Dîroka Tevgera Azadiya Jin-21

0Shares

Operasyona Çelîk dabûn destpêkirin. Demek dirêj jî berdewam kir. Di encamê de sala 1995’an rewşa me pir baş nebû. Li Botanê ji aliyê Rêbertî ve mudaxele çêbû û qad jinûve bi kadroyên nû hat tijîkirin, heya astekê berxwedan heye. Her wiha Amedê dixwaze xwe jinûve birêxistin bike, tevlî şer bibe. Hewldanên wisa hene, lê ev hewildan pir bibandor nînin.

Di van pêvajoyên pratîkî de bi taybetî li Başûr biryargeh hat vekirin, ev pratîka destpêkê ye. Gelek zor û zehmeti derketin, mînak bi cinsê xwe bawer nebûn dihate jiyîn. Çima? Ji ber ku di şer de dîtin ku rêveberiya jin nikare hêza xwe koordîne bike. Halbûkî bi hêza xwe bawer be, bi hemcinsa  xwe bawer be wê rewş cudatir be, lê ev pratîka wê ya yekemîn e, bê ezmûn bû û tu bixwazî nexwazî bandorek wisa kirîbû.

Ya rastî şaşîtiyeke me bi vî rengî heye, em çawa gavekê diavêjin, yekser em bi sebirsiziyek mezin li benda encaman jî dimînin. Eger encam ne li gorî tê xwestin be, êdî zû bêbawerbûn pêş dikeve. Dibe ku ev nêzîkatiyên kevneşop bin, lê jin ji zilam zûtir ji cinsê xwe bêbawer dibe. Rêveberî li holê maye, dest û lingê wê ketiye nav hev, îca wekî desthilatdaran teqlîdê zilam dike. Vana bêguman tiştên li hemberî hev nakok in heman demî. Bi rastî ev jî mirov aciz dike.

Li aliyê din, tu bendewariyek wisa dikî. Halbûkî cara yekê Rêbertî digot, “Ez her tim xwedî li şaşîtiyên we derdikevim.” Wisa Rêbertî li şaşîtiyên me xwedî derdiket, an na wê xortan em biperçiqandana, wê bigotana “pratîka we ev e, me di pratîkê de we dît.” Ev derbasî hundir jî dibe, jin zû ji jinê bertek digire, zû bêbawer dibe.

Ferasetên wisa hene, wek mînak dibe ku kesek şaş nêzîk bûbe, dibe rêveberî jî şaş nêz bûbe, rê dide, dibe ku texrîbata wê li ser te pir zêde bibe û dibe hinceta ji cinsê xwe dûr bikevin. Pêwîste em vê şaştiyê, vê xeteriyê jî bibînin.

Dîsa nêzîkatiyên zilam jî wisa hene. Jixwe Rêbertî perspektîf dabû ku biryargeha xweser ya jinê yek saetê ji biryargeha giştî dûr be. Her çiqasî derfetên biryargeha xweser kêm bûn jî, cîhaza wan ya mezin hebû. Hevala Sozdar wê rojekê tekmîlê digire, dijmin jî ketiye navberê û wana guhdar dike. Heman demê Ferhat jî guhdar dike. Jixwe pir kesan tekmîlên hevalên jin pir meraq dikirin. Paşê Ferhat dikeve navberê û ji dijmin re dibêje, “Vekişin, vekişin ji navberê, hûn çima mudaxele dikin? Jixwe tekmîla jin e.” Esas li wir jin biçûk dibîne, heqaret dike.

Di wê pêvajoyê de hevala Jiyan (Yildiz Durmuş) heye, ew jî di salên destpêkê de tevlî partiyê bûye, xwişka hevalê Xeyrî Durmuş e. Heya demekê di zîndanê de mabû, di xebatên gel de mabû, di pêvajoya artêşbûna jinê de li Erzirûmê bû. Heya roja me ya îro jî hevalên li Erzirûmê perwerdeya hevala Jiyan li ser wan bandor kirî hene. Çawa biryara artêşbûnê hat girtin, hevala Jiyan ji bo ku di her mijarê de li gel aliyê fizîkî, zîhniyeta hevalên jin xurt bike, her berpirsiyarî digirt ser milê xwe. Mesela, dema spor dida hevalan, di nav berfê de gomlekê wan dida derxistin, ji bo ku fizîka wan bihêz bibe, xurt bibe. Bi rastî xwedî vînek pir xurt bû, dixwest vîna jin derxe holê. Wê salê berpirsiyara Erziromê bû û piştre sala ‘95’an dema ji bo erk diçe Dêrsimê, li wir şehîd dikeve. Destpêkê birîndar dibe, lê ji bo nekeve destê dijmin bomba xwe bi xwe ve diteqîne, wisa digihêje şehadetê.

Heman sala 1995’ê piştî gund hatin şewitandin gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku koçberî Başûr bûne, hevala Jiyan (Zeynep Erdem) ji gel re pêşengiyê dike. PDK dixwaze pêşiya gel bigire, hevala Jiyan dixwaze asteng bike, lê paşê hevala Jiyan li kampa Etrûşê di rêza pêş ya serhildana gel de şehîd dikeve. Wê demê PDK û YNK’ê operasyon li Başûr pêktanîn û heman demê de li ser gel jî zext dikirin. Operasyona Çelîkê di biharê de destpê dike, lê wekî du hamleyan derbas dibe û heya payîzê didome.

Di 11’ê Kanûna 1995’an de Rêbertî yekser li hemberî hêzên PDK û YNK’ê agirbestê îlan dike, lê jixwe ew jî di bin kontrola Tirkiyê de bûn. Ya rastî wê agirbestê hişt em hinekî xwe komî ser hev bikin.

Di dîroka me de 3 agirbestên mezin çêbûne; agirbesta sala 1993’yê, agirbesta 1995’ê û agirbesta 1998’an e. Di encamê de wê salê berxwedanek pêş ket, lê belê di nav şer de gavavêtineke hamleyî çênebû. Eyaletên Bakur jî di pozîsyona parastinê de man.

Hevalên jin yên di sala 1995’ê de gihîştine şehadetê;

Hevala Çîğdem; Hevalekî bi eslê xwe Tirk e û sala 1991’an li Cudî tevlî tekoşînê dibe. Li saha Rêbertî dimîne û Rêbertî wê ji bo şoreşa Tirkiyê amade dike. Piştre di sala 1992’yê de derbasî welat dibe, li Metîna di nav yekîneyan de cihê xwe digire. Pevçûn li ser girên Qedîşê û Enîşkê heye û şerekî dijwar li wir tê jiyîn. Di wî şerî de tevî 21 hevalan şehîd dikeve. Di Operasyona Çelîk de rola xwe bihêz leyîstiye.

Hevala Binevş Şikêr; Hevalek ji Silopya ye û sala 1989’an beşdarî nav refên rêxistinê dibe. Li qadên Botan û Zagrosê maye. Ew jî sala 1995’an di Şerê Başûr de li Kurêjahro şehîd dikeve.

Hevala Jiyan (Zeynep Erdem); Hevalek ji Sêwasê ye û di 1988’ê de tevlî tekoşînê bûye. Di sala 1992’yê de derbasî Heftenînê dibe. Li wir di kampa Şehîd Mahîr de fermandariya taximê dike. Dîsa di nav şerê Başûr de weke perwerdekar rola xwe dileyîze. Demekê li Botanê dimîne. Li Cudî û Besta maye. Piştî ku operasyon çêdibe demekê li kampa Etrûşê dimîne, dema diçe jî naxwaze ji çiyê qut bibe, ji ber bi çiya ve girêdayî ye. Pêşengiyê ji gel re dike, dema dijmin dixwaze pêşiya meşa wana bigire bi çekan êrîşî gel dike û guleyan li gel direşîne. Di vê êrîşa pêşmergeyên PDK’ê de hevala Jiyan jî destpêkê giran birîndar dibe, piştre şehîd dikeve.

Hevala Dîlan Dilsoz; Hevalek ji Cizîrê ye. Ew bi xwe ji hevala Bêrîvan (Binefş Agal) bandor dibe û sala 1992’yan tevlî Partiyê dibe. Li Botanê û Colemêrgê di nav pratîkê de maye. Heman demê li saha Rêbertî maye. Ew jî li Metîna bi grûba hevala Çîğdem re tevî 22 hevalan 10’ê Cotmeha 1995’ê şehîd dikeve.

Hevala Koçerîn Varto; Hevalek bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, lê bi salan bû koçberî Mûşê bûbûn. Di sala ‘1991’an de ji Ewrûpa tevlî rêxistinê dibe, di Şerê Başûr yê sala 1992’yan de dimîne. Piştre derbasî Botanê dibe û li Gabarê dimîne. Wê demê di xebata çapemeniyê de cîh digre, bi hevala Berçem re dimîne. Hevala Koçerîn li dijî nêzîkatiyên zilam yên feodal ên li ser jinê dihatin ferzkirin xwedî sekin bû. Her ev nêzîkatiyên zilam dianîn ziman. Hevalek di warê pratîk de xurt bû, heya astekê tevlî çalakiyan bû, herî dawî di çalakiya dorpêçkirina Bêgova de cihê xwe digire û sala 1995’ê şehîd dikeve.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment