Yekemîn Qampa Xebitînê di Dîroka Tirkiyê de: Îmrali

0Shares

Ji ANF’ê Hatiye Girtin

“Tewanbarê ku nû tê girtîgehê, yekemîn be­şa sizayê xwe destpêkê wê di hucreya yek-ke­sî de bihurîne, wê tenê jê re pariyek nan û hi­nek meyve were dayîn. Wê cigarê nekêşe, bi malbata xwe re hevdîtin çêneke. Di vê pê­va­joyê de heke hêmin bisekine, duyemîn be­şa sizayê xwe wê hîna musamali bikêşe. Be­şa sêyemîn û çaremîn jî wê hîna di rewşeke giş­tî de li gor hin îmtiyazan derbas bike û bi xe­bitîne hikmê xwe bidawê bike.

Yên di girtîgehê de rehet nesekinin wê rastî rew­şeke hîna giran bên. Berovajî vê yên ku di beşên dawî de ewlehiyê (baweriyê) bidin me, wê rojek girtîbûna wan wek du roj hesab bi­be. Xala herî bingehîn ku em di derbarê gir­tîgehan berçav digrin: kesên li vir ji hu­kû­met û malbata xwe re nebin bar, kar bikin he­ta mesrefên xwe û saziya xwe pêşwazî bikin.”

Wezîrê Dadê yê demê Şûkrû Saraçoglu di dî­roka 5’ê Êlûna 1936’an de di hevpeyvîna ku dabû rojnameya Cumhuriyetê ‘Îmraliya nû’ bi van gotinan dida nasîn. Îmrali ye­ke­mîn girtîgeha nîv-vekirî ya Tirkiyê di sala 1936’an de saz bûye.

Lê di dîroka Komara Tir­kiyê de ji pir ke­sa­ye­tên navdar re malova­nî kiriye, ji hêla Saraçoglu ve wek girava ‘Ter­biyekirinê’ tê tesewirkirin.

Çima Şûkrû Saraçoglu?

Beriya Şerê Cîhanê yê II. Wezîrê karê derve, paşê jî wezîfeya Serokwezîriyê dabû me­şan­din, ew alîgirê Naziya Elmanyayê bû. Di si­ya­seta Tirkiyê de polîtîkayên ku wî dişopiya ji sûbayeke SS cudatir nebûn.Jixwe di salên ku wî li Îmraliyê sazkirina qampa xebitînê xe­yal dikir, di Elmanyayê de qiyameta qampên civanê (toplama kampı) destpê kiribû.

Sa­lek beriya destpêkirina şerê cîhanê yê II. Şûk­rû Saraçoglu ku wê di sala 1938’an de bi­be wezîrê karê derve, erkdar bû ku bi se­fî­rê Naziyan yê li Enqerê Franz Von Papen re tê­kîliyan pêşbixîne. Bêguman tesaduf nebû ku Hîtler Papen şandibû Enqerê, ji ber Papen di sala 1932’an de 6 mehan serokwezîrî kiribû û pêşiya Hîtler vekiribû.

Pa­pen, li Enqerê bi rêya Saraçoglu bi Tirkiyê re têkîliyên qahîm çêkir. Têkîliyeke berfireh a bazirganî jî hate destpêkirin. Tirkan ma­deya xam a polayê krom didan Naziyan, Na­zi­yan jî ji bo di operasyona eniya Qafqasyayê de ji wan re bibin alîkar sûbay dişandin.

Ji­xwe wek di Elmanyayê, nêçîra komînîst û kêmnetewan jî li Tirkiyê destpêkiribû.Di sala 1942’an de Saraçoglu bû serokwezîr û di p­lana wî de Ermenî, File û Rûm hebûn. Sa­raç­oglu ‘Baca Heyînê (varlık vergisi)’ bi van go­tinan parastibû:

“Yên ku di vî welatî de ji mê­vanperweriya ku tê nîşandayîn sûd digrin û dewlemend dibin, lê belê di vê kêliya hesas de wezîfeyên xwe pêk nayînin, wê ev qa­nûn bi dijwariya heyî li ser wan pêk bê.”

Du meh mabû ji bo dawîhatina şer, li ser ka­xezê be jî di 23’ê Sibata 1945’an de hu­kû­me­ta Saraçoglu neçar ma ku li dijî Elmanya şer îlan bike. 100 Elmanên ku ji Naziyan re­vi­­yabûn û xwe spartibûn Tirkiyê şandin qam­pên civanê yên li Çorûm, Yozgat û Kir­şe­hîrê.

Belê Îmrali, yekemîn pêngava Tirkiyê ya ber bi Nazîvebûnê ve bû. Naziyan ji salên 1930’an pêve li jor qampên civanê tabelaya ‘Ar­­beit macht frei’ (xebitîn, azad dike) dali­qa­n­dibûn, lê durûşmeya Saraçoglu di 1936’an de “Bi xebitînê re mafê jiyanê” bû.

Li Îmraliyê Yekemîn Girtîgeh di Keşîşxa­ne­yê de Sazbû

Di çarçoveya modela ku Saraçoglu anîbû zi­man, di 11’ê Tebaxa sala 1935’an de di serî de 50 Mehkûm şandin Îmraliyê. Ev kes beriya wê li girtîgehên Stenbul, Ûskûdar, Bî­le­cîk, Mustafakemalpaşa, Tekîrdag û Bûrsa ma­­bûn. Temenê wan di navbera 21 û 40’an de bû. Sizayên wan jî di navbera 2,5 û 10 salan de bû, wek ku Saraçoglu jî dabû diyarkirin destpêkê diviya bihatana ‘terbiyekirin’.

Di sala 1924’an ji ber Hevpeymana Lozanê ya Yûnaniyan, girav heya wê dîrokê vala bû û wek cihê qaçaqçiyan dihate zanîn. Di mehên destpkê de cihê ku Mehkûm lê bimana ne­­bû.

Heya ku girtîgeheke mezin a 3 hezar kesî înşa bû, Mehkûm di keşîşxane­ye­­ke girave de ku 13 heb li girave hebûn, man.Bi her girtiyekê re jî lewazimên ma­sî­gi­­­rî û çandiniyê dihate rêkirin.

Beriya ku Mehkûman bişînin giravê, di roj­na­­meya Cumhuriyetê hejmara 4’ê Gulana 1935’an de daxuyaniyeke wiha cih girtibû: “Be­­şek ji barkêşên Stenbolê ku bêkar mane serî li hin meqamên pêwendîdar dane û xwes­­­tine ku eraziyê vala û bêxwedî yê gi­ra­va Îmraliyê ji wan re were veqetîn. Ew dê gi­­ravê îmar bikin û paşê jî masîvaniyê pêş bi­xin.”

Lê belê ev plan pêk nehat, ji ber bi fermana Sa­raçoglu biryar hatibû stendin ku girav bibe qam­pa xebitînê. Di giravê de bi lezgînî kar ha­tibû destpêkirin. Heta ji bo ku berhemên ji hê­la Mehkûm tên çêkirn werin firotin li Bûrsa­yê Koperatîf jî hatibûn sazkirin. Armanc ew bû ku masî û behreyên çandinî yên ku ke­da Mehkûman bû bi lez bifroşin. Ber­he­mên sala destpêkê pir bilind bû.Tenê hejmara pîvazên ku hatibû firotin ji 100 ton zêdetir bû.Jixwe mehsûlê (berhem) herî navdar ê Îm­raliyê pîvaz bû.

Rojnameya Cumhuriyetê di dîroka 5’ê Êlûna sa­la 1936’an de bi sernivîsa “Mulaqatên di va­pûra Izmîrê” de hevpeyvîna bi Saraçogulu re wiha radigehand: “Wekîlê dadxaneyê Sa­raç­oglu demeke ku li zozanên Golcûka Izmê­rî îstîrahet dike.Wekîlê me yê şîrîn ji vê îs­tîrahetê hîna zînde û enerjîk vegeriya û xa­tir û qîmet da me û pirsên me bêbersiv ne­hişt.”

Modela ‘Bi xebitînê re Jiyîn’

“Mehkûm xwarinên ku em didin wan di­xwen, cilên ku em didin wan lixwe dikin, wê di rêya ku em destnîşan dikin de bimeşin, kar bikin û bijîn.Di demeke nêz de ez ê bi­xwe biçim girave û ji nêz ve girtîgeh û te­sî­sa­tên din bibînim.Li wir Mehkûman bi hê­ze­ke mukemel dixebitînin.Mehkûman bi pa­re­yên xwe aletên çandinî û heywan kirîne.

Em ê hinek sizakaran li Eskîşehîrê kom bikin di karê enstituya ku li wekaletê Ziraetê te­sîs bibe, bidin şixulandin. Di welatê me de hej­mara girtiyan 35 hezar kes e. 17 hezar ji wan hikm girtine. Me dixwest qanûna pa­rê­ze­ran îsal bişanda meclîsê. Lê belê agahî ha­te girtin ku Elman amadekariya qanûneke nû di­kin. Dibe ku em jî ji vê sûd bigrin, lewma em li bendê ne ku biweşînin.”

Sa­raçogulu her çaveke wî li ser Naziya El­man­ya bû û ev yek bi eşkeretî jî dianî zimên, piş­tî Îmraliyê telîmat dide ku modela Îmraliyê li pir deran pêk bê.

Piştî Îmraliyê li E­dîr­ne û Ispartayê 250 Mehkûm di karê mehfûrkarî (halıcılık), li Zon­gul­daxê jî 150 Mehkûm di ocaxa komiran de şixulandin.

Ji Mehkûman re Cilê Yek Tîp

Gi­rava Îmraliyê qadeke 10 kîlometre çarçik (ka­re) e, li hin mewkiyan navê sosret hatine da­yîn; girê Atatirk, girê Îsmet Înonu, Me­te­bûr­nû, newala Saraçoglu, heta navê kaniyekê jî navê bavê Saraçoglu Hoste Saraç Ehmed tê dayîn. Saraçoglu ku di sala 1936’an meha Mij­darê diçe girave, bi pesn û mehtan behsa Îm­raliyê dike û agahî dide ku “Girtîgeha ku li aliyê pişt ê girave çêbibe, wê ji hemû cî­ha­nê re bibe nimûneyek.”

Di sala 1939’an de hejmara girtiyên giravê di­gihîje hezar kesî û yek ji kesên navdar ku ser­dana wir dike Fethî Okyar e. Wezîr Okyar piş­tî dibe Wezîrê Dadê bi yekser girave zi­ya­ret dike. Mehkûmên ku yek tîp cil lixwe kirine û ketine hîzayê wî pêşwazî dikin. Ziyaret bi manşeta “Wê mueseseyên wiha zêde bi­bin” di dîroka 19’ê Tebaxa 1939’an a roj­na­me­ya Cumhuriyetê de tê weşandin. Okyar be­riya ku ji girave veqete di deftera bîranînê ya girtîgehê de wiha dinivîse:

“Bi şûna fişar û zîndanê, bi rêya xebitandinê ter­biyekirina Mehkûman û sererastkirina qû­sû­ran, perwerdekirina wan wek ûnsûrên ku ji ce­miyetê re sûdwer bin, destpêka serketina per­galê ye û dîtina vê mueseseyê ez pir mem­nûn kirim. Nezma Mehkûman di nav kar û pakiya mueseseyê hêjayî pesndayînê ye.”

Di salên 1940’an de Îmrali êdî bû yek ji naven­dên hilberînê ya dêwasa. Di atolyeyên ra­çan­din û goreyan ên girtîgeha Îmraliyê de per­deyên nivîn, perdeyên mase, pêjgîr û gore di­hatin çêkirin û li her dera Tirkiyê dihate fi­ro­tin. Ev berhem jî bi qalîte dihatin hesab û bal dikişandin. Heta di sala 1958’an de saziya Goşt û Masiyan bi Wezareta Dadê re pey­ma­nek çêdik û biryar tê girin masiyên ku Meh­kûmên Îmraliyê digirtin li dikanên wan werin firotin.

Îmrali ne tenê wek qampên xebitînê, herwiha di dîroka nêz a Tirkiyê de wek ‘rawestgeha şi­kestinê’ jî ciheke taybet girt. Piştî darbeya 1960’an ji bo Adnan Menderes û wezîrê wî Fa­tîh Rûştû Zorlu û Hesen Polatkan sêdare tê hazirkin û ev bûyer ji wek “Li Îmraliyê Şe­va Dawî” kete rûpelên dîrokê. Yilmaz Guney, resam Îbrahîm Balaban û resamê Rûmî Angulos Stafonodîs jî li Îmraliyê girtî mane.

Ji sala 1999’an pêve ango bi qasî 14 sal e ku di giravê de Rêber APO tê ragirtin û Îmrali her roj bêtir dikeve rojeva gelê Kurd û Tirkiyê.