• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Hûnê Di Mêjî De Xwe Fetîh Bikin

January 8, 2025
in Kêliyên Bi Rêber Apo Re
A A
Hûnê Di Mêjî De Xwe Fetîh Bikin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Newroz Govend
Nav Û Paşnav: Fatma Ustun
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 1974-Şirnex
Dîroka Tevlîbûnê: 1989-Botan
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 24. 11. 1999-Gare

Newroz (Fatma Ustun): Nasnavê min Newroz e. Di sala 1989’an de bi qanûna leşkerî tevlî bûme. Bi piranî li herêma Botanê mame. Demekê li Zapê jî mame. Bi armanca perwerdeyê ji bo dîtin û derbaskirina kêmasiyên di kesayetiya xwe de hatime qada Rêbertiyê. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku min di du dewreyan de lewaziyên min ên di pratîkê de bi min didin wendakirin derxist holê. Rastiya Rêbertiyê û xebata li vê derê tê birêvebirin, dîsa terzên ku em dimeşînin hate pêşberê hevkirin. Di min de safîbûna lewaziyan jî pêk hate. Ji ber vê yekê ezê hewl bidim di van xalan de  ji vê firsenda ku Partiyê daye me sûdwerbigrim.
Rêber Apo: Navê te çi bû?
Newroz (Fatma Ustun): Newroz.
Rêber Apo: Temenê te?
Newroz (Fatma Ustun): Bîst û çar.
Rêber Apo: Ma xwendina te heye?
Newroz (Fatma Ustun): Hinekê heye.
Rêber Apo: Tu dikarî çend rûpelan bixwînî?
Newroz (Fatma Ustun): Ez dikarim 60 rûpel bixwînim.
Rêber Apo: Ma tu bi Tirkî fêm dikî?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Temam, dibe. Hevalên ji Botanê, dîsa hevalên YAJK’î, ji bo ku kêmasiyên xwe yên mezin derbas bikin, divê pirsên weke ‘li ser çi bingehê çek, jiyaneke çawa’ bipirsin. Yanî jiyana azad jî, şer jî li Botanê çawa dibe? Hûn ê bersiva van bi temamî bidin. Hedefa me ya vê dewreyê ev e. Te vêna fêm kir?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e Serokê min.
Rêber Apo: Temam. Hûnê di mêjî de xwe fetîh bikin. Divê heya bi dawiyê îqna be, ez ê di şer de jî, di jiyana azad de jî biçim ser, hûn ê bêjin heya ku ez encam nestînim ez ê dest jê bernedim. Ji ber ku hûnê bêjin mêjiyê min vêna ji min dixwaze. Divê mêjiyê te timî li gel xebatê be. We heya bi niha bi terza hestiyarî meşandiye. Wisa nabe! Bi vî awayî şer mezin nabe. Bawerim hûnê li ser vî esasî pêşketinan derxin holê. Wê demê bi înadê, hem bi îradeyê û bêgûman heger mêjî jî li gorî şer be rola te girîngtir jî dibe. Gelo te vê xalê jî famkiriye?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Bawer im, Newroz tu jî li ser vê bingehê dikarî bibî bersiva şer û jiyanê. Partiyê derfet dane te. We ji vê derê jî gelek tişt girtine. Bêgûman piştî hûn diçin welêt jî divê hûn karibin her tiştî bikin.
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Yanî di mijara bûyîna bersiva karên di nava Partiyê de, pirsgirêkên di jiyanê de, pirsgirêkên di şer de, dîsa bûyîna bersiva pirsgirêka têkiliyan xwe temam bike, bihêz bike. Hedefa te ji vê û şûnde ev e.
Newroz (Fatma Ustun): Rast e Serokê min.
Rêber Apo: Ziman û xîtaba xwe jî xurt bike.
Newroz (Fatma Ustun): Ezê xurt bikim.
Rêber Apo: Baş e, ji bo te jî serketin.

Ev diyaloga di navbera Rêber Apo û Şehîd Newroz de di dîroka 02.09.1998’an hatiye qeydkirin.
Çavkanî; Diyalogên Bi Şehîdan Re

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk