Ya Li Vir Afiriye Tu Yî, Dîrok Û Rihê Te Ye
Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we heye?” Min çek dixwest, nedidan. Min li hezar derî xist, min hinek tişt dixwest, nedidan. Piştre min bi xwe dît. Fikirîm, min ji xwe re got çawa dikarim bibim çekek hîn mezintir. Niha çeka herî mezin ezim, yên min afirandine jî ji atomê bihêztirin.
Min destpêkê xwe afirand.
Destpêkê ji zarokekê lewaztir bûm, heta ji wî hîn zêdetir bê çarebûm. Bendewariya kesî nebû ku rabim tiştan bikim. Li ser xwe sekinîm. Ji bêçaretiyê ji bo bibim xwedî çareyeke mezin xebitim.
Û gihêştim vê encamê: Mirovek, çawa dikare miletek di xwe de bide afirandin?
Di min de niha ew hêz heye. Hêza min di xwe de afirandî him pir mezin e, him jî balkêş e. Dibêjin; “nemûmkûne kesek xwe wisa biafirîne. Ev encax karê cîhana Ewrûpa ye.” Na, ev neraste! Ewrûpa li pişt Tirkiyê ye.
Digotin; “nemûmkûne Apo wisa bi serê xwe vî şerî bimeşîne û wisa şer bike.” Encama ji vê bê derxistin ev e; bersiva pirsa mirovek çawa dikare xwe bike çekek mezin e.
Me xwe anî asta çekeke bihêz û ez çekekî pir mezinim. Şerê didim meşandin, bi misogerî wê serbikeve. Hûn dibêjin, “em nirx û qîmet didin Rêbertî.”
Rêbertî mezin e, teqînek e, serkeftin e û serfirazî ye.
Yekbûna rih û fikir e. Wêrekî ye û her serkeftin e. Dê bi wî re bin! Rêbertî ne lewaziya we ye, Rêbertî ne lîstok û sivikbûna we ye. Hinek dixwazin lewaziya xwe, siviktiya xwe, şaşîtiya xwe di bin navê Rêbertî de bidin jiyîn. Ev dirûtî ye, sextekarî ye. Divê ev Rêbertî bê berdan. Ez ne Rêberê yên bi vî rengîme.
Madem dibêjî, “ez ji destpêka dîrokê ve li ser çêbûna mirovê Kurd disekinim”, wê demê emê Kurd çawa ji nû ve çêbikin, em çawa dikin, divê li ser wê jî bê sekinandin. Destpêkê ev Kurd çawa bû, çawa bû aîdê dijmin? Ji bo dijmin çawa dixebitî? Emerîkiyek ji bo Kurdan dibêje; “gelê ji bo yekî din dibe leşker.” Kurdan wisa destnîşan dike. Gelê ji bo hinekan, leşkerê ji bo hinekan, karkerê ji bo hinekan û nivîskarê ji bo hinekan.
Di Tirkan, Ereban û Farsan de wêjeyeke çiqas bihêz hebe, herî kêm nîvê wê aîdê Kurda ye. Çima ji bo xwe nenivîsandiye? Kurdek çiqas aîdê xwe ye? Çiqas aîdê gelê xwe, dîroka xwe, rihê xwe, yekitiya xwe, heskirina xwe û rabirdoya xwe ye? Ev pirsgirêkên mezinin. Ger hûn van çareser nekin hûn nikarin bêjin; “ez welatparêzim, ez nivîskarim û mirovim.” Hinek hîn van çareser nekirî dibêjin; “ez Kurd im.” Ev ne rast e. Kurdê bi aqil, divê weke min bikin. Bêguman min xwe ji bo yekîtiyê, li hember dijmin îspat kiriye. Heke bi te re hêz, quwet hebe tu jî bike. Ger tu nekî wê destê min di qirika te de be, ezê te bernedim. Ezê beriya dijmin destê xwe bavêjim te. Felsefeya min bi vî rengî ye.
Cihê min li çiya çêkirî jî pir biçûk bû. Niha pir lûkse û konfor e. Beriya niha me bi çend keviran çêkir û me got, “ev akademî ye.” Yên hatin gotin; “ma akademî wisa dibe.” Lê bi vê çend Kurdistan çêdibe. Dijmin jî wiha hêjiya.
Dijmin tenê li jiyankirina min temaşe nake, li vir artêşê çawa didim meşandin temaşe dike. Dijmin wisa dizane ku min vir weke biryargehên teknîkî çêkiriye. Lê ya me bi keviran hatiye çêkirin. Lê ev li gorî dijmin, artêşeke mezin e û bi rastî jî wisa ye.
Teknîka min nîne, bîrokrasiya min jî nîne, bi serê xwe me. Ez xwe mezin dimeşînim. Çima? Ev hêz ji ku ava bû? Ev dîtinên me, çima bûn dîtinên mezin?
Min beriya her kesî xwe nas kir
Sokrates dibêje; “xwe binase.” Waneya min ya yekem ev bû. Min beriya her kesî xwe nas kir. Divê beriya her tiştî hûn jî xwe li gelekê bidin nasîn. Tu çiqas başî, çiqas xirabî; tu yê xwe bidî nasîn. Ev hizrê Sokrates hizreke di cih de ye. Ez jî weke Sokrates dikim.
Ronesans pêkhatina Kurdayetiya nû ye. Dema dostê me ProfesorYalçin Kuçuk hat gel me digot, “hûn li vir ne dewletekê, miletekê diafirînin. Ne dewlet, dewlet siyaset e. Ya li vir tê afirandin ne siyaset e, ya tê kirin felsefeya mirovahî ye.” Çû û neçû hema got,“min zanîngehek ava kir.” Li me temaşe kir û ev yêk kir.
Li gel me tenê ne jiyana leşkerî, jiyana siyasî, jiyana felsefî jî tê meşandin. Di bingeh de exlaq, moral heye û zanistî ye. Ji bo Kurdan leşkertî, siyaset çiye, çawa tê meşandin? Di derbarê van de jî divê nivîs bêne nivîsandin. Hinek nivîskar hebûn, tenezûl nekirin.
Yên dixwazin li ser dîrokê ji bo rastiya Kurd û Kurdayetiyê hin tiştan bike bila bêne vir. Ya dixwaze û di hezar pirtûkan de nedîtî dikare di rihê li vir de bibîne. Heke evîn û dilê wan hebe, ne mûmkûne bikevin bin ti bandoran. Bêguman ev tiştên mezinin. Ji bo nivîskar û rewşenbîran jî mezin e. Cihê wan jî mezin e. Ev jî şerek e, him jî ji şimşêr (şûr) zêdetir bandor dike. Ji xwe tê gotin ku; “heke şîmşêr û pênûs nebe Kurd nikarin serkeftî bin.”
Yên bi pênûsê dileyîzin kîne?
Yên bi şîmşêr dileyîzin kîne?
Şûr jî, pênûs jî ji bo kê ye? Ya girîng ji van re bersiv dîtine. Heta nivîskarên Kurd yên mezin jî hene, lê her tim ji bo hinekî dinin.
Mesela Selahattin Eyyubi şûrek mezin bû.
Lê ji bo kî?
Rabûna me ne bê sebep bû
Hûn dibînin ku ev kar tev ji bo gel e, ne ji bo karê mala bavê min e. Ez ji bo malbatekê kar nakim. Ji bo xwe jî qet kar nakim, min xwe îhmal kiriye, min xwe bê mal hiştiye. Mala milletekî ji dest çûye, tê li ku xwe bi mal bikî? Tê li ku bêjî “ez xwedî malim!” Hûn wiha dibêjin, lê ez cesaret nakim ku ez bêjim ez xwedî malim. Hûn niha dibêjin “Dayikan me hene, bavê me hene, zarokên me hene, pîreken me hene”, ez nikarim wiha jî bejim. Çima ez nikarim wiha bêjim? Yên li ser wana xwe xwediyê her tiştî dihesibîne, dijmin e, ji bo wê. Dibêje mal jî, zarok jî, pîrek jî yê minin. Bi rastî jî tev bûbûn yên wî, ne yên me ne. Ji bo vê ez nikarim cesaret bikim û bêjim ez xwedî malim. Ev li dijî ehlaqê min e. Tabî wekî ku îxtiyar gotiye, hûn wiha elimîne. Min xwe bi xwe elimand. Mualimê Apo’ye, yanî jê razî bin, ne razîbin ilmê te yê te ye, yê min yê min e. Lê ilmê te te kiriye bêçareyek, yê min vî milletî rakiriye.
Divê her mirov li ser emelê xwe be. Emelê mirov mirov difilitîne. Yanî dibêjin ku her kes li gorî emelê xwe. Dîsa ez dibejim ku ev emel me bifilitîne baş e. Kesî tiştek neda me. Bavê min bê çareyek bû. Ne fîşengek, ne qirûşek pere da min ji bo vê dozê. Tev wiha ne. Ji birayên me gelekan welat firotiye. Ne tenê firotin, hemû bi welat re hatine firotin, wekê hesîran. Vaye min jî li ber xwe da, me wiha kir.
Yanî di vir de dixwazim tiştekî bigihînim we ku rabûna me ne bê sebep bû. Rabûna me ne ku hinek dibêjin “PKK çiye, PKK partiyeke qomînîst e, yan partiyeke qewmiye, partiyeke netewiye!” Na. Partiyeke mirovî ye, partiyeke ku mirov çawa bêyî xwarin û vexwarinê nabe, beyî vî karî jî nabe. Kurd çiqasî feqîrbin, çawa ku bê xwarin û vexwarin nabe, bêyî vî karî jî nabe. Nefes kişandin çiqasi lazim be, ev kar jî ewqasî lazime.
Me ev tişt kirin. Dîsa jî qirar a we ye, yanî ev kar ji bo we ye. Eger hûn dibînin karekî wiha lazime, bi usûl çêbûye, bila ya we be. Hûn pêrebin. Kêmasiyên xwe hebin temam bikin. Li ser şer bang bikin. Li ser kemasiyên her tiştî bang bikin, mumkunbe hinek tiştan temam bikin. Ê min dîsa çi ji destê min hat ez dikim. Heta niha min gelek tişt bi berfirehî vegot. Piyê min gihişte ku derê min avêtiye. Çi bi xêr hebe ku ez pê bigirim min dest avêtiyê û girtiye. Min got ku roj û şev jî ez li serim. Ez texmîn nakim ku di dîrokê de kes wekî min xwe bi ser xetekê de û bîst salan ji tunebûnê wiha bimeşîne. Min ev cesaretî, ev fedekarî kir. Û ne hindik e, bi serjî ket.
Hinek ku bi aqil nêzbibin yê bizanibin ku tiştên me çêkirine li ser miroviyeta nuh ava dibe. Ev derfet daye me. Yekî ku pê neleyîze, dikare ji vê şunde mezin bike.
Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye
Sosyolojî civakbûn e. Bi rastî jî di PKK’ê de civakbûn serdikeve. Em tenê di warê siyasî de li ser mijara Kurd nasekinin, di warê civakî de jî disekinin. Civakbûna Kurd, di PKK’ê de hatiye dahûrandin. Ji siyaseta Kurd zêdetir, em li ser civakbûna wê disekinin.
Ger ne wisa be em nikarin jiyan bikin. Her roj tijî ye, vebûn e û gav bi gav e. Yanî li vir “dubare” nema ye. Îro îro ye û wê îro tijî bibe, wê tiştên nûtir çêbibe. Îro ji bo Kurdistanê gavek e. Ev raste û mirovê biaqil vê dibîne. Vir kilîda Kurdan e.
Vir dilê Kurd e, mejiyê Kurd e, çavê Kurd e, rihê Kurd e, wijdanê Kurd e û qarekterê Kurd e. Evqas salin em li vê dibistana mezinin. Destpêkê malek biçûk bû. Wê demê civînek lidarxistin jî bi serê xwe xebateke mezin bû. Dema min 1982’an li saha Rojhilata Navîn civînek ji 150 kesan re çêkiribû cîhan hemû bibû ya min. Heke tu di Rojhilata Navîn de 150 Kurd, li ser siyaseta PKK’ê kom dikî, dikarî wan bînî gel hev bûyerek mezin e. Hinek kes nirx nadin, ji civînan teng dibin. Ez tena serê xwe bibim jî teng nabim, li vir deh demjimêran biaxivim jî teng nabim. Jiyana min ev e.
Ya li vir afiriye tu yî, dîroka te ye û rihê te ye. Em te diafirînin. Ez tiştekê bêjim, nexweşeke di komayê de, nexweşiya wê çiye? Mîdeya wê wisaye, cigera wê wisa ye. Ya bi vî rengî bijîşk ser vî kesî disekine. Li vir jî ferdê Kurd nexweşek e, li ser mêzeya emeliyatê ye û hemû derên wî nebaşin. Li vir him teşhîs, him jî tedawî tê kirin. Ji ber vê, em piranî hemû jî başin.
Hûn wisa dizanin ku hûn ji xweber wisa bûne.
Ne wisa ye!
Bi rastî jî em bijîşktiyek mezin dikin. Di vê qadê de yên mirî ji nû ve zindî dibin. Ev xebateke mezin e. Yekî xwe hinek bi aqil dihesibîne divê him li ser mirovan û him jî li ser xwe bisekine.
Ez çima hîn jî pêwîstî bi çêkirina civînên giran dibînim?
Pir baş dizanim ku, mirovê Kurd kirina leşker gelek zehmet e. Beriya her tiştî wane; bi seatan bi awayeke dîsîplîn û sebir dayina rûniştandin e. Ev derseke mezin e, disîplîneke mezin e û riheke rêkûpêk e. Kesek, divê herî kêm bizanibe çar seat çawa guhdar bike û xwe rabigre. Piştî ku kes vê hêzê di xwe de avakir şûnde, tê wateya ku gavên mezin avêtiye. Tiştên li vir tên gotin, tiştên dîrokî ne.
Tiştên avabûna netewekê dide afirandin e. Yekî bi aqil be, ji du waneyan encam derdixe.
Tiştên li vir tên axaftin guhdar kirin girîng e. Hinek piştî çar salan, hinek piştî pênc salan, hinek jî piştî deh salan fêm dikin. Heke îro fêm bikin, ji xwe tiştên ez ji wan dixwazim ev e. Îro fêmkirin bes e.
Rêber Apo
(Ji nirxandinên sala 1993 hatiye girtin)