• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025
in Bîranînên Gerîla
A A
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Newala min
Te dilê xwe bi ava dîcleyê şuşt
Awirên xwe bi pêlên wê tûj kir
Lewma niha
Kenê te diherike çavên me
Evîna te di sertarê dilê me de aj dide

Delala min!
Bêhna hinê ji porên te tê
Te ev keziyên xwe li ber barana payizî dirêj kiribû
Di demsala qutbûnê de
Te ji pelên payizî komdikir hêviyên evîna xwe

Rêwîtî, li te dihat,
Evîndarî, li te dihat
Xweşikbûn, li bejn û bala te dihat

Di sertarên çarçela de
Tevî karnasa li milê te
Te xwe li ber bayê azadiyê berdida
Azweriyên te

Nola ava dîcleyê li deriyê dilê te didan
Tu dibû xezalekî li bircên Amedê
Dûv re li deşta Faraşînê

Li ser mehînekî boz
Tu ber bi evînê ve dibiziya
Û kendalên xweşnereşkên te
Bi pira ji evîna te digihiştin hev
Bi cilên botanê

Li ser kendalên herî asê
Te govendek girêdida.
Yek û yek tevlî vê govendê dibûn lehengên mîna te
Di tililiyên we de kendal digihiştin hev
Di lêvkeniyên we de welatek diafirî
Û di govenda we de kerwanek bi rê diket
Ber bi cejwana azadiyê ve…

Hevala min;
Hewrêya min!
Min bêriya dengê te yê bedew kiriye
De we re ji me re
Strana Amedê bêje
De we re em bi hev re bikevên vê govendê
De we re Rindê
Awirê me û dilê me
Li heviya dîtana te pûç dibe

Ger tu stêrkek be
Emê tim li te bînêrîn
Ger tu tîrêjek ji rojê be
Emê tim dilê xwe bidin ber te
Ger tu xezalek be
Emê ji te re bibin sertar
Ger tu evînek be
Emê dilê xwe ji te re bikin newal
De were hevalê
Were ku em bi lehenga kedê şabibin.

Li min biborin havala min. Dibe ku ez nikaribim bedewbûn û xweşikbûna dilê te bilêv bikim. Wê tu hevok, tu gotin û peyv nikaribin têra pesindayina te bikin. Ji roja ku tu bû rêwiyê azadiyê û heta te hênaseya xwe ya dawî jî da dilê te bi bêhna azadiyê lê dida. Hêvî, hevalbendî, evîndarî di Newala dilê te de digihiştin hev. Û dilê te dibû cih û warê têkoşînê. Ji ber vê yekê bû ku, te têkoşîna herî dijwar li hemberî kesayetiya xwe dida. Te tim digot, divê em li hember serokatî û gel karibin bibin bersiv. Ji lew re di her karî de, di her şer û cengê de tu her li pêş bû hevala min. Di nameyeke xwe de te ji min re digot; “tiliyên zarokên Kurd ji bo azadiyê nîşana serkeftinê dikin, bila ji wan tiliyan yek tu be, yek jî ez bim û em heviyên wan bigihînin serkeftinê. Minê ji ku zanîba ku tê ewqasî zû xwe bigihîne serkeftinê û min li dûv xwe bihêle. Ma ezê çawa bê te bikevim govenda Amedê, ezê li stranên kê gohdarî bikim û ezê bi kê re porê xwe li ber barana payizî dirêj bikim.

Divê ez bi dûv çûna te ya asîmanên şîn de, dilê xwe qewîn bigirim. Lê li min biborîn hevala min, bi vê xebera kambax ez bi rondikên çavên xwe nikarim û bêhemdî min hêsrên min diherikin ser rûyê min, ser klêşa li destê min. Di cih de dicemidim. Ezê çi bêjim bi dû vê çûndina  bêxatir de… nebêje şoreşvan nagirîn, ezê bêşerm rûnêm û bigirîm li ser hevala xwe ya delal. Ew dengê te yê bedew ji guhê min nakeve û niha strana “çiyayên me berfê lê kir” dibêje. Hemû bîranîn û serpêhatiyên me yek bi yek di ber çavên min re diborin. Û ew şevên ku li ber êgîr me hêviyên xwe yên azadiyê ji hev re digotin, niha wekî wî êgirî dilê min dişewitînin.

Tu dizane niha şivanê gundemê pez derxistiye çerê, ezê hema li ber dengê bilûra wî, ku bi tilêyên xweyî qirêj hestên herî paqij direşîne dilê min, li demên bê te derbasbûna poşman bibim û ezê li ber wî gedeyê şermoke, bêşerm bigirîm dîsa. Ev çûna te min wekî lalê gundemê me bêdeng û bê pêjn dihêle. Rêwitiyên me tê bîra min. Dema em diwestiyan te digot, “em bigihêjin noqtê ezê hema xwe dirêjkim û razêm.” lê dema em digihiştin noqtê te çend stran digotin û te reşo datanî ser rivîna êgir. Vê ca westandin di bîra kê de dima piştî wî dengê te yê xweş. Hevala min, fermandara min, tu nizanî bê ka bê te rêwitî çiqas zahmet û bi êşe. Qudûmê min dişkên, çogên min bi ber min ve nayên.

Û Zagros… evîna dilê te niha lûtkeyên hemû çiyayên wê dipêçe, avaşîn ji dilê te diherike xaka pîroz, cîlo û Çarçela bi dengê te olan vedidin.  Û bêhna te ji nergîz û beybûn û rihan û hemû cûre kulîlkên vê xwezayê tê. Şehadeta te êşên pir mezin bide min jî, ezê xwedî li vê hevalbendiya te ya yekta derkevim. Heta di vê govenda şehîdan de bikevim destê te û milên xwe bi milên te re bihejînim, heta di kerwana şehîdan de bibim rêwiyek û dîsa bi te re bikevim rê, heta di asîmanên şîn de nola te bibim stêrkek û bibriqînîm, ezê têbikoşim hevala min a delal.

Bêrîtan Gulan

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk