Rojda Firat
Li beramberî êrîşa ku di sala 1996’an 6’ê Gulanê li ser Rêber APO pêk hat û tesfiyekariya hundirîn rêhevala Zîlan di 30 Hezîrana heman salê li Dêrsimê meydana Cumhûriyetê di nav grûbekî leşkeran de li nav dilê dijmin çalekiya fedayî pêk anî. Xwe kire parçe parçe û heya her hucreyeke xwe kîn û tolhildana xwe ya ji dijmin re qêriya.Wiha jî di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de rûpelekî nû vekir.
30’yê Hezîranê roja ku ruhê şoreşgerî gihîşte lûtkeyê ye.Rêhevala Zîlan kûraniya wateya komploya 6’ê Gulanê dîtibû, bi têgihîştin û hastên xwe yên bilind taybetmendiyên xurt ên şervaniya azadiyê xwedî kir.Lewma ji hêla Rêber APO sekn û çalekiya wê wek sembol û fermanê hate tehlîlkirin.Ji ber ev çalekî di nav xwe de hest û hêzeke xurt a tehlîlê diparêze. Rêhevala Zîlan derbeya herî mezin ku li jina paşverû, zilamê paşverû û dijmin hatiye xistin e.
Zîlan…
Li Gundê Elmali HateDinyayê
Rêhevala Zîlan di sala 1972’an li gundê Elmali girêdayî navenda Meletî hate cîhanê. Sê kur û çar keç heft xwîşk û bira bûn. Gundê Mamûrek ku gundekî Kurd-Elewî ye debara xwe bi bexçe, bostan û sewaldariyê dikin.
Malbat ku di herêmê de wek eşîreta Mamûrkî dihate nasîn di warê civakî de xwedî feraseteke feodal, bûrjûvaziya piçûk bû. Hevala Zîlan di malê de serbest tê mezinkirin. Di Zankoya Înonu ya Meletî di beşa rêberî û şêwirmendiya psîkolojî de dixwîne û mezûn dibe.Beriya tevlî PKK’ê bibe di nexweşxaneya Dewletê ya Meletî wek teknîsyenê rontgenê dixebite.Hevserê wê jî ku di heman zankoyê de dixwîne ji gundê Xiliya girêdayî navçeya Exîl a Amedê ye. Hevserê rêhevala Zîlan di zivistana 1995’an dema xebatên eniyê dimeşand dîl dikeve destê dijmin.
Malbatekî Elewî
Bavê rêhevala Zîlan Mihemed Kinacî çi di nav gund de, çi jî di bajêr de hezkirin û hurmeta hawîrdorê qezenc kiribûye, kesayetekî dirûst, xêrxwaz û bi camêriya xwe hatiye nasîn.Li gor hemsal û dema xwe pêşverû bûye.Di bajêr de malbat bi rêya bazirganiyê xwe xwedî dike.Piştî demekê nexweşiyeke nebixêr malbatê ji kûrahiyê ve dihejîne.Mihemd Kinacî bi nexweşiya pençeşêrê dikeve.Piştî du salan ruxmî hemû hewldanan jiyana xwe jidest dide.Di wê salê de hevala Zîlan şagirta pola dawî ya lîseya pîşeyiyê ye.Zîlan zaroka herî piçûk a malbatê ye.Lewma jî pir tê hezkirin û cihê wê cuda ye.Ew bi vê elaqedariyê bi ser xwe ve naçe, dibe kesayetekî ku hezkirina xwe dabeşî hemû însanan dike. Birayê wê yê mezin bi demdirêjî li Stenbolê bicih bibû.Birayê wê bi bandora derdora xwe tevlî rêxistinên çep ê Tirk dibe.Şoreşgerekî dijwar ê beriya 12’ê Êlûnê ye.Bi vê halê xwe ji rastiya Kurd pir dûr û têkoşîna netewî piçûk dibîne ango şovenîstekî Elewî ye.Dema di nav çepên Tirkan de ye jî muxalefeta wî ya li dijî pergalê mûxalefeta mezhebî derbas nake, ticar nebibû xwedî feraseta muxalefet a netewî yan jî çînî.
Dayîka wê Xanim jî jineke tîpîk a Kurd e. Ruxmî ku bi salan li bajêr jiya ji cilûberg bigre heya axaftin, nêzîkatiya ji însanan re heya danûstendina xwe çanda Kurd-Elewî diparêze. Bi awayeke erênî têkoşîna netewî pêşwazî dike lê belê zarokên xwe ji bo tevlî nebin diparêze. Naxwaze zirar bi wan bikeve lewma naxwaze têkîliya bi têkoşînê re bigihîje têkîliyek rêxistinî.Ku rêhevala Zîlan di malê de behsê têkoşîna rizgariya netewî dike dayîka wê aciz dibe.Ev acizî dema bi dozîniya (îçgudu) wê re dibe yek, di dawiyê de digihîje asta hingofê (saplanti).
Salên Xwendekariyê
Rêhevala Zîlan xwendina xwe ya seretayî û navîn li Meletiyê temem dike.Di salên perwerdeya navîn ji ber serkeftina di waneyên xwe de ji hêla hemû mamosteyên xwe ve tê ecibandin.Bi taybet di waneya matematîkê de ji ber behreya xwe ya têgihîştina bilind û tehlîlkirina çalak, hezkirin û teqdîra mamosteyê xwe yê matematîkê qezanc dike.Mamoste hastên xwe wiha tîne ziman: “Keça min, qet dest ji xwendinê ber nede, ger tu nexwînî tu yê neheqî li xwe û mêjiyê xwe bikî.”
Rêhevala Zîlan piştî dibistana navîn bi alîkariya mamosteyê xwe dikeve ezmûnên Lîseya Pîşe ya Tendurûstiyê.Bi rehetî ezmûnan biser dixîne. Di sala 1986’an de ji Lîseya Pîşe ya Tendurûstiyê ya Keçan a Heyderpaşaya Stenbolê re qeyda xwe çêdike. Di sala 1990’an de di nav hajmareke pir kêm a mezûnan de hevala Zîlan jî heye. Rêhevala Zîlan êdî bibû teknîsyena rontgenê.
Yek ji hevala wê ku di salên xwendekariyê de rêhevala Zîlan dinase, bi van hevokan wê îfade dike:
“Rêhevala Zîlan di nav çar salên li Stenbolê derbas kir bi zehmetiyên curbecur re rûbirû ma.Mijara herî sereke ku zorî dikêşa jiyan û cihêtiya çandî ya jiyana li Stenbolê bû.Di kêleka vê de zoriyên aborî jî hebûn.Rêhevala Zîlan biryar dabû ku li beramberî van zehmetiyan neperçiqe, ji kesayet û awayê jiyana xwe tewîz nede, liser lingan bimîne.Ji ber keçek ku bi terzê têkîliyên civakî ya Kurdistanê hatibû strandin hewce dikir di zemînekî ku feraseta serdest a bûrjûvaziyê ya rizî û jihevketî hakim bû, bêyî ku asîmîle bibe bixwîne.Bi vê jiyana kirêt re lihevkirin ne li gor karakterê rêhevala Zîlan bû.Ji bo bikaribe jiyana xwe ya cewherî biparêze dizanî ku pêwîste bibe xwedî kesayetekî xurt. Nexwe wê biheliya û tine bibûya.Pir hevalên wê yên nû hatibûn, di nav van pirsgirêkan de di demekî kin de ketibûn nav lewazî û rewşekî ketî.Bi vî awayî Rêhevala Zîlan bi çavên xwe dît ku bi vê jiyanê re mirov çawa ji xwe biyanî dibe, ji xêva xwe tê qutkirin, ji kok û rastiya xwe ya dîrokî dûr dikeve.Wiha jî kete nav hewldana parastina nirxên xwe.Lewma jî rêhevala Zîlan di salên destpêkê rastî pir dijwariyan hat.Lê belê di avakirina têkîliyan û firehkirina derdora xwe de zehmetî nedikêşa.Zoriya ku dikêşa di warê avakerî û semîmîbûna van têkîliyan bû.Dixwest têkîliyên qahîm û saxlem ava bike. Ji ber zoriyên heyî di sala destpêkê de waneyên wê zeyîf bibûn. Paşê ferq kir ku ji bo xwendinê hatiye Stenbolê û tişta ji wê dihate xwestin serkeftin bû. Ji xwe re wiha dibêje: “Destpêkê waneyên min kêmekê xirab bûn, ez li wan gotinên malbatê û mamosteyên xwe hizirîm. Min got divê ez bendewariyên wan vala dernexim.” Piştî vê bi feraseteke hîna bilind a berpirsyariyê xwend. Di nav şagirtên herî zîrek ên dibistanê de cih girt.
Serkeftîbûna wê di xwendinê de nakokiyên di mêjî û bêhuzûriyên di ruhê wê de derbas nakin.Wiha dibêje “Di hundirê min de valatiyek hebû.Wek ku aliyeke min kêm bû.Min nedizanî ev valatî çiye. Hevalên min ên dibistanê ketibûn nav herikîna nîzamê, ev halê wan ê bêarmanc ku jê re qaşo digotin ger û şahî, jiyana ku hastên ketî tetmîn dikir, ez aciz dikirim.Ez di wê baweriyê de bûm ku muhaqeq jiyaneke xweşiktir heye, dilê min ji wan dixeliya.”
Yekemîn Nakokî
Rêhevala Zîlan gihîştibû wê zanebûnê ji bo bikaribe vebûnekê çêbike hewce dike bigihîje têkûziya civakî-siyasî û çandî. Di vê pêvajoyê de ji klasîkên wêjeya Rûsya (Qeşaya Sekan, Û Pola Wiha Qahîm Bû, Divê Çi Bikin?) helbestên Ehmed Arîf dixwîne û herwiha li mûzîkên protest guhdarî dike. Dixwaze ji ya heyî şêwazeke cudatir bidest bixîne. Rojên dawiya hefteyê di mala birayê xwe de derbas dike. Lê mezhebgerî û girêdana wî ya ji kevntiyê re nahêle hevala Zîlan li wir rehet bistre. Carna bi grûbeke pênc-şeş kesî ya Kurd re ku hîna bêtir xwe nêz wan hîs dike nîqaşên siyasî dimeşîne. Bi vê grûbê re têkîliyên semîmî pêşdixîne.Bi wan re di derbarê pêşketinên çelexarî yên aborî, siyasî, civakî di navbera Meletî û Stanbolê û jiyana civakî guftûgo dike. Dema ji bo pêkanîna çalekiya xwe ya mezin çû Dersimê li mala yek ji van rêhevalên xwe dimîne. Di encama nîqaşên ku bi vê grûbê re pêşdixîne di dawiyê de sedema valatiya di xwe û tengezariya xwe dibîne.Tişta herî zêde bala wê dikişîne sedema ku jiyana li Kurdistanê û ya li Stenbolê ewqas ji hev cuda û bêmêzîn in.Di dibistanê de ji ber derfet nînin nikare di derbarê Kurd û Kurdistanê ku di mêjiyê wê de pirs pêşdikevin zêde lêkolîn û hûrnêrîn bike.Di sala dawî ya dibistanê de bi têkoşîna Rizgariya Netewî dihese. Di sala 1990’an bi awayeke serkeftî ji dibistanê mezûn dibe. Dibêje: “Ji aliyekê ve bi mûçeya ku ezê debara malbata bikim ez kêfxweş bûm, ji aliyê din ji ber hîna bêtir ez ê bibim xwedî derfeta naskirina nêz a têkoşîna netewî û rastiya Kurdistanê, vê ez pir şanaz dikirim.”
Li Stenbolê di sala 1990’an dikeve ezmûnên OSYM’ê, bê ku ti hazirtiya wê hebe tevlî ezmûnan dibe lê bi rehetî li zankoya Înonû ya Meletî beşa şêwermendî û rêberiyê qezenc dike. Piştî ji lîseya pîşeyê ya tendurûstiyê mezin dibe bi du mehan dest bi erka xwe dike.Di vê navberê derdoreke welatparêz-demokrat nas dike û têkîlî pêş dixîne. Beriya ku mehek û nîv derbas bibe ji ber zankoyê tayîna xwe ji bo Meletî dixwaze. Di nexweşxaneya Meletî ya Dewletê di servîsa lezgîn de dest bi erka xwe dike û qeyda xwe li zankoyê dinivîse.
Yekemîn Hevnasîn
Rêhevalekî Zîlan ku yekem car wê dibîne wiha wan kêliyan vedibêje: “Di rojên ku nû wane destpêkiribûn, mamosteyê me pirtûkek xwest. Ez li Meletiyê lê geriyam lê min nedît, roja din min ji mamoste pirsî ku ez li kuderê peyda bikim.Rêhevala Zîlan nû hatibû polê.Ji ber pirsgirêkekê li ba mamoste bû.Wê jî heman pirtûk dipirsî. Mamoste navê pirtûkxaneyekê got û diyar kir em dikarin ji wir bigrin. Min pirsa adresê kir, hevala Zîlan kete navberê û got “Ez cihê wê dizanim, heke hebe ez ê sibe ji bo te jî cildekê bînim.” Yekemîn hevdîtin û hevnasîna min bi hevala Zîlan wiha bû.Roja din pirtûk di destê wê de hat, ez hem kêfxweş bûm hem jî mehcûp mabûm. Min bi wê nêzîkatiya wê ferq kir ku ew xwedî nirxên mezin û rêzdar e. Ya rast bê ku ez qet binasim alîkarîdayîna jinekê ji min re, ez matmayî hiştim. Min xwest ez wê bi hevalên di polê de bidim nasîn, wiha jî alîkariyekê ji wê re bikim. Lê wê got “min piranî nasîn”. Di pola me de hin grûbûyîn pêşketibû. Yên xwedî nêrînên wekhev, an jî yên ji çandên cuda dihatin bi awayên komikan lihev diciviyan. Di vê wateyê de di pola me de sê grûb hebûn grûba oldar, lumpen û grûba welatparêzan. Grûba me ji şeş kesan pêk dihat û mîmar û pêşenga wê hevala Zîlan bû. Têkîliya wê bi hevalên di grûbê de ji ya min bêtir bû.Aliyê wê yê civakî û qabîliyeta wê ya axaftinê lipêş bû.Mijarên ku bi însanan re diyalog pêş bixîne zû didît.Axafina wê ji kuderê destpê bikira bila bikira di dawiyê de teqez bi têkoşînê re bidawî dikir. Ji ber di asta zanebûnê de hevala Zîlan hîna pêşektîtir bû, ew navenda kêşweriya grûbê bû.
Di mehên dawî yê sala 1990’an de çalekiyên gêrîla li Kurdistanê rojane bêtir bibûn, serhildan pêşdiketin. Dema bi roj me hev didît li ser pêşketinên li Kurdistanê nîqaşên me çêdibû.Tiştên me dibihîst bi heyecaneke mezin bi hev re parve dikir.Di wê demê de piranî ku em bi tenê diman me li ser van mijaran nîqaş dikir.Di vê navberê ji Kurdî re pir girîngî dida û dixwest Kurdiya xwe ya nebaş pêş bixîne.
Di malê de ji bilî dayîka wê herkesê bi Tirkî diaxivî.Ji ber vê jî hevala Zîlan fêrî Kurdî nebibû. Lê elaqeyeke wê ya taybet ji bo muzîk û çanda Kurdî hebû. Bi heyaranî li çanda Kurd mêze dikir.Ji çalekiyên gêrîla bicoş dibû.Bi hezkirine mezin behsa çalekiyan dikir wek ku bixwe di çalekiyê de cih girtibe, coşa wê dijiya. Wek ku ji Komara Tirkiyê re bibêje “Ahan ji we re, me bibînin em ne Kurdê berê yê tirsenok in” belku jî wê demê dixwest peyama 30’ê Hezîranê bide.
Zîlan dema xwendekar bû bi şev diçu dibistanê.Du rojên hefteyê heya siharê pasewanî digirt.Qet ji bêxewî û westanê şikayet nedikir.Rojekê tenê jî bi derengî nehate dibistanê. Carna me dixwest ji dersê birevin, lê ew li pêşiya me dibû asteng û wiha digot “Ger armanc fêrbûn be, divê em waneyên xwe bernedin.”
Ji pirsgirêkên madî yên malbatê qetlome û şikayet nedikir. Her di nav hewldana pêkanîna berpirsyariyên xwe de bû.Ruxmî hemû westandinên xwe têkoşîna netewî û gelê Kurd jibîr nedikir, ji bo vê mijrê nîqaş bike muheqeq derfet û dem vediqetand. Pirtûkên ku behsa têkoşînê bikin dikirî û dixwend.Di polê de li ser mijarên siyasî zêde nîqaş pê nediket heke bibûya jî di serî de ya diaxivî hevala Zîlan bû.Di waneyê de jî wiha bû.Bi xwebawerî wane vedigot. Xwedî uslûbeke hakim û xatîbekî baş bû.Lewma jî hemû mamosteyan ew dinasîn.
Piştî bavê wê mir, malbatê bi mûçeyê birayê wê yê mamoste Hesen debara xwe dikir.Heya wê demê jî malbatê zorî û zehmetiyên mezin kêşabû, lê bi mûçeyê hevala Zîlan malbatê kêmek nefes stend.Zîlan tam bi berpirsyariya xwediya malê ji hemû pêdiviyên malê re bersiv dida.Heke neçar nebûya zêde mesref nedikir.
PKK Naskir
Lêhûrbûn û jêrpirskirina jiyanê rastî vê demê hat.Heya wê demê zêde xwe nêz ti xetekê nekirbû. Xwîşk û birayên hevala Zîlan sampatiya wan ji bo PKK’ê hebû.
Di salên zankoyê de di nav nêrînên çep de zelal bû û elaqe û sempatiya wê ji bo PKK’ê pêşket. Elaqeya wê ji Kurdîtiyê re, ji ber malbatê di asteke paşverû de be jî heya astekê taybetiyên netewî parastibû dihat. Di destpêkê de ew aliyên welatparêz ku bi wan re pêwendî çêkir, birêxistinkirî nebû. Lê ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatê heya demeke dirêj nekarî di mijara tevlîbûna têkoşînê de biryar bide. Di encama zelalbûn û kamilbûna hizrî de biryar da tevlî refên PKK’ê bibe.
Di sala 1994’an li Edenê xebatên eniyê meşand. Heya salekê di van xebatan de ma, lê perwerdeyeke cidî nedît. Ji ber di asta rêveberiyê de hin girtin çêbûn jî zêde li wir nema.
Destpêkê Çu Eyaleta Dêrsimê…
Di sala 1995’an li ser eyaleta Dêrsimê tevlî refên artêşê bû. Li gor demên berê di vê qadê de kesayeta xwe bi hemû aliyan ve bêtir nasî û pêşketin bidest xist. Di wateya îdea, biryardarî, moral, zelalbûn de baweriya wê xurt û pêşket.
Biryara Çalekiya Fedayî Da
Rêhevala Zîlan ji bo pêkanîna çalekiya Fedayî di nameya ku ji bo Rêber APO re nivîsî wiha dibêje: “Ez xwe ji bo çalekiyeke wiha endam dibînim. Em, li pêşberî ked û hewldana we ya bêdawî heke canê xwe jî bidin wê kêm bimîne.Xwezî ji bilî canê min tişteke din jî hebûya ku min bidaya.We bi jiyana xwe re netewek jinûve afirand. Em eserê we ne. Hûn temînata pêşeroja hemû gelên Kurdistanê û mirovahiya cîhanê ne. Jiyana we rûmetê, hezkirin, cesaret û baweriyê dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov heya ber mirinê girêdayî we ne. Ev kêşweriya we heya asteke bilind me jî bandor dike. Di kêliyên herî zêde zorê de ez li hezkirina we ji me re dihizirim û jê hêz digrim.Yê herî girêdayî şehîdan hûn in.Di vê wateyê de wê çavên me vekirî nemînin.Ez vê çalekiyê wek erka ku divê pêk bînim û xwe jê berpirsyar dibînim. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo derbaskirina paşverûtiyên xwe yên heyî, ji bo azadiyê û pêkanîna xwe rêya vê ji şer derbas dibe û divê pêdiviyên vî şerî jî werin bicihanîn. Ez dixwazim xwedî li berxwedana rêhevalên Xeyrî, Mezlûm, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim. Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaziya gelê xwe ji bo azadiyê. Li beramberî polîtîkayên kolekirina jinê yên emperyalîzmê bi teqandina bombeyê di xwe de ez dixwazim mezibûna hêrs û aciziya xwe nîşan bidim û bibim sembola berxwedaniya jina Kurd.Îdeya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyan û çalekiyeke mezin.Wê têkoşîna rizgariya me ya netewî bi pêşengtiya Rêber APO di demeke pir nêz de bigihîje serketinê û gelê min ê mezlûm dê di nav malbata mirovahiya cîhanê de cihê ku heq dike bigre. Li ser vê bingehê ez girêdana xwe ji Rêber APO, hemû şehîdên Kurdistanê, gelê Kurdistanê û mirovahiyê re careke din rave dikim û ez soz didim ku xwedî hewldana layiqbûna wan bim. Îdeaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyan û çalekiyeke mezin.Ji ber ez ji jiyan û mirovahiyê pir hez dikim ez dixwazim vê çalekiyê pêk bînim.” Rêhevala Zîlan di sala 1996’an de li meydana Cumhûriyetê çalekiya fedayî pêk anî.