Hesreta Bo Dîtina Bi Carekê Me

0Shares

Serokê min!
Bi hênkahiya serê sibê, bi dengê şalul û bilbilan re destpêkê rojbaş dibêjim! Despekê bi tîpên zêrin ji çiyayê Mezopotamya heya Îmraliyê hezaran silavên xwe ji bo we vedibêjim.

Ez niha weke jinek ciwan ya Kurd, bi hest û ramanên xwe yên ku daxwaziya xwe ji bona azadiya mirovahiyê pêş xistiye tevlî tekoşînê bûme. Mîna her ferdên Kurdistanî da ku bi saya we hîn zêdetir xwe nas bikim, bi berxwedana gelê xwe re, bi tekoşîna azadiya welatê xwe ve bibim yek xwe pêşdixim, lêkolîn dikim û hewl didim ku azadi çî ye û çima azadî ewqasî pêwîst û şerte bi hemû ziraviyên wê re hîn bibim? Dikare bê gotin ku her kes ji bona azadiyê berxwedanî dide, tekoşîn dimeşîne, ezê jî di hundirê xwe de vê pêwîstiya ku hûn di paşerojê de ji ciwanan dixwazin di jiyana xwe de bi biryarî pêk binim.

Belê Serokê min! Ez di temenekî pir biçûk de ji gundê xwe hatim dûr xistin. Em neçarî derbasbûna bajaran bûbûn, bajarên ku bûbûn hêlînên asîmîlasyon û qirkirinan. Dema ez ji gunde xwe derketim jî heya îro jî hesreta ku carekî din gundê xwe bibînim jiyan kirinê de gav paşde ne avêtime, berovajî her tim geş û gûrtir girtiye.

Serokê min! Beriya tevlî tekoşînê bibim jî malbata min we dizanî, nasdikir û gelek hesdikir. Min jî bi saya malbatê we naskirîbû û hêj wan deman her xeyala ku wek zarokek jî bim rojek ji rojan we bibînim û li gel we bimînim, we nasbikim dikir. Piştî ez tevlî bûm, min gelek berhemên we, lêkolîn û analîzên we xwend, min we ji nêzdetir nasdikir xeyal û daxwaza min ya dîtina we ji herdemî zêdetir bilind bû.

Serokê min! Wekî ku we digot; xurtbûna min jî bi saya ked, tekoşîn û bi şehadeta hevalan re pêkdihat, pêktê. Ji bo heyfa esareta we û heyfa rêhevalên şehîd ketine rakim îro jiyan dikim, tekoşîn dikim. Evyek min bixwe jî dixe nava hewildanekî ku wekî jinek ciwan bixwazim di rêya rêhevalên xwe de jiyan bikim û tekoşîn bidim.

Serokê min! Bi rastî jî hûn çiqasî bi heybet in! Hestên xwe, fikrên xwe ji bo we anîna ziman de pir zehmetî dikşînim. Ez hinek caran dinêrim ku mîna guleke azad ku bi xweşikbûna xwe ramanên azadiyê tîne bîra her kesî û ji xeyalên mirov dernave ye. ji xwe naxwazî xeyalên mirov de derkeve jî û ezê rêya xwe li gorî wê gulê her dem berdewam bikim, heya xwe bigihînim azadiyê, heya hûn jî bigihêjin azadiya xwe ya fizîkî û em li gel xwe vegerînin.

Serokê min! Her dem hêvî û baweriya xweşikbûna rêheval Zîlan ku bi hevaltiya xwe ya rast rê nîşanî me da, her tim bi bîr tînim û ti demî ji bîr nakim. Çalakiya keçekê azad, hevala Zîlan demga xwe li dîrokê xist. Emê jî her li ser şopa wê bin…

Serokê min! Xaka Mezobotamya bi xwîna rêhevalên şehîd şîn bûye û gulên mîna tayên rêhanê li çiyayên Kurdistanê bêhn didin û bi serbilindî ber bi asîmanên şîn ve hildikşin, bilind dibin. Niha jî helbestek xwe bo we diyarî dikim Serokê min.

Ey “roj”a min

Ey gula azad û serbilind
We azad kir gelên bindest
Em bûn xwediyê heskirinek
Mezin ya bi nav û deng

Dixwazim xwe fedayê eşqê
Fedayê Serok û welatê xwe bikim
Ta ku bigihêjim roja berbangê
Û tîrêjên bi dengê rojê re vedibe

Serokê min, dema min
Min li wêneyê we mêze kir
Hêviya azadiyê min de geş kir
Û pêl bi pêl bilêv kir

Erd û ezman hêjiya bi wî dengî
Birûskan dûr kir ji Mezobotamya
Ronahî dike serê çiyayên rengîn
Silav dikim bi rengên xwezayê Roja li Îmraliyê
Gulistan Botan

Attachment