Zîlan Xetek E
Rêheval Zîlan di 1995’an de li Ser Dêrsimê tevlî refên partiyê bûye. Beriya wê demekî xebatên eniyê meşandiye. Piştî digihîje gerîla şûnve zanabûna xwe ya teorik-îdeolojîk, bi rastiya Kurd-Kurdistan, hişmendî û xwesertiya azadiya jinê re dike yek. Zû pêş dikeve, teorîk û pratîkê di nav hev de fêr dibe, hewil dide rastiya Rêbertî û partiyê hîn kûrtir fêm bike, pêvajo û xeteriyan hîs dike, rast dixwîne û dinirxîne. Ev hemû taybetmendiyên wê zû tê ferqkirin. Ji perwerdeyên Rêbertî an jî ji perwerdeyeke partiyê derbasnebûyînê tu car ji bo xwe wekî kêmasî an jî di pêşiya tevlîbûn û şerkirinê de wekî astengî nedîtiye. Rêheval Zîlan hewil dida Rêbertî ji hevalên jin guhdar bike û fêm bike, bi xwendin û nîqaşkirina dahûrandinan ji kûr ve fêm bike û hewil dida derbasî tevgera xwe ya jiyanê bike. Bi vî awayî Heval Zîlan bû şagirt û çalakvana herî bijarte yê Rêbertî. Tu car mêhkûmî zehmetî û şertên serdemê nebûye, teslîmî nêzîkatiyên bêbawer ên li dijî jinê nebûye, fizîka xwe bi fikrê di mêjiyê xwe de û bi hezkirin û girêdanbûna bi Rêbertî re bihêz kiriye, fikrên Rêbertî di xwe de pratîkî kiriye.
Piştî çalakiya bombeyi ya di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêbertî pêk hat şûnve di nav demekî kurt de plana derbe li dijmin xistin, bandora şoke avakirin û zextên li ser Rêbertî belavkirinê kiriye û beriya biçe çalakiya fedaî di beşa nameya xwe ya ku ji Rêbertî û rêhevalan re hiştibû de wiha armanca xwe nivîsandibû; “Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike. Çalakiya ku Rêheval Zîlan li Dêrsîmê li dijî dijmin pêş xist, ji bo ku komploya li ser Rêbertî vala bê derxistin, komplo negihîje armanca xwe û xeteriya ku nêzî Rêbertî dibû belav bibe ye. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Rêheval Zîlan ji bo Rêbertî û sekn û helwesta wê ya li beramberî heqîqeta Rêbertî ji aliyê Rêbertî bixwe ve wekî ‘Zîlan Manîfestoyek e’ hatiye pênasekirin.
Rêbertiyê me rastiya Zîlan wekî manifesto pênase kir û bi vî awayekî şênber pêkhateyên Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurd wê çawa jiyan bikin, ji ku dest pê bikin û çawa pratîkî bibin îfade kir. Rêheval Zîlan nêzîkatiya ji Rêbertî re bi çalakiya xwe pênase kir; Rêbertiyê me jî sekna fedaî ya Heval Zîlan pênase kir û rêgezên îdeolojîk, felsefîk, rêxistinî yên Tevgera Jinên Azad ava kir. Ji ber vê yekê Tevgera me ya Azadiya jinê xwe spartiye rastiya Zîlan û bûye pênaseya evîna Kurd. Asta hezkirin û evîna Heval Zîlan de, hezkirin û evîna xapînokî ya ku di navbera jin-mêr de tê terîfkirin jî ser û bin dixe. Bi çalakiya xwe datîne holê ku mirov ji bo evîna rast di oxira wê de şer dike, têdikoşe pêwîst bike canê xwe datîne holê; ji bo gelê xwe, welatê xwe rizgar bike bi awayekî herî dijwar şer dike. Divê em diyar bikin ku evîna Zîlan evîneke ku li Kurdîtiyê tê, layiqî Kurdîtiyê ye. Evîna Zîlan evîneke ku layiqî demên xwedavendan ên ku dî dirokê de nehatine dîtin, nehatine nivîsandin, tu car nebûne mijarên stran û helbestan e. Wê ev evîna xwe gihand hemû dinyayê û wekî hezkirin û girêdanbûna Rêbertî pênase kir; di rastî de bi vî awayî bang li rastiya jina Kurd û rastiya mêrê Kurd kiriye. Bû çalakî û gotina ku pîvanên jina azad û mêrê azad ji fedaîbûnê derbas dibe û xwe di fikrên Rêbertî de helandinê ve derbas dibe.
Zîlan xetek e. Heqîqeta ku Zîlan dike xet; bi bombeya ku di laşê xwe diteqîne re pergala paş, derewkar, xespkar, koledar a di mêjiyan de perçe dike ye. Peyama dide, têkoşîna ku dewir dike bi perspektîfên mîna rojê ronî dike tijê ye. Di asteke ku têra azadiya jinê bike de dîrokeke kûr û fireh nûjen kiriye. Zîlan ji bo jiyaneke azad, wekhev, adil, demokratîk û komûnal jî bê afirandin pêşengî kiriye. Heman demî, Tevgera Jina Azad a ku di nav PKK de di mîmartiya Rêber APO de pêş ketiye di xeta Heval Zîlan, Bêrîtan, Sema, Gulan, Sara û Delalan de hatiye rêxistinkirin. Li gel vê di têkoşîna azadiyê de paradîgmaya Rêber APO ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê şênber bûye, çêbûye. Ji ber ku Zîlanan di jina azad de terz, ûslûb û sekn ava kirin. Heman demî Rêheval Zîlan li dijî komploya li ser Rêbertî jî xeta têkoşînê diyar kiribû ev balkêş e. Wesiyeta Rêheval Zîlan ew bû ku Rêbertî bê parastin û ewlehiya wî were girtin.
Rêheval Zîlan perspektîfa li dijî komplo emê çawa û kengî têbikoşîn jî beriya 25 salan daye. Ya rastî, dîroka me, bi taybetî jî dîroka me ya jina azad ji me re mîrateyeke wiha hiştiye ku ji kesên ku bizanin bixwînin, fêm bikin, têbigihijîn re ders û doktrînên dîrokî yên ku heta dawiya emrê wan wê têra wan bike ne. Lewma, em dibêjin dîroka me ya jina azad dîroka Sara, Sema û Zîlanan in. Her jiyan, têkoşîn û şerê hevaleke me ya şehîd dîroka tevgera me ya jin û pêşveçûyînên civakî pir xweş xulase dike. Ji aliyê din ve em dibêjin Zîlan kesayeteke azad e. Heval Zîlan hîn gerîlayeke salekî bû lê xwe gihandibû xeta fedaîbûnê, xwe li ser bingeha rêgezan razandibû û hatibû asta ku komploya li ser Rêbertî ferq bike û bersiv bide. Di salên herî dijwar ên şer û têkoşînê de bi tena serê xwe; bû xwedî çalakiyeke ku berê qet nehatibû ceribandin, di partiya me de di kûrahiya taktîkî û stratejîkî de navê wê nehatibû dayîn. Xitimandina fermande û taktîk a di şer de dihat jiyîn derbas kir, di nav dijmin de xwe teqand, li Dêrsimê derbe li rejîma faşîst a TC da û peyamên piralî da wan. Bi vê çalakiya fedaî ya ku her kesê matmayî hişt re Heval Zîlan carek din îspat kir ku şer jî, siyaset jî, têkoşîna navxweyî jî wê di pêşengiya jinê de pêş bikeve û vîna jinê dikare her tiştî bike. Lewma, Zîlan dîroka jinê ye, dîroka jinê jî têkoşîna Zîlanan e. Nêzîkatiya ji xet û kesayeta Zîlan re heman demî nêzîkatiya ji bîrdoziya Rêbertî û xeta şehîdan a fedaî ya Rêbertî ye.
Rêheval Zîlan bû pîvana serkeftinê û bû navê xeta milîtaniya fedaî ya ku hê jî xwe diparêze ye û xwe gihande me jî. Rêbertiyê me ku yê herî zêde Heval Zîlan jiyanî dike û dibêje, “Zîlan sembola kesayeteke serkeftinê ye. Yekîtiya serkeftin û jiyanê an jî bi gotinekî din; navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Wekî sembol wiha ye. Lê ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas nirx bê dayîn, hetta çiqas bên perestin (tapınmak) ewqasî mezin dibin. Ji bo jiyanê çi hatibe mezinkirin di vê çalakiyê de ye. Bawer dike ku azadbûn û xwe avakirin ji vî şerî derbas dibe, bawer dike ku dema vî şerî da wê jiyan bike û ber bi sînorên jiyanê yên divê bê qebûlkirin ve bilind dibe. Wekî wate, wekî partî bilind dibe. Jiyana ku berê di bin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin jixwe heke tiştekî ku hatibe xwelîkirin hebe ew e. Ji bo jiyanê çi hatibe bilindkirin ew jî div ir de ye. Tiştên mirî, tiştên pêwîst e bimire, were xwelikirin hemû hatine hiştin. Tiştên pêwîst e werin bilindkirin, bi rastî jî bi awayekî heybet û şahane derketine holê. Hezkirina wê ya mezin a jiyanê wê biriye çalakiyeke wiha. Heke hezkirina mezin a jiyanê ku xwe dispêre azadiyê û her wiha vejîna wê ya bi jiyanê re negirêdayî be ev biryara çalakiyê nikare bê dayîn. Kesên ji jiyanê hez dikin xwediyê çalakiyên wiha yên mezin in. Kesên dev ji jiyanê berdane tu car nikarin bibin çalakvan û rêxistinkar. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha.” Rêbertî bi vî awayî emê çawa bibin şopdarên Heval Zîlan ji me re nîşan dide.
Mîlîtaniya jin a PKK ku ji rastiya ‘Pîvan Rêbertî, rêgez Rêbertî!’ derdikeve rê, berê xwe dide Rojê, bi tîrêjên Rojê re mezin dibe, xwe xweyî dike û hebûna xwe diparêze her tim bi awayekî fedaîyane girêdayî Rêbertî bûne. Gerîlabûna her jineke azadîxwaz, sosyalîst jî îfadeya herî xweş a girêdayîbûna Rêbertî ye. Jiber ku, kesayeta jina azad a ku ji xeynî Rojê ji tu navendî hêzê nagire, bê roj nikare jiyan bike; xwe dispêre mîrateya bi hezaran salan a berxwedana jinê. Wekî rastiya fedaîtî, fedaîtî û pêşengiya jin îro derbasî terzê jiyanê, terzê şer û têkoşîna gerîla. PKK her diçe dibe îfadeya dîyalektîka jina azad û Rêbertiyê azad a ku hevalên şehîd canê xwe, xwîna xwe û bedena xwe didine. Tevgera Azadiyê ya ku Rêbertiyî dibe û Bîrdoziya Rizgariya Jinê bi çalakiyên giyanên fedaî hatiye parastin, hatiye kûrkirin û hatiye heta roja me.