Zayîna Rêber Apo Çavkaniya Jiyana Me Ye

0Shares

Di serî de salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li Rêberê xwe, li jinan, li Gelê Kurd û li tevahiya mirovatiya di oxira azadiyê de têdikoşe pîroz dikin. Em 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, kelecana serkeftina jina azad civaka azade, bi baweriya ku zayîna Rêber Apo zayîna mirovê azade û ji nûve zayîna mirovatiya azade pêşwazî dikin.

Rêber Apo sekna Kurdê azad yê li hemberî sîstema desthilatdar ku dixwaze Kurdê xwe avabike û ji bo xwe bixebitîne afirand. Jidayikbûn tê wateya wê meşa ber bi jêr ve çuyînê dayîna sekinandin, wê gihandina meşa raste. Di vê wateyê de 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelekê ye, jidayîkbûna bi milyonane. Bi taybet jidayikbûna gelê Kurde. 4’ê Nîsanê banga azad ya gelê Kurd li hemberî tinebûn, qirkirin û dagirkeriyê ye. Ne tenê nûneriya yek zayînê kir, nûneriya vejîna hemû bindestan kir. Heman demî vejîna jina azad, civaka azad, mirovê azade.

4’ê Nîsanê dibe wesîleya xwe cardin gihandina cewherê ji mirovahiyê hatiye dizîn. Ev dibe hêza guhartin û veguhartina herî mezin. Rêber Apo ev hêza guhartin û veguhartinê bi paraznameyên xwe diyarî hemû mirovahiyê kir. Îro li vê diyariyê li her derê cîhanê ji aliyê gelê Kurd û dostên xwe ve xwedî derketinekî di asta rêxistinbûyîna jiyan û tekoşînê de tê jiyîn.

Gelê Kurd di roja me de gelek encamên giring û serkeftinên mezin bidest xistiye. Ev serkeftin herî zêde di rêxistin û zanebûna jinê de eşkere ye. Li ser jinê dagirî û dextên heyî bi zêdetirîn li ser civakê jî hatiye pêşxistin. Li hemberî vê diyardeyê rabûna jinê û banga wê ya azadiyê di heman demî de tê wateya rabûna gelê Kurd bixwe. Rêber Apo jinê bi azadiyê re li hev da naskirin, jinê bi dîrok û nasnama xwe da nasîn.

Tê zanîn ku zayîneke her insanî heye. Ev rastiyeke biyolojîk e. Lê belê zayînên fikrî her wext pêknayên. Ji ber ev zayînên herî mezin û bi zehmetin. Bo pêşbikeve jî ked û armancên mezin dixwaze. Weke tê zanîn hişmendiya dewletî dibin navê mirovahiya şaristaniyê de xwest hemû dewlemendiya Rojhilata Navîn bi dewlemendiya insanên wêre bixe bin bandor û dagirkeriya xwe. Bi hezaran salan ev dagirî û bandora wê didome. Wê çand û afirandinên wê weke ya xwe ye digre û dixebitîne. Afirandinê insanan li hemberî wan dan bikaranîn.

Zayîna Rêberê me bu bidawîkirina van hemû nêzîkatî, hişmendî û ferasetan, bi çavkaniyên xwe yên jiyanê de bi xwere nûbûn da avakirin. Zayîna Rêberê me zayîna asayî derbas kiriye. Di her wateyê de ferqa xwe derxistiye holê. Rêberê me ji bo jin ji asta metabûnê derkeve, birêxistin bibe û zane bibe keda herî mezin daye. Azadî ji bo jinê bu rastiyeke dest jê nayê berdan. Azadiya jinê bi asta tekoşîna îro jî derketiye holê. Ji milê jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd ve ev roj bi giringî tê dest girtin.

Bi sîstema şarîstanî ya 5 hezar salan û wek encamên hovane yê pergala kapîtalîst hemû gelên cîhanê ketiye bin dagirkeriyeke mezin û berfireh. Di encamê dagirkeriya li ser mirovahiyê de xweza û hawirdor jî hatiye qetilkirin. Bi navê wekhevî û azadiyê hemû nirxên civakî hatine binpêkirin. Di ti demên dîrokê de civak ewqasî bêparastin nehatiye hiştin. Bi taybet jin dibin bandora hemû pêkanîn û kiryarên vê sîstemê de maye. Bi derketina Rêber Apo re ev sîstema bi lanet û kirinên wê hatine lêhûrîn, çareseriya wan derketiye holê û hêviyên jinê buye xwedî bersiv. Ev di heman demê de tê wateya li hemberî pergala desthilatdariya zilam zayîna jiyana azad. Ji ber li hemberî hemû kirinên dijmirovahî, dijxwezayî bi saya felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo ev jiyan li gorî ji nûvejînê bi reya azadiya jinê re destpê kiriye. Heqîqetên bi jinê re destpêkiribûn û ji aliyê sîstema desthilatiya zilam ve hatibûn tinekirin cardin derketiye ser rûyê rojê. Rêber Apo, azadiya jinê di navenda azadiya civakê de bicîh kir û ligora wê nirxand û çareseriya civakî bi felsefeya jiyanê formûle kir. Cardin Rêber Apo di pêvajoya Imralî de li hemberî hişmendiya komplogerî modela civaka demokratîk-ekolojîk-azadiya zayendî afirand. Ligora vê vîna gelan bi rastiya civaka polîtîk û exlaqî da eşkere kirin û li hemberî vîna zilam ya yek alî vîna jina azad derxiste holê.

Em weke jinên Tevgera Azadiya Jin ya Kurdistanê zayîna Rêber Apo weke çavkaniya jiyana xwe dibînin. Lêbelê ji ber ku Rêber Apo hîn di girtîgeha Imraliyê de ye em ji her demî zêdetir li hemberî vê rewşê bi hêrsin û  heya mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî helwesta tekoşîneke bê navber de ne. Weke Partiya Azadiya Jin PAJK emê di sala 2024’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe têbikoşin. Me li gora vê yekê rola xwe eşkere kiriye. Em ji bo Rêberê xwe li dijî rastiya dijmirovahî ku li ser tê pêkanîn ji her sal zêdetir di vê 4’ê Nîsanê de daran biçînin. Di vê 4’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê xwe em divê mohra xwe li dîrokê bixin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de em wek jin bi sekin û pîrozbahiyên herî mezin li Rêberê xwe xwedî derketin. Di vê 4’ê Nîsanê de jî bi çandina daran emê xwezayê nêzî Rêberê xwe bikin. Evê bi zanebûn û têde kûrbûna ekolojiyê re bi encam bibe. Ji bo Rêberê me darên şîn nebîne dar hatine birîn. Emê ji bo Rêberê xwe hemû dera bi darên şîn bixemilînin. Di van rojên serhildan û berxwedanan de divê em jinên Kurd ji bo layiqê Rêberê xwe bibin li her deverê lê xwedî derkevin û bi rihekî germtir van rojan li Rêberê xwe pîroz bikin.

Her wiha Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê birêxistin kir. Ji bo vê serbixîne, bawerî û hêviyê ji nûve zindî bike tekoşîn û berxwedaneke ku mînaka wê li cîhanê tuneye nîşan da û pêşxist. Rêbertiya me ev 25 salin li girtîgeha Imralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Li hemberî berxwedana dîrokî ya bêhempa ya Rêber Apo jin, ciwan, gelê Kurd û dostên xwe, di ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo de berpirsiyarin. Helwest û rûhê tekoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku tekoşîna ji niha û pê de bê meşandin jî wê bi heman rûhî be. Çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê tekoşînê bilind kirin, ewê bi pêşengiya jinan jî serkeftinê misoger bikin.

Em wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê carekî din dibêjin azadiya Rêberê me ya fizîkî di vê sala dijwar ya tekoşînê de jî armanca me ya sereke ye. Bi vê bîr û baweriyê em rojbûna Rêber Apo li jin, gelê Kurd û dostên gele xwe pîroz dikin.

Koordînasyona PAJK

Attachment