye, dijminê we kî ye hûn dizanin, nas dikin? Qanûn û destûra bingehîn ya demokratîk, ya ji bo civaka we, ji bo gelê we pêwîste divê çawa be hûn dizanin? Di vê mijarê de hûn dikarin bixebitin? Hûn dizanin ku destûra bingehîn ya demokratîk wê bi kîjan rêbazan were amadekirin? Hûn dizanin ku mafê we yên civakî wê bi kîjan rêbazan werin bidestxistin? Hûn dikarin tek zarokek welatparêz, dirust, xwedî bikin, bigihînin? Hûn dikarin zarokek xwe jî bi zimanê dayikê bigihînin? Ger hûn vana hemûyan nizanibin, nikaribin çareseriyan biafirînin, ezê jî bibêjim ku ev nizanin, nikarin bikin û ez ser xêz bikim, pûte pê nedim, negirim ber çav, weke ku nagrim jî.
Te, ziman û çanda te tune dihesibînin. Tu tiştê te tune lê dizanin zarok çêbikin! Behsa eşq û hezkirinê dikin! Lê nikarin zimanê dayikê hînî yek zarokek xwe jî bikin, yek zarokek xwe jî nikarin baş bigihînin.
Ji bo welat, ziman û çanda wan eşq, heyecan, hewildan tune ye, ji bo vê têkoşîn tune ye. Ez Cihûyan pir rexne dikim, lê aliyên wan yên ez hez dikim jî hene. Weke mînak dema felaketek derbarê wan de dibe xwe davêjin heriyê, ser û çavê xwe, her aliyê xwe di heriyê de dihêlin, her aliyî wan reş dibe, dinyayê radikin ser piyan. Bi vî rengî wê bûyerê ji bîr nakin û heta tola xwe hilneynin di bîra xwe de dihêlin. Ger eşq û hezkirin hebe divê ev ji bo welat û gel be. Hun civakeke çawa dixwazin? Yan hunereke çawa, çand, jiyaneke çawa dixwazin? Li ser vê divê xebatên pir mezin hebin… (Ji dahurandina 1’ê Tîrmeha 2009’an pêkhatiye hatiye girtin)
Bi zimanê xwe nekarî biaxivî rewşeke bêrûmetî ye
Mafên gel yên çandî, civakî û siyasî di çarçoveya krîterên YE de divê bigirin bin ewlehiyê. Mafên çandî, weke mînak; perwerdeya bi zimanê zikmakî di asteke jiyanî de girîng e. Ji ber vê yekê ez dijberî zewacê me jî. Ez naxwazim hûn û jinên me dilê xwe li min bigrin, lê ez tu carî nafikirim zarokeke min hebe ku nikaribim bi çanda xwe xwedî bikim. Ev ji min re weke bêrûmetî tê.
Hûnê nikaribin navê xwe bidin zarokê xwe, bi zimanê xwe nikaribin biaxivin. Ger wê nikaribe bi zimanê xwe perwerde bibîne bila qet tune be baştir e. Ji ber vê yekê ez nikarim zewacên wiha, tiştên weke zarokan bifikirin, nefikirîm jî. Bila jinên me bi min re nexeyîdin. Ez ji ber vê êşê, ji ber ku viya dizanim li dijî van xalan disekinim. Va ji ber vê yekê dilê min ji van hemû zewacan dixele. Dibe ku jin dilê xwe bihêlin, lê ger emê nikaribin zimanê xwe yê zikmakî jî hînî zarokên xwe bikin, radestî vê sîstemê bibin, wê tu maneya vana nebe. Gelo çima nayê famkirin? Ev mijar ji bo me mijareke herî jiyanî ye.
Zimanê zikmakî û çanda wan dema zarok mezin dibin divê bi wan werin qebûlkirin. Qirkirina çandî naşibe qirkirinên din, ya herî xetere ye. Ji qirkirina fizîkî jî hîn xetertir e, lê hûn fam nakin, mirov dirizîne, ji mirovahiya wê/î derdixe, kesayeteke bê rûmet derdixe holê. Heta qirkirina çandî mirov tîne rewşeke wisa ku, dema tu dikevî ferqa wê jî êdî tu di rewşeke wisa de yî ku tu nikarî tiştekî bikî.
Ev qirkirina çandî, ji qirika me, ji stûyê me ve weke zincîrek, weke benek me qefaltiye, kole dike. Zarok, di stûyê wan de bi vê zincîrê mezin dibin, malbat jî ji bo vê bişkênin naxebitin, tevkariyê pêşkêşî viya dikin. Dema ez vana dibêjim bila wisa neyê famkirin ku ez li dijî Tirkî û hînbûna Tirkî me. Em Tirkî jî hîn dibin, nerazîbûnek me li hember wê tune ye. Heta binêrin ez li vê derê bi Tirkî diaxivim, lê ev hemû nayê wê maneyê ku me dest ji vê têkoşînê berdaye.
Di vê xalê de, we jî berê xwendibûye, di salên Lîseya Kadastroya Tapûyê de mamosteyekî min yê wêjeyê yê serbaz hebû. Ji dibistana leşkerî dihat û ders dida me. Min di dersa wî de kompozîsyonekê nivîsandibû. Min ev fikrên xwe cara yekê di wê kompozîsyonê de anîbû ziman. Sernavê kompozîsyona min wiha bû; “Tu Zaroka Min Ya Tu Car Neyê Dinyayê yî”. Mamosteyê min yê wêjeyê reqema deh dabû vê kompozîsyona min. Pir ji min hez dikir. Min her tim ji dersa wî reqema deh digirt. Mirov nikaribe bi zimanê xwe biaxive, nikaribe bi dilê xwe nav li zarokê xwe bike, ev rewşeke çiqas bêrûmetî ye, rewşenbîrên Tirk hinek bi empatiyê divê fam bikin. Dema empatiyê deynin jî yê fam bikin ku çiqas zehmet e… (Ji dahurandinên 15’ê Mijdara 2006’an û 17’ê Êlûna 2010’an pêkhatine hatiye girtin)
Divê her malekê bikin dibistanek
Ger zarokên me ji zimanê xwe bên qutkirin û bidin ber qirkirina çandî, em divê zarokên xwe ji destê dewletê bikşînin. Wê çaxê bila ji destê dewletê bigirin. Bila bibêjin “Emê rê nedin vê qirkirina çandî”. Pêwîst bike bila bi tevahî dibistanan boykot bikin, perwerdeya xwe ew bixwe bidin. Heta malan, divê her malekê bikin dibistanek, li malan perwerdeya ziman bidin. Perwerdeya ziman ya zarokên xwe, bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, bila zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike.
Di vê mijara zimanê zikmakî de divê Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) rakin ser piyan. Bila serlêdan bêne kirin û doz werin vekirin. Bi hinceta “Zarokên me bi qirkirina çandî re rû bi rû dimînin, nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin”.
Di van mijaran de pêwîste ji bo NY û DMME’yê bi hezaran serlêdan bikin, doz vekin. Divê bikaribin di her astê de mafên xwe biparêzin. Polîtîkayên ku Tirkiye li ser zarokên Kurd pêk tîne li dijî Peymanên Mafên Zarokan yên NY‘ne jî. Di van peymanan de derbarê vê de sererastkirin hene, pênaseya qirkirina çandî heye. Hemû dinya di vê mijarê de divê rakin ser piyan. Dîsa gelê me yê li Ewrûpayê jî di mijara ziman de pêwîste hestiyar nêzbin. Ne wûsa be wê rewşa zarokên Kurd ji ya zarokên Ermen xirabtir bibe. Dibistanên ku zarokên Kurd têdê dixwînin wê zêdetir bişaftinê pêkbîne û texrîb bikin… (Ji dahurandina 27’ê Êlûna 2010’an pêkhatiye hatiye girtin)
Rêber APO