Em di Mijdara 1979’an de em li Rojhilatanavînin. Di rojên destpêkê ya meha Çileyê de li komeleke Filîstînê (1980) me bi zor û zehmetî komek anî gel hev. Ez bawerim di taxeke Filîstîniyan de, bûroya Eniya Demokratîk bû. Ev yek wê demê ji bo me destkeftiyeke mezin bû. Bi rastî hevalên wateya “destkeftin çi ye” nizanin hene. Ji aliyê min de, êdî me serhildaneke biçuk kiriye, di dema çewisandina vê serhildanê de yê hatiye kuştin miriye, yê hatiye bi darvekirin hatiye bi darvekirin û yên li paş mane heke em bikarin xelas bikin ev yek dibe dilxweşî ya me! Cara yekem em dixwazin xelas bikin. Di encamê de desthilatan digot, “bermayiyên devê şûr in.” Hate gotin ku, “ji sedî deh bermayiyên devê şûr in” lê belkî jî ji sedî yek bû.
Bihizirin, ji Şêx Seîd tu tişt xelas nebûye, ji Seyît Riza tu tişt xelas nebûye, ji Agirî tu tişt xelas nebûye. Serhildana me jî ewqas bihêz nîne, bi zorê em çend nirxan xelas dikin. Lê dîsa jî gelekî girîng e. Cara yekem ez derketime û koma yekem jî min kişandiye. Kêmaniya taktîkî, heke di dema xwe de tedbîr neyên standin dê karesatên çawa bi xwe re bîne?
Di dawiya 1979’an de, ji beriya ku girtinên wergirî pêk werin dema ku min li derve derfeteke pir bi sînor bi dest xist, min ji hevalê berpirsyarê hundire welat re ev yek got; “Min ji bo 250 kesî cih amade kiriye. Zêde cih jî nîne, lê heke em hindekî xwe tengav bikin, em dikarin îdare bikin. Biqasî 250 kesan bişînin.” Heke tam fêmkiribana û hindek sererastiyên bi sînor çêkirîbana, ez bawerim dê ew girtinên ku zîndana Amedê dagirtin pêk nehatibana.
Di destpêkê de Xeyrî û Ferhat gelek kadroyan dikarîbûn derketîbana derve. Me dê 12 Rezberê bi wendahiyeke pir kêm pêşwazî kirîba û dê derfeta xurtir rêxistinkirina PKK‘ê derketiba holê. Lê heval fêmnekiriye, bi hizra, “Çima wisa dihizire? Heke ev biçin tu kes namîne” tevdigere. Lê ya rastî, xwesteka min çiqas hevalên di xeteriyê de hene hemuyan pêşwazî dikir.
Heval berxwedana li dijî 12 Rezberê dihizire, lê hetanî wê demê bi navê girsê tu kes namîne. Tu kesî ku vê yekê bihizire nîne. Weke ku yên neşînin dê biparêzin û rêxistin bikin, ev hevalê me yê berpirsyar girîngî û wateya derketinê fam nake. Ev nêzîkatî weke nêzîkatiya şerê başûr bû. Wê demê jî li wê derê heman heval hebûn. Mixabin, bi ne pêkanîna fermanê ve (ku ew name gihiştibû dest), rê li pêşiya girtinên hezaran û îşkenceyên tirsnak vekirin. Siwêrek hîna ji beriya bigihêje dawiya sala 1979’an kiribûn xirbe. Vegeriya bû çetegeriyeke gundîtî.
Di sala 1980’an de gotineke Kemal Pîr heye, digot; “Heke ez berpirsiyarên vî karî bibînim, ezê her du destên xwe bikin qirika wan û hesab jê bipirsim.” Wana xistibûn wê rewşê. Ruxmê vê yekê me xwest em qasî dikarin hindikan xelas bikin. Bi kurtasî talîmat tam pêk nehatin, me pir kêm heval kişandin vir. Me gihand Rojhilata Navîn…
Me firsendekî bi qasî derziyê dinirxand
Ne kes me dizane, ne jî (ku navê min Elî ye) ez kî me, rêxistina min çi ye, tu kes nas nake. Yek têkîlî jî nîne. Em firsendeke bi qandî serê derziyê dinirxînin. Rêka reş ya Beyrûtê bi berfe. Ji bo ku em çend hevalan derbasî wê derê bikin bi rojan em li hêviyê dimînin. Bi zorê me derbas kir û vaye weke ku tê zanîn me dewreya destpêkê ya perwerdeyê li Libnanê da destpêkirin.
Hevalên gelekî hêja bûn û hîna di bîra min de ye. Wê demê kevneşopiyên baş yên şoreşgerên Filîstîniyan jî hîna dijiyan. Hindek kesên ku ji şoreşê bawerbûn û dixwestin hindek tiştan bidin me jî hebûn.
Di nava atmosfereke germ de, li wan çiyayên xweş yên Libnanê de, me di bin rêbertiya Kemal Pîr de dema dewreya xwe ya perwerdeyê da destpêkirin, ez bînim bîra we ku fermandariya yekem Kemal Pîr bû. Di bihara 1980’an de berpirsyarê koma yekem ya ku derbasî welat bû ew bû. Bêguman, piştre em ji 1981’an derbasî 1982’an dibin. Em li Libnanêne û em dixwazin ji nû ve partiyê organîze bikin.
Di vê navberê de provakasyon heye û dixwazin hiş û mejiyan şêlû bikin û rêbikin Ewrûpa. Bermayiyên şûrin! Bila serê hemuyan li aliyekê bimîne, dilê wan jî nîne. Bi dizî dixebitin, qelsiyên mirovan xirab bi kar tînin. Bêguman, li welat li dûv hev girtin heye. Îşkence bi hemû dijwariya xwe ve didomin. Em dixwazin kêmek hêzên me yên li çiya mane xelas bikin. Em ji Dêrsimê, ji Qersê digrin. Di nava 1980-1981’an de her tên, beşdar dibin.
Di demeke wisa dîrokî de û bi wergiriyeke wisa derkete holê ku, em him sedema bingeh ya nabisê ne, him ya çareseriyeke dibetî. Dahat û hêvî ye, ew vedigere rastiyê. Dîrok dem e û bi wê hêviyê re dibe yek.
Min xwest ji bo welat mezin xizmet bikim
Di vê wateyê de ji bo welat min xwest ez salan xizmetê bikim, li mezinên me, şervanên me, ji Berzanî ve bigre hetanî Komunîstan, oldaran re xizmet bikim. Piştre min dît ku, gelek sextekar derdikevin, kesayetên qels in, bi pirsgirêk û bi ramanên mezin ve dileyîzin. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin. Bi vê teşeyê ve bi qandî ku gelek kesên dîtirê sûd dan welatê xwe, wan sûd nedan. Bêyî puxte, hikmet û nirx in. Kesên xwedî gotinên xwe nînin.
Bêguman ji ber ku mezinên me wisa ne, me wisa dîtiye, ma diviya ku em bireviyana? Teqez na, ezê ji wan hesabên misoger bipirsim. Ez di zarokatiya xwe de jî wisa dihiziriyam; “Dê dîsa bavê min hindek tiştan bike. Xalên min hene belkî ew hindek tiştan bikin.” Piştî çend salan min dît ku bi bav û xal jî tu tişt nayê kirin.
Piştre ez bi ser oldariyê ve çûm. Ji bo meleyê gund min got; “Ev ji xwedê xeberan tîne. Ji asîmanan, ji bihûşt û dojehê agahiyan tîne, dibe ku ji derdên me re bibe çare.” Piştre min dît ku ev jî qedîneke cuda ye. Min got, “Ji vî jî tu tişt dernakeve.”
Ez çûm dibistanên dewletê. Min digot, “Dê ev me bilind bike, dewlete, dê xwendin û nivîsandinê hîn bike, hetanî dawiyê mirov dikare di vê rêkê de bimeşe.” Lê piştî çend salan min dît ku, di hundirê wê de ketina me heye, bêariya me heye. Di nav de şerm û mirin heye.
Piştre bi çepgirên Tirkan re têkîliyên min çêbûn. Min got; “Çepgirên Tirkan şer dikin. Rizgariya me di şoreşê de, di Sosyalîzmê de heye.” Ez bi mirinî nêzî van jî bûm. Piştî çend salan me dît ku, bi navê çepgiriyê, bi navê Sosyalîzmê dîsa ketina me heye.
Min ji derveyî vê felsefe jî xwend û li ser bîrdoziyan, ramanan lêkolînan kir. Min digot, “Belkî di hundirê wan de hindek tişt hebin.” Me xwest em li ser Kurdewariyê jî rawestin. Me çend kesên li ser navên Kurdayatiyê dîtin ku, ew jî nikarin xwe hilbigrin. Sed sal jî derbas bibe nikarin xwe rakin. Me ji van jî tu encam negirt.
Gavên wêrek me bi 1970’an re avêt
Piştre di salên 1970’an de min wêrekiya çend gavavêtinan raber kir. Xebata min ya puxteyî jî wisa destpêkir. Heke di nava me de nirxa mirov heye; em jî dê bi navê welatekî û gelekî, li ser rastiya mirov, rastiya welatparêziyê, rastiya wekheviyê, dadweriya mirov û şerefê çend gotinan bikin.
Divê hindek tişt serbixwe werin dîtin. Mejiye me heye, nêrînên me hene. Xwe biparêzin, emê gav bi gav hindek tiştan bibînin. Berê ev nêrîn çawa bûn? Min xwest ez ji bo welatekî biaxivim. Ji bo ramana Kurdewariyê min got gengaze civatek were pêkanîn. Her kesî ez dîn dihesibandim.
Digotin; “Welatekî wisa nîne. Ji kû derê derket ev welat? Li vî welatî gelekî wisa jî nîne. Yên heyî jî heliyane çûne.” Mirovên min, hevalên min û bavê min digotin; “Kurê min di tiştekî wisa de hêvî nîne. Her tişt qediye. Ma tu dînî? Seyît Riza, Şêx Seîd, Berzanî gelek tişt kirin, lê tu tişt bi dest nexistin. Yek jî tu bi tena serê xwe yî. Divê tu çend qirûşan bikî berîka xwe, li tomobîlê siwarbî û herî bixwînî.” Lê belê derfetên me yên wisa tûne bûn. Tu her tiştî bi lingên xwe pêk tînî. Heta hetanî zanîngehê jî ez bi piyan dimeşiyam.
Ji rewşeke wisa, ez çawa bûm xwedî hêz? Rewşeke bûyîna mirov û kesekî belengaz peyda ye. Rast-şaş min hindek tişt digotin. Digotin, “na.” Ma giyan û raman alîgirên min bûn? Na. Ez du salan veqetî mam û di rêka xwe de meşiyam. Ya girîng, diviya ya ku pê dimeşiyan ramaneke nû bûya. Di çend salên dawiyê de me di xwe de şênber kir û piştre me bi derûdora xwe re şer kir.
Dijminên me dijminên dîrokî ne. Min xeterî dît. Tu carekê temaşe dikî pir hişk lê dide. Tu lê temaşe dikî, fêsadî heye û di dawiyê de bi carekê ve bi şûrê xwe her kesî ji holê radike. Me xwe ji ber şûrê wan xelas kir.
Pişti ku em derbasî Rojhilatanavîn bûn me serê xwe nekir bin şûrê desthilatdaran. Me xwe di çiyayekî biçuk yê Libnanê de saz kir. Me karên mezin kirin. Di Rojhilatanavîn de carna cihên wisa dibin.
Musa, Îsa û Mihemed wisa xebat kirine. Derveyî van jî gelek şoreşger xebitîne. Me jî cihekî teng dît û xebatên xwe pêk anîn. Çîroka me jî eve.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike