Ji Pênûsa Gerîla
Bi destpêkakirinaxebatên gurûba yekem li Kurdistanê,ez jî tevlî bûm. Sala 1977’an ez beşdarî şoreşê bûm. Bi rêya hevalê Akîf Yilmaz di sala 1976’an de têkîliya min çêbû. Di sala 1977’an de di çarçoveya fêmkirin û têgihîştina xwe de,min dest bi xebatan kir. Xebata wê demê pirranî di nav şagirtên dibistanê de bû. Jixwe wê demê ji hevalên di gurûbê de digotin; “Telebe”. Heta cunta pêkhat, xebata me bi pirranî li ser bajêran dihate meşandin. Ciwanan pirtûkên di derbarê dîroka şoreşên welatên din dixwendin û nîqaş dimeşandin.
Wek Wîetnam, Kûba, Çeguvara, herwiha têkoşîna Giyap bal dikişand.Li gor ku em ji ezmûnên wan fêr bibûn, tim çavên me li çiya bû. Dest bi têkoşîna gerîllatiyê kirin, her di dilê me de bû. Çawa me dest bi xebatê kir, dijmin bi ser me de hat. Di Kurdistanê de rewşa awarte hate îlankirin. Roj bi roj dora me jî teng bû. Di nav bajaran de mayîn û karkirin pirr zehmet bibû. Li gor êrîş û zextên rejîmê, xuya dibû ku wek welatên din ku şoreşger li dor kovarekê kom dibin, di welatê me de derfeta vê nebû. Di bingeh de jî ne derfeta xwendinê ya gelê Kurd hebû, ne jî dijminê me ji vê re îmkaneke herî biçûk hiştibû. Diviyabû şoreşger derkevin çiyayên Kurdistanê. Hetanî sala 1980’anwiha derbas bû û di vê navberê de ez 5 mehan hatim girtin. Piştî derketina ji girtîgehê, ez çûm gund. Ezli gundekêbûm (ev der niha bûye navçe li Bazarcika Qersê)sibê zû ez rabûm min tv. vekir,marşa leşkerî dihate xwendin. 12’ê Êlûnê bû. Destpêkê min fêm nekir, heya ku generalên li ser erkê axifîn. Me agahî da gundiyan ku darbeya leşkerî çêbûye û heke tiştên wan hebin bila veşêrin. Li gor vê jî pêwîst dikir yên ku rewşa wana xeter bû, ji gund derkevin. Rewş bi yekcarê ve hate guhertin. Em bê amadekarîbûn. Ez û hevalê Mîhralî Yilmaz(paşê şehîd bû)di nav gund de diman. Em tenê bûn û çekên me nînbû.Grûbek heval li çiya bûn. Şehît Hisên Mangal ku me jê re digot Apo, Şehît Cemşîd (Ehmed Kesîp) li çiyê bûn. Em neçar bûn derkevin. Ez û hevalê Mîhralî derketin kêleka gund, nêzî Bazarcixê gundek heye bi navê Şatiroxlû.Wir girek piçûk heye, em derketin ser gir û nîv seatî ji gund dûr ketin, me dît konveyeke leşkerî kete gund. Me destê xwe jê re hejand û em ji wir dûrketin. Derketin ew derketin bû heta niha.
Li Serhedê seyên (kûçik) şivananpir in. Ji bo em xwe ji se biparêzin, min darek girte destê xwe. Cem hevalê min jî tebanceyekhebû ku pê îdare bike. Me berê xwe da çiya, encex me nedizanî em ber bi kuve diçin. Tişteke me jî nebû. Me biryar da ku em biçin cem şivanan. Em li hevalan geriyan, lê me ew nedîtin. Em çûn gundeke nêzîkê Qersê ku çend malbûn. Gundiyên wê gundî ji me re gotin “Roj roja we ye.We digot şer û pevçûn, niha roja wê hatiye.Em çi sekinîne, haydê em lêxin. Madem dijmin bi ser me de tê, em jî lêxin.” Wextê gundiyan wisa gotin, em şaş man. Emê çi bersiv bidin, menedizanî.Me hinek bi wan re qise kir, diyar bû gel amadeye, encax di destê me de çek nebû. Em ji wir veqetiyan û nêzîk mehekê li hevalan geriyan.
Çiyayê Zixçê di navbera Kaxizman û Dîgorê de ye, hevalçûbûn xwe dabûnwir. Li wê derê gel biharê derdikeve zozanan, ji xwe re holikan çêdike, holikê wan sergirtîne,ne çadir in. Hevalên me çûbûn nav wan holikan, ji xwe re tişt biribûn, erzaq kom kiribûn. Lê belê herkesê/î cihê wan dizanî.Em jî gihîşin wir. Me hîna giraniya darbeyê ferq nekiribû.Me nedizanî ku bi dizî tevbigerin û li çiya xwe veşêrin. Heke me diqet bikiriba, me dikarîbû bi rehetî wê zivistanê li wir bimînin. Gel welatparêzbû, xirabînedikir. Lê belê grûba li wir eşkere roj diçûnav gundan, şopên berfê derdixistin û dewlet pê hesiya.Li dijî grûbê operasyon çêkir. Di vê navberê heval dibêjin em li dijî darbeyê çalekî bikin. Hevalên ku di salan 1979’an de çûbûn Filistînê perwerdeyagêrîlatiyê dîtibûn, vegeriyabûn Kurdistanê. Paketek çêdikin ji bo ku ajanekê siza bikin, didin destê ajovanê kamyonê dibêjin “Ev paket tebaxên Îranê ne, bidin destên filan kesî.”Li gel ajovan du kes hene. Ew ji hev re dibêjin em li tebaxan mêze bikin, ger baş bin emê ji xwe re hilînin û bi şûna wê, yên nebaş bibin wî zilamî. Di nîvê rê de paketê vedikin û teqîn çêdibe. Hinek dest mestê wan birîndar dibe. Wiha jî vê bûyerê deng veda. Rewş zehf xirab bibû. Darbekar diketin gundan,li gundiyan dixistin, zordestî li ser wan dirin.
Me erzaqê xwe ji gundan digirt.Heval derdiketin derveji xwe re werzîş dikirin. Rojekê hevalek derketibû jorê, mêze dike grûbek derketiye rê, berbi me ve tê. Agahî da me ku leşker tê. Me mêze kir seyên kangal dane pêşiya xwe, se rê vedikin û berê xwe dane me. Em ji wir veqetiyan. Me nedizanî biçin kuderê. Ciyê me ji dest çû û zivistan bû. Ruxmî ku hîna meha 11’an bû,ji ber berf zû dikeve erdê, şertûmerc giran bû. Me xwe li cihekê veşart. Jixwe wê demê ti tecrûbeyên artêşa Tirknebû, dihatin kontrol dikirin, heke tiştek nedîtibûna, lêdixistin diçûn. Beteniye û tiştê me jî dabûn kesên ku bibûn rêzanên wan. Hevalan got emê herin çiyayê Agirî, lê kesê çiyayê Agirî nas nedikir. Hevalên wir nas dikirin jî ne li gel mebûn. Grûba me pir qelebalix bû, diviya yên ku dewlet li wan nagere biçin vê zivistanê li malê bimînin û biharê vegerin. Ji min re gotin tujî here, lê min qebûl nekir. Min biryar dabûcareke din ez nekevim destê Tirkan.Hevalên din şandin, grûba me nêzî 20 kes bû, ji wan hinek rêkirin.Ji min re gotin hevalê Kemal Malkoç (şehîd e) bibe bajêr, deyne. Hem jî ji bo me hinek alîkarî kom bike. Ez bi hevalê Kemal re ku me jê re digot Kalo, çûme Qersê, min ew danî û ez çûm gel çend mirovên ku berê mamostebûn. Min yeqîn dikir ku ez ê ji wan alîkarî bigrim. Yek ji wan ji min re got: “Tu ji vir here, tu neçî ez ê gazî polîsan bikim û te bidim girtin”. Min dît ku pir ji cuntayê tirsiya ye, mecbûr ez çûm cem hin hevalan.
Li gel hevalan hevalêHisên hebû, ew sportmen bû. Mamosteyê dibistana navendî yê dersa fenê bû. Li wir bi hevalan re gogê dileyîze, leşker ji dûrve dûrbînê diavêje wan.Tam di wê esnayê de heval jî ferq dikin ku leşker cihê wan dîtiye. Heval radibin cihê xwe diguherin. Li ser vê, em ketin rê.Em li cihekî sekinîn heya ku hevalên dinjî hatin gihîştin me. Em ketin nava lêgerînê ku em çawa bi cih bibin. Me berê xwe da qezaya Qersê Qulpê.Jê re Tûzlûca dibêjin. Piraniya xelkê Qulpî Azerî ne. Ew kesên şoreşger bûn û alîkarî didan me. Wê demê hevalekî me jî Azerî bû. Em çûn ba wî.Di lingê me de solên reşên lastîk hebû, kevirên hur binêlingê me birîn dikir û di lingên me de peqikên avê çêbibû.
Şertûmercên jiyanê pir zehmet bû. Bi şev ji ber hewa pir sar bû, me agir vêdixist û ji ber sermayê xwe nêzîk agir dikir, ku em siharê radibûn heke hevalan xwe neşewitandibin ev serketineke mezin bû. Kî xwe şewitandibe, herkes henekê xwe pê dikir. Di esas de paswanê me li rûbirûyê agir nobet digirt ku heval xwe neşewitînin.
Meşa me ya ber bi çiyayê Agirî dewam dikir. Di navbera me û çiyayê Agirî de deşta Îdilê mabû. Hevalên wir dinasîn gotin: “Ji bo em wê deştê derbas bikin,herî baş emji taxeke bajar re derbas bibin, wisa emê berê xwe bidin çiyê.”Çend heval rêzan bûn. Cilê gundiyan li me, kumên wekî Qefqasan li ser serê me bû. Telîs li ser pişta me, em têra xwe qirêj bûn, rihê me dirêj bibû. Yekê em bi şev bidîtana dê bitirsiyaba. Hevalên rêzan ketin pêşiya me û meşa me ji nav bajêr destpêkir.
Em di rewşa cuntayê ketin nav bajêr. Erebeji rexme ve derbas dibûn, bi yekcar me dît ku erebeya polîsan hat, wan îstixbarat girtibû ku emê têkevin bajar. Wan plan dikir kuli ser bajar de bigrin, nedizanîn ku emê li rex wan derbas bibin û biçin çiyayê Agirî. Rêya me birîn û anons kirin “Teslîm bibin!”. Mecbûr me xwe da kêlekê em ketin nav taxanû reviyan. Li her taxê pir kûçik hebûn, hele taxên dawiya bajêr wek gundan bû. Em ji ku re derbas dibûn, hewte hewta seyên wan polîs pêdihesand û dizanîn me xwe daye kuderê. Em derketin serê bajar dîsa derketin pêşiya me. Polîsan dîsa anons kirin. Me xwe veşart û ew derbas bûn. Em saxlem gihîştin çiyayê Agirî. Lê dewlet bi me hesiya ku me xwe daye milê Agirî.
Dewlet ji bo me tine bike, her rêbaz diceriband. Ji hin mezinên eşîran re gotibûn “Kesên ku qaçax in îkna bikin bila li terorîstan bixin, emê wan tewankaran efû bikin”. Mezinên eşîran jî çûbûncem qaçaxan û ji wan re gotibûn. Her yek ji kesên qaçax herî kêm çend kes kuştibû û ji ber vê tewanê dê herî kêm bîst salan di girtîgehê de razabûna. Wan ev yek ji bo xwe tam firsand dîtin. Ku em gihîştin binya Agirî bibû roj.Me dît şîvan hatin. Bi wan re me hinekê qise kir, heta êvarê em li wir man. Elbet me nedizanî ku kesên qaçax li jora me çavdêriya me dikin. Li benda me sekinîbûn.Ber bi êvarê me ji şivan re got “Li vir şikeft hene? nîşanî me bide em biçin wir”. Hevalekî ku ew derane nas dikir, rabû bi tev şîvan re çû ku şikeftê mêze bike, wextê çû me dît dengê çekan hat. Ew heval nû ji Filistînê hatibû, pir baş çek bikar danî. Kesên qaçax li wî dixin, lê ku dibînin heval bi wan re kete pevçûnê, xwe paşve dikişin. Dora me girtibûn û em ketin şer. Kesên qaçax tengav bûn, mêzekirin ku li gor peymana wan çênebû, paşve vekişiyan. Wê demê hevalê Hisên Mangal ji ranê xwe birîndar bû. Gule li kevir ket û parçêyêkevir ranê wî birîndar kir. Hin nasên hevalekî me li gundeke nêzîk bûn.Bi wî hevalî re mehevalê Hisên li kerekêswar kir û berê wan da gund ku tedawiya heval bê kirin. Em jî birê ketin.
Êdî em baldartir bûn. Cihê em biçinê jê re ‘Çetîndere’ digotin û bavê hevalê Ehmed Kesîp (Cemşîd) zivistanê sewalên xwe li wir xwedî dikir.Hevalê Cemşîd jî ji pêş ve çû ku amadekariya me bike. Em çûn wê derê, lê em li wir neman. Em ê biçûna şikeftekê.Torbeyek ar dane me. Pratîka me ya yekem bû, me tenê ar bi xwe re bir. Piştî vêxistina agir, me hinek ar danî ser kevir, kevir sor bû ku em hevîrê xwe lê bidin û bikin nan. Bû nan, lê baş çênebibû, li ser medeyame tirş dikir. Em fikirîn çi bikin, me got herî baş em ardê xwe bidin Cemşîd bila bibe ji diya xwe re ku ji bo me bike nan. Cemşîd û hevalekî ard girtin û çûn. Tenê yê ku herêm nas dikir ew bû. Em di hundirê şikeftê de bûn, sê roj derbas bû, hevalê Cemşîd nehat, em birçî bûn. Em derketin jora şikeftê me dît zilamek ji wir ve tê. Me ew da sekinandin, pismamê hevalê Cemşîd bû. Ji me re got Cemşîd hatiye birîndarkirin.
Hevalê Cemşîd ku diçe govê,dibêje ez îşev razêm, sibe zû ezê biçim. Me jê re gotibû biçe û zû were. Sibê zû berbanga siharê dengê kûçikan tê. Dayika wî direve û dibêje Cemşîd rabe leşker tê. Hevalê Cemşîd û Mîhralî Yilmaz herdû bihevre radibin. Çawa ji govê derdikevin dijmin fîşek davêje, Cemşîdji milê xwe birîndar dibe. Diçe ber kuna berekê xwe vedişêre. Hevalê Mîhralî direve, dijmin dide dû wî. Cemşîdji bîr dike. Dijmin li pey hevalê Mîhralî dikeve, heya tê ciheke bilind, tehtekî 5-6 metro. Hevalê Mîhralî xwe ji jor ve davêje xarê. Tiştek pê nayê. Leşker heya derdora kevir dizivire hevalê Mîhralî direve. Esker ku li şopa lingê wî mêze dike, dibîne qet erdê jî neketiye, dibêje ew bi bela ye, em bela xwe jê vekin. Hevalê Mîhralî xwe xilas dike. Xalê hevalê Cemşîdjî li ber peze, wextê dijmin ji wir dûr dikeve, diçe hevalê Cemşîdhildide û diçe malê. Gazî miroveke xwe dike, ew jî tê milê hevalê Cemşîd dicebirîne. Gundî di van mijaran de pir bi tecrûbe ne. Pezekê şerjê dikin, dohnê dûvika pez datînin ser birînê.Ji bo çi iltîhabê birînê hebe bikişîne. Em sê roj paşê çûn cem wan, hevalê Cemşîd di nav nivînan de bû. Kesek jî li ber serê wî dirêjkirî bû, me texmîn kir ku bavê wî ye. Navê bavê wî Qaso bû. Qaso mirovekî bi nav û deng bû.Wî jî zilamek kuştibû û bibû qaçax (eşqiya). Çav li me ket kelogirî bû. Li me mêzekir,serê xwe hejand, got “Ez ê tiştekê ji we re bêjim.Ez gelek li çiya mame, min gelek zehmetî jî dît, lêbi kesekî bawer nekin, li serê çiya ji birçîbûnê bimrin, di nav berfê de biqerisin, lê berê xwe nedin Romiyên kafir.” Kêfa me hat. Beriya wê em diçûn ku derê ji me re digton “Eman! hûn telebe ne, herin teslîm bibin, ev rê ne baş e, hûn guneh in!” Ku me gotinên apê Qaso bihîst, per û baskê me nebûn ku em pê bifirin.
Em çûn ku hevalê Hisên Mangal mêzebikin ka rewşa wî çiye? Hem jî hevalê Mîhralî bibînin. Ez, Yaşar Organ û Ebas Goktaşbiçûna gundê Bûlakbaşî. Gondiyan gotin “Hevalê we saxlem e. Me di nav qirê de jê re cih çêkiriye, di hundirê şikeftê de ye, hevalê we yê din jî li cem wî ye”. Em vegeriyan cem hevalê Cemşîd. Hevalê Mîhralî jî hatibû wir. Me ew jî girt, birîndarbûna hevalê Cemşîd li her derê belav bibû. Ji bo tedbîr, me cihê wî li derve çêkir. Me nehîşt li mal bimîne. Sibê me derdora xwe mêze kir, hinek kes ber bi me ve dihatin, leşker bûn. Yek ji mezinên eşîreyêbi navê Mecîd Tund diçe ba bavê hevalê Cemşîd jê re dibêje “Qaso, tu dîn bûyî, kurê te biçe dê were kuştin, were wî teslîm bike, ez temînatê didim ku tiştek pê nayê. Qene dê di zîndanê de be, tu yê biçî wî ziyaret bikî”. Bavê hevalê Cemşîdleşkeran hil dide, tîne cihê me. Baş bû ku me cih guhertibû. Wê şevê em negihîştibûna dêhevalê Cemşîdbihata girtin. Em dîsa ketin ser rê, lê me rê nedizanî.Hevalê Cemşîd bi wî halê xwe yê birîndar da pêşiya me. Avantaja me ew bû ku her der kevir û ber bû. Me dikarî rehet xwe xilas bikin. Cihê ku ji milê wan ve xuya dikir, me derbas kir.Diviya şivan me nebînin. Piştî evqas bûyeran, me biryar da ku em hevalê Hisên jî bigirin û ji van deran, ji çiyayê Agirî derkevin. Êvarê em çawa ketin hundir, jinekê dest bi girî kir. Giriya û got “Hevalê we hate girtin”. Malbata hevalê ku li ba hevalê Hisên mabû bi wan dihese, mirovê hev in. Ew jî diçin bi dewletê re peyman çêdikin, dibêjin em wî bidin girtin. Bi vî şeklî her du hevalandidin girtin. Ew heval bernedan û deh salan di girtîgehê de ma.
Êdî teqez diviya em Agirî biterikînin. Me berê xwe da nav Azeriyan. Di grûbê de du hevalên Azer hebûn. Emê çawa bikin, birîndarê me hebû.Perê me nebû. Zivistana Serhedê zehf sar e, dê çawa bibe, dijmin bi me hesiyabû, hevalê me hatibû girtin. Hevalên din nedikarîn biçin cihekê, yê ku bikaribe hereket bike ez tenê bûm. Ez nû ji zîndanê derketibûm û dewlet li min nedigeriya. Li Qûlpê jî kesê ez nedinasîm. Me biryar da ez roj biçim hinek erzaq bînim û wiha çend rojan xwe îdare bikin. Lê ciheke me nebû. Tenê li wan newalên ku av jê herikîbû û bibû kort,me xwe li wir vedişart. Beteniyeyên me jî nebû. Ez çûm nav bajêr, min beteniyek peyda kir, ew jîavêtin ser hevalê birîndar. Me hevalên din jî bi rojnameyan îdare dikir. Me şev rojnameyek dixist pişta xwe, yek dixist bin xwe, yek dikir nav çokên xwe, wiha mexwe germ dikir. Bê parke li Serhedê were îdare bike!Lê wiha nedibû, li rex me hin spîndar hebûn. Me ew sipîndarên hişk anîn, danî ser kortikê ku li ser me bibe stare, em hinek germ bibin. Çêkirina çarberanjî em li gel şivananfêrbûn. Li wan deran dar nebû, hinek kok mokên giya me bi roj pêdixist, koz çêdibû.Bi êvarêjî me lingên xwe dida ber.Qetnebe em hinek germ dibûn. Şansê me ew bû wêzivistanê berf zêde nebarî. Qûlp jî hinekî li newalê ye. Dijmin nedizanî em li ku derê ne. Texmîn nedikir ku emê li nav Kurdan derkevin û biçin cem Azeriyan bimînin.
Li Qûlpê hinek hevalên din jî kom bibûn.Lê nedibû ku em wiha xwe îdare bikin. Lewma jî me xwest ku heke goveke pez a vala hebe, em wir bikar bînin. Hevalan got “Bila hinek heval biçin aliyê Golê. Li vir hejmar zêdeye, ne baş e.” Hevalê Ehmed Guler, Idrîs Sokmen bi du hevalên dinre berê xwe dan Golê. Zivistan bû, rabe di vê zivistanê de çiyayê Elahû-Ekber derbas bike, pir zehmet e. Çiyayê Elahû-Ekber tê zanîn Enver Paşa 90 hezar leşkerênxwe li wir da qirkirinê. Bi çar kesan derbaskirina wir ne karekî hêsan bû. Grûb ku diçe deşta Qersê, piyê hevalê Idrîs dişewite. Wî dibin gundekê datînin, her sê hevalên din diçin. Li aliyê Golê li zozanancihê zoman bi cih dibin. Erzaq ji xwe re tînin. Lê du kes di aliyê biryarê de dudul dibin. Hevalê din razaye, ew lêdixin diçin. Hevalê Ehmed radibe, kes nîne. Her du çûne teslîm bûne. Hevalê Ehmed jî diçe gel xwîşka xwe dimîne heya ku zivistan derbas bibe ku vegere cem me. Di rê de serî li hevalê Idrîs Sokmen dide, mêze dike piyê wî baş bûye, lê nikare tam baş bimeşe. Lê ew jî agahî dişîne malbata xwe û bavê wî tê cem. Bavê wî tê wî îqna dike ku biçe teslîm bibe. Di nav dewletê de nasên wan hene. Dibêje bi rêya wan emê dosya te bidin girtin. Ev axaftin wî bandor dike, qebûl dike, lê dibêje heta ez bi hevalên xwe neşêwirim, ez vî tiştî nakim. Hevalê Ehmed Guler hate cem me. Me çar hevalşandibûn Golê, tenê yek vegeriya. Her diçû rewş xirab dibû û em bi kuve diçûn belav dibûn. Hevalê Ehmedçîroka hevalê Idrîs ji me re got.Me civîn çêkir. Çend hevalannexwestin em wî bigrin ba xwe. Berpirsyarê me hevalê Yaşar Organ bû(1’ê Hezîranasala 1983’an li çiyayê Şekîf şehîdbû)wî got:“Na!Însan e, ketiye nav kêmasiyekê, dîsa jî rewşa xwe li benda partiye hiştî ye, ev baş e. Emê cardin wî qezenc bikin”. Heval çûn ew anîn. Elbet lêgerên me yên cuda jî hebû. Hinek hevalan gotin em derbasî Sovyetê bibin. Me qebûl nekir. Qe nebe li vir çeka me di destê me de, emê şer bikin. Piştî rojên pir sar û zehmet me zivistan qedand û bi vî şeklî bihar hat. Encax wiha em hemû bûn xwedî tecrûbe ku saleke din zivistanê, em amadekariyeke baş bikin.
Bi biharê re me xwe kire du beş. Me sê heval li wir hiştin, Ebas Goktaş, Îsmayîl Çakmak (her du niha ji têkoşînê qut bûne) û hevalê Metîn Şik (şehîdbûye)li herêma Qûlpê man. Em şeş heval jî derbasî Qersê bûn. Yên ku li Qûlpê man diçin Agirî li aliyê Taşliçayê dimînin. Li wir di gundekê de xwediyê malê wan îxbar dike û dide girtin.Me ji radyoyê bihîst. Wiha jî em man şeş heval. Idrîs Sokmen, Ehmed Guler, Ehmed Kesîp, Yaşar Organ û Kemal Malkoç. Têkîliya Kemal malkoç bi bajar re hebû. Mala wan li bajêr bû. Hevalan ew şandin bajar ji bo hinek amadekariyan bike û were. Kemal çû cardin venegeriya. Dît çiya zehmet e, zorî heye, lêxist û çû Stenbolê(lê piştre cardin hat û şehît bû). Em man pênc heval. Ji 30 hevalan em pênc kes man. Hevalên din çûn aliyê Golê, ez û hevalê Yaşar Organ li aliyê Qersê man.Ji bo em bizanibin rewş çiye, em li gundan geriyanpiştre derbasî Şenkaya ku qezayeke Erzrûmê ye bûn. Li wir daristanên baş hebûn. Wir geliyeke kûr hebû, jêra wê jî darên berû û qaçikê bû. Ciheke baş ji bo mandinê bû. Ji wir heya Artvînê hemû daristan bû. Me biryar da ku em li wir bingeha xwe deynin, cihê xwe çêbikin. Em ji şiavanên Hemşî ku ji Artvînê dihatin, fêrî sîstema naylonê bûn. Hemşî eslê xwe Ermenî ne. Biharê heya ber sînorê Ermenîstanê diçin. Koçerên Hemşiyan sewalên xwe li wir diçêrandin. Ji xwe re çadir vedidan. Derdora çadirêqulaf datanîn, naylon jî dikşandin ser, tê de xew dikirin. Em ji wan fêrbûn. Li daristanan pir baran dibare. Çawa em çûn Şenkaya, me ji xwe re naylon anî û di nav daristanê de veda. Çarbera xwe jî çêkir. Bi roj agir vêdixist, cihê me bilind û sar bû, êvarê me çarbera xwe çêdikir û lingê xwe dida ber û betenî davête ser.Ancax wiha mirov dikarî xew bike. Havînê me nanê xwe ji gel digirt, lê me amedekariya zivistanê jî dikir. Me erzaqê xwe bir,li cihê ku emê zivistanê bimînin depo kir. Me darê Qaçê jêkir, da rex hev. Ser jî girt kuberf bibare em binê wê vala bikin, têkevin binî. Ji bo nan çêkirinê me sobeya kozîne anî. Heya ku berf nebarî, em neçûn cihê xwe yê zivistanê. Rojekê ku sibê em rabûn, me dît bi qasî tiliyekêçadira me ya naylon qeşa girtiye. Me piranî amadekariyên xwe yên zivistanê kiribû, tenê pirtûkên me nebûn ku em bikaribin zivistanê perwerde bibînin. Em çûn Dîgorê me mamosteyek dît, jiTevgera Rizgarî bû. Gelek pirtûkên wî hebû, ditirsiya û dixwest ji wan pirtûkan xilas bibe.Dil nedida bişewîtîne jî. Min û hevalê Cemşîd du hespên gundiyan girt û em çûn Erzrûm ê û me pirtûk anîn. Cihê em lê diman pir bilind bû, berfa wê zêde bû. Me cihê xwe di binerd de çêkir. Herêma em lê bûn herêma Tirkmenan bû. Ew zivistanê derdiketin nêçîrê. Me cihekî wisa hilbijart ku heke werin nêçîrê jî me nebînin. Tenê carekê nêzîk hatin, dengê kûçik hat, em nedîtin. Bin-erd germ bû. Me hinek gaz bi xwe re biribû ji bo çira, ancax şevê tenê seatekê vêdixist. Radyoyeke me hebû, ew jî rojekê ku em çûn mala hevalê Şehîd Mahîr Can (yekemîn şehîdê me yê li Serhedê ye, meha Kanunê ya sala 78’an ji aliyê Halkin Kurtuluşu ve hate şehîdkirin)birayê wî radyoya hevalê Mahîr da me. Bi rêya wê radyoyê, me agahî ji cîhanê digirt. Me bêtir li kanala BBC guhdar dikir. Zehmetiyênsala borî hemû bûn tecrûbe û me wê salê ji bo xwe sîstemeke baş avakir. Her sibe hîn roj zelal nebûyî, em radibûn sporê, me nedikarî zêde dûr biçin. Piştre me têşta xwe dixwar û dest bi perwerdeyê dikirheya nîvro.Piştî nîvro me cardin perwerde didît. Bi şev ronî nebû. Lewma me li radyo guhdar dikir û sohbet dikir. Rojên me wisa diborî.
Beriya her tiştekê me li ewlehiya xwe dîqet dikir. Di navbena me û kaniyê de 200 metre hebû, lê em nediçûn ser kaniyê. Me tim berf diheland. Destpêka zivistanê li qampa me mişk derketin. Erzaqê me kêm bû, me xefika mişkan anî û wiha tedbîrê mişkan jî girt. Herçend erzaq têra me heya biharê nekir. Me ew zivistan bê pirsgirêk derbas kir, gelek tecrûbe jî qezenc kir.
Em wiha ketin sala 1982’an. Ew sal bi tebîrên ku me girtin baş derbas bû û hevalê Mehmed Karasungur ku li Rojhilat dima payîzê bi rêya Şehîd Duktor Cafer (li botanê şehît bû) ji me re agahî şand. Li ser vê agahiyê me tiştênxwe li wir veşart, di dawiya 82’an de me berê xwe da Rojhilat.
Wexta hevalan agahî şand, em vegeriyan çiyayê Agirî. Me hidût derbas kir.Hevalê Şerîf (Harun Aras sala 1987’an li Çelê şehît bû) pîqabek anî, em swar bûn û ketin rê. Em qirêj û tenî bûn, rihê me dirêj bibû. Kê li me mêze dikir dizanî em ji çiya hatine. Me her pêncan di bajêr de da pey hev, her kes sekinîbû û li me mêze dikir. Lewma em li kêleka hev meşiyan,lê dîsa jî bala xelkê dikêşa. Te digot qey li sînemayê dimêzandin. Li Rajanê girêdayî herêma Mirgevera Ûrmiyê hevalê Karasungur dima. Mala partiyê li wir bû.Li dîwarê malê wêneyên şehîdan hatibûdaliqandin. Wêneyên hevala Ezîme Demîrtaş, Besê Anûş, Zekî Yildiz, Zekî Palabiyik û hevalên din hebû. Em gelek hestiyar bûn. Hevalê Sabrî ok, Mehsûn Korkmaz û çend hevalên din li malê bû. Me ji hevalan tenê rêhevalê Baqî Karer dinasî. Em hinek rûniştin. Hevalan behsa pêşketinên partiyê kirin. Me texmîn nedikir pêşketin ewqas mezin çêbûne.Hevalan perwerde dîtibûn, li wir xwe amade kiribûn û vê yekê em şaş hiştin. Li herêmê hin mêzîn guherîbûnû li aliyê Îranê valatiyeke mezin hebû. Rejîma Xumeynî nû hatibû ser hukmê, li Serhedê zêde agahiya me ji rewşa Rojhilat nebû. Heke me bizanibûya me dikarî li aliyê Serhedê bêtir xebatên mezin bida meşandin.
Bi qasî demekê paşê em derbasî Lolanê bûn. Meha 11’an bû.Heval li Lolanê bûn. Pêşketinên partiyê, xebatên ku hatibû kirin, me bi çavên xwe dît.Me texmîn nedikir ewqas heval derkevin derve, perwerde bibînin piştre cardin biçin hundir. Tenê me digot emê xwe veşêrin, xebata xwe bikin, partî kengî hat gihîşte me. Me digot dibe ku demdirêj jî bibe. Dibe hinek heval jî wek me ji herêma xwe derneketibin û li wir mabin.
Grûbekî bi qasî 70, 80 heval li Lolanê bûn. Di mijara perwerdeyê de li ser disekinîn, lê di mijara pratîkî de hin kêmanî hebûn. Me jî tecrûbeyên xwe bi wan re parve kir. Ew nû hatibûn, şert û mercên çiya zêde nedizanîn, me jiyana çiya ji wan re vedigot. Zivistana 82, 83’anli Lolanê bi perwerdeyê derbas bû. Wisa me ji bo pêngava vegera bakûr xwe amade dikir.
edê