Nasnav: Newroz Govend
Nav Û Paşnav: Fatma Ustun
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 1974-Şirnex
Dîroka Tevlîbûnê: 1989-Botan
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 24. 11. 1999-Gare
Newroz (Fatma Ustun): Nasnavê min Newroz e. Di sala 1989’an de bi qanûna leşkerî tevlî bûme. Bi piranî li herêma Botanê mame. Demekê li Zapê jî mame. Bi armanca perwerdeyê ji bo dîtin û derbaskirina kêmasiyên di kesayetiya xwe de hatime qada Rêbertiyê. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku min di du dewreyan de lewaziyên min ên di pratîkê de bi min didin wendakirin derxist holê. Rastiya Rêbertiyê û xebata li vê derê tê birêvebirin, dîsa terzên ku em dimeşînin hate pêşberê hevkirin. Di min de safîbûna lewaziyan jî pêk hate. Ji ber vê yekê ezê hewl bidim di van xalan de ji vê firsenda ku Partiyê daye me sûdwerbigrim.
Rêber Apo: Navê te çi bû?
Newroz (Fatma Ustun): Newroz.
Rêber Apo: Temenê te?
Newroz (Fatma Ustun): Bîst û çar.
Rêber Apo: Ma xwendina te heye?
Newroz (Fatma Ustun): Hinekê heye.
Rêber Apo: Tu dikarî çend rûpelan bixwînî?
Newroz (Fatma Ustun): Ez dikarim 60 rûpel bixwînim.
Rêber Apo: Ma tu bi Tirkî fêm dikî?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Temam, dibe. Hevalên ji Botanê, dîsa hevalên YAJK’î, ji bo ku kêmasiyên xwe yên mezin derbas bikin, divê pirsên weke ‘li ser çi bingehê çek, jiyaneke çawa’ bipirsin. Yanî jiyana azad jî, şer jî li Botanê çawa dibe? Hûn ê bersiva van bi temamî bidin. Hedefa me ya vê dewreyê ev e. Te vêna fêm kir?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e Serokê min.
Rêber Apo: Temam. Hûnê di mêjî de xwe fetîh bikin. Divê heya bi dawiyê îqna be, ez ê di şer de jî, di jiyana azad de jî biçim ser, hûn ê bêjin heya ku ez encam nestînim ez ê dest jê bernedim. Ji ber ku hûnê bêjin mêjiyê min vêna ji min dixwaze. Divê mêjiyê te timî li gel xebatê be. We heya bi niha bi terza hestiyarî meşandiye. Wisa nabe! Bi vî awayî şer mezin nabe. Bawerim hûnê li ser vî esasî pêşketinan derxin holê. Wê demê bi înadê, hem bi îradeyê û bêgûman heger mêjî jî li gorî şer be rola te girîngtir jî dibe. Gelo te vê xalê jî famkiriye?
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Bawer im, Newroz tu jî li ser vê bingehê dikarî bibî bersiva şer û jiyanê. Partiyê derfet dane te. We ji vê derê jî gelek tişt girtine. Bêgûman piştî hûn diçin welêt jî divê hûn karibin her tiştî bikin.
Newroz (Fatma Ustun): Rast e.
Rêber Apo: Yanî di mijara bûyîna bersiva karên di nava Partiyê de, pirsgirêkên di jiyanê de, pirsgirêkên di şer de, dîsa bûyîna bersiva pirsgirêka têkiliyan xwe temam bike, bihêz bike. Hedefa te ji vê û şûnde ev e.
Newroz (Fatma Ustun): Rast e Serokê min.
Rêber Apo: Ziman û xîtaba xwe jî xurt bike.
Newroz (Fatma Ustun): Ezê xurt bikim.
Rêber Apo: Baş e, ji bo te jî serketin.
Ev diyaloga di navbera Rêber Apo û Şehîd Newroz de di dîroka 02.09.1998’an hatiye qeydkirin.
Çavkanî; Diyalogên Bi Şehîdan Re