Desthilatdar her tiştî bi şûrê xwe ve digrin. Bêyî şûr û çek tu nikarî xwe biparêzî. Li ser şûr û çeka girîng rawestin.
Şûr û çek ji bo çi ne? Li ser çi ye, çawa tê bi dest xistin? Piştî ku te bidest xwe xist, tuyê çawa bi şûr û çekê kar bikî? Tuyê li ku derê kar bikî, azîneya te çi ye? Ji neçarî divê bi salan tu li ser vê yekê rawestî. Çima? Ji ber ku weke din tu rêk nîne, bêyî şûr û çek tu nikarî nefes bigrî. Tu çi bikî derew e, tu çi bibêjî bêyî şûr û çek derewe. Ji ber ku desthilatdaran bi şûr û çekê her tişt ji destên te girtine. Heke wisa tu serhildaneke bêyî amadekarî bikî, tuyê bikevî. Weke din tu rêkên vê yekê nînin.
Heke tu egîdî, li ber xwe bide, lê tuyê bimirî. Heke tu birevî bireve. Her wiha piştî ku tu reviyayî bi şûn de jî rêka te dibire. Ev her rastiyên mezin in.
Me bi evîneke mezin, firsend û derfetan ve şûr girtiye. Erê şûr, wêrekî û dilekî mezin dixwaze. Lê piştî bêçareyiya mezin, tenê tiştê ku tu bigrî destên xwe şûr û çeke. Me jî ev girtin destên xwe. Her yek ji me li aliyekî bimire jî, derbeyên me zêde bi hêz nebin jî, dîsa em dê her tiştî bi şûr pêk bînin.
Me xebatên xwe domandin. Min li ser vê yekê amadekarî kirin. 15 Gelawêjê di dîroka Kurdan de bû gaveke mezin. Em çiqasî pê hiziriyan, me çawa plan kir û me çek çawa girt? Di aliyê siyasî û leşkerî de divê gelekî li ser were rawestîn. Lê ez dîsa jî dibêjim: ji bo çi me dixwest bi şer ser de biçin, emê çi rizgar bikin? Min gotibû, ez her dixwazim pêşiya xwe azad bikim.
Min rastiya xwe diyar kir. Ez li ser vê rastiya xwe dijîm. Rastiya min rastiya welat û gele. Bila dilê we azad bibe. Bila tu kes bi xirabiyên xwe ve bi min re neleyîze. Bila tu kes ramanên xwe yên paşverû û zora xwe li ser min nesepîne, ji bo welat ez çiqas bibêjim û nebêjim jî.
Hevalbendiya xwe bi pêş bixin. Dostaniya xwe bi pêş bixin. Û ev gelê me ye. Bêyî vê jiyana me nameşe. Heke kar, armanc û hedefa xwe wisa nekim, pênc qirûş nirxa jiyana min nabe. Di encam de karê ku me kirine em dikarin wisa rêzbikin. Lê dîsa jî bes nake.
Tekoşîna ji bo welat deynê me ye
Di zaroktiya min de, hemû kevir, herî, êzing, civîk, mar, yek bi yek darên welat, hemû tên bîra min. Her yek ji wan hevalê min bû. Her keskahiyeke wê, her avek û civikeke wê di bîra min de ye. Divê mirov li ser xweşikiyên welat raweste. Li hember welat deynê me ev e. Divê li ser faşîzma ku li welat didome rawestin.
Gelek gundiyên me, cîranên me, hemû gund wisa dihizirin û wisa dibînin. Lê xwe ji wê rewşê xelas nakin, ji destên wan diçe.
Tê bîra min, dema ji welat diqetiyan û diçûn, welat ji bîra dikirin. Ev yek tê bîra min. Hemû diçûn bajarên mezin yên Tirkiyê. Hemûyan wisa kir. Yanî bi xwestekên xwe ji welat reviyan. Min bi çavên xwe dîtin, yekîne bi yekîne direviyan. Dema te welat dianî bîra wan dilê wan li hev diket. Agir bû, dişewitand diviya ku jê bireviyana. Digotin, “Di nava wê de tu tiştek nîne.” Edene, Stenbol Almanya… hetanî niha jî ev yek wisa ye.
Ez li vê derê rawestiyam. Çima ji bo welat reveke xirab be? Min ji xwe pirsî. Temam Stenbol, Enqere baş in, ez jî dixwazim li van deran bijîm. Min welatên biyanî jî dîtin. Ji xwe re welatên weke bihuştan çêkirine. Piştre min got, “Misoger giyana min vê yekê naxwaze.” Min ev yek tespît kir. Weke ku min gotiye, ji bo me bû siyaset. Em çiqas li wan welatan bimînin, ewqas li me dixin. Derveyî vê tu li welat û jiyanên kesên din dinihêrî; pêşketîne, xweşik in. Tu li gundê xwe, malbata xwe, keç û lawên gund temaşe dikî, hemû rewşa xedar dene.
Kurdek reviyaye, hemû ciwan, rewşenbîr li dûv wî reviyane. Ji sedî sed pergalê çi kiriye, ew jî wê dikin. Piştre Ewrûpa derkete pêş. Çavên hemûyan li vir beloq bûn. Ev hemû rewşa we hemûyan e, hun nikarin înkar bikin. Kesê ku van înkar bike, xayinê herî mezin e. Tu ji pergalê, welatê wî, jiyana wî hez dikî. Baş be, xirab be, mafê te hebe tunebe tu jê hez dikî.
Derveyî vê yekê hindek tiştên din jî hene. Heke tu jiyaneke wisa saz bikî, tuyê carekê binêrî ku tu jî weke wan lê hatiyî. Ji dîroka netewa xwe û jiyana xwe direvin. Dibêjin, “Kurdeyatî şerm e.”
Tê bîra min di zaroktiya xwe de min digot, “Xweziya ez ne Kurdekî wisa bûma.” Ez ji malbateke pir bêtalih hatime, gelo koka min xwe dispêre Kurdan? Min ev yek lêkolîn dikir. Piştre min dît kesekî ku wisa bihizire dê bikeve. Bêguman pirsgirêk firotina mejî, giyan û ramanane. Li pêşiya çavên min, ji hevalên min ên zaroktiyê ve bigre her kes direviyan. Tu kesî ji bo rastiya welat, li ser aştiyê, li ser jiyanê nedigot, “Ka gelo ev çawa ye.”
Hizra ‘nabe tu terka welatê xwe bikî’ reya şoreşê vekir
Bi ew rewşa xwe ya zarokatiyê, wê demê ez dihiziriyam ku ev qetînên ji vî gundî wisa ne ji xêrê re ne. Ev yek weke qutbûyîna ji hevalekî xwe yê, “xizan, hêjar, belengaz û bêçare bû.” Divê wisa nebe.
Dibe ku, tu kesê wê tunebe, dibe ku ne cihekî zik têrkirinê be jî, dibe ku weke jiyana biyaniyan û metrepolan rengûreng jî nebe. Lê ez tam li vê derê rawestiyam û min xwest ez hindekî dadwer bim. Çima wisa bi hêsanî ji kalik, bavik û dayîkê qutbûyîn çêdibe, bi biçukditînî dev jê berdidin?
Hema xirbeyên van gundan hatin bîra min, gur, civîk, mar û mişkên wir hatin bîra min. Heke mar û mişkek be jî şayişa qutbûyîna ji wir hate hişên min. Bi hesteke ku civîk bi tenê diman em ji wir diqetiyan. Û di her vegera me ya wê derê de, me bi aciziyeke mezin têkîlî rabere cih û warê bav û kalan dikir û di dema veqetîna xwe de jî em xwedî helwesteke nerihet bûn. Diviya ku evyek ne wûsa bûya. Ne tu bi şer dizanî, ne jî tu dikarî bikevî nav de. Di nava duseriyeke rastîn de sekinîn mijara gotinê ye. Çiqas cih, jiyan û aliyên hezkar yên biyanî û dagirkeran hebe jî, tu nikarî bi tevahî ji wê derê qut bibî. Û vaye ev yek, te ber bi şoreşê ve dibe û dibe lêgerînek. Ramana şoreşê dibe şerê vî yê rêxistinkirî. Me wisa dest bi vê şoreşê kir.
Tê bîra min, em bi nîşana ciwanmêrekî Filîstînî derbasî nava sînorên Libnanê bûn. Meseleya tenê bi nîşana destan bi rê ve çûyîn çi ye? Di vê derê de wateya rojên tên derbaskirin çi ye? Meşeke tarî ye. Lê dîsa jî girêdana bi rojeke qels ve û jiyankirina rojekê mijara gotinê ye. Dîsa tê xwestin ku hindek tişt werin jiyîn. Mezinkirina hêviyê heye. Hesabeke wisa heye, ji bo gihêştina encamê sebir heye.
Hatina Beyrûtê re li wê derê xwe bi çend kesan ve girtin pêkhat. Me hîna ji xwe re cih nedîtiye. Lê ji welat gazîkirina hevalekî, ji wî re cih dîtin, weke çalakiya rişt ya yekem pêtir xwe bi wate kirine… Em wisa ketin nava gelek hewildanan. Bi rojan, bireve vir, bireve wir, ev têkîlî, ew têkîlî, wisa me xwest em razînekê bi pêş bixin. Yekem car çûyîna Filîstînê, dewreyeke bi Kemal Pîr re bû. Ji zindanê reviyabû û dîsa bi ser welat de çûbû. Komeke me hebû. Bi wî re tê xwestin ku ji 12 Rêzbera wê demê hindek tişt werin xelaskirin. Ji bo nasnameyekê, ji nû ve gihîştine tixub, ji bo derbaskirina tixub.
Ma erdên mirinê, erdên mayînan dihatin derbaskirin, ma kî dixebitiyan? Şehît hebûn? Ji beriya salan demeke berbangê bû. Lê rasthatî wê rojê ez zû şiyarbibûm. Bi merşan min hatina derbeyê bihîst. Hêza di destên me de jî ji bermahiyên şûr pêkdihat. Komeke wisa bû ku hîna rast û dirûst xwe bi cih nekirîbû. Jimar an 20-30 kes hebû yan tunebû. Me wisa li dijî 12 Rêzberê dest bi berxwedanê kir. Cihê ez lê dimam jî tê bîra min, li ser somyeke hişk me betaniyek raxistîbû. Qaşo ew der biryargeha şer bû.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike