Fikir Û Ramanên We Ji Bo Me Rêgezen Tekoşînê Ye
Jiyan ger bi wate derbas bikî, ger bi xwedî rol û mîsyon û zurufên azadiyê jiyan bikî gelekî xweşik e. jiyan ji yên ji jiyanê hes dikin re xweşike ku amade ne ji bo wê canê xwe feda bikin, her tiştên xwe di oxira azadiyê de dibexşînin. Em hemû dizanin ku afirînerê vê jiyanê kî/ê ne gelo? Yê yekem Rêber Apo bi xwe ye ku di roja me ya îro de di navbera çar dîwaran de hatiye dîl girtin. Em şahîdin ku di cihekî ewqasî teng de cîhanekî çiqasî fireh de jiyan dikê û reya tekoşîn û azadiyê nîşanî me dide û li me jî dide jiyan kirin. Afirînerên jiyanê yên duyemîn jî ewên ku bêteredud û dûdilî canê xwe feda dikin, ew rêhevalên evîndarên jiyana azad û şehîdên welatê me ne. Heman demî rêhevalên şopdarên şehîdanin û hewil didin ji bona avakirina şoreşa zihnî û wicdanî xeyalê wana yê nîvçe mayî pêkbînin. Îro wan şoreşgeran li çiyayên asê ku ji aliyê pergala desthilatdar ve weke qadên hovîtî tê binavkirin û danasîn de zanistiya herî kûr û nezî heqîqetê bihêz dibe. Li wan mekanan dibistanên zanistiya felsefeya jiyana azad û pergala netewa demokratîk re baweriyek ji her demî xurtir ava dibe û her kû diçe ji wir belavî çar aliyê Kurdistanê, çar aliyê cîhanê dibe.
Ew çiyayên asê û bilind hêlîna tekoşîna gerîlayên azadiyê ye. Hebûna gerîla vegeriyaye hêviya gelên bindest û pêşengtiya pergala xwe rêvebirina civakan ku gav bi gav jiyanê ji nû de ava dike û birêxistin dike.
Her wiha weke evîndarên ku di dîroka Kurdistanê de derketine pêş û neqşa evîna xwe wekî Siyabendê evîndarê Xecê bû, Derwêşê Evdê yê evîndarê Edulê, Ferhadê evîndarê Şêrînê û Memê Alan evîndarê Zînê. Îro jî bi hezaran evîndarên Kurdistanê hene. Hevalên serdema me, gerîlayên doza azadiyê îro ji wan evîndarên jiyana azad, welat û civaka azadin. Lê mixabin û sed mixabin bi rengekî din jî yên ku dibin Bekoyê Ewan û dixwazin destên xwe yên qirêj dirêjî evîna paqij bikin hene û derdikevin. Lê belê bila neyê jibîr kirin ku tu hêz nikare evîndarên canbexş û dildarê welatê xwe bide sekinandin, bide rawestandin. Heya ku her yêkî me jiyan dikin emê evîndarên jiyana azad bin. Bi şehadeta me re evîna me mezintir û bêdawî dibe. Ji ber ku em rêhevalên evîndarên jiyana nû.
Gerîlayên xwedî hêviya mezin yên ku li ber ronahiya rojê dimeşin, roja ku li Îmraliyê şewq û tîrêjên xwe berdide li ser hemû deverên cîhanê.
Belê Rêberê min! Keç û xortên dilovan, dîrokê bi rûpelên xwînê dineqşînin. Fikir û ramanên we ji bona me rêgezên tekoşînê ne. Heya dawî emê pey doza jiyana bi rûmet be, di wê rê de çi bedel bê xwestin emê bidin bê teredûdek herî biçuk.
Erê Rêberê min! Dema ku bi komploya navdewletî we xistin girava Îmralî û ji wî demî ve we dîl girtine digotin qey yê serbikevin, qey yê nehêlin ne hûn ne gelê Kurd jiyan bike, yê qirkirina ji kokê ve pêkbînin. Lê nizanin ku ruxmê hertiştî em ji her demî zêdetir bihêz û xurt bune. Nizanin ku ji xwe we pir tişt ji mere kiriye, fikir û ramanên we di hembêza me de ye û em her roj xwe li ser perwerde dikin. Lê ya rastî xwe dixapînin û bê hêvî ne.
Mixabin, Rêbertî li Îmraliyê dîl girtiye, em jî li ser çiyayên Kurdistanê ne. em fizîkî dûrî hev jî mabin Rêberê me di dil û mejiyê me milyonan deye. Dijminên me nikarin ti tacî vê heskirin û dildariyê tine bikin, ruhên pey azadiyê dîl bigrin. Êdî bese ji were ku hun bi salane xwe dixapînin. Serokê me fikire, ramane, senteza zanistiyê yê, roja li asîmanan bilind dibi ye û tu hêz nikare roja me tarî bike. Roja bi germahiya xwe paşverûtiyê dişewitîne û şoreşa zîhnî ava dike yê serkeftinê jî bîne û dawiya dawî emê Rêberê xwe bi awayek fizîkî azad bikin û di nav xwe de bibînin.
Rojîn Rûken