Divê Her Hêvî Mirovan Bisepîne Çareseriyê
Beriya salan dema em paşve kişiyan Rojhilata navîn hêzeke me ya pir kêm hebû. Ev hêz weke heliyanê bû û heke kevir biderize jî, xwedî temeneke çend mehan bû. Vê yekê li ser dilê min, li ser ramana min çewisîneke çawa afirand? Dîrok ji destên te diçe, hêviyên te yên herî xweş bi erdê re dibin yek. Heke tu çend mehan li ber xwe bidî jî, ev berxwedaniyeke bê hêvî ye. Wî demî çareseriyekê peyda bike! Vê yekê ez sepandim lêgerînekê û vê lêgerînê ez birim ser bersiv dîtina ji van pirsan re, “Ka, here binêre li pişta vî sînorî çi heye? Li pişta vî çiyayî çi heye?”
Dîsa hevalê me Mehmet Karasungur ku me dixwest em beşdarî van xebatên artêşê bikin jî, bi rêvebernameya gerîla ya ku me di rojekê de amade kiribû ve çû Siwêrekê. Min got; “Heke hun tengav bibin, ji wê wêdetir çiya ye. Hun dikarin bi ev rêka gerîla derçûnê pêk bînin.” Bihizirin çiqas amadekariyeke seretayî ye. Dahûrîneke ji nîv rûpelê û çend gundiyên çekdar bûn.
Tu nexwazî xwe bêhêvî bihêlî tuyê çare bibînî
Wê demê çare ev bû. Şert girantir dibûn. Û min gazî hevalê Ethem Akçam kir. Min got, “Ka tu jî here li aliyê din yê sînor temaşe bike, mirov dikare reyekê bibîne?” Ev di heman rojan de dibin. Roja paştir çû û hat. Got “Rêk heye.” Min lê nêrî, dewsa ku em bihelin divê em çareyekê jî ji bo wê derê bihizirin. Dîsa min got, “Hevalno, hun li Siwêrekê gaveke wisa biavêjin!” Vaye ew çalakiya Bucakan me plan kir. Me ji hindek hevalên dîtire re jî got, “Hun jî li bajaran wisa xwe bi rêxistin bikin. Belkî dê ez jî deriyekî vebikim.”
Û ev çareyek bû. Li hember çi çareyek bû? Dema kar zêde dikevin xeteriyê, ji bo em wenda nekin divê li gor serdemê em çareyekê bibînin.
Girîng e, kesên ku bi doza xwe ve girêdayî, naxwazin xwe bêhêvî bihêlin. Dema tu nexwazî xwe bêhêvî bihêlî tuyê çare bibînî. Divê niha mirov durû nebe yan jî bi spartina hêza partiyê ve tu kes xwe nexapîne. Hêvî, ji bo her kesî pêwîst e. Û her kes bi qasî ku xwedî hêvî be, divê ewqas li berpirsiyariya wijdana xwe bihizire. Û divê her hêvî, mirovan bisepîne çareseriyê. Berovajiyê vê dê mirov bikeve ser reya şaş û derew û xwe dixapîne. Evyek mirovan bi pêş naxîne.
Şêwazeke min ya nade binxistin heye. Ev şêwarekî bin yê dewamî ye. Kûrahiya hîsên min û aliyên min ên ku xwe bênefes nahêle ev e.
Dewletê jî niha fêm kiriye, lê êdî derbas bû. Hindeka ji wan digotin, “emê li Enqereyê bimînin, komgeriyê bikin û li wir weşanekê saz bikin.” Yek jî di hêviya sazkirina dikaneke weşanê de bûn. Me 1979’an jî wisa derbas kir. Ew ji gel me diçûn û diketin nava rejîmê. Plangeriya sala 1979’an wisa bû. Ma ji derketina me guman hebûn? Tune ye. Ji ber ku derveyî min hema tu kesî din nedizanî. Li gor ku ji min pê ve tu kesî nedizanî zanîna MÎT’ê jî ne gengaz e. Digotin, “nikare biçe.” Wê çi bike? Ji bo min çend meh firsend hebûn. Him jî di pêvajoyeke girîng de. Ew pêvajo çi ye? Me bi çend çalakiyên çekdarî ve partî îlan kiriye û ji raya giştî re dabû eşkerekirin. Ya piştî wê tê çi ye? Tofan e û bê guman ew jî serkeftinek e.
Yê dixwaze me bikşîne xîyanetê em dikşînin azadiyê
Gava vê partiyê dayîna avêtin jî û heke em karibin pêvajoya piştî wê xelas bikin serkeftin e. Di şeş mehên dawiyê de li min digeriyan û dîn bibûn. Vaye di wê demê de bi zanîna çend hevalan ve, di dîroka me de bi rastî jî derketina derve ya ku rê li pêş pêvajoyeke girîng vebike bû ji nişkave pêk hat. Niha ev yek tê çi wateyê? Rejîm hawirdorekê amade dike, neyekser di sala 1978’an hawirdoreke ku me hîna navê PKK’ê jî îlan nekiriye de, me Hakî jî hîna nû şehîd dabû. Civîna me ya damezrandinê, belkî rasterast di bin zanîna dewletê de bû. Wê bandoreke pir xofnak biafirîne. Tê bîra min dema Hakî hate kuştin, cîhan û asîman bi ser me de hilweşiyan. Emê bikaribin çiqas bijîn? Jiyîn wisa erzan nîne. Ji bo me jiyîn, jiyandina bi tendurist ya serdemeke tevgerê ye. Li gor ku Hakî jî çûye, me dê dev jê berdaba û di cihê xwe de rûniştibana. Dewlet bi komplo û taribûnan ve bi ser me de tê. Ji aliyê din ve wilfên me hene. Qaşo dewlet dixwaze di nîvî de wilfa me bi dest bixe. Dibêje, “Were li vir bijî.” Pîlot digot, “Keko min malûmilk firot, bav ji Agirî çûyê Denizliyê. Ji wir jî çûye Nazîlliyê. Mîrateke mezin di destên me de ye, em dikarin bi kar bînin. Dirav zêde ye, weke ku tu dixwazî li Enqereyê bijî.” Esas rêka jinê jî vekiriye. Ez jî mirov im, heke wê demê hindekî qelsiyên min hebûna min dikarî ez wê yekê bikim. Hemû çepgir li Enqereyê dijiyan û bibûn xwedî mal û milk. Min jî dikarî ez jiyanê plan bikim. Ji ber ku min plankiriye, ku ez nebim kesekî ewqas tawanbar. Lê girêdana bi taktîkê ve hebû.
Hinek derdorên fikara jiyanê de bûn piştre li başur gotin taktîk û dûviktiya PDK’yê pêş xistine. Esas hewldaneke wisa xayintî nîne. Dê sûd jê were girtin, lê di navbera me de hindek cewazî hene. Me ji wê derê karîbû xwe bispêrin Enqereyê û komê jê derbixin. Bi xwespartina nîjadperestiya paşverû ve jî, di sala 1982’an de dikarîbû gav werin avêtin.
Digotin, taktîkgerekî erjenge. Wê demê ew bi kar anî, piştre jî hindekên dîtir bi kar anîn… Ev şer e. Erê di taktîk de kî serketî be, ewê bi ser bikeve. Erê dixwazin me bikşînin xiyanetê, em jî wan dikişînin azadiyê. Bêguman dê hetanî dawiyê taktîk were domandin.
Ez li Enqereyê mam lê min kom derxist. Tam di dema pêwîst de ez mam û piştî wê min êdî careke din Enqere nedît. Lê li Enqereyê li hêviya min bûn. Girêdayî rapora dewletê hêvîkirineke bi hesab heye. Û em hindekî bi zanebûn ji vê hawirdorê direvin. Em direvin, lê nayê bîra tu kesî. Piştre hate bîra çepgirên Tirkan. Giyana kesî jî pê nehesiya ku em derketine derve. Ev yek nedihat hiş, ne zanebûn û ne jî plana desthilatdaran. Ev gava dîrokî me ji bo xwe weke şêwazeke jiyanê hilbijart û em derketin.
Me wek tevgereke mezin ya lêdanê encamên girîng afirand
Weke tevgereke mezin ya lêdanê, em bi ser tevgereke lêdanê de çûn ku di dîrokê de encamên pir girîng afirand. Ji bo em şansekî jiyanê yê nû bi dest bixin, ji bo herin hesab dîtineke baştir, ji bo em ew fetisîna mirînî û wê xelekê parçe bikin em derketin.
Divê em ji bîra nekin ku, dema em hatin bi berbi 1980’an ve, hîna bêyî ku rêveberiya leşkerî-faşîst ya 12 Rezberê (Îlon) bibe mijara gotinê, tiştê ku bi rêveberiya şidandî ve tê xwestin fetisandina PKK’ê ye û ev yek jî bûye sereke pirsgirêka hikumeta wê demê. Dihate xwestin di kesayeta PKK’ê de rizgariya netewî, her wiha nasnameya netewî ya nûjen were tasfiyekirin. Qet jî hetanî roja îro şensê jiyînê nedabûn. Di serdema rêveberiyeke şidandî ya navîn de wê em bihatana qedandin. Di xebatên rêxistinên lewaz û belaveyî de li dûv hev binçavkirin hatibûn çêkirin. Encam, dihate xwestin ku ji beriya em bizên, me bixeniqînin.
Divê mirov di vê serdemê de wisa nêzî dîrokê bibe. Divê mirov zanebûna dîrokê xurtir bike. Xeteriya ku di serdemeke dîrokê de hate pêşdîtin û hate sepandin divê baş were dîtin. Kesên ku dîrokê bi her alî ve, weke wate di hundirê xwe de hîs bikin, di mejî de dubare bijîn û fambikin, dikarin di jiyana rojane de gavên zexm biavêjin. Heke wê demê em hindekî bi zanebûna dîrokê tevnegeriyana, weke gelekan niha jî zû ve navê me wenda bibû, weke partî em hîna di gava yekem de bibûn xwediyê têkçûyîneke mezin. Zanistiyeke dîrokê ya rast, pêşdîtina gaveke rast ya rojevê û wêrekiya nîşandayîna wê gavê pêkhat. Vaye vê yekê hiştiye ku em ew neqeba teng têperînin.
Bi şêwazeke pir zirav, hîna dema ku leşker di xewê de bûn, bi xwînsarî, ez di aliyê dîtir yê qereqolê re derbas bûm. Di gundê sînor de (gengaze ev gundî ajanên qerekolê bûn) bi şêwazeke şoreşgerî ne, hetanî dawiyê weke kesekî qaçaxger nêzîk dibim, heta weke ku ezê ticareta çekan bikim şopînekê raber dikim. Zilamê li gel min digot, “Tu çawayî, tuyê çi bikirî?” belkî hîna dijî. Ez bawerim navê wî Canî bû.
Misoger nedizanîn ku ew ezim. Hişyarî û tedbîreke min ya mezin hebû. Vaye, em di agirekî weke qerekol re derbas bûbûn. Di hundirê min de bager diqewimîn, dilê min tê ber devê min, lê ez qet reng nadim. Heta di dema derbasbûnê de em li ser planê bûn û Canî got, “Temam, vaye leşker hatin, me rêkûpêk kir.” Tê bîra min leşker bixwe têl rakiribû û got, “Dê hemşeriyê min, zû derbasbin bila fermandar nebîne.” Bi xwînsariyeke wisa me sînor derbas kir.
Mehmet Saît yê li pêşiya min digot, “Tu pêlî dewsên lingên min bike.” Em di erdê bi mayin re derbas dibin. Her roj li vir mirov qurban diçin. Nêzîkatiya min ya wê demê wisa ye: Mehmet Saît pêle kijan derê bike, ez jî pêle wê derê dikim. Yanî ez rêberim, xwedî nav dengim, lê rêberê erdê bi mayin ew bû û diviya ku ez bi her awayî li dûv wî çûbama. Şêwaza leşkeriyê bû! Erê mirov dikare wisa bibêje. Yek jî me serî li hember dewletê rakiriye, divê em derketina di dema xwe de jî bizanibin. Me wêrekiya serhildaneke mezin raber kiriye, ev serhildan û derketineke wisa ye ku nayê hiş û aqlê tu kesî. Ji nişkave hizirîm, bawerim di du rojan de. Heke min dirêj kirîba û ev yek bi hevalên me bida niqaşkirin, dê xeterî mezintir bibûya.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike