Bêrîtan Zîlan
Xewa şevan… Carna mizgîniya dil xemgînî. Carna mizgîniya dil xweşî. Radizim, dîlan digrim. Qîr dikim, hewardikim. Ez kê me?Kes nîne dengê min bibihîze?Ditirsim, dema dengê fîşek û topan tê guhê min. Nalenala birîndaran tê guhê min. Tarîye, ez wan birîndaran nabînim. Ka ronahiyê bidin min, ez cihê nalenala birîndaran bibînim. Min ronî da wî alî. Ew birîndar ji min re xerîp nehat. Birîndar li min keniya. Birîna wî pir giran bû. Min ji dûr ve dîdit ku birîna wî girane. Her ku ez nêzî wî bûm, ji min re pir nas dihat. Birîndar ji min re got heval xwe nêzî min bike. Û birîna hevalê xwe derman bike. Min jî got belê heval ez têm. Dema min destê xwe da birînê. Ew heval weke hertim rûken bû. Di birîndariya xwe de jî ew qasî rûken û dilgeş bû. Belê hevalno! dema min destê xwe da birînê û li çavên wî mêze kir, min ew nasî. Destê min bibû xwîn.
Ez ji xewê şiyar bûm. Piştî pênc rojan ew xewn rast bû. Birîndar bibû. Çawa nalenal dikirin, bangî dayîk, heval û hogirên xwe dikirin. Werin em destên xwe bidin hev! Bikin sîper li ber fîşekên neyaran. Ez di xewa xwe de jî negihîştim, ku wan her çar lehengên pakrewan xilas bikim.
Erê! Xewa şevan…Carna mizgîniya dil xemgînî. Carna mizgîniya dil xweşî. Te nehişt ku ez razêm. Te bangî min kir: ka rabe, tu gelek razayî heval! Hevalê te yê birîndar nalenal dike!
Lê ez dereng mam. Ji dilê dayîka xwe re, Rêberê xwe re, nebûm sîperek li ber gurên devbixwîn. Belê hevalno! Ev xewn, min li ser heval û birayê xwe yê delal rêheval Dilgeş Dilovan dit. Ev jî îsbata hezkirin û girêdana rast bi hevaltiyê re nîşan dide. Di xewa şevan de be jî mirov her bi hev re dijî, hev hîs dike…