Di germahiya meha Hezîranê ji nava dilê axê, bi deng vedana bayê re dengek tê, dengek kur lê ne dûr deng vedide bi deng vedana xwe re dibêje ZÎLAN…
Dengê ku ji kurahiya hemû dem û serdeman dihat, dem, hest û gotinên ku me jibîr kiribû li tevahî şaneyên leşê me dixist.
Gotina ZÎLAN, navê ZÎLAN, peyva ZÎLAN rihê me di hejand û me berbi xwe ve dibe. Çav dixwaze bibîne, dil dixwaze nas bike, rih dixwaze bijî…
Navê ZÎLAN û çavên ZÎLAN ola vedida di dil û mejiyê me de
Ew navê ZÎLAN ya ku hiş û dilê me diket dem û serdemên ku em di nava wê de winda bûbûn me bi xwe re anîbû.
Gotin û navek kur û dirêj bû ji nava ax, av û hewayê dihat
Rêheval ZÎLAN di bibîkên çavên xwe de ji her dem û serdeman çirûskek girtibû
Ew rêheval ZÎLAN bû dil û rihê xwe bi eşqa serdemê di nexşand. Bi nexş û eşqa dîrok û siberojê dihat.
Ax di nava rehma xwe de avê di welidîne, av jî hewa
Rêheval ZÎLAN jî ax, av û hewa yê bi hevre di welidîne
Her tişt bi dîtin, heskirin, fêm kirin, bi çavê dil û mejiyê pêk tê. Ya girîng dîtine.
Deng ji kurahiya dîrokê û ji axê dihat bi navê ZÎLAN…
Digot; ZÎLAN xudawenda serdema APOYÎ YE…
Jin-dayîk bi tevahî bedewiya xwe re li hember me rawestiya ye. Ew bibîkên çavên xwe yên reş û bi kenê hevrişîmî şaneyên jiyanê belav dike. Dibêje jiyan çiye û pêwîste çawa bijî? Ew bi xwe heqîqet bû, fikir, raman û hizrê azad bû. Têgihiştinek rast, jiyanek raste. Nabe ku pesnê te bidim, peyvên min şermînok û tazî di mîne. Ji xwe pesindayîna jiyan, ax, av û hewayê nayê dayîn.
Beriya vê 27 sal li çiyayên Dersîm’ê deng ji lat, çiya, deşt û newalan tê, rêhevala ZÎLAN guh dide wan dengên ku tê, guhdar dike ne tenê bi guhê xwe, bi dil, rih û mejiyê xwe ve. Ew deng dengê jinên ku li hember zilm, zordarî, qirkirin, mêtîngeriya dewleta osmanliyan ya hov, dirinde xwe ji zinaran de avetibûn. Qêrin dikirin û di gotin; ‘xeterî heye, neviyê osmanliyan dixwazin qirkirina di nîvîde hiştine temam bikin.’
Rêheval ZÎLAN dibe qêrîna deng vedena jinên ku ji bo jiyan û welatek azad têdikoşin. Rêheval ZÎLAN bitûniya tevahî hest û hêza kesayetiya azad e. Ji ber vê yekê vegotina herê rast û baş ew bi xwe ji bo xwe kiriye. Weke ku jiyan bi xwe lêv dike, dibe çav û zimanê xwe.
Rêheval ZÎLAN bi tevahî şaneyên xwe dîrok û sibe rojê jiyan dike û dibe dîrok. Rêheval ZÎLAN hêza pêşdîtina şoreşa jin û azadiyê ye. Îro di welatê Mezopotamya yê de li çiyayên Zagros- Toros û tevahî parzemînên cîhanê bi felsefe, çand, heqîqet, deng û rihê rêheval ZÎLAN tê vedan ‘JIN JIYAN AZADÎ.’
Gulan Avrêl