Zeyneb Tevlîbûneke Bîrdozî Bû

0Shares

Heval Gûrbetelî Ersoz yanî heval Zeyneb bi giştî di tevgera me de bi taybet Tevgera Tekoşîna Azadiya Jin de cih girtiye.Hevala Zeyneb hevaleke ku di qadê şoreşê de di asta herî pêş de berpirsiyarî girtiye. Lê belê weke kesayet naskirina min bi hevala Gûrbetelî Ersoz re di sala 96 an de di konferansa YJK ê ya yekemîn ku çêbûbû piştî kongreya yekemîn şûndetir e.

Hevala Zeyneb ji bo ku tevlî konferansê bibe ji saha Serokatî hatibû, di heman demê de di rêxistina jin a yekemîn de weke hevalekê di asta berpirsiyartiyê de erk jî girtibû. Ji bo ku konferansê aktarma bikê wê demê heval Zeyneb hatibû kampa Butya, wê çaxê di kampê de qederek heval hebûn, kampeke pir fereh bû. Heval ji sazî û xebatên cûr be cûr li wê kampê dihatin birêxistinkirin. Berî heval Zeyneb werê jî min wekî nav bihîstibû ku dê hevala Zeyneb werê aktarima konferansa yekemîn a YJK ê bikê.

Dema hat min di nav girûbê de cih de ew naskir, min nedîtibû, lê min got ew hevala Gûrbetelî ye. Ez demeke pir dirêj bi heval re nemam, heval Gûrbetelî nêzî sal û nîvekê li welat ma, heval şehîd ket. Lê belê sekneke pir ji xwe bi bawer sekneke di şekil de mirovan bandor dike. Dema mirov pêre bidê û bistînê mirov bandor dikê. Di aktarmakirina konfuransê de, di lêhurbûnê heval de min kûrbûnek wê dît ku taybetmendiyê sekna ji xwe bawer dikê, bi vî rengî derdorê xwe bandor dikê çiye ez li ser wê hizirîm. Tevlîbûna heval Zeyneb tevlîbûneke bîrdozîk bû. Tevlîbûna wê weke jinek rastiya Serokatî tekoşîna azadiya jinê pêş dixîne, di tekoşîna azadiya gelê Kurd nirxên sosiyalîzmê de hevaleke zane bû. Asta wê ya bîrdozî û teorîk pir di pêş de bû. Tevlîvbûneke bi vî rengî di kesayeta heval Gûrbetelî de pêşketinên ku têne jiyankirin di asta jin de wateya kûrdayîn ne yê rojane yê dîrokî bû. Çavkaniya heval dîrokî bûn. Her gaveke niha em weke jin diavêjin ji bo pêşerojê tê çi wateyê ew hêza heval Zeyneb ya kurbûyîna bîrdozî û teorîk ji me re dida nîşandan.Bêguman ev nêzîkatî bi Serokatî re heye. Serokatî di aliyê fikir, felsefe û zanistiya jinê de hewildanek mezin dida. Ev kesayeta jinê xwirt û qayim dikê. Mînak dema Serokatî fêmnekirin û manenedayîn derdiket heval Zeyneb li beramberî wê derdiket. Taybetmendiyeke wê jî hêza wê ya fêmkirin û dayîna fêmkirinê hebû. Dema insanek di tiştekî de çiqas hakimbê ewqas dikarê ji dedora xwe re jî bide fêmkirin. Hêza wê ya îqanakirina insanan pir bala min dikişand. Hevala Zeyneb di hevaltiya jin û bi giştî sekna xwe de xwedî mebde bû. Zêde em bi hev re neman nêzî bîst rojan em bi hev re man. Her tim nîqaşên wê, dan û sitandinên wê mirov didît ku tiştekî jê fêr dibe, weke perwerde dibîne. Ji ber ku nîqaş û dan û standinên wê ne ji rêzê bûn. Yanî weke mamosteke jin pêşengîtiya wê di jiyana min ya şoreşgerî de ciyekî xwe yê pir girîng heye. Dibe ku ez zêde pêre nemam, lê dema mirov li cem dima rastiya jin, hevaltiya pêşengîtiya nirxên ku jin bi hev re dikê, heval û tekoşîna azadiyê de li beram berî hemû zordariyan bi rengekî qayim xwe disipêrin hevdû. Min ev hêz di heval de pir diyar dît. Ev jî dibê çavkaniyek ku ji te re dibê modêlek û mînakek. Dema ti bi zehmetiyan re rû bi rû bimînî tê çawa nêzîk bibî, çawa tekoşîn bikî û hêza xwe çawa ava bikî û hwd. de min bi xwe pir tişt jê girt. Heval Zeyneb di ayrintiya de pir hakim bû. Hinek tiştên derdorê dibe ku bala mirov pir nekişîne. Lê bala heval Zeyneb  dikişand. Di ziravtiyan de pirsgirêkê hevalê wê çi ye, hêza wî çi ye, wê hêza wî ya veşartî  çawa derxê pêş, çawa pê bidê naskirin, çawa rêk û rêbaz pê bidê nîşandan ku ew heval hêza xwe bibînê û ji xwe bawer tevbigere. Ji insanan fêm dikir, gelek mînakên bi vî rengî hene. Erê zêde di çiya de nema lê piskolojiya jinên ku bi tekoşîn xwe avakirin, jiyana şer, şert û mercên şer, asta jin hêza veşartî ya heyî derbixê holê, di demeke pir kin de di aliyê her hevalekî de xwe bigihînê, di her hevalekî de terzê têkiliyê deynê ji bo ew heval hê çalektir tevlî bibê di vî alî de pispor bû. Ev taybet mendiyê wê bala min kişandibû. Heval digot her pêşengek li beramberê hevalê xwe hişyarbê Hertim rêka di gera ji bo xwe bikê cîhana hevalê jin de ji ber jiyana her jinekê romaneke. Rêxistina jin YJK ê nû ava dibû kongirê 95’an de çêbûbû, konforans 96’an de çêbûbû. Zanistiya jin, pêşketina wê nû bi nû kûr dibû, bingehekî wê ê qayim hebû lê kûrbûna wê nû çêdibû. Heval Zeyneb  jî ji bo ku hamle li vê astê bixê û di şexsê her hevalekî de vegerê pêngaveke xwirt û bibê hêzeke giştî ya rêxistinkirî xwedî hewildanekî pir mezin bû. Di 96‘an de li du qampan de konferans aktarma kir; di qampa Botî û qampa şehîd Ezîz de aktarma kir wê demê hemû heval ne tenê di milê hestiyar û heyecan de asta fêmkirinê de, asta nîqaş, pirsan de ilgiyek avakir. Ev jî bi terzê wê ve girêdaye di mijarê bingihîn de baldarî avakirin û zanistî pêş xistin. Wê demê min bi heval Zeyneb  re nêrîna xwe parvekir. Digot Serokatî ewqas em perwerde kirine. Eger ji sedî yek be jî ev hêza serokatiye. Min Serokatî nedîtibû, lê ew hêza ku ji Serokatî girtibû çiqas di şexsê xwe de bighînê hevalê jin hewildanê wê pir diyar bû. Ji ber wê di demeke kin de ser insanan bandorên kûr çêdikir. Ji wê çaxê pir heval mabûn. Piştî heval Zeyneb  şehîd ket şûndetir tiştên bi sala em ser meşiyan, hinek taybetmendiyê me di şexsê heval de dîtibûn ji me re weke hêzekê bû beramberî zor û zehmetiya tekoşîndayinê de weke jin bi xwe bawer xwe bi hêz kirin. Mînak digot win çiqas xwe bi hêz bikin ewqas win ji hev re dibine hêz, winê heskirina xwe mezin bikin. Ji ber wê yekê destpêkê min got min dît sekneke diyar sekneke ji xwe bawer û bi hêz Ev weke terzê Serokatî ê dixwazê di jin de avabikê xwe bi dil û can tevlî kirin. Ev heman demê de eşqa azadî û hêrsa beramberî koletiyê bû. Heval Zeyneb  hevaleke bi cesareta xwe tê naskirin. Serokatî dibêjê azadî cesaret dixwazê. Di şexsê xwe de azadî û cesaret beramberî koletiyê tekoşîna radîkal û sekneke xwedî mebde got her tim xwe bi hêz dikê û ji derdora xwe re dibê hêza çareseriyê bawerî, moral û îddia. Yanî heval Zeyneb  ez bawer dikim ku hêza xwe ya tekoşînê di nav tevgerê de bi van taybet mendiyê xwe derketiye pêş. Ji ber wê heval Zeyneb pêşeng bû. Dawiya 97 dema çûn xatir ji me xwestin, di rê de ketin kemînê, heval şehîd ket ew û girûbek heval. Wê demê jî karê piçûk-mezin, zor-zehmet-rihet ne pîvanê wê bû. Karê giran ku ked xwestiba li kû derê heba heval Zeyneb  berpirsiyariyê wî karî radikir. Ji ber wê yekê şexsê heval Zeyneb  de min weke şexis; hêza jin a asta pêşengtî kirin, çiqas derdorê xwe bi bandor e. Me ev di şexsê wê de dît. Ji bo me mamosteyek bû. Ji ber wê yekê heval Zeyneb  û tevahî şehîdên me yên cotmehê jî ger xwedî çavkaniyê pir kûr û bi bandor, ev asta wan ya têkiliya jin a bi Serokatî ve girêdaye bi mêjiyekî û dilekî zelal bi Serokatî re hevaltî kirin, li ser vî esasî bi jin re jî hevaltî kirin di heman demî de civakbûyîna xwe jî ser vî esasî avakirin. Ji ber vê jî hêza tekoşînê û berxwedanê di kesayeta xwe de bi rengekî dilê wan de tevahî jin hene û civak heye. Ev mezinbûna wan hişt îro bi nirxê wan tevgera azadiyê gihîştiye vê astê. Heger îro jinê Kurdistanê  Rojhilata Navîn û jinê cîhanê ger ewqas ji vê tekoşînê, ji jinê Kurd bandor dibin em vê baş bizanin ku kokê me saxleme bû mîrasê me, saxlem û xwirt bû. Yê ku di vê mîrasê de jî rol girtî û pêşengîtî kirî yek jê hevala Gûrbetelî bû. Herî dawî de di şexsê heval Zeyneb de tevahî şehîdên şoreşê em bibîr tînin. Îro weke KCK, KJK û YJA STAR  wekî YPJ di tevahî qadê civakî û leşkerî de jin bûn bi hezaran bi milyonan li çar parçê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn û cîhanê de. Ev taybetmendiyê wan hêza azadiya jin ewqas mezin bûye, em îro ser van nirxan mezin bûne. Careke din di bîranîna wan de bejna xwe ditewînim em dê layiqî şexsê heval Zeyneb û tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên cotmehê bibin. Bi tekoşîna li Kobanê û şoreşa rojavayê Kurdistanê bi germahî di rojevê de ye. Ji bo biserxistina Kobanê û Rojava de ji bo tevahî bo gelê kurd û civaka Kurdistanî, tevahî Rojhilata Navîn em jî weke hevalê wî soza serkeftinê didin.

Kawenda Herekol

Attachment