Ji Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Medya Haber TV re kirî;
Li Sûriyeyê şerekî mezin heye. Bi rastî Sûriye niha bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyem. Bi dagirkirina Helebê dest pê kir, niha belav bûye. Çeteyan Hemayê jî dagir kirin. Her wiha dibêjin ku wê ber bi Hums û Şamê ve bi pêş ve biçin. Li her derê pevçûn û şerekî ewqas mezin heye. Li aliyê din, ne tenê li wir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve çete li her derê tên seferberkirin. Dewleta Tirk niha li ser esasê êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li her qadê planekê pêk tîne. Çete seferber kiriye. Divê em zanibin ku Tirkiye ji sala 2011’an vir ve aktorê sereke yê şerê li Sûriyeyê ye. Di destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de roleke gelek diyarker lîst. Ji ber vê yekê pêşengiya rêxistinkirina bi deh hezaran çeteyan kirin. Tirkiye veguherand navenda çeteyan. Çete li vir perwerde kir, biçek kir, her cure pêdiviyên lojîstîk û cebilxaneyê dabîn kir, ferman da wan û da şer kirin. Bi salan e vî karî dike. Her wiha bi DAÎŞ’ê re tifaqek çêkir. DAÎŞ kir ku êrîşî Rojava û Kobanê bike. Generalên Tirk bi DAÎŞ’ê re ew şer kordîne kirin. Niha jî dewleta Tirk û artêşa Tirk koordînasyona vî şerî kirine. Bi El Nûsra re hêza ku jê re dibêjin artêşa netewî OSO’yê navenda fermandarî û kontrolkirina vî şerê li Sûriyeyê dewleta Tirk bi xwe ye, artêşa Tirk bi xwe ye. Koordînasyona vî şerî generalên Tirk in. Divê em vê yekê pir zelal bînin ziman. Yên koordîne û şerê Helebê dikin generalên Tirk in. Generalên Tirk niha bi fermandarên El Nûsra û fermandarên OSO’yê re li cihên din vî şerî dimeşînin. Ev bêtir tê fêmkirin. Ev 4-5 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin ê îmhayê didin meşandin. Şerê dagirkerî û îlhaqkirinê dimeşînin. Di vî şerî de hatin û têk çûn. Li cihên ku ketinê kîlît bûn. Pêşketinên li herêmê jî lez bûn. Niha jî ji bo ku bi awayekî bi bandortir mudaxeleyî Sûriyeyê bikin wê bibijên me kilît girt û wê berê xwe bidin Sûriyeyê. Niha dewleta Tirk li Sûriyeyê şerekî mezin dimeşîne. Divê em nebêjin El Nûsra şer dike û çeteyên wê yên girêdayî Tirkiyeyê şer dikin. Artêşa Tirk li Sûriyeyê şer dike. Divê em bi vî awayî bibînin. Çete bi xwe hêzên paramîlîter ên girêdayî artêşa Tirk in. Ew hêzên kontra ne. Milekî dewleta Tirk e, yanî milê milîs e. Yanî li Sûriyeyê wêraniyeke mezin çêkir û niha jî vê wêraniyê didomîne. Gelekî li derveyî hevsengî û hevkêşiyê hat hiştin. Niha jî ji bo ku xwe têxe nava vê hevkêşiyê, ji nû ve rol bigire, bi hemû hêza xwe li Sûriyeyê şer dike. Li dijî gelê Kurd û gelê Sûriyeyê şerekî mezin ê qirkirinê, şerê dagirkerî û îlhaqkirinê dimeşîne. Polîtîkayên Neo-Osmaniyan êdî vekirî û eşkere pêk tîne. Divê em vê bi zelalî bibînin. Jixwe bi salan e çeteyan perwerde dike. Îdlib di bin kontrola dewleta Tirk de bû. Ew herêmên din ên dagirkirî di bin kontrola dewleta Tirk de bûn. Hem li Idlibê û hem jî li Tirkiyeyê van çeteyan perwerde kir û gelek kamp veguherand cihên mayînde yên çeteyan. Wan perwerde kirin, bi çek kirin û niha jî li dijî gelên Sûriyeyê dide şerkirin. Niha şerekî mezin ê qirkirinê tê meşandin û wê pêş bixe.
Niha şerekî ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiriye heye. Bi taybetî şerê navbera Îsraîl û Hamasê. Hamasê beriya niha derbeyek giran xwaribû. Bi rastî jî Îsraîl tiştekî bi navê Xezeyê nehişt. Piştre êrîşî Lubnanê kir. Di navbera Hizbullah û Îsraîlê de şerekî mezin derket. Di dawiyê de agirbest hat ragihandin. Eşkere ye ku derbeyên pir giran li Hîzbullahê hatiye xistin. Hîzbullah derbên giran xwarin. Lê nikarîbû bi tevahî têk bibe yan bişkîne. Îsraîl jî tengezarî û xisareke giran dît. Diviyabû biçûna agirbestê. Li vir jî li gorî berjewendiyên Îsraîlê lihevkirinek hat çêkirin. Hizbullah ji başûrê Lubnanê hat derxistin. Li ser esasê ku Îsraîl dixwaze, li wir statûyek, statûkoyek, sîstemek tê avakirin û dîzaynek li vê herêmê tê kirin. Wisa dixuye ku hikûmet û rêveberiya Lubnanê bi vî awayî wê zêdetir bi Îsraîlê re bibin yek. Lubnan wê ji nû ve li gorî berjewendiyên Îsraîl û berjewendiyên wê bê dîzaynkirin. Helbet ne tesaduf e ku êrîşeke bi vî rengî li Helebê ya Sûriyeyê, yekser piştî vê agirbestê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat destpêkirin û gav bi gav belav bû. Agahiyên wisa hebûn. Di vê heyama dawî de hem çapemeniya Tirk û hem jî çapemeniya desthilatdar ev yek nîqaş dikir. Mînak, beriya ku ev êrîş dest pê bike çapemeniya desthilatdar HTŞ û El Nûsra bi vî rengî hedef girtibû. Bi tundî lêkolîn dikir, rexne dikir û El-Nusra li Idlibê ji aliyê Îsraîl, Îngilîstan û DYE’yê ve hatibû perwerdekirin, bi çek kirin û amadekirin. Niha derket holê ku van tiştan bi zanebûn dikir. Ji bo ku têkiliya dewleta Tirk û El Nûsra û plana El Nûsra û dewleta Tirk veşêre, xwest hedefê biguherîne. Ev rojev pir bi zanebûn pêşxist. Lê helbet ev yek rastiyê ji holê ranake. Belê, hem DYE, hem jî Îngilîstan û Îsraîl li ser El Nûsra bi cidî dixebitin. Helbet ev hêz ne tenê li ser El Nûsra, li ser çeteyên din jî li gorî berjewendiyên xwe hewl didin van çeteyan bi kar bînin. Li ser wê bingehê ev hêz jî planekê pêk tînin. Dixwazin van çeteyan li dijî Sûriyeyê jî bi kar bînin. Dixwazin li dijî gelên Sûriyeyê bikar bînin. Diyar e ku planeke wiha heye. Di vî warî de Îsraîl jî daxuyanî da. Piştî Lubnanê jî Îran kir hedef. Got, ‘Em ê li her derê hêzên Îranê bixin. Sûriye hedefa me ye’. Bangên cuda ji Sûriyeyê re kirin. Şert û mercên curbecur danî pêşiya Sûriyeyê û ger pêk neyne gefên cuda lê xwar. Niha ev hemû bi heman pêvajoyê re pêk hatin. Dewleta Tirk ku dibêje ‘Ez kîlîtê digirim, niha hedefa sereke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’, Îsraîl piştî agirbestê Sûriyeyê hedef girt, daxuyaniyên ku da, geşedanên bi vî rengî yên piştî wê û ev şerê ku pêş dikeve, helbet ne tesaduf in.
Ji bo şerê gel ê şoreşgerî rabin ser piyan
Dibe ku îhtimal ev be. Dewleta Tirk bi salan e dev ji polîtîkayên dagirkirinê û îlhaqkirinê bernade. Dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike û îlhaq bike. Dixwaze planên xwe yên Mîsaqî Millî pêk bîne, Heleb jî di nav de ye. Vê yekê li ser qirkirina gelan û Kurdan pêk bîne. Ew vê planê bi zelalî radigihîne. Ew vê yekê bi dizî nake. Tu carî dev ji vê yekê jî berneda. Jixwe dema ku fersend derket holê dixwest vê planê bi cih bîne. Niha konjonktur ji wan re guncav e. Hilbijartinên Emerîkayê pêvajoyeke navberê ye. Şerê Hîzbullah û Îsraîlê, agirbest, planên Îsraîl ên li Sûriye-Îran û herêmê, plana Emerîka, Îngilîstan û hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi Îsraîlê re, ev hemû jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên nirxandin. Çawa dikarin vê konjonkturê li gorî berjewendiyên xwe binirxînin? Çawa dikarin di wextê xwe de derfetan bi dest bixin? Ji bo vê hesab û plansaziyê dikin. Niha jî bêguman di vê pêvajoyê de danûstandin hebûn. Hakan Fîdan û Erdogan bi Emerîka, Rûsya, Îngilîstanê, yanî bi hêzên herêmê re jî trafîka dîplomatîk zêde heye. Ev ji bo demeke dirêj hatiye kirin û vê di dema dawî de zêde kir. Niha dema ku em van hemûyan li ser vê bingehê tînin ber hev, tiştekî wiha heye… Jixwe plana Emerîka, Îngilîstan û Îsraîlê ji bo Sûriyeyê hebû. Yanî dewleta Sûriyeyê bi giştî yan biketa eksena wan û di vê mijarê de li hev bikin. Eger vê yekê qebûl nekira, planên destwerdaneke bi vî rengî ya tund hebû. Mirov dikare ji daxuyanî û bangên ji bo rejîmê vê yekê fêm bike. Ev eşkere bû. Ew çawa dikarin vê yekê baştir bikin? Helbet ev demeke dirêj e ku Îsraîl li Sûriyeyê li hedefên Hizbullahê dixe, bi tundî li rejîmê, hêzên rejîmê dixe. Di mehên dawî de ev yek zêde kir. Bi rastî jî li Sûriyeyê Hîzbullah derbeke giran xwar û qels bû. Ew hêza ku berê hebû, veguhezand Lubnanê. Ev yekê rejîmê pir lawaz kir. Ev jî ne tesaduf e. Li Ukraynayê li dijî Rûsyayê çekên NATO’yê hatin bikaranîn. Fuze hatin bikaranîn. Teknîka nû ya pêşketî li dijî Rûsyayê hat bikaranîn. Ev bersiva Rûsyayê çêbû. Her wiha bala Rûsyayê bi tevahî kişandin ser Ukraynayê. Rûsya bêtir bi Ukraynayê re mijûl kirin. Ji ber vê yekê armanc kirin ku bi vî awayî pozîsyona Rûsyayê li Sûriyeyê lawaz bikin. Jixwe Îran lawaz kirin e. Ji ber vê yekê piştevanên rejîmê yên mezin Îran û Rûsya li Sûriyeyê lawaz bûn. Rejîm wek bingeh ma. Yanî di asteke mezin de bingehên xwe winda kir. Jixwe bi rêya wî ev êrîş berdewam kirin. Li aliyê din Tirkiye bi salan e amadekariya xwe kiriye. Di van salên dawî de ev amadekarî zêdetir kirin. Yanî du îhtîmal hene: An DYE, Îsraîl û Îngilîstanê bi vê rêyê destwerdana xwe ya li dijî Sûriyeyê, bi lihevkirina bi Tirkiyeyê re, Tirkiyeyê tevlî vê kir û xistin dewrê. Di bin pêşengtiya Tirkiyê de kirin. Yan jî planek pêk anîn û şert û mercên cuda danîn pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiye van şert û mercan ji bona xwe pir guncan nedidît. Ji bo vê lîstikê xera bike lîstikê li gorî berjewendiya xwe de ji nû ve saz bike, hevkêşiyek nû biafirîne lez kir. Bi salan e van çeteyan perwerde dike û bi çek dike û bi van çeteyan re tevgerek wisa pêk aniye. Hewl da ku planên lîstikê li gorî berjewendiya xwe veguherîne. An jî wisa ye. Ev yek wê di demeke nêz de, di nav çend rojan de zelaltir bibe. DYE, Îngilîstan û Îsraîl, Tirkiye jî xistin nava planên xwe û bi Tirkiyeyê re planeke hevpar çêkirin. Niha bi hev re vê destwerdana Sûriyeyê, vê destwerdana li dijî gelê Sûriyê, gelo di pêşengtiya Tirkiyeyê de dikin? Yan planek danîn pêşiya Tirkiyeyê, Tirkiye hin merc qebûl nekir, zû destwerda. Tirkiyê pêngavekê hewl da van hemû hêzan mecbûrî plana xwe bike, bi wî awayî hevkarî kir armanc? Ev yek wê di demeke nêz de hinekî zelal bibe, lê rastî ev e ku dewleta Tirk niha şerê heyî bi rê ve dibe. Hem hêzên navneteweyî hem jî Koalîsyon niha li hemberî vê bêdeng in. Di rewşa çavdêriyê de ye. Her wiha, ew çawa û çiqas di nava vê yekê de ye? Gelo heta çi radeyê ew alîgirê vê ye? Ev wê hinekî paşê xuya û zelal bibe. Lê ya ku niha eşkere ye rola Tirkiyeyê ye. Di vî şerî de pêşengiya Tirkiyeyê ev e. Niha Koalîsyon bêdeng e. Îsraîl heta ev bername bê çêkirin bêdengiya xwe diparêze. Rejîm rastî perçebûn û hilweşîneke mezin hat. Mîna ku ew di şokek mezin de ye. Rewşa Rûsyayê jî wisa ye. Lewma niha Rûsya jî tiştekî pir cidî nake. Ji ber vê yekê ew li ber xwe nade. Jixwe ji ber pirsgirêka Ukraynayê jî qelsbûnek cidî dîtiye. Îranê beriya niha bi êrîşên piştî şerê Lubnanê derbên giran xwaribû. Sûriye jî niha qels bûye. Niha, bi rastî tiştek bi navê rejîm û dewleteke Sûriyeyê nemaye. Niha şer li tevahiya Sûriyeyê belav bûye. Divê ev bê zanîn û Tirkiye pêşengiya vî şerî dike. Bi îhtimaleke mezin ew ê vî şerî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin. Di vî warî de divê gelê me li her derê di nava berxwedaneke topyekûn de be. Divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî bê ragihandin. Pêwîste her kes li ser esasê seferberiyê tevbigere. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê divê gel li dijî vê derkeve. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê me li her derê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin. Divê li kêleka hêzên QSD’ê be. Divê YPG bi hêzên YPJ’ê re li çeperên berxwedanê şer bike û li ber xwe bide. Di vê berxwedanê de divê her kesê ku dikare çekê bigire, jin, mêr, ciwan û mezin jî di nav de cih bigire. Divê hebûna xwe, azadiya xwe, welat û axa xwe biparêze. Divê tu carî xaka xwe terk neke. Divê koçber nebe. Ev gel wê bi ku ve biçin? Li her derê şer heye. Li her derê wêranî heye. Helwesta rast, nêzîkatiya rast ew e ku li cihê ku lê ye berxwedan pêş bikeve. Ev parastina welat û axa xwe ye. Ev parastina hebûn û azadiya xwe ye. Pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Tê wateya ku hemû gelê me ji 7 salî heta 70 salî tevî hêzên xwe yên leşkerî beşdarî vê berxwedanê dibe.
Niha li ser gelê me û gelên me xeteriyeke mezin a qirkirinê heye. Tecrubeya gelê me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û taxên din jî gelekî xurt e. Bi rastî jî li hemberî çeteyan berxwedaneke efsanewî nîşan didin. Gelê Helebê Şerê Gel ê Şoreşgerî meşandin. Nifûsa wê jixwe 2-3 qat zêde bûye. Divê ji 7’an heta 70’an hemû li kêleka hêzên çekdar, di eniyên berxwedanê de cih bigirin û beşdarî vê berxwedanê bibin. Divê taxên xwe biparêzin, cihên xwe biparêzin. Hemû kanton, hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê ez bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim ku ji 7’an heta 70’î bi awayekî herî xurt beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî bibin. Hebûna xwe û azadiya xwe misoger bikin, li dijî dewleta Tirk a faşîst, qirker û çeteyên wê berxwedanê mezin bikin û xurt bikin. Vaye şerê ku li Sûriyeyê dimeşînin, polîtîkayên qeyûman, êrîş, girtin bi awayekî zelal nîşan didin ku plana qirkirinê ya berfireh pêk tînin, ev hemû axaftinên wan lîstikek e, lîstikeke şerê taybet e. Divê em vê bibînin. Loma li her derê; divê gelê me bi ruhê seferberiyê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Başûr, Rojhilat, li derve, li her derê rabe ser piyan. Divê berxwedanê mezin bike. Divê Rojava bi tevahî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî seferber bibe. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev yek tenê li ser milê hêzên leşkerî nayê hiştin. Di vê wateyê de xeterî mezin e û divê her kes li ser vê bingehê rastiyan bibîne û gelê me li her derê li ber xwe bide.
Îran bi israra di polîtîkaya zext û înkarê re hilweşîna xwe nêztir dike
Ji ber ku Îran tê çewisandin û zorê, tundî û zextan zêdetir dike. Hejmara darvekirinan hîn zêdetir dike. Ev jî Îranê dixe nava tengasiyeke din. Îran ber bi hilweşînê ve dibe. Van polîtîkayan bi kêrî Îranê nehat. Piştî vê yekê ew ê bikêr neyê. Ew zirarek pir mezintir dike. Niha weke mînak, cezayê darvekirinê daye jinên Kurd ên şoreşger, aktîvîstên siyasî, rojnamevan û bi dehan kesan. Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, hevala Regêş, bi dehan siyasetmedar, şoreşger, demokrat, jin bi darvekirinê hewl dide civakê terbiye bike, li gorî xwe hewl dide bi darvekirina jinan terbiye bike, vîna wan bişkîne û wan bitepisîne. Hewl dide mûxalefeta civakî, bertekên civakî, demokrasiya gelan, azadiyê bitepisînin û daxwazên wekheviyê bêbandor bike. Ev hêrsa di civakê zêde dike û hêrsa jinan zêde dike. Ev polîtîka mûxalefeta demokratîk hîn xurtir dike. Daxwazên demokrasî, azadî û wekheviyê zêdetir pêş dixe û xurt dike. Ev wê bibe sedem ku ev berfirehtir bibe. Me ev yek di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de bi awayekî zelal dît. Ew dibe sedem ku ev hîn berfirehtir bibe. Di vî warî de divê Îran dev ji van polîtîkayan berde. Îran jixwe hedefa hêzên navneteweyî ye. Her wiha hedefa DYE, Îngilîstan û Îsraîlê ye. Li dijî Îranê zextek pir giran û êrîşek pir giran heye. Hêza Îranê li Rojhilata Navîn bi rastî heta asteke pir girîng kêm bûye. Niha di bin zext û dorpêçeke mezin a aborî ya siyasî de ye. Polîtîkayên ku bertekên civak û jinan di nava welat de zêde û xurt dike, wê hilweşîna Îranê leztir bike. Bi rastî divê dev ji vê berdin. Siyaseta rast bersivdana daxwazên civakê û jinan e. Siyaseta demokratîk esas bigire. Li ser esasê feraseta demokratîk e. Ew reform e. Ji bo pêkanîna van daxwazan avêtina gavên pratîk e. Û ev yek ji bo bidawîkirina polîtîkayên darvekirinê ye. Ya rast ev e. Ya ku wê Îranê zindî bihêle ev e. Ku nebe, ew ji niha ve bi xetereyên mezin re rû bi rû ye û wê xetereyan zêdetir bike.
Ji aliyê KJAR’ê ve kampanyayek heye. Her wiha bi taybetî di şexsê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî de li dijî siyaseta darvekirinê kampanyayek pir xurt pêş xistin. Tevlîbûneke girîng jî heye. Divê ev kampanya berdewam bike û xurtir bike. Pêwîste hemû jin, gel, hemû beşên bindest, hemû beşên azadîxwaz û demokratîk li her derê piştgirî û hêzê bidin vê kampanyayê. Divê ev polîtîkayên darvekirinê li her derê bên eşkerekirin. Li dijî vê divê berxwedanên xurt bên pêşxistin, lêkolîn bên kirin, têkoşîn bê kirin. Ji bo di vê mijarê de ji bo bi Îranê paşde gav bê avêtin û dawî li van polîtîkayên darvekirinê bê, divê di pêşengiya jinan de di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de têkoşînek pir xurt bê meşandin. Heya ku ev yek pêk were, ez bawer dikim ku wê encamên erênî derkeve.