B elê xwendevanên hêja. Di vê meha bihurî de konferansa Jineolojî hate lidarxistin. Li ser vê konferansê me bi mêvanê xwe bi endama komîteya Jineolojî brêz Sema Amed re guftugoyek kir. Em dixwazin vê guftugoyê bi we xwendevanên xwe re jî par ve bikin.
Sterk Garzan: We konferansa Jineolojî cara yekemin di qadên çiya de lidarxist. Em dixwazin destpêkê ji we pirsa Jineolojî çi ye bikin? Pişt re pirsên xwe yên din bikin.
Sema Amed: Jineolojî zanisteke nû ye. Zanisteke di çarçoveya jinê de, bi navenda jin û li derdora jinê tevahî civakê û jiyanê nirxandine. Jineolojî zanista jin û jiyanê a civakî ye.Dema zanisteke civakî ne be ji civakê qut û ji xwe bi eqlê mêrê serdest tê lidarxistin ew civak. Tu dinêrî civakê ava nake. Ew civakîbûna jinê ya ku bi deh hezarsalan e çêkiriye bi hezar û yek kedî, mirov kiriye mirov hetanî îro aniye ev zanistên heyî hemû vê civakîbûnê belav dikin. Wê civakê dixin xizmeta desthilatdarî. Komeke biçûk serdestî û bindestî çêdibe, feqîrî û dewlemendî çêdibe hwd. bi her cure dubendî di civakê de çêdibe. Evana hemû encamê mêrê serdest in.
Wexta ku em dibêjin zanista jinê wê çaxî cudahiya xwe pir pir zêde ne. Mînak em dinêrin dema jin tiştekî dinirxîne destpêkê mirov girîng dibîne. Yanî ev mirov bikaribe pê re jiyan bike, di nav civaka xwe de jiyan bike, ji civakê qut nebe, bikaribe xwezaya xwe, cewhera xwe bi kesî re girêdayî nebe, xwebûn be, bi her awayî bikaribe li gorî heqîqeta xwe ya ku ji dîrokê aniye li gorî wê bijî. Em behsa nêrîneke wisa dikin. Dema ku nêrîna jinê çêbû, zanistek bi nêrîna jinê çêbû van tiştan tê de hene.
Sterk Garzan: Belê niha girêdayî vê yekê em ji navê Konferansê destpêkir. Konferansa Jineolojî ya ku li qada çiyayên Kurdistanê tê lidarxistin. Girîngiya vê konferansê bi xwe di vê demê de çi ye?
Sema Amed: Ya rastî ev dem demekek tam jî konferansek wiha pêwîst dikir. Em li Rojhilata Navîn dinêrin her aliyê wê ve guherandina qada şer di vêna de destên emperyalîstan pir pir zêde tê de ne. Destên kapîtalîstan pir zêde tê de heye. Ev welata cîhanê ku jê re dibêjin welatê mezin biserkêşiya wî Emerîqa dikişîne, Avrûpa, Almanya, Îngîltere, Rûsya hwd. vana dixwazin berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn de pêk bînin. Ji ber vê yekê jî şer û pevçûnê derdixin. Civakîbûna wê derê belav dikin. Wexta civakîbûna wê derê belav bikin beşekê kirin serdest, yên din jî kirin bindest ev beşê serdest ji bo ku bikeve xizmeta berjewendiya wan çi ji destên wan bê werin. Çi dikin li ser mirovan qirkirinê dikin. Îro di her aliyê Rojhilata Navîn di şexsê jinê de taybetî qirkirine. Em dinêrin li Şengalê rewşa ku derkete holê, li Mûsilê rewşa ku derkete holê herçiqasî berxwedanên bêhempa wek Kobanê hebin jî lê jin wek hezarsalan berê kirin kole û di bazaran de firotin. Di rewşeke wiha de pêwîstî pir pir bi konferanseke bi vê rengî hebû. Ji ber ku ev çar salin Jineolojî xebatên xwe dida meşandin, lê pêwîstî hebû ku ew qebatana were binirxîne, rêxistinkirina wê bike, plansaziya xwe bike û li gorî wê jî bikaribe mudaxaleyekî li ser vê Rojhilata Navîn bike ji bo qenciya civakê di çarçoveya jinê de.
Sterk Garzan: Weke ku we jî diyar kir sal derbas bûn li ser lêkolîn û xebatên ku li ser Jineolojiya ku tê kirin. Lê bingeheke xwe heye an jî ciheke ku li ser ava dibe heye. Ew çi bingehe?
Sema Amed: Bêguman bingeha vêna em nikarin ji dîrokê qut bigirin dest. Hemû berxwedanê jinan, hemû nirxên ku jinê ava kiriye, têkoşîna ku jinan dane hemû ji bo me bingeheke. Ev ji berxwedanê dayikên me yên hilberîner, cotkar, afrîner, dayîkên me yê xwedavendan bigire ji şerê wan ya jiyanê bigire, ji civakîbûna wan bigire heta berxwedana cadûyên ku li Ewropa hatin qirkirin, pişt re jî berxwedan û têkoşîna femînîstan… pê ve jî girêdayî dîsa jinên Kurd yên li deverên cuda yê Kurdistanê şerê xwebûnê dane, şerê hebûnê dane vana hemû ji bo me bingeh in. Lê bingeha me ya herî xurt jî ev şerê me yê 40 sala ye ku di Rêbertiya Rêber APO de di rêbertiya Partiya Karkerên Kurdistanê de tê meşandin e. Bingeha me ya herî xurt ev e. Ji ber ku li wê derê de jiyanek hate avakirin. Yanî ew xeyalên-utopyayên ku heta niha femînîstan, anarşîstan heta marksîstan ji bo xwe çêdikirin weke xeyal, weke dinyayekî ku ewê rojek bê jiyankirin me li van çiyayên Kurdistanê de ava kir. Îro em vê jiyanê dijîn, me heqîqeta jinê derxiste holê û em dikarin li ser nirxekî demokratîk û azad vê fikrê bi sazî bikin. Yanî bingeheke xwe ya bi vê rengî pir xurt heye. Berxwedan hene, serhildan hene, em dinêrin jinên pêşeng hene di nav me de, her jineke ku bi bedena xwe, bi fedekariyên pir mezin, lehengtiyan afirandin e. Em dinêrin van jina ji bo me bûne bingeh. Ş. Berîtan, Ş. Zîlan, Ş. Sema… dawiyê şerê Kobanê ku di dawiyê de hate dayîn bi xwe jî pratîkbûneke vê karê ye. Jin êdî dikare xwe bi xwe biparêze. Berxwedana YPJ li ber çavan bû. Ev têkoşîna ku Arîn Mîrkan da mînakeke pir bêhempa bû. Yan jiyaneke azad yan jî na. Ev ji bo me bingehên pir xurt in. Kokên me bi vê awayî dîrokê ve girêdayî ne. Em li ser kokên pir xurtin. Me li ser van esasan Konferansa xwe ava kir.
Sterk Garzan: Dema ku em behsa girîngiya vê konferansê dikin, mirov dibêje ew konferansa ku tê avakirin êdî nîqaşên pir germe germ dihatin kirin. We bi xwe jî şopand. Ew şopandinan jî bi nêrîna azad, bi zimanekî pir rehet, dîsa nîqaşên pir girîng hatin kirin, behsa pir xalên girîng hatin kirin. Xalên herî girîng ku we balê kişande ser û girîngiya xwe ji bona jinê di vê pêvajoyê de çi ne?
Sema Amed: Belê ev çend xalên sereke ku Serokatî ji bo me diyar kiribûn.. vana destpêkê de yek jî etîk û estetîk dihat, duyemîn demografya, aborî, perwerde, tenduristî vana xalên sereke bûn. Pê ve jî girêdayî dîsa felsefe ye, çand û huner e, dîrok e vana hemûyan bi nêrîna jinê, bi dilê jinê, bi eqlê jinê, bi ruhê jinê hatin nirxandin. Hevjiyana azad dîsa di nav de mijareke pir pir girîng bû. Ev mijarana hetanî niha ku di Tevgera Jinê de heta astekî hatibû lêkolînkirin, hatibûn jiyankirin, ji ceribandinên xwe derxistibûne holê. Me tevî ceribandinên jinên cîhanê jî lêkolîn kirin û di astekî teorîk de evana nezerî dibêjin ya me ev nirxandin. Li ser van pênc xalan heta em dikarin bêjin heft-heşt xalên esas in nîqaş hatin meşandin. Yên zêdetir ji bo jinê girîngin îro aborî ye. Ji ber ku civakê bi birçîbûnê re rû bi rû hiştine. Dixwazin bi birçîbûnê civakê kedî bikin û bi xwe ve girêbidin. Vê jî çawa dikin? Jinê ji qada hilberînê, çandiniyê û aboriyê qut dikin, dûr dixin, wê davêjin derva ji bo ku bikaribin bi vê rengî bi hebûn û tunebûnê, bi birçîbûnê dewlemendiyê bi van dubendiya hanê wê bindest bikin, kedxwariyê li ser wê bikin. Ev qaleke pir girîng bû. Li ser nirx û keda dayîkê hate nirxandin. Keda dayîkê were esasgirtin û aborî bi wî rengî were destpêkirin. Ji ber ku bingeha hemû aboriyê keda dayîkê ye. Tu buhaya wê tuneye. Tu nikarî bi pîvanekî bipîvî. Ji ber ku mînak dayikek ji ducaniya xwe hetanî mezinbûna zarok bênavber ji aliyê madî û manewî ve wê xwedî dike. Pê re jî civakê. Em vêna rast digirin û li ser vê jî jin bikaribe careke din vegere bi taybetî nav çandiniyê. Bi taybetî nav heywankariyê. Bi rengekî wiha civak êdî birçî jî nebe. Xaleke girîng ku em li ser sekînin ev bû. Y dinê demografya bû. Ji ber ku demografya ji bo hemû jinan pir girîng e. Bi taybetî di Rojhilata Navîn de polîtîkayên demografyayê dikin ku jinê bikin weke makîneyekî zarokanînê. Kengî ji sîstema mêra re çiqas zarok lazim dikin, ji bo şer bidin şerkirin, ji bo ku weke hêza karê erzan bidin xebitandin, weke ku bikaribin pir nufûs hebe, ji wan baş vergî kom bikin, yanî weke kêriyên bêfikir, bêraman bikaribin wan bi rê ve bibin. Di vir de rola sereke didine dayîkê ku van zarokan ji sîstemê re bîne. Pir zarok bîne. Lê di vir de em li ser çi sekinîn? Fikra Jineolojî zêdetir girîngiyê dide ser çi, jin tenê bila bibiryara xwe, ne bibiryara mêr, bav, sîstem, ol an jî fikir û nêrînek(ev felsefeyek dibe, çi dibe bila bibe ) din. Ne bi nêrîn û fikra wana, ne bi bandora wana , tenê bi vîna xwe, çiqas dikare xwedî bike, fizîka wê, tenduristiya wê çiqas dikare dest bide vêna li gorî vê bikaribe zarok bîne. Heta belkî bixwazibe zarok neyêne jî. Ev cuda ev jî li gorî vîna wê ye. Lê belê bila destpêkê xwebûna xwe jiyan bike wek mirovek eslî di civakê de li gorî cewhera xwe cih bigire, pişt re biryara zarokanînê bidê. Di dawî de jî eger bikaribe di malbatekî demokratîk were avakirin, eger şert û mercên wisa hebe di wê malbatê de li gorî şert û mercên xwe yê derdorê bi mêr re bikaribe vê biryarê bide. Mijareke din ya girîngtirîn, vê dinyayê ji bo zarokanînê guncaw nîne. Ji ber ku di vê dinyaya hanê de dayîk ne bi zimanê xwe, ne bi çanda xwe dikare zarok xwedî bike. Ji ber ku tim bandora serdestan heye, bandora kapîtalîzmê li ser heye. Hetanî astekî tîne li jê şûnde tu dinêrî bi bandorê kapîtalîzmê, bi bandora sîstemê zarok ji dest wê derdikeve diçe. Van şert û mercan jî divê guncav bin baş bin. Ji bo vê ortameke demokratîk pêwîst dike.
Xaleke din û ez dikarim li ser bisekinim ekolojî ye. Ekolojî jî îro em lê dinêrin civak tê qirkirin, jin tê qirkirin, pê re jî xweza tê qirkirin. Êdî derdoreke ku mirovatî bikaribe tê de jiyan bike nahêlin. Av qirêj dibe, hewa qirêj dibe, xweza tê tahrîbkirin û xweza li me vedigere û tola xwe ji me hiltîne. Firtone dertên, xela çêdibin, bêavî çêdibe, şînkahî çênabin, jiyana mirov zehmetir dibe. Di dinyakî wiha de ku meriv nikaribe tê de jiyan bike divê em mudaxaleyekî li ser wê bikin. Bi fikreke Jineolojîk em bikaribin mudaxaleyekî li ser wî bikin. Ji bo wê polîtîkayên Jineolojî yên ekolojî wê çi bin û hwd. li ser vana hate sekinandin.
Mijareke din ya girîng ku li ser pir hate sekinandin mijara etîk û estetîk bû. Ew jina ku bikaribe estetîk be li gorî cewhera xwe jiyana xwe bihune, avabike di bin bandora kesî de nemîne ew dê jineke biexlak be jî. Lê em îro dinêrin rewş wisa nîne. Birastî jî di her qadên cîhanê de jin kirine wek amûreke seksê, kirine wek amûreke pê zewqê bistînin weke mal, weke tişt, weke meta di her tiştî de bikar tînin. Bi taybetî di sektora çapemeniyê de dikin xizmeta reklaman, bi taybetî dikin xizmeta sektora pornoyê. Bi her cureyê jinê dikine kole. Jin dema xwedî pîvanên xwe ya estetîk bin wê çi bike wê li gorî cewhera xwe, li gorî çanda xwe tevbigere. Ji bandora van sîstemên ku me gotin dûr, wê bikaribe ya eydê xwe derbixe holê. Wê çaxê wê bikaribe bibêje ez ez im. Wê çaxê xwebûna xwe bidestbixe, ev jî di heman demî de pîvaneke exlakî ye.
weke çar mijarên sereke ku Konferansa Jineolojî de wek ya sereke hatin destgirtin ez dikarim vana bêjim.
Sterk Garzan: Belê evna niha pir mijarên girîng û kûr in. Li gorî kûr û girîngiya van mijaran gelo nirxên gelê Kurd ê jinên Kurd bixwe bingehê van ji zanistê re amade ye?
Sema Amed: Bêguman civaka xwezayî heye. Ev civaka xwezayî jî di eslê xwe de demokratîk e. Ji xwe pirsgirêk ji ku derê dest pê kir? Pirsgirêk kengî ev civaka xwezayî hate belavkirin, kengî ev civaka xwezayî bi mîtolojî, felsefe, ol, zanistê xwestin bixin bin xizmeta xwe pirsgirêk li wê derê dest pê kir. Ji vê alî ve bêguman meriv nikare bêje ku hema yekser bi yek carekê re civak ji vêna re amadeye, nîne. Ev sîstemên me jimartin bi hezarsalan in bandoreke xwe li ser civak çêbûne. Ev jî kiriye ku carna di hinek mijaran de paşverûtî derkevin holê. Îro em dinêrin nirxê civakê nirxê jinê di civakê de kêm bûye. Bi taybetî di civaka Kurd de jin weke dara şikestî jî tê dîtin. Herçiqasî li hinek deran bi rastî jî jinên berxwedêr, serhildêr sekneke wê ya sexlem hebe jî lê civakeke bi vî rengî hatiye bêdengkirin. Bi taybetî jina Kurd hatiye bêdengkirin. Cewherê xwe diparêze, lê belê ya girîng pê bide qebûlkirin. Heta weke çarenûsekê vê qebûl kiriye. Dibêjin ya weke qederekî vê qebûl kiriye. Lê ev ne çarenûsa wan e, ev çarenûs bi destên mirovan hatiye avakirin û wê dîsa bi destên mirovan, bi destê jinê bi taybetî di pêşengîtiya jinê de ev avahiyên koletiyê ku li ser civakê avadikin dikare were hilweşandin. Di vî warî de bi rastî jî cewhereke civaka Kurd heye. Di şerê berxwedana Kobanê de jî derkete holê bertekeke wê ya li hemberî koletiyê, li hemberî serdestiyê heye. Bes pêwîste were rêxistinkirin. Eger em rêxistinê partiyê, PAJK û wek YJA-STAR an jî wek YPJ rola rêxistinkirinê dabine ser milên xwe, eger bi rêya saziyên xwe bikaribin civakê rêxistin bikin rastî jî dînamîkên xurt di civakê de hene. Em ji vêna bawerin. Ev bingeh heye.
Sterk Garzan: Niha dema em behsa felsefeyeke bi vî rengî an jî zanisteke ku ji felsefeyeke xurt derketibe weke felsefeya Rêber APO her tim gotinên wî tîne bala mirov. Yanî dema ku dibêje dîroka koletiya jinê nehatiye nivîsandin, dîroka azadiya jinê jî li benda nivîsandine gelo mirov dikare bêje Jineolojî bi xwe bibe pênûsa nivîsandina vê dîrkê û hembêz bike.
Sema Amed: Birastî jî tespîteke tam di cih de bû. Bêguman destpêkiriye jî ev nivîs di nav destên sexlem de ku bikarin bi eqlê jinê, bi dilê jinê, bi ruhê jinê bifikirin. Di wan destan de bi ceribandinên xurt destpêkirine. Êdî vê dîrokê dinivisînin jî. Em bêjin çîroka serboriyên jinê ku ew bi xwe jî dîroke destpêkirine û êdî dinya dinivisînin. Destpêkek me kiriye bi Jineolojiyê. bi felsefeya Rêber APO felsefeyeke pir xurt e. Têra xwe daneyên(veriyên) wî di destên me de hene. Biqasî têra me civaka Kurd û mirovahiyê sedhezarsala bike dahurandin hene, fikir û nêrîn hene, teorî danîne holê, felsefe hene. Bes em bikaribin vêna têkin hereketê. Îro Jineolojî weke ku we jî pir xweş pênase kir, wê pênûsê girtiye destên xwe û êdî dibe zimanê jinê, dibe zimanê mirovahiyê, dibe zimanê civaka xwezayî.
Sterk Garzan: Belê niha em vegerin dema ku ….Me got we salên dirêj anîn ziman. Ji ber ku gelê Kurd di ciheke fireh di Rojhilata Navîn de cih digire, di heman demî de wê Jineolojî ne tenê Kurdan bandor bike helbet de wê jinên Rojhilata Navîn giştî di pêşerojê de em li gor ku we gotî bibe cihê nivîsandina dîroka azadiya jinê wê jinên cîhanê bandor bike. Dema ku em behsa vê yekê dikin mîna her jinek bi çi rengî divê di nav vê zanistê de cih bigire?
Sema Amed: Jin dema di derekî de azadbûn û xweşikbûn hebe wisa xwe xweş tê de dibînin birastî jî. Ruhê xwe tê de dibînin. Dibînin ku wa dengê dilê wan dertê. Ew denge wan ya hatiye bêdengkirin, ew zimanê wan yê hatiye lalkirin, ew guhên wan yê hatiye kerkirin, ew mejiyê wane ku hatiye qufilekirin dinerin li wê dere de xwe dibinin û pir rehet xwe didine ji ber ku xwe di navê de dibinin. Ji xwe derketina PKK ne tene ji bo gele Kurd, ji bo gelen Kurdistanî bû. Ji ber ku li Kurdistanê tene Kurd najîn, gelen weke Ermen, Tirkmen, Tirk, Ereb, Suryan, Aşûrî weke ku hun jî dizanin baweriyên cur be cur li ser vê axê dijîn. Ji bo ku civakîbûna wan ji nû ve avabike, her yek bigihîjin heqîqeta xwe, ew cewhera wana, ew taybetmendiyên wana ên eydên xwe ku ji aliye dewletan ve hatine qirkirin, ji berku car din vegerin ser wan bingehan PKK derketineke wiha bû. Pê ve girêdayî weke merhaleyekî Azadiya Jinên Kurdistan dîsa îdîayek xwe wiha heye: Bi misyonek û îdîayek wiha derketiye holê ku van jinan hemûyan jî hembêz bike. Ji xwe di nav hev de ye. Bi rastî mirov nikare bi tu awayî ji ji hev bike. Her çiqasî jî polîtîka li ser wana hatibe meşandin, ji hev hatibin dûrxistin, qirkirin, bêcihkirin jî, hê aniha jî em bala xwe didine civak di nav hev de ye. Yanî li Sûriyê bi xwe jî tu dinêrî mînak em bibêjin gelen Turkmen, Ereb û Kurd di nav hev de dijîn. Kerkuk ji bo vêna mînakeke pir xweş e. Birastî jî gelê Kurd, Turkmen û yên Ereb di nav hev de bi dostaniyeke, bi awayeke aştiyane pir xweş dijîn. Banga me li ser van jinan hemûyane. Heta jin ku jinaniya xwe nasbikin, mirovahiya xwe nasbikin êdî tu pirsgirêka netewê jî namîne, tu pirsgirêka nîjadê jî namîne. Xala wan ya hevpar wê jinbûn be. Ji xwe jinbûn mirovbûn bixwe ye.
Sterk Garzan: Belê em bejin we her behsa Kobanê jî kir. Lê ew girêdayî Rojava giştiye jî niha. Dema ku em dibêjin Kobanê destpêkê şoreşa 19 ê Tîrmehê tê bala mirov. Ji navbera 19 ê Tîrmehê de heta serkeftina Kobanê, di vê rêyê de çi gav hatibin avêtin evana di pêşengîtiya jina Kurd de bû. Ev destkeftiyana, ev berxwedaniya ku hatiye kirin ku guhertin û veguhertina li ser jinê çêbûye vana Jineolojî bi xwe bi çi rengî dinirxîne û çawa hembêz dike.
Sema Amed: Birastî qadeke pratîkbûna Jineolojî, fikre Jineolojî bû. Ji ber ku Jineolojî teoriya vêna avadike. Li Rojava ev pêk tê. Îro sîstemek tê avakirin, sîstema netewa demokratik. Ev sîstemeke demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê ye. Di vê sîstemê de serkêşiyê pêşî jin dike. Tam weke ku Jineolojî jî pêş dibine, weke ku Jineolojî jî teori û felsefeya wê dike li qada Rojava ew tê pêkanîn. Roj bi roj, kêlî bi kêlî komun tê avakirin, sazî tên avakirin, civak êdî xwe bi saziyên xwe avadike, ne bi saziyên fermî yên dewletan. Li gorî pêwîstiyên xwe, belkî bi kolan bi kolan, belkî tax bi tax, gund bi gund xwe birêxistin dikin. Xwe wek kanton birêxistin kirin. Em li rêveberiya van kantonan dinerin di asta hevserokatiyê de gaveke bi rastî jî li gorî wek encama hevjiyana azade jî. Ev weke encama fikra Jineolojî bi xwe ye. Yanî pêk hatiye. Modeleke biçûk e. Kêmasiyên xwe hene, hê şaşî û paşverûtiyên xwe hene lê gavên mezin hatine avêtin. Modelek hatiye avakirin, înşakirin. Îcar hundirê wê tê dagirtin. Dubare em bibêjin fikra Jineolojî îro di şoreşa Rojava de bi pêşengîtiya jinê tam jî tê pêkanîn.
Sterk Garzan: Belê di vê konferansa Jineolojî de hinek biryar hatin girtin. Ew biryarên ku hatine girtin bi rastî jî ji bo perçeyên Kurdistanê û him jî ji bo jiyanê giştî girîng bû. Taybet em li ser her çar perçeyên Kurdistanê bigirin dest. Li ser van her çar perçê Kurdistanê de biryarên çawa hatin girtin û ev biryarana dê çawa pêk were?
Sema Amed: Ji bo rêxistinbûnê biryarên pir girîng hatin girtin. Ji ber ku felsefeyek heye, teoriyek heye lê di civakê de ev dê çawa were rûniştandin, derbarê wê de biryar hatin girtin. Vana jî dê bi renge akademiyan Jineolojî wê xwe birêxistin bike. Lê ew akademiyên ku wê li parçeyan veke li gorî xweseriya wan di perçeyan de we gel werin perwerdekirin. Wê destpêkê kadroyên Jineolojî bi nêrîneke Jineolojîk wê xwe ava bikin. Wê destpêkê ew kadro werin gihandin, perwerdekirin û bi wan kadroyan div an akademiyan de perwerde were dîtin. Lê taybetmendiya perwerdeya Jineolojî jî wê çi bin: Li gorî reseniya her perçeyê wê were lidarxistin. Em bêjin li gorî xwesertiya wê dê were lidarxistin. Ji ber ku her perçeyek an jî her deverek xwesertiyên xwe yên cuda cuda hene, cudahiyên xwe hene. Li gorî vê wê akademî werin çêkin. Cudahiyeke akademiya me jî wê li wê dere wê weke akademiyên sîstemê mamoste û şagirt nebin. Her kesî wê were wê dere û wê ji xwe tiştekî tevlî bike, tevlî wê civakê bike. Wê perwerdeyeke zindî ya dinamik derkeve ku pê civak xwe bi xwe avabike.
Sterk Garzan: Ev perwerde dê her xweser bin yan jî mirov dikare bibêje di demên pêş de dibe ku giştî jî be?
Sema Amed: Belê em dikarin bibêjin destpêkê wê xweser bin, lê ji bo akademiyên giştî jî dersên Jineolojî li wê dere de dikare were dayîn. Ji bo ku jin were nasîn, ji bo ku derdorek demokratik ava bibe û zilam jî bikeve ferqa serdestiya xwe û ferqa wê zilma kut ê kirin ku him di xwe de ew mêraniya ku di hatiye çêkirin derbas bike, him jî bikaribe bi wê fikre li hemberî van sîstemên desthilatdar serî rabike. Zêdetir vana di konferansê de derketin pêş. Plansazî hebûn. Birastî jî plansaziyên pir xurt hebûn. Li her deverên ku Kurd lê dijîn (em vê bi perçeyan jî bisînor nakin ji bo Kurdên li derva ve Kurdên Avrûpa, yên Kafkas plansazî hatin lidarxistin. Dîsa li ser qadên YJA-STAR, jinên ciwan, çapemenî, çand û hüner û hwd ev qadên ku ji tê de birêxistinkirî ne di derbarê wan hemûyan de jî plansazî hatin kirin da ku bikaribe rêxistineke demdirêj jî were avakirin.
Sterk Garzan: Weke ku we gotî em sînoran li Kurdistanê, her cihên ku Kurd lê dijîn nînin. Li wan cihwaran akademî jixwe hene. Mînak em Rojava bigirin, mînakeke mezine. Nêzî 60-70 akademî li Rojava giştî hene. Ev akademî bixwe dema ku perwerde tê de were dayîn we got wê kadro jî werin amadekirin. Gelo ew qadro wê ji nav gelên di wan akademiyan de jî derxînin yan tenê wê kadro ji nav rêxistinê bin?
Sema Amed: Niha wê bi yên rêxistinê destpê bike, lê wê ji nav gel jî derkevin. Yên ku xwe tê de bibînin wê biryara xwe bidin û wê tevlî bibin. Û tevlî rêxistinkirinê bibin êdî di asta kadro de, êdî di asta xebatkar de. Ji xwe bixwezayî wiha çêdibe. Yanî însan tên tevlî dibin, xwe tê de dibînin û hez dikin tevlî vê karê bibin, tê de çalak cih bigirin. Ji bo ku ev serdestî rojek niha rojek zû rabe. Ji bo ku ev civaka ku bi hesreta bihezarsalan a mirovahiyêye li gorî rengê jinê, li gorî dilê jinê, eqlê jinê, nêrîna jinê were avakirin. Bêguman wê herkesî xwe tê de bibinin û dikarin wek kadro jî xwe tevlî bikin.
Sterk Garzan: Niha dervayî vê jî biryarên ku cuda hatine girtin, em bêjin tu biryarên girêdayî lidarxistina konferansên cuda cuda wê di van demên nêz de hebin?
Sema Amed: Wek demê pir nêz na. Giştî wê konferanseke din ya Jineolojî heta sê salên din wê were lidarxistin. Taybetmendiyê konferansên Jineolojî wê konferansên akademîk bin. Wê mijarên teorîk werin nirxandin. Di encama vê de jî vana bikaribin rêxistinkirinê xwe avabikin û bikaribin plansaziyên xwe derbixin.
Sterk Garzan: Gelo îxtîmal heye ev nîqaşên ku hatine kirin û ev plansaziyên ku we girtî derbasî zanîngehan jî bibin? Taybet jî girêdayî gelê Kurd?
Sema Amed: Bêguman plansaziyan de tişteke wisa jî hene. Ev materyalên ku ji Jineolojî dertên, broşurên ku hatiye amadekirin wê li wan deran jî weke ders werin xwendin. Weke broşur, weke materyal me got ya werin pêşniyarkirin. Bi wê rengî plansaziyek heye. Daxwaziyek jî heye. Yanî ji gelek cihan daxwaziyên wisa hebûn ku derbarê naskirina Jineolojî de em dixwazin fikreke çawa ne, felsefeyeke çawa ne em nas bikin. Li ser wê lêkolîn bikin. Gelek daxwazî jî hene. Li ser van daxwazî û esasan jî wê berhemên wiha jî çêbibin.
Sterk Garzan: Niha di nav pêşniyarên ku hatine kirin û di nav nîqaşan de yek ji wan jî di asteke fireh jinên ciwan cihên xwe tê de bigirin. Ciwantî bixwe di her tiştî de bi taybet jî di zanistiyeke weke jin û civakê de çiqas roleke mezin dilîze û girîngiya wan ji bo Jineolojî çi ye?
Sema Amed: Beşa me ya herî zêde em dikarin bejin girîngî didine jinên ciwan. Ji ber ku hê pir zêde neketine bin bandora sîstemê. Hêzeke wan ya çalak hene. Em dibêjin ya dînamîkên civakê ne. Hê germin. Enerjiya wan heye, hişê wan zelale. Ew dikarin baş bibin hêza rêxistinkirina vê civakê, lê di heman demê de pir xeteriyek mezin jî heye. Beşa ku herî zêde sîstem pê dilîze, ji xwe re dixwaze têxe bingeh jî jinên ciwan in. Ji ber wê pêwîstiyê jî girîngî li ser jinên ciwan hate dayîn ku bi leztirîn werin rêxistinkirin û bi demê re ji nav lepên vê sîstemê derkevin. Mînakek biçûk wek daneyek biçûk eger bide ji bo vê mijarê wê pir ronî bibe. Di sala 2014 an de 2000 jin tevlî nav refên YJA-STAR bûne. Ev hejmar di serê 2015 an de hate îlankirin. Hejmareke birastî jî biqasî artêşeke, biqasî sê artêşa ye. Du hezar jin, du hezar mejî, dil, ruh ji nav lepên pergalê derketin û hatin tevlî refên azadiyê bûn. Hatin, xwestin azad bibin û civakê azad bikin. Di vê aliyê de girîngiya me li ser ciwanan pir pir zêde ye.
Sterk Garzan: Niha hun herî dawî ji bo jinên cîhanê dixwazin çi bibêjin?
Sema Amed: Em dibêjin heta hemû jinên cîhanê bibin yek, bigihînin hevdû, cudahiyên netewî, olî, nîjadî ji nav hev rakin wê çaxî wê bigihîjin dilê hevdû. Wexta ku gihîştin dilê hevdû wê êşa wan jinên ku li Nîjerya ku Boko Haram wan difiroşin hîsbikin. Ew jinên ku li Şengalê hatin revandin û li bazaran de tên firotin ew êşa wan hîs bikin. Ew jinên ku têne sunetkirin wê êşa wan hîsbikin. Ew jinên ku li Awrûpa li ser çopan nan û xwarin kom dikin ji zarokên xwe re wê êşa wan hîsbikin. Êşa hemû jinên li her deverê cîhanê ku hîskirin û şûn de ewê ji bo wan bibe pir hêzeke ku bikevin hereketê. Artêşa me jî heye. Eniya me jî heye. Du artêşên me hene: YJA-STAR û YPJ. Ev hêza me ya pir mezin parastineke cewherî, parastineke rewa ye. Banga me dubare ji jinên cîhanê re ewe ku em bibin yek, em bigihîjin hevdû, hêza xwe bikin yek wê çaxê rastî jî tu sîstemek ku li hemberî me berxwe bide wê tune be.
Sterk Garzan: Em ji bo vê guftugoya we ku we me û xwendevanên me di derheqê konferansa Jineolojî, mijarên ku hatine nirxandin û biryarên ku hatine girtin de ronak kir, spas dikin. Em serkeftinê dixwazin ji bo we.
Sema Amed: Ez jî spas dikim.