Fehîma Deştan
Zîlan di dîroka gelê kurd de, di nava rêxistina PKK’ê de ruheke ku timî bi wayekî nepenî xwe vedişêre û timî di demên ku her tişt ber bi hindafên tariyê ve diçin, ew ruh bidil û canê xwe dike sîpera jiyana azad. Nasnama hevala Zîlan, tenê nasnama keseke ku çalakiyê dike nîne. Di heman demê de nasnameya jina azad e, dawî li wê kesayeta jinê ya ku sîstemê her kirêtî lê alandiye. Ji bêsînoriya mêtingeriyê re, dawî anîneke bê tirs e.
Di vê çalakiyê de jiyanek armanc kiriye, jiyan bi pîvanên etîk û estetîkê dagirtîn armanc kiriye. Yanî pîvanên azad hem ji jinê, hem jî ji bo mirovên azad jî daye diyar kirin. Herwiha ji bo jiyaneke xweşik jî kesayeta azad û di aliyê fikir de gihîştiye wê serbixwebûna fikirî. Ango fermana jiyaneke rast daye, di heman demê de pêvajoyeke ku jiyan di nava felsefeya mirinê de bi dawî kiriye. Pêvajoya têkoşîna jiyanê û xwedî derketina li nirxan daye nîşandan. Lewre serpêhatiya xwe baş analîz kiriye, xwe aniye wê astê ku ji bajarekî ku di her milî de dijmin xwestiye dawî li dîroka wî bîne, lê wê daye diyarkirin ku ruhê azad ti carî di nava tariyê de namîne û kengê bibe jî wê serî rake û ber bi ronahiyê ve biçe. Hemû bedewiyên di dilê xwe de bi gelê xwe re parvekiriye, xwedî li Rêbertiya gelê kurd ya dîrokî derketiye. Li hemberî dijmin serî bi tena xwe û bi navê gelekî dîrokî rakiriye. Ev tenê ji bo xwe qebûl nekiriye, ji canê xwe û hizirê xwe zêdetir jî serî li hêzekî bêsînor ya di hundirê mirov de daye, yanî li xwe hayîlbûye ku însan dikare ji canê xwe zêdetir çi bide. Bi vê tenê nesekiniye, di cihekî wiha de çalakiya xwe pêkaniye ku careke din ji dijmin re peyama serhildêriya serhildanên gelê Kurd daye. Careke din ew zilma ku dijmin bi tundî xwestiye gelê kurd pê tune bike, li ser wê axê pîrozahî û ruhek ji nû ve vejiyandiye. Wiha nasnama wan serihildêriyên gelê kurd careke din balkişandiye ser û tola wan serhildêriyan xwestiye bi awayekî têkûz rabike.
Ew ruhê em behsa wê dikin, ruheke welê ye di wan kêliyên ku mirov nikare bibîne derdikeve. Rastiyeke ku gihîştiye cewherê xwe û li ser xwezaya xwe ye. Ew baştir dibîne, baştir dikare pêdiviyên demê bizane û tedirîk bike. Dikare wan zilm û mêtingeriya ku li ser gelê Kurd tê meşandin baş bibîne, bi vê nasekine dixwaze çalakiyekî di asta ku bibe xeta jiyanê bike. Di vir de temsîla tolhildêriyeke mezin ji bo jina kurd û hemû jinên cîhanê jî dike. Di her warî de dibîne ku divê bikeve nava liv û tevgerê de. Mirov dikare ji vê kêliyan re bêje; kêliyên rabûnên erjengî. Ma gelo ev kêlî ne ew kêlîne ku mirov nikare zû pênase bike û bi qasî ku jiyanê fêhm dike, pênase jê re tê dayîn? Çalakî û ruhê Zîlan mînakeke têkûz ya jiyanê ye, bi qasî em nikarin jiyanê bi awayekî têkûz pênase bikin, em nikarin wî ruhî jî pênase bikin. Bi qasî ku em têdighîjin em pênase dikin, lê di rastiyê de ew tenê nîne. Ji ber ku di leylana bêdawî ya hizirê xwe de, gelek fikar, dem, dîrok, kesayet, berxwedan û ruhê jina ku bi jiyanê re bûye yek dijî. Lewre tenê armanca wê çalakî kirin û dawî li pêvajoyekî anîn nîne, di heman demê de dest bi pêvajoyeke nû kirin di ruhê xwe de plan kiriye û pêkaniye. Kevenşopiya berxwedaneke dîrokî, li cihekî dîrokî ji bo xwe dike armanc. Armanca hevala Zîlan, serdemeke nû destpêkirine. Nameyeke bi qasî dîrokê li pey xwe hiştiye. Di her hevokeke nameyê de mirov dikare ji wan weke sergotarên roman û çîroka serhildêriyê û girêdana wê ya bêdawî binrxîne û jê fêhm bike. Ya ku herî zêde jî bala mirov dikişîne hêza wê ya bêdawiye. Di hemû pêvajoyên xwe de bi awayekî asayî dijî, lê di rastiyê de dide diyar kirin ku ev tenê hêza wê nîne, lewre di ber kevanên nû ve diçe û dide diyar kirin ku ev tenê hêza mirov nîne, wê meznahiya ruhê mirovan jî ji bo tercîhên kûr û dûr dide diyar kirin.
Ev ruheke temsîla heqîqeta mirovahiyê ya cewherî dike. Di warê paradîgma de jî nûbûnekî baş nîşan dide. Ango me ji wan fêrbûnên sîstemê rizgar dike, ruhê xwe digihîne dîroka mirovahiyê yê ku ti carî dev ji tercîhên azadî û wekheviyê bernedaye. Di xeta têkoşîna mirova/ê azad de dide diyar kirin ku mirov hêzeke bêhampa ye. Hêza xwe li cihekî û di çalakiyê tenê de nade diyar kirin. Di armanc û têkoşîna mirovan de ya li hemberî sîstema ku xwe kiriye lûdeke ji zilmê, serî hildide. Lewre piştî çalakiya xwe vebûneke nû di aliyê avakirina kesayeta azad de destpêdike. Ev ruh, ruhê PKK’ê bi xwe yê veşartiye û Zîlan wî ruhî baş dide nîşandan û dide diyarkirin ku ew dikare guhertin û veguhertinê di kesayeta xwe de pêbîne. Fermaneke hêzê ye, tercîheke azadiya mirovan e.
Ev xwe çêkirin ku timî di ruhê kesayetên mezin de xwe ji bo van kêliyên dîrokî vedişêre û li benda dema tenqandinê ye. Kesayetên weke hevala Zîlan di nava dîrokên cîhanê de gelek xwedî wate ne. Timî di ber bi hemû demên tarî de tên der. Çalakiya wê temsîla wî ruhê veşartî yê berxwedanê dike. Bi taybet xeta Rêhevala Zîlan di nava PKK’ê de xwediyê wî ruhî ye ku timî dikare rastiya jinê ya cewherî derbixe holê. Zîlan fermana herî zêde ku di roja me ya îro de xwestiye bide fêhmkirin. Temsîla jiyaneke nû ji bo însana dike. Weke jinekê xwedî li wan erkên xwe yên dîrokî derketiye. Armaca wê ji vê çalakiyê ew ku ruhê komunal nîşanî me bide bê çawa di kesayetekê de ruhê berxwedana gelan diraze û tenê divê mirov lê hayîl bibe. li hemberî felsefeya mirinê, jiyaneke nû afirandiye. Ev felsefe jixwe ya PKK’ê bi xwe ye. lewre ruhê wê yê îdeolojiya mirov û civaka azad e. Lewre PKK û PAJK vî ruhî jixwe di hundirê xwe de dihewîne. Di heman demê de mirov dikare bêje, wê PKK û PAJK di ruhê xwe de temsîl kiriye. Armanca rêxistinê di hundirê xwe de pêktîne û di heman demê de dide diyar kirin ku rêxistina ku temsîla wê dike, bi xwe ev qerekterê mirovaneye ku ti mêtinkariyê û serdestiyê qebûl nake.
Di sala 1995’an de dijmin tinekirin Rêbertiyê, gel û têkoşînê dema ku kiriye hedefa xwe ya yekemîn, bi hêzeke mezin êrîşan pêktîne, hevala Zîlan dikeve ferqa vê plangeriyê û derdikeve pêşberî dijmin û wê tinekirin û înkarê qet qebûl nake. Ruhekî nîşanî wê demê dike, di aliyekî de temsîla jiyana azad û erkên mirovahiyê jî dike. Zîlan ne keseke, felsefeyeke jiyanê ye û tenê ne berdewamiyeke, bi xwe heyîneke divê ku bê jiyandin.
Tevî ku cihê ku jê weke gundê Elmali li bajarê Melatiya, dijmin bişavtineke pir bi hêz li ser wê herêmê ferz kiriye jî, lê belê mirov li vê derketina hevala Zîlan ya bihêz dinêre ku bi awayekî têkûz pêşketiye. Li hemberî bijavtinê jî dawî anîneke. Dikare dîroka şoreşên cîhanê jî baş bişûpîne û dizane wê ber bi ku ve biçe. Nêzîkbûna wê ji rasitya jinê re jî gelekî bi zanistiye. Erkên xwe bi cih anîn ji bo hevala Zîlan weke peywirekî û fermandarekê pêktîne. Li hemberî jiyan, jinê û dîroka mirovahiyê renxnedayîneke herî mezin di piratîka xwe de dide nîşandan.
Bi wê teqandinê dixwaze bibe sembola vejîna jina Kurd. Di heman demê de xwedî li nirxên şehîdên şoreşê derdikeve û dixwaze wan bi awayekî baş bi cih bîne. Hevala zîlan dixweze ruhê jinê û serhildêriyeke di ruhê xwe de ji bo pêşerojê pêkbîne. Di vê çalakiyê de berxwedan, jiyan, wêrekiyeke mezin dijî. Çalakiya wê bi xwe bûyereke şer e ku bê rawestan divê mirov bike.
Bi jiyan û serpêhatiya xwe dixwaze di jiyana di navbera jin û zilam de li gorî vê pîvanê bibe manîfestoya jiyana nû. Tenê nabêje, di heman demê de li gorî paradîgmaya nû vê înşa dike, hem vê dixwaze û hem jî çêdike. Bi dengekî bilind û helwesta xwe dide diyarkirin ku êdî kes wiha nikare erzan nêzîkî jinê bibe û weke berê wê li gorî xwe bide tevgerandin. Ango di pêngava xwe ya jiyanê de gelekî radîkal û xwseriya jinê baş îfade kiriye. Vê di warê axaftinê de ne, di warê çalakiyê de dixwaze çêbike. Di kesayeta xwe de dide diyar kirin ku jin di kesayet û hêza xwe de mezin e, vê di kesayeta xwe de jî nîşan dide. Ya herî girîn jî watê li peyvan bardike. Naveroka ruhê xwe yê vedibêje bi watedayînê tije dike. Bi azweriyekî mezin vê watê dihune û dide pêşberî me. Dema pirtîkbûnê nîşan dide, ji ber ku teorî û îdeolojiya ku beriya wê jî gelek hevalên jin ji bo wê têkoşîn dane, piratîze dike. Di vê manefstoya jiyanê de ya ku wê daniye du tiştên bingehîn nîşanî me dide, yek perçiqandina ku di kesayeta jinê de, di kesayetê de bi awayekî giştî ji careke din dighîne hevdu. Ya din jî metirsiyên di mirovan de hatine avakirin di warê zihnî de dişkîne û şoreşeke wijdanî û erkên xwe yên mirovane pêk tîne.