Li Kato Berxwedaniyek Serkeftin-13

0Shares

Taybetiyek Kato heye ku patikayên wê demdirêj weke xwe namîne. Araziyek gelekî hişke. Piştî berfa zêde ya zivistane aşut dikevin û reyên tu meşiyayî cardin xira dibin, tijî text, ax û kevir dibin.

Me reya xwe didomand. Hevdû rêde hiştin gelek zor ji mere dihat. Ruxmê zor û zehmet ji hevalek birîndar bê jî hevalên li gel bi israr dixwazin bidin meşandin, heya dawî jî israr dikin bi xwere bibin, ji cihê xeter dûr bixin û xilas bikin. Ji bo heval Hebûn jî rewşekî wiha dihate jiyîn. Heval Rewşen Mêrdîn, heval Zinarîn heya dawî heval Hebûn girtin û bernedan, tinê nehiştin. Lê belê dema hate asta ku nikare bimeşe û birastî çare nîne neçarî heval Hebûn li cihekê saxlem hate veşartin.

Me xwe bêş bi bêş berdida jêr. Gruba pêşiya me derbas bûbû  û qet neketîbû kemînê. Ew grup bê pirsgirêk derbas bû çu, li pişt wan re em diçûn.

Heval Eşref fermandarê yêkineya me bû. Heval Netewî Efrîn demekê li pêşiya min dimeşiya, demekê jî me cihê xwe guhart. Heval Leyla bû, heval Medya Çavşîn ya ji Mardînê bû, Hêvî Hesekê bû  çend hevalên dîtir jî hebûn di gruba me de. Heval Rewşen fermandara mangê bû. Heval Nujîn fermandara taqima me bû.

Me xwe berda jêrê û em ketin geliyê Marînos. Em li paleyekê bûn. Dengê ava ji Kato Marînos dadiket dihate me. Avek pir gûr bu, têde şikêrên mezin, teht hebûn. Me texmîn kir ku derbas kirina avê xeter û bi rîske. Li kêleka avê patikayek kêm zêde dihişt em ser bimeşin hebû.  Derbaskirina wê dolê bi giştî zehmet bû.

Em ketin ser patîkayê û carekê de me dît ku dinya ronahî bû. Dijmin işildaq avêtibû hewa û roketên bîswîng avêtin me. Me wê kêliyê famkir ku em ketin kemînê û em tam di menzîla dijmin de ne. Peyre bi hemû çekên xwe re êrîş birin ser me. Lê em jî destpêkê bêdeng man, me cihê xwe ji wan re eşkere nekir. Ya girîng xwe bi lez û bez ji menzîl û mesafeya dijmin dûr xistin bû.

Hevalên herî li pêş diçun, di nav de fermandarê yekineya me heval Eşref jî têde, bi amadekarî û tedbîrên mezin tevgeriyabun. Yêkser heval Eşref qîr kir û got; “Hemû heval xwe bixin nav avê. Di patîka de nemeşin. Xwe berdin jêr.”

Di nav dengê wî şerî û xume xuma avê de me dengê heval Eşref bihîstîbû û em li gora wê tevdigeriyan. Me berê xwe da avê. Ez û heval Netewî li pey hev diçun, carna ew carna ez diketin pêşiya hevdû. Em ketibûn avê û pêşde diçun.

Li wextên wiha de ya girîng tû û vîna te ye. Vîna te ne bihêz be tê bêjî “ez nikarim ji vê dolê derbas bibim, bimeşim.” Ji ber ku tu tiştek nabînî lê ji textek xwe davêjî textek din, piştre çi tê nizanî, text çawa ye jî nizanî. Lê divê hevalê piştî xwe ji xwe nedî qutkirin û mijul kirin, divê tû xwe ji hevalê li pêşiya te jî xwe qut nekî. Tu ji hevalê pêşiya xwe qut bibî tê nezanî ew heval li kuderê ye, kuderê ve çuye, tiştek lê hatiye yan na, tu reya rast de yî yan na. Van hemû ziraviyan hîskirin, jiyan kirin û pêkanîn jî hostatî û pîsportiya gerîlabûnê ye ku me raber dikir.

Dolek gelek zehmet bû, av jî pir bi coş bu. Min wî demî ji xwere wiha gotîbu; “Yan ezê bimînim vir, vala vala şehîd bikevim. Yan jî ezê hemû hêza xwe bikar bînim, vîna xwe bixim dewrê û xwe saxlem bigihînim hevalan.” Teqez nedibu ku pes bikî. Diviyabû heya dawî li hemberî wê rewşê berxwe bidî û tebikoşî. Ji ber ku heman demî difikirî ku bi moralê bilind, bawerî û azîma nîşan didî tu ji rêhevalên xwe re jî dibî alîkar û dikarin bi hevre ser bikevin û dijmin vala derxî.

Ya rastî hinek kêlî hene bo tarîfê rê û rêbaz peyda kirin jî gelekî zehmete. Ne bi mîmîk û destan, ne bi axaftin û tarîf kirinê têra wê nake bînî ser ziman. Ez dizanim ku wan kêliyên berxwedaniya bê hempa tê nîşandan, ew vîna ji pola tê jiyîn mirov heger bi xwe jiyan neke nikare hêsanî jê bawer bike ku hatiye jiyîn jî.

Kêliyek wiha re rast hatibûm ku ez matmayî mabûm. Ez gihêştîbûm cihekê û min dîtibû ku hevala li pêşiya min derbas kiriye û çuye. Li wê beşa derbas buyî de av nav xwe de li xwe dizivire, weke gêreke lê çêbuye. Di navbera şikera ez gihêştîbûn û şikera li beramber mesafeyek pir xweş hebû. Min li mesafeya kevir nêrî û ji xwe re got; “Gelo wê hevalê çawa xwe ji vî textî gihand textê beramber û xwe xilaskiriye?” Ya rastî mantiqê min cemidîbû, aqlê min nedigirt ku çawa dibe mirovek wê mesafeyê de astengiyek li pêşiya xwe derbas bike. Ez li marîfeta hevalên me nîşan dayî heyran mabûm.

Lê rastiyek jî heye, yêkî ku bêje “Ez apocî me, xwedî îrade me, ezê dijmin vala derxînim” dikare hemû astengiyan jî derbas bike. PKK’ê, Apociyan vê rastiyê ispat kiriye ku mirov tiştekê bixe serê xwe û bixwaze, dikare serbixe. Min digot, encax tu bifirî dikarî derbasî textê din bibî. Demekî dema mirov bixwaze dikare bifire jî. Belê, Apocî wiha ne, tiştek ku nekarin nîne, îrade wana birêve dibe. Min wê kêliyê ev hêz û vîn têde dît.

Gelek pirs di serê min de diçu û dihat, weke “Gelo ezê bikarim xwe bavêjim ser wî textê beramber? Heya wî demî jî hêza îrade ya min heya wê radeyê derneketîbû, min vîna xwe nasnekirîbû.  Ji ber wê jî minê karîba bikim an nekim bo min mijara pirsan bû. Min ji xwe re digot, “Ewqas heval ji vê reyê re beriya min derbasbûne û çune, ez ji yek ji wan hevalanim. Heger wan hevalan kariye bikin, demek ez jî dikarim bikim.” Û min jî bi hemû hêza xwe xwe ji wî textî avête textê dûrî xwe…

Nîştiman Sorxwîn

Attachment