Bi rasthatina salvegera 15’emîn a şehadeta tekoşînvana mezin, rêheval Viyan Soran, em tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi minetdarî bîrtînin. Di şexsê militan û pêşenga tevgera azadiya jin, dilsoza Rêber APO, hevrê Viyan de, canfedayên ku bi dirûşmeya ‘kes nikare roja me tarî bike’ peyama hilweşandina pergala îmraliyê dan komplogeran û li dora Rêber APO, bûn xeleka ji agir, em bi soza pêk anîna armanc û hêviyên wan, têdikoşin.
Hêzên kapîtalîst, desthilatdar ên komploger, bi plangeriyekî navdewletî Rêberê me Rêber APO, dîl girtin. Ev komplo 22 salin di şexsê Rêber APO de, li ser tevahî jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Naverastê bi hevpeyman û hewldana planên nû yên qirêj berdewam dike. Hêzên modernîteya kopîtalîst, bi armanca, tinekirina nirxên civaka azad, wekhev û ji holê rakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pêşxistin. Ev pergala ku êdî di sînorê hilweşandinê de dijî ji bo temenê xwe dirêj bike, ev komplo pêk anî. Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina jina azad, civaka azad rastiya komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber li hemberî berxwedan û tekoşîna mezin a Rêber APO, bi bin ketine, bi hêrs in û îro Rêbertiya me di nav tecrîdekî giran de digrin. Sekna rêheval Viyan û tevahî şehîdan a li hemberî komplogeran, sekna berdewamiya xeta tekoşîn û berxwedana dîrokî ya Rêber APO ye. Sekna avakirina hevaltiya mezin, bi Rêber APO û tevahî jinan re ye.
Hevrê û pêşenga xeta azadiya jinê, heval Viyan ji roja ku berê xwe da çiyayên azad û xeta tekoşînê bi zanebûn û heqîqeta xwe re bi jiyanî kir, rastiya zanebûn, fikir û felsefeya Rêber APO kêlî bi kêlî di kesayeta xwe de hundirîn kir. Rê heval Viyan, bi avakirina kesayeta jina azad, hem çanda welatparêzî, girêdana bi xak û ruhê berxwedêr yê gelê meyî Başûr, di şexsê xwe de jîndar kir, hem ji hêvî û lêgerîna azadî a jinên Başûrê Kurdistanê re, bû sembola girêdan û dilsoziya bi jiyana azad re. Rêheval Viyan, di her kêliya tekoşîna xwe de perspektîfa Rêber APO a ‘Şoreşa Başûr, şoreşa jinê bi nav kir’ da jiyan kirin, pê bawer kir û ji bo pêkanîna vê heqîqetê bû pêşeng.
Rêheval Viyan, di şexsê xwe de bi avakirina heqîqeta kesayeta pêşeng, di nav tekoşîna me de di pêşxistina xeta jina azad de, di bilindkirina pîvanên hevaltiya rast bi Rêber APO re, di mezin kirin û parastina hişmendiya netewî de, bû mînak. Her wiha li hemberî hişmendiya paşverû, kesayeta jina kole û zilamê desthilatdar sekna heval Viyan, îsrara tekoşînê bû, îfadeya jiyana azad, girêdan û hevaltiya mezin bi Rêber APO re jiyan kirine. Heval Viyan, di demên herî zor yên tekoşînê de, bi biryardarî û zelaliya xeta bîrdozî a Rêber APO, bi sekna xwe ya milîtanî û tekoşîner timî bû mînak.
Em weke tevgera azadiya jin, weke gelê Kurd di pêvajoyekî dijwarê yê tekoşîn û berxwedanekî dîrokî de derbas dibin. Em di demek wiha dijwar yê tekoşînê de, dikevin meha Sibatê û salvegera 15’emîn a şehadeta pêşeng û militana xeta azadiyê heval Viyan. Hêzên, komploger, bi destê dagirkerên Kurdistanê û bi hevpeymanên li gel hêzên nûker û îxantkar ji bo destkeftiyên şoreşa Kurdistanê ji holê rabikin di nav planên qirêj dane. Dewleta Tirk, bi zihniyeta faşîst, mêtînger û qirker di serî de ji bo tinekirina deskeftiyên li Başûr û Rojava di nav siyasetek qirêj da ye. Hevpeymana li ser gelê me yê civaka Şengalê, ambargoya li ser gelê me yê Mexmûrê, zêdekirina êrîşên dewleta îranê li ser jin û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên qirkirinê û girtina pêşengên jin li Bakûrê Kurdistanê, weke parçeyek û dewamiya komplo ye. Li hemberî van êrîş û konspta tinekirinê, berxwedana dîrokî ya di pêşengiya gerîlayên jin de li warê Viyanan di haftenînê de pêşket, bû bersivekî mezin ji dagirkeran re. Şopdar û rêhevalên şehîd Viyan, bi vîneke ji polayê, bi hêvî û baweriyeke mezin îro çeper bi çeper bi ruh û evîna mezin ya Viyanan li berxwe didin.
Sekna gelê me di pêşengiya jinan de li her çar parçeyên Kurdistanê, sekna Viyanbûyînê ye. Sekna Viyan bûyî, sekna perçekirina tecrit û teqez azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr e.
Em weke tevger bi destpêkirina pêngavên ‘dem dema azadiyê’ û ‘dem hatiye em jin û civakê biparêzin’ ketine qonaxekî nû yê tekoşînê. Gelê me di pêşengiya jinan de, li her qadê ji 7 heta 70 salî bi mezinkirina ruhê berxwedanê, bi bilindkirina tekoşînê bersiv dide pêngava ji bo azadiya Rêber APO. Ev bersiv îfadeya sekin û helwesta li dijî hêzên dagirker û komplogera ye.
Li ser vê bingehê, di serî de em bang li tevahî jinên Başûrê Kurdistanê, li tevahî jinên kurd û Rojhilata Navîn, alîgirên demokirasiye, azadîxwaz û rewşenbîr dikin bi tekoşîna xwe ji bo azadiya mirovahî û aştiya cîhanê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin sedema tekoşîna xwe. Bi vî rengî xwedî li xeta jiyana azad a ku heval Viyan di kesayeta xwe de temsîl dikir derkevin û biparêzin. Xwedî li xeta şehîd Viyan derketin, bi tekoşînek hevpar, rêxistinkirî pêkane. Li ser vê bingehê pêwîstî bi çalakiyên bi bandor û tekoşîna hevgirtî heye. Tekoşîna jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîna ji hole rakirina koletiya li ser jin e. Di cihana mêr a ku azadî, aştî, aramî û vekhevî ji hole radike bi birdoziya azadiya jin û her weha di bin ronahiya paradigmaya civaka ekolojik-demokratîk li ser bingeha azadiya jin, di serî de ji bo azadiya xwe, xwebîn, cîhan ü mirovahiye bi hevre tekoşin bikin.
Em careke din di şexsê rêheval Viyan de, tevahî şehîdan bi bîrtînin. Û Soza bi cih anîna hêviya şehîd Viyan û tevahî şehîdan û gelê me ya azadkirina Rêber APO a fîzîkî nû dikin.
Koordînasyona PAJK’ê