Ji tespîtên giring yên Rêber Apo li ser rastiya PDK û siyaseta wê;
Tevgera Kurd piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn bi tesfiyekirina Komara Mahabadê re ketiye nava bêdengiyeke kûr. Tevgerên li gorî rêzê xwe bi beg, şêx û milliyetgirên paşverû îfade dikirin bi awayekî xedar têkçûn û vê rê li ber bêdengiya mirinê vekiriye. Rê li ber demeke bêhêvî û reşbîn vekiriye. PDK’yên di salên 1945’an de hatin îlankirin, hewl dan xwe weke partiyên hemdem terîf bikin. Bi awayekî xwezayî li ser wan şopên rabihuriya nêz hebûn. Bingehê wan ê çîna bûrjûwayê qels bû. Rewşenbîrên wan hindik bûn. Bêhêvîtiya ji ber têkçûnan, dikir ku bi îhtiyat û fikar nêzîkî hewldanên nû bibin. Li gorî mînakên xwe yên li dinyayê, ew gelekî paşve mabûn. Rewşa wan ji rohnîbûn û tevgera Kurd a di dema Meşrûtiyeta Duyemîn de bêhtir paşvemayî bû. Ev jî nîşan dide ku tesfiyekarî çiqasî bi tesîr bûye. Fîgura pêşengiya demê bi Mistefa Barzanî tê temsîlkirin. Piştî rola xwe ya li Mahabadê (Mistefa Barzanî li vir rayedarekî eskerî ye) bi meşeke tijî serhatî karîbûye bigihîje Yekîtiya Sovyetê. Îhtîlala Iraqê ya di sala 1958’an de rêya vegerê lê vekiriye. Bêyî ku xwîn birije, şensê çareseriyekê heye. Ji ber ku bersiva bendewariyên aliyan ên beramberî hev nehatin dayîn, di sala 1961’ê de pêvajoyeke bi şer dest pê kiriye. Tevî ku di sala 1964’an de xwe gihandin Peymana Xweseriyê jî ev bi cih nehatiye anîn. Lihevkirina aliyan di sala 1971’ê de bêhtir berfireh e, lê ew jî bi cih nehatiye anîn. Di sala 1975’an de dewletên Îran û Iraqê li Cezayîrê li ser bingehê tawîzdanên li beramberî hev li hev kirin (gelekî dişibe lihevkirina Ingilîstan-Tirkiyê di sala 1926’an de) û vê jî kir ku ji bo tevgerê pêvajoyek bi dawî bibe. Ji ber lihevkirina di sala 1964’an de Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî li dijî serokatiya Mistefa Barzanî bûn muxalif û vê jî rê li ber gavavêtineke nû ya li ser bingehê rêûresma Silêmaniyê vekir. Di sala 1975’an de Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan YNK hat damezrandin û bi vê jî hewl dan tevgereke hemdem pêk bînin. Ev tevger xwedî xisletên çepgiriya radîkal û lîberal bû. Zemînê cografî û avahiya çandî ya tevgerê, derfet û îmkan nedidayê bi îdeaya temsîla tevahiya Kurdistanê rabe. Çawa ku di demên bihurî de bûyî, rîsk û tehlûke hebû ku weke tevgereke radîkal û li seriyekî din bimîne.
Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an de bi Doza 49’an paşê jî di sala 1965’an de xwe weke PDK’a Tirkiyê nîşan dan. Dema gelek piçûk bûn û gavên xwe yên pêşî diavêtin ketin kontrola kontr-gerîllayê. Serokê pêşî yê PDK’a Tirkiyê Faik Bucak mîna ku ji ber pevçûneke nava eşîrê be, kuştin û bi vê bûyerê re eşîra Bucakan li Siwêregê bû baregeheke girîng a kontr-gerîllayê. Şaxên çepgirên Tirkiyê li Kurdistanê ji şovenîzma sosyal a weke nexweşiya neteweya serdest tê binavkirin wêdetir nikarîbûn bi ti rolê rabin. Hebûna Kurd û Kurdistanê guftûgoya herî bingehîn bû. Pêşî tabû bi van têgînan dihatin şikandin. Bername û rêxistiniyeke rastî mewzûbehs nebû. Pirsgirêka Kurd ji sloganê wêdetir nediçû. Xebatên sosyolojîk ên dihatin kirin mînakên çor ên pozitivîzmê bûn. DDKO’yên (Ocaxên Şoreşger ên Çanda Rojhilat) di sala 1969’an de hatin damezrandin, ji asta Cemiyetên Tealî Kurd ên dema Meşrûtiyeta Duyemîn nedibihurîn. Tevî ku di sala 1940’î de bêdengiya bêhna mirinê jê dihat li dawiyê mabû jî hê jî negihiştibûn wê astê ku bibin tevgereke neteweyî ya hemdem. PKK’ya di vê demê de hîmên wê hatin danîn, hewl dida rastiya xwe bibîne.
Piştî Komara Mahabadê Kurdistana Îranê jî ketibû nava bêdengiyeke kûr a bi heman rengî û li vir jî PDK weke ceribandineke nû derdiket holê. PDK’a Îranê bi pêşengiya Ebdurrehman Qasimlo ku bi xwe rewşenbîr bû, ji bo bibe partiyeke modern gav diavêtin. Bi Şoreşa Îranê re firsenda serketinê bi dest ketibû, lê ew jî baş nehat bikaranîn. Piştî ku bi bêbextiya Îranê Ebdurrehman Qasimlo û lîderê piştî wî Sadiq Şerefkendî hatin kuştin, tevger bû penaber. Piştî salên 1970’î komên çepgir ên hatin damezrandin û Komala zêde bi tesîr nebûn…
Li cem Kurdan jî bi PDK’ê dewletoka netewe ya Proto-Kurd pêk anîn
Giregir û serokên Kurdan ên destpêkê ji Kurdên li Kurdistana Iraqa îro re pêşengî kirin, pêşî bi Osmaniyan, paşê bi rêveberiya Iraqê dan pelixandin. Ingilîstanê bi xwe di vê de hêz bi kar anî. Ereb û Kurd timî di nava şer de girtin û bi vî awayî herdu alî jî bi xwe ve girêdan. Di vê navberê de bi soza welatekî serbixwe Suryanî bi begtiyên Kurdan, bi Bedirxan Beg, Bedirxan Beg jî bi Osmaniyan da pelixandin (salên 1840) û bi vî awayî hemû bi xwe ve girêdan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Îsraîl weke hêza kakil a hegemonîk ket dewreyê. Îsraîlê berê Cihûyên Kurd ên li Iraqê ji xwe re kir esas, lê berî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi burokratên Tirk ên li Anatolyayê re xwe sipart Cihûyên Tirk ên Sabetayî ku ji wan re ‘çerxkirî’ dihate gotin, dewleteke netewe ya Tirkê Spî (dîktatoriya CHP’ê) weke Pro-Îsraîlê ava kir û weke vê, pêkhateyeke stratejîk a duyemîn xwe sipartî Kurdan (bi awayekî bingehîn PDK) plan kir û xwest pêk bîne. Bêguman em nikarin pêkhateya siyasî ya Kurdan bi tenê bi hesabên hegemonîk ên derve girê bidin. Li vir xusûsa em dixwazin diyar bikin ew e, tewazuna dewletên netewe li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ên modernîteyê ve tê pîlankirin û bicîhanîn.
Li Kurdistana Iraqê ji serê salên 1920’an ve, nexasim piştî parçebûna di salên 1920’an de li cem tebeqeya jor liv û lebatên ku em dikarin weke milliyetgiriya paşvemayî bi nav bikin bi lez bûn. Tevger ji çarçoveyeke teng a rewşenbîran derketibû û bûbû xwedî xisleteke girseyî, lewma vê yekê wê milliyetgirî bi lez bikirana. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn îlana PDK’ê li ser riya milliyetgiriyê gaveke girîng îfade dike. Komara Mahabadê weke tecrûbeya pêşî ya mîllî balê dikişîne ser xwe. Şerê gerîlla yê di sala 1961’ê de li Kurdistana Iraqê derket holê, li tevahiya Kurdistanê hestên milliyetgir hişyar kirin û ew bi hêz kirin. Tevî têkçûna tevgerê û bi sedema nakokiyên hundir parçebûna wê, bi xisleta federe be jî bûyeran ew neçar kir ku ber bi desthilatdariyeke neteweparêz a Kurd, ber bi dewletdariyeke netewe ve biçe. Dewletdariya netewe ya Kurd a bi desteka Emperyalîzm û Siyonîzmê, bi kêmanî bi qasî dewletdariya netewe ya Îsraîlê ya li Filistînê weke modeleke xwedî girîngî di dewrê de hiştin. Ev xusûs gelekî girîng e. Çawa ku biryar didin, dewleta netewe ya Tirk, ya rastî, şoreşa komarê ji salên 1923’an ve weke dewletekê û ji salên 1925’an ve jî bi xisletên dewleta netewe weke Proto-Îsraîlekê difikirin (Di vê mijarê de hewcedarî bi lêkolînên berfireh heye), bi derengî be jî piştî salên 1945’an jî bi pêşengiya PDK’ê bi heman awayî biryara modeleke Kurd a Proto-Îsraîlê didin. Cudahiya di navberê de zeman e û xisletên hêzan ên cuda yên mîllî ne. Ango ji bo paşerojê û ji bo ewlekariya Îsraîlê weke Proto-Îsraîlekê hewcedarî bi avakirina dewletên netewe yên Kurd û Tirk heye. Dewleta netewe ya Tirk a Proto-Îsraîl bi CHP’ê pêk anîn, li cem Kurdan jî bi PDK’ê dewletoka netewe ya Proto-Kurd pêk tînin…
Dewleta Tirk bi pêkhatina federe ya Kurdistana Iraqê razî kiribûn
Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa xwe ya ji panzdeh hezar kesî hakimê herêmê bû. Êrîşên artêşa Osmanî bê tesîr kiribûn. Jixwe demeke dirêj halê wan tinebû li ber xwe bidin. Tam wê pêlê xiyaneta biraziyê wî Yezdan Şêr serî da. Paşê Begtiya Botanê bi awayekî ku careke din bi ser xwe ve neyê ket pêvajoya hilweşînê û serberjêr çû. Rêûresmeke hezar salan, ne di ber tiştekî de ji dest çû. Yezdan Şêr îddîa dikir ku begtî heqê wî ye. Di dawiyê de bi awayekî careke din lê venegere malbat ji Botanê mişext kirin. Hem jî wê Begtiya Botanê careke din nehata avakirin. Li cem me jî di serî de Osmanê rezîl, li cem gelek fermandariyên sexte hewes û xwestek hişyar kiribûn ku bi rastî serokatî heqê wan e. Van kesan rêûresma Barzanî û Talabanî ji xwe re esas qebûl kiribûn. Wekî din, ew miz dabûn û nepixandibûn û ji wan re gotibûn, “Hêza we ji ya Apo zêdetir e. Ew bi tenê li Şamê rûdinê, ma wekî din çi dike! Divê hûn bibin xwediyê her tiştî.” Ev fitne di dil û aqilê xwe de baş bi cih kiribûn. Jixwe hêzên PDK û YNK’ê yên bi Fermandariya Giştî ya Tirk re di nava têkiliyên nêz de bûn ji Başûr, artêşa Tirk jî ji Bakur bi awayekî bi pîlan û bi awayekî yekbûyî tevgeriyan, kengî ev tevgera xwe derxistana asta herî jor, wê Tevgera me di cihê xwe de rûnişta û bihata ber tesfiyeyê û bi vî awayî tevgera me xistin nava şerekî encama wî ji berê ve diyar bû. Encam xeternak bû; bi sedan şervan gihêştin şehadetê û li ser bi hezaran kesan jî şert û mercên teslîmiyetê ferz kirin. PDK û YNK’ê di operasyonê de bi awayekî eşkere cih girtin û nabe ku mirov li vê li derveyî Gladîo’ya NATO’yê bifikire. Di berdêla vê de Tirkiyê destûr da ku ‘Hêza Çakûç’ li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, ev dihat wê maneyê ku dewleta Tirk bi pêkhatina federe ya Kurdistana Iraqê razî kiribûn. Bi vî awayî, hevgirtina 1925’an dewam dikir.
Ez difikirim ku paşê bi awayekî berfireh li ser vê mijarê rawestim, lê ji bo ez Herêma Federe ya Kurd a piştî salên 1990’î di çarçoveya Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Kendavê de ket dewrê rast şîrove bikim, min îşaret pê kir. Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1990’î dest pê kir ew bû ku li ser riya diçû dewleta netewe ya Kurd gavê biavêjin. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya Dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Emerîka, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya Kurd a ku dewletên netewe yên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin.
Çawa ku ji bo Siyonîzma Îsraîlê neteweparêziya Tirk a Spî li Anatolyayê bi roleke Proto Îsraîl rabûye, milliyetgiriya Kurd a li Başûrê Kurdistanê jî nexasim qebîleya Barzaniyan bi roleke heman rengî radibe. Ev bi awayekî neteweparêziya Kurd a Spî ye. Ji aliyê heman hêzan ve bi awayekî îdeolojîk û pratîk hatiye avakirin. Di navbera neteweparêziya Tirk a Spî û neteweparêziya Kurd a Spî de ne bi tenê di warê teoriyê de, di warê pratîkî de jî têkiliyên xurt hene. Partiya Demokrat a Kurd PDK weke CHP hatiye plankirin û parçeyek ji xebatên hêzên komploger e ku ji sala 1925’an ve li ser kar in. Hêzên komploger, ji aliyekî ve Kurdan di dema 1925-1940’î de dixin nava çerxa tevkujiyan, ji aliyê din ve jî ji sala 1926’an ve ne ku bi tenê bi zorê Kurdistanê parçe dikin, li ser parçeyê Iraqê vê carê hîmê neteweparêziya Kurd a Spî datînin ku wê di pozîsyona xelaskar de dihêlin.
Eşkere ye ku piştî evqas antî û dijberiyan zehmet nîne ku mirov rengê rejîmê jî destnîşan bike. Dema PKK derket holê haya wê ji vê statuyê tinebû. Bi giştî weke komeke piçûk di nava hêzên muxalif ên çepgir de heta bi salên 1980’î bi awayekî taybet bal nekişandibû ser xwe. Texmîn dihat kirin ku hin rêxistinên provokasyonê yên bi ser PDK’ê ve di kontrola Gladîo’yê de bi awayekî taybet êrîş dikirin. Heye ku di çarçoveya mîlliyegiriyê de PDK’ê xwe ji Kurdistanê berpirsiyar didît û dixwest tevgerên din bi sînor bike. Bi Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê di çarçoveya bûyerên hundir de bêyî cudahiya Kurd-Tirk, çepgir-rastgir, Elewî-Sunnî bikin, dixwestin hêzên li derveyî kontrolê hemûyan tesfiye bikin. Gladîo, NATO di çarçoveya Tirkiyê de jî ji salên 1960’î ve kontrola xwe ya zêde dikir bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î derxist asta herî jor. Lewma li pişt pîlana tesfiyeyê hêzên hevgirtinê hemû hebûn. Bi vî awayî rola Komarê ya ji dema damezrandinê ve hatibû dayîn bi hinek guhertinên piçûk bi awayekî esasî dewam dikir.
Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pir eşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike û dixwazin bi netewetiya dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên dewletên netewe Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine…
Li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn
Bi derengî be jî mirov hûnandin û avakirina kakila dewleta netewe ya Kurd bi tenê dikare di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de rast fêhm bike. Nexasim kakila dewleta netewe ya Kurd û Kurdistanê di nava hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li herêmê de bi roleke gelekî girîng radibe. Çawa ku dewleta netewe ya Tirk li Anatolyayê di derketina holê ya Îsraîlê de bi rola pêşeng (Pro-Îsraîl) rabûye, dewleta netewe ya Kurd jî di warê hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li ser Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê de bi roleke gelekî girîng radibe. Hêzên ku Îsraîl damezrandin hê ji salên 1945’an ve destek dan avakirina PDK’ê û ji salên 1960’î ve di ser Tirkiyê re bi awayekî berbiçav destek danê, ev jî bi hesabên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê ve girêdayî ye. Ji salên 1990’î ve Kurdên bi Gladîo’yê re ketin nav hev û li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn li derveyî van hesabên hegemonîk, stratejîk nînin. Jixwe bi awayekî yekgirtî bi ser PKK’ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş rave dike. Di salên 2000’î de yek ji armancên herî girîng ên pêngava Duyemîn Şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê dewleta netewe ya Kurd bû. Hêzên biryara vê dan û pêk anîn, heman hêzin ku di sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî di nava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pêdiviya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin, ew têne kirin. Di roja me ya îro de, kakilê dewleta netewe ya Kurd ji bo sîstema kapîtalîst bi kêmanî bi qasî Îsraîlê hêmanek e ku hewcedarî pê heye; di nava tewazuna hêzan û dewletên netewe de xwedî roleke stratejîk e ku heta dawiyê dest jê nabe. Bi giştî ji bo ewlekariya sîstemê û pêdiviya bi petrolê, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê û hegemonya wê, dest ji kakila dewleta netewe ya Kurd bernadin, ji bo bihêzkirina wê çi hewce bike, hewl didin bikin. Bi vî awayî xelekeke girîng a di salên 1920’î de hatibû plankirin li sîstemê tê zêdekirin. Ji bo destpêka sîstemê girîngiya dewleta netewe ya Tirkê Spî çi be, ji bo temamkirina wê jî girîngiya dewleta netewe ya Kurdê Spî ew e.
Çavkanî: Paraznameya “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De-Pirsgirêka Kurd Û Çareseriya Neteweya Demokratîk”